'Em ê Evîn Goyî, di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn'

Hevrê Evîn xwedî karekterek aram û bi cewher bû. Hevrêyek bi moral û bi coş bû, kenê wê ji aliyê hemû hevrêyan ve dihat zanîn. Taybetmendiyên wê yên bingehîn, hevrêyek xwîngerm, ji dil û kedkar bû.

Hevrê Evîn bi temenekî biçûk tevlî partî bû. Ew jî weke gelek hevrêyên din ên ji Botanê û bi taybetî jî ji Eşîra Goyî, ji gundê Hîlalê ye. Di salên despêka partî ku derbasî wê qadê bibû û dema propaganda çekdarî dihat kirin de partî naskir. Di wan salan de partî naskirin, ew tê wateya ku partî ji partîzanên rasteqîn, ên yekem ên pêşang, ango ên di xeta Rêbertî de pijiyane, Rêbertî û xeta partî rast û baş famkirine û temsîldikin, naskirine. Ango rastiya partî û Rêbertî ji hevrê Egîd û hevrêyên pêre naskirine. Ev naskirin, ev têgihêştin û ev girêdan bi demê re kûr dibe û di kesayetê de jî dibe pîvan û hêzek mezin ya guhartinê. Hevrê Evîn jî wiha partî di wan salan de nasdike û bi temenê xwe yê biçûk tevlî nava refên gerîla dibe. Di wê temenê xwe yê biçûk de jî tevlî şer dibe, ezmûn qezenc dike û di nava şer de dipije. Di pratîkê de di serî de li Botanê, li gelek qadan bi coş û moralek mezin gerîlatî kir, ji her çiyayê Kurdistanê bayek hinase girt. Ji her gulekê hilm û bêhn girt. Ji her kaniyê av vexwar, ji her dar û berekî re jî stran got, diyalog kir, evîna dilê xwe ya mezin bi wan re parvekir. Ew ken û heskirina wê ya jiyanê ku de berdêla wê de her şer dikir, di her kêliyê de ew bi hêz kiribû û ew bedew kiribû. Di çavên hevrê Evîn de hêvî û wate diçirisî, di rûyên wê ên hinarî de nora bihiştê, mîna keçên Hûriyan diteyisand. Bi vê awayî hevrê Evîn bi bedewî, coş û morala xwe şewq dida tevahî hevrêyan.

Di sala 1996’an de hevrê Evîn li Gabarê fermandara taximê bû. Temenê wê ji yên şervanên wê biçûktir bû. Hevrê Evîn li Botanê, Zagros û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di asta Yekîne û Tabûrê de erk girt. Piştî vekşîna ji Bakur yanê piştî salên 2000’an hevrê Evîn tevlî xebatê kongreya gel bû. Beriya wê di gelek karan û hema bêje li hemû qadan xebat û têkoşîn meşand. Hevrê di Civata Giştî ya Kongra Gel a sala 2013’an de weke Endama Konseya Rêverber a KCK’ê hat hilbijartin. Heya hevrê Evîn şehîd bû jî, Endama Konseya Rêveber bû.  

Hevrêyek, sakîn, aram, cidî, kedkar, xwîngerm, ji dil û cewherî bû Xala ku hişt hevrê ewqas bi coş û moral tevlî bibe di sala 1997’an de dîtina Rêbertî û li qadê perwerdehî dîtin bû. Hevrê Evîn weke kerekter hevrêyek sakîn, aram û cidî bû. Cewherê wê pir cuda bû. Hevrêyek bi moral û bi coş bû, kenê wê ji milê hemû hevrêyan ve dihat zanîn. Taybetmendiyên wê ên bingehîn, hevalek xwîngerm, ji dil, cewherî, kedkar bû. Di hevrêtiya xwe de pir samîmî û kûr bû. Pir nirx dida hevrêtiyê, di ber de ked dida, bi kedê hevrêtiya kûr avadikir û bi hestên kûr hevrêtî diparast. Hevrêyek wêrek û şerker bû. Di her milê jiyanê de hevrê Evîn bi taybetmendiyên xwe ên cewherî xwe diteyisand, kesayeta wê diyar bû. Di milê şer û erkan de her di pêş de bû. Heya dawiyê fedekar tevlî şer û jiyanê dibû. Hevrêyek dilnizm bû, ji jiyana madî, têkilî û tiştên madî dûr disekinî, berovajî wê manewiyata wê bi hêzbû. Nirxê ku PKK’ê avakirine, nirxên netewî, zayendî, aliyên engernasyonal re bi baldarî nêz dibû. Her hevrêyek ji parçeyekî, ji netewek cuda re nirx dida û dixwest bi partî bide qezenc kirin. Weke mînak sala 1996’an hevrê Pelda Elman hat Gabarê, di taxima hevrê Evîn de bû. Ji ber nêzîkatiyên hevrê Evîn ên erênî û pozitîf, hevrê Pelda heyrana wê bû. Hemû rojnivîsa xwe li ser hevrê Evîn dinivîsand. Hevrê Evîn nirx dida hevrêtiyê, dida cudahiyên di nava partiyê de ji hevalan û hevrêtiyê hez dikir. Mirov dikare bêjê hevrê Evîn di nava avaniya xwe de cihê moralê bû. Hevrê di şer de çend caran birîndar bû. Cara dawî ez dizanim li Kêla Memê birîndar bû. Tevî ku çend caran birîndar bibû jî ti carî li pêş xwe nekir asteng. Vîna wê ya tehmulkirina zehmetiyan û êşan pir xurt bû. 

Ji ber van taybetmendiyên xwe ên erênî, ji aliyê hevrêyan ve hat pêşniyarkirin ku biçe saheya Rêbertî. Hevrê Evîn piştî çû saheya Rêbertî û vegeriya guhartinek ber biçav di xwe de çêkiribû. Tevî ku dibistanên bilind ne xwendibû jî, hevrê Evîn di aliyê hişmendî û têgihîştinê de qederekê pêşketibû. Ji rastiya Rêbertî û perwerdehiya dîtî pir hêz girtibû. Bi taybetî di aliyê naskirina têkoşîna zayend de, di xeta azadiya jinê de kûr bibû. Ji ber di wan salan de Rêbertî dahûrandinên li ser azadiya jinê kûrtir kiribûn. Artêşbûna jinê, rêxistinbûna jinê pêş ve diçû. Rêbertî jî zêde giraniya xwe dida ser vê milê tevgera azadiya jinê. Di wan salan de bîrdoziya rizgariya jin diyarî kir. Bi hevrêyan re jî li ser vê mijarê diyalog kûr dikirin. Hevrê Evîn jî di vî warî de xwedî awantajek bû. Ji ber hevrê Evîn di pêşketina artêşbûna jinê de xwedî rolekî sereke bû. Ked dabû, şer kiribû, di piratîkê de ezmûn qezenc kiribûn. Hevrê Evîn ev yek baş nirxand, li xwe hayîlbû û di xwebûnê de bi cesaret gav avêtin. Êdî hevrê Evîn ne tenê bi pratîkê xwe îfade dikir, her wiha bi hêza ku ji Rêbertî girtî ve, dikarî kûr bifikirê, dikarî analîz bike, xwe baş îfade bike, dikarî xwe bike hêza çareserî. Bi guhartinên ku di şexsê hevrê Evîn de çêbûn, mirov dikare hîn baştir fêmbike ku Rêbertî çawa mirov diguhere. Êdî hevrê Evîn weke kadroyek pêşeng a tevgera azadiya jin û kadroyek partî, ji her demê bêtir ketibû ferqa erk û berpirsiyariyên xwe û li gora wê jî têkoşîn dida meşandin. 

Hevrê Evîn heya dawiyê bi rastiya Rêbertî û şehîdan ve girêdayî bû. Ew ticarî li gora raye nêzî berpirsiyarî nebû. Ji ber ku hevrê di nava şer de pijiya bû, pêwîstiya wê ya ku xwe ji kesekî re îspat bike, an jî bibe tabiya hinekan nebû. Hevrê bi awayekî xwezayî tevlî dibû, wer jî nêzî berpirsyarî dibû. Hevrê Evîn ti carî negot ev erka mezine an jî biçûke, ev kar li gora mine an jî ne li gora mine. Destê xwe davêt her karî, xwe di ber her karî de berpirsyar didît. Tu car negot bila rêxistin derfetan bide min ez jî kar bikim. Bi felsefeya ‘Pariyek û Pîneyekî’ ve jiyan dikir. Cihê ku hevrê Evîn lê kar dikir, xwe di ber karê leşkerî, yê civakî û bîrdozî de berpirsyar didît. Bi vî ruhî tev digeriya. Ji her kesî bêtir hewl dida ku Rêbertî fêm bike, Rêbertî bi hevrêyan û gel bide fêmkirin. Bi taybet paraznameyên Rêbetî ji bo xwe kirbû bingeh û dixwest xebata avakirina netewa demokratîk fêm bike û bide fêmkirin. Yanê hevrê Evîn di ferqa hêza Rêbertî ya zanistî, felsefî û dîrokî de bû, her di nava hewldana fêmkirina Rêbertî de bû. Êşa hevrêtiya kêm ya bi komploya navnetewî re di şexsê kadroyê partî de xwe rûda bû, her tim dikşand. Ji ber wê yekê jî dixwest bi famkirina Rêbertî û jiyanîkirinê ve wê hevrêtiya kêm derbas bike û mesafeya çêbûye bigre. Li hemberî rastiya şehîdan jî wiha bû. Ji xwe mirov nikare rastiya şehîdan û Rêbertî ji hevdu cuda bigere dest, ji ber Rêbertî nûnertiya şehîdan dike. Hevrê Evîn jî hem di aliyê pratîka jiyan kirî de ku bi gelek hevrêyên şehîd re hevrêtî kiribû, li cem wê şehîd ketine, bi destê xwe ew sipartine axê. Hem jî di aliyê zanebûnê û wate dayînê de kûr bibû. Ji ber wê yekê manewiyata hevrê Evîn pir bi hêz bû.

