Em bi berxwedanê bi ser dikevin

Me berxwedana antî faşîst bi yekîtiyê û rêbazên afirîner bi pêş ve bir û derb li faşîzma AKP-MHP'ê xist. Em ê hilweşîna wê jî misoger bikin. Ti êrîş û zext, gef û şantaj wê nikaribe faşîzma AKP-MHP'ê ji hilweşînê rizgar bike.

Li Tirkiyeyê bi nêzîkbûna hilbijartinên 14'ê Gulanê re tansiyona siyasî jî bilind dibe. Rageşî gihîştiye wê astê ku dilê şefên faşîst jî êdî nikare xwe lê rabigire, hildikume. Ji ber ku eşkere bûye ku di hilbijartineke normal de, di hilbijartineke wekhev de şefê faşîst Tayyîp Erdogan nikare bi ser bikeve. Êdî her kes qebûl dike ku bi hin hîleyan jî wê nikaribe vê yekê asteng bike.

Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi xwe jî vê rastiyê baş dibîne û fêhm dike, lewma zext û êrîşan zêde dike. Li ser vê bingehê 130 rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û hiqûqnasên muxalîfê xwe rojên dawî destgîr kir. Diyar e ku wê hîn jî bi dehan ji wan bigire. Beriya hilbijartinê û di demeke welê de ku propaganda hilbijartinê berfireh dibe, diyar e ku şefê faşîst naxwaze ji bilî xwe kes propagandayê bike. Li ser vê bingehê hewl dide muxalefeta demokratîk lawaz bike, pêşî li hilweşîna xwe bigire.

Bi nêzîkbûna 14'ê Gulanê re êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê jî zêde dibin. Devlet Bahçelî yê faşîst her ku diaxive xwîn û qirêjiyê verdişe. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan propagandaya xwe ya hilbijartinê bi temamî li ser xeta êrîşa li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd daye rûniştandin. Tevî ku wî bi xwe bi salan di navbera Qendîl Oslo, ji wir jî heta Îmraliyê çûn û hatin birêxistin kir, hewl dide ku li CHP'ê û hêzên mîna wê hevdîtina bi PKK'ê re qedexe bike.

Rewşa sosret a vî mejiyê faşîst û xurifî ye, ne tenê biv î rengî ye. Mîna ku Tirkiye malê bavê wî ye, her kesên ku muxalefetê li Tayyîp Erdogan dikin weke 'xayinê welêt' îlan dike. Dibêje ku dema ew ji rêveberiyê ket û muxalefet bû desthilatdar wê bi deh hezaran mirovên xistiye zindanê bêne berdan, bi deh hezaran rewşenbîr, siyasetmedarên neçar man birevin derveyî welat vegerin, yên li çiyê dakevin bajêr û siyasetê bikin! Ewqasî baweriya xwe pê aniye ku Tirkiye malê wî ye, diyar e ji bîr kiriye ku ev mirov jî li Tirkiyeyê ji dayik bûne û herî kêm bi qasî wî li Tirkiyeyê xwedî maf in. Li gorî wî welat û dewlet tê wateya Recep Tayyîp Erdogan. Bi vî fikrî ewqasî zêdegaviyê dike ku dibêje 'ma welat ji van re tê hiştin?' û nîşaneya wê yekê dide ku eger di hilbijartinê de têk biçe jî wê dest ji desthilatdariyê bernede. Ya dawî jî ji xwe tê zanîn, fikrê bidawîbûnê jî kir ku dilê şefê faşîst ê Erdogan bi rêk û pêk lê nede, bihilkume.

Baş e wê rêveçûn çawa be? Her ku 14'ê Gulanê nêzîk dibe, li Tirkiyeyê wê çi biqewime? Diyar e ku hilbijartinên 14'ê Gulanê wê hilbijartineke ji rêzê nebe, wê her tişt mîna hilbijartinên bihurî nebe. Girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê û wateya wê ya ji normaliyê wêdetir, ji aliyê me ve gelek caran hate destnîşankirin. Her kes vê rewşê dibîne û bi rengekî eşkere tîne ziman. Beriya her tiştî hêzên demokratîk û şoreşger divê vê rastiyê baş bibînin û ti carî ji bîr nekin.

Ya yekemîn, di 14'ê Gulanê de tenê hilbijartin nayê kir. Ev hilbijartin xelekeke gelekî girîng a berxwedana antî faşîst a bi salan e. Li ser vê bingehê pêşî li hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê tê vekirin. Baş tê zanîn ku hilweşîna faşîzmê bûyereke ji rêzê nîne û ev jî tê wateya şoreşeke demokratîk. Wê demê di 14'ê Gulanê de em en tenê hilbijartinê dikin, em pêngaveke encamgir a ji têkoşîna şoreşa demokratîk a antî faşîst dikin. Beriya her tiştî divê wate û girîngiya vê yekê baş bê fêhmkirin.

Ya duyemîn, ev hemû jî di sala sedemîn a damezrandina Dewleta Komara Tirkiyeyê de diqewime. Yanî sedsala destpêkê diqede û sedsala duyemîn destpê dike. Baş e ev sedsala duyemîn wê çawa be? Yanî wê dîktatoriya faşîst-olîgarşîk mayinde bibe yan jî ev dîtatorî wê hilweşe û li şûna wê sîstemeke demokratîk ava bibe? Hilbijartina 14'ê Gulanê wê bibe bersiva ji vê pirsa têkoşîna sala 2023'an. Ev jî yek ji xalên bingehîn e ku hilbijartina 14'ê Gulanê girîng dike.

Wê demê divê em bi çi rengî nêzî vê pêvajoