Em bi van sextekaran nexapin

Em bi sextekarên ku DAÎŞ bi ser Kurdan de û HAMAS’ê bi ser ciwan û zarokên cihû ve şandin û dibêjin ku dilê wan bi zarokên Filistînî û Kurdan dişewitin, nexapin.

Êrîşên HAMAS'ê yên di 7'ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê, bi êrîşên 11'ê Îlona 2001'an a birca cêwiyan re tên berhevkirin û ji van êrîşan re "11'ê Îlonê" ya Îsraîlê tê gotin. Dema êrîşên 11’ê Îlonê pêk hatin, hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê gelek kes, sazî û rêxistin li ser van êrîşan nîqaş kirin û di wan rojan de jî weke îro gelek tişt hatin gotin. Yên ku pesnê serkeftina êrîşê dikirin, qala qelsiyên îstîxbaratê dikirin û heta digotin DYE ji kaxezê hatiye çêkirin jî hebûn. Ji wê demê û vir ve êrîşên 11’ê Îlonê hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelek encam derxist. Dema mirov di roja îro de bûyeran berçavan re derbas dike, hin tişt dikarin pir zelaltir werin ravekirin.

PIŞTÎ 11’Ê ÎLONÊ CÎHAN

Piştî êrîşên 11’ê Îlonê li cîhanê gelek bûyer qewimîn. Di serî de dagirkirina Efxanîstan û Iraqê, gelek şer hebûn. Li dijî Îslama radîkal şer hat îlankirin û di encamê de bi geşedanên ku gav bi gav pêk hatin, li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP’ê û Erdogan ava bû. Li dijî Îslama radîkal komek nû ya bi navê 'Îslama Nerm' hat avakirin. Yên ku li Tirkiyeyê heta wê demê ji DYA’yê re xizmet kiribûn, ji nişka ve bûn dijberî Emerîkayê, ji ber ku bi projeya ‘Îslama Nerm’ bi taybetî li Tirkiye û Misrê rol û mîsyonên nû derketin holê. AKP’ê û Fetullahiyên ku wê demê bi hev re bûn, bi tifaqa xwe Tirkiye ji nû ve birêxistin kirin û li dijî Tirkiyeya kevin Tirkiyeyeke nû ava kirin. Tirkiye ji bo dijminatiya li hemberî Kurdan xwe ji nû ve birêxistin kir û pêla 'Têkoşîna li Dijî Terorê' girt pişt xwe û bi rêbazên gelekî taybet ji bo mayîna Tirkîtiyê li dijî Kurdan êrîşên pir berfireh da destpêkirin. Ev êrîş îro jî berdewam dikin. Di encamê de, Tirkiye bêyî ku ji siyaseta xwe ya komarê ya 100 salî dûr bikevin, dijminatiyeke bêsînor li hemberî Kurdan meşand.

TI CARÎ DEST JI DIJMINATIYA XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN BERNEDA

Erdogan ji bo ku di Tirkiyeya nû de desthilatdariya xwe winda neke her tişt kir. Mîna berhema derbeya 12’ê Îlonê derket holê, lê wekî ku li dijî 12’ê Îlonê ye bû xwedî desthilatdarî, bi salan e hem di pevçûn û tifaqa bi hêzên navxweyî re û hem jî bi hevkariya hêzên derve re qet ranewestiyaye. Bi tasfiyekirina yek li pey yekî hatiye heta vê derê, lê ti carî dev ji dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan bernedaye. Kesên ku laîktiyê diparastin kir darê binçengan û li alîgirên Fetullah, CHP’ê, MHP’ê û yên din xist. Mîna zilamekî yê projeyê carnan dibû hevserokê BOP’ê, carna jî mîna herêmî û neteweyî xuya dikir. Xwe weke xelîfeyekî parêzvanê Mislimanan nîşan da, ji derewan wekî ku li dijî Îsraîlê ye xwe derxist pêş. Li ser rêya muzakereyên demokrasiyê yên bi YE re, Ayasofya vekir û penaber anîn deriyên sînor. Çeteya DAÎŞ’ê kom kir û li Rojava belav kir û Hizbulkontra ji nû ve ava kir. Weke HAMAS’a Îsraîl, vê HAMAS’ê jî mîna ku aliyê wê yê civakî heye kir siyaset. Bi kar anî, ew ê bikar bîne.

BI SEDAN CARÎ BÊRÛTIYA XWE NÎŞAN DA

Dema ku kolanên Enqereyê bi wêneyên xwe ligel wêneyên Menderes û Ozal xemilandî digot, “Min hemû neteweperestî di bin lingên xwe de perçiqand” û roja piştî wê destê xwe da destê MHP’ê û dest bi şerê herî mezin kir. Ji Perînçek heta Barzanî her kesî girt pişta xwe û êrîşî hemû hêzên azadîxwaz ên demokrat, sosyalîst û welatparêz kir. Hewl da Tevgera Azadiya Kurd bi tenê bihêle. Hemû reqîbên xwe yên siyasî avêtin zindanan, derb lêda û şikandin. Bi kurtasî heqaret, sûîqest, sîxûr, komkujiya Roboskiyê û bombe kirin… Tiştê ji dest hat qisûr nekir. Weke faşîstekî xwedî gelek rûyî, bi sedan carî bêrûtiya xwe nîşan daye.

JI TEVAHÎ PAŞVERÛYAN HOVTIR E

AKP’ê û Erdogan desthilatdariya xwe ya yek zilamî bi tasfiyekirin, koçberkirin, tinekirin, bi xwe ve girêdan û bi kirîna wan pergala yek zilamî ava kirin. Ji Huseyîn Velîoglû heta Muhsîn Yazicioglû, yên ku li hundir çeteya xwe ya nû bi xistina çeteyên berê ava kirine û ji Sînan Ogan heta Erbakan her kesî bi kar tîne. Vana xwestin li Kobanê, Sûr û Cizîrê xwîn bi gel bidin verijandin. Madimakên nû ava kirin û welatparêzên Kurdistanê yên herî bi qîmet di tunel û jêrzemînan de şewitandin. Ji hemû paşverûyên Rojhilata Navîn bi hovîtî û hovanetir êrîşî Rojava kirin. Xwestin bi deh hezaran ton bombe biavêjin ser çiyayên Kurdistanê û ciwanên herî bedew ên vî welatî bi temamî tune bikin.

GELO TIRKIYE WÊ DEST JI ÎSRAÎLÊ BERDE?

AKP amûreke Modernîteya Kapîtalîst e ku piştî 11’ê Îlonê nehat avakirin, bi darbeya 12’ê Îlonê bi qasî li dijî şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê, ewqas li dijî şoreşgerên Filistînê ava bû. Çawa ku dixwazin bi Perînçek re li hev bikin û çepgirên Tirk tasfiye bikin, bi şev û roj ji bo tasfiyekirina Kurdên Azad bi Barzanî re û ji bo HAMAS’ê bi FKO’yê re xebitîn. Dibêjin her kes wekî ku heq dike tê rêvebirin. Welatek ku sextekarî, talan, welatfiroşî lê zêde ye û zarok lê tên tecawizkirin ji aliyê kê ve tê birêvebirin? Helbet ji aliyê kesên van karan û yên ku bi van mirovan re dixebitin... Ger îro Filistîn ji hezaran şoreşgeran, bexçeyê şoreşa gelên cîhanê, dilê gerîla ya cîhanê bêpar ma be, di vir de divê baş were dîtin bê faşîzma 12'ê Îlonê û paşeroja wê AKP’ê ji bo tolê ji Rêber Apo, PKK'ê û Kurdên azad hilîne çi kir. Şerê Sûriyeyê û şerê Îsraîl û Filistînê ji nêz ve bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Bi vê nêrînê weke ku tola xwe ji Filistîn û Sûriyê hilîne êrîş dike. Ligel Îsraîla ku di dîlgirtina Rêber Apo de roleke pêşeng lîstiye cih digire lê xwe weke dijberî wan e nîşan dide. Li bazirganiya wan a 50 salî û geşedanên piştî wê binêrin, Tirkiye ti carî dev ji Îsraîlê bernedaye û dev jê bernade...

MA MIROV NIKARE DI RÊYA 3’YEMÎN DE BIMEŞE?

AKP’ê hem qatil e, hem sûcdar e û hem jî ji xwediyê mirî zêdetir li ser cenaze digirî. Teşhîr dike, dide kuştin û propagandaya wê dike. Bila ji wan re heram be… Divê em bibêjin, "Înşallah, nifirên hemû Misilmanên dilpak û sosyalîstan li wan bikeve.” Ma mirov hem ji bo Cihûyên hatine qetilkirin û hem jî ji bo zarokên ku li Xezayê hatine bombekirin xemgîn nabe? Ma nikare ji herduyan hez bike? Ma mirov nikare di rêya 3’yemîn de bimeşe? Di cîhana Modernîteya Kapîtalîst de nikare vê dualîteya xwe ji holê rake?

TI CARÎ JI DIJMINATIYA KURDAN BÊZAR NEBÛNE

Yên ku wê AKP'ê tasfiye bikin, ne ew hêzên ku her bikeve destê wî bigirin û rakin ser piyane. Yên li dijî 12’ê Îlonê li çiya, zindan û kolanan li ber xwe didin, wê AKP’ê tasfiye bikin. Dê misilmanên pêşverû, sosyalîstên dilpak hebin. Alîgirên Ergenekonê, Fetullah, AKP’yî, CHP-MHP’ û Tirkên spî û reş tenê dikarin bibin xizmetkarên Modernîteya Kapîtalîst. Nikarin wek Rojava dîplomasiyeke wêrek û vekirî jî bikin. Ev nokerên hanê, çi bi hev re bin, çi li hember hev bin, her tim dijminên Kurdan û qatilên Kurdên azad in. Televîzyon, bank, dibistan, mela û mamostayên wan hemû bi heman armancê dixebitin û ji dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan bêzar nabin. Hebûna wan, diyarî tunebûna kurdan hatiye kirin, vê dijminatiya li hemberî civakê ye...

Her kes dev ji Tayyîp berdide, lê ev Tayyîp nikare dev ji xwe berde. Em bi vî sextekarê ku DAÎŞ bi ser Kurdan de û HAMAS’ê bi ser ciwan û zarokên cihû ve şandin û dibêje ku dilê wan bi zarokên Filistînî û Kurdan dişewit in, nexapin. Ev kes ew kese ku dibêje ‘çi jin be, çi jî zarok be çi hewce bike divê bê kirine.’ Ev hêz, yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, çawa ku doh êrîşên 11'ê Îlonê ji xwe re kirin zemîn û êrîş birin ser Kurdan, îro jî hem ji bo Îranê bixin nava xefika Modernîteya Kapîtalîst wê derfetên xwe pêşkêşî Îsraîlê bikin, hem jî kuştina gelê Fîlîstînê rewa bikin û bi gotina, 'Bila Kurd nebin xwedî maf' ji vê rewşê sûdê werbigirin.

WÊ DEMÊ KÎ WÊ WAN TÊK BIBE?

Em ê çawa bersivê bidin vê zilm û zordaran? Beriya me jî ew dibêjin 'bi zilmê îbadet nayê kirin'. Dema ku dixwazin Rojava dorpêç bikin tecrîdê giran dikin û dema êşkence pêk tînin qala mafê stembaran dikin. Kî dê wan têk bibe, kî dê vî Erdoganî ji holê rake? Yên ku bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ derketine rê, heta pirsgirêkên xwe gav bi gav çareser nekin û ber bi şoreşa Rojhilata Navîn ve nemeşin, ev derew, ev sextekarî û ev durûtî wê dewam bike. Heta yên ku li dijî 12’ê Îlonê gule avêtine, yên ketin zindanan, yên derketine çiyê, yên ku herikîn kolanan, bi hişmendiyeke mezin û hezkirina azadiyê biratiya Rojhilata Navîn ava nekin, ev xwîn û rondik bi dawî nabe. Dema ku Rêber Apo tava Rojhilata Navîn ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, Rojhilata Navîn wê bibe baxçeyê gelan, bibe atmosfera festîvalê. Wê demê em ê bibêjin ku me ji bo aştiyê şerekî baş kir.