Me got hevrê Evîn li hemû qadan têkoşîn daye meşandin, qada ku lê têkoşîn kir û rêxistinbûnê de pêşengtî kir yek jî qada Rojava yê Kurdistanê ye. Hevrê di sala 2014’an de piştî komkujiya Şengalê derbasî Rojava bû. Dema hevrê derbas bû. Hevrê weke rêvebera herêma Cizîrê erk girt. 

Dema ku hevrê Evîn hat Rojava dema ku DAÎŞ di rewşa xwe ya herî bi hêz de bû. Li Şengalê ferman pêkanî bû û berê xwe dabû Rojava. Ji xwe beriya DAÎŞ jî Rojava di şer de bû. Ji ber wê mirov dikare bêje vesaziya hevrê di nava şer de çêbû. Yanê hevrê Evîn dizanî ku diçe qadek şer. Hevrê xebatên qada civakî de cih girt, lê belê xebatên KCK’ê li ser esasê parastina cewherî rêxistin dikir. Herî zêde bi hêzên parastina civakî re mijûl dibû, ew rêxistin dikirin, perwerde dikir û sewqî qada şer û têkoşînê dikirin. Weke min li jor jî gotî hevrê berpirsa qada Cizîrê bû. Li wir bê ku bikeve nava dudiliyê de bê hesab tevlî kar û şer bû. Raste hevrê ne di xebatên qada leşkerî de bû. Lê bi hemû pêwîstiyên şer re mijûl dibû. Ji mêzekirina hevrêyên birîndar bigre, heya pêwîstiyên hevrêyên di çeperên şer de, dîsa bi rakirina hevrêyên şehîd re herî zêde hevrê Evîn mijûl dibû. Derfetên civakê sewqî qada şer dikir û ji her kesî zêdetir di nava hewl dana rêxistinkirina şerê gel a şoreşgerî de bû.  

Hevrê Evîn piştî li van qadan hemû kar û xebat da meşadin, hem ji ber birîndariyên xwe ên kevin hem jî ji bo xebatên avakirinê derbasî Ewropayê bû. Di demek kin de li Ewropa gel naskir, tevlî bû û xebat meşand. Bi sekna xwe ya resen û di aliyê bîrdozî de kûr, li hemberî pergala mordernîteya kapîtalîst û helandina civakê, xebatên hevrê zû bi bandor bûn. Kesayeta hevrê a ku di heqîqeta Rêbertî de xwe kiribû yek, di demek kin de li ser civakê teyisandibû. Hevrê Evîn bi aweyekî dilnizm, bi kedek mezin nêzî rêxistina jinan û civakê dibû. Hevrê di ferqa erka xwe ya tolhildana ji pergala qirker ya ku bibû sedema komkujiya Parîsê ya yekemîn de bû. Di zanibû ku wê ji bo tola hevrê Sara, Fîdan û Leyla rake, li wê welatê sar yê betûn, yê ku dil û mejiyê wan jî mîna betûnê qarisiye, ew ê bi agirê berxwedan û tolhildanê hemû tarîtî û cemêdê biçirîne. Dizanibû tolhildana ji pergalê rêxistinkirina jinan û civakê ye. Jin û civak ji pergalê qut kirin, derbeya herî mezin li dijî pergalê ye. Ji ber vê sedemê jî pergala faşîst a kapîtalîst xwe li vê sekna hevrêya me ranegirt, bi du hevrêyên welatparêz hevrê Avdurrehman Kizil û hunermend Mîr Perwer di nava Parîsê de şehîd xistin. Di 23’yê Kanûn’a sala 2022’yan de hevrêya me tevlî kerwanê şehîdan bû. Ji ber keda hevrê Evîn a ku li her çar parçên Kurdistanê daye, gelê me li her derê û qadên ku hevrê Evîn lê xebat meşandine, xwedî lê derketin û ji bo wê merasîmên bîranînê lidar xistin û soza dan ku wê heya serkeftinê tola wê û tevahî şehîdên doza azadiyê bên rakirin. 

Em jî weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinê, em ê hevrêya xwe ya giranbiha di tekoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn. Em heya jiyanek azad û civakek politîk û exlaqî ava bikin, em di her kêliyê û di her nefesê de tolê ji pergala desthilatdariya mêr rakin. Tola mezin ya ji pergala mêr-dewletê ew e ku em tekoşîna jina di asta gerdûnî de hevbeş bikin, bi têkoşîna hevbeş li her hêla cîhanê jinan azad rêxistin bikin û rizgariya demokratîk pêk bînin. Ev jî bi pêkanîna pergala modernîteya demokratîk û ya ku xwe dispêre rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê. Ji ber vê yekî jî, bi pêngava mîmarê doza azadiya jinê ‘Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî ji pirsgirêka Kurd re çareseryiya siyasî’ bi awayê herî xurt pêşengî bikin. Ev jî soza me ya ji bo hevrê Evîn û tehevahî şehîdên Kurdistanê ye.

* Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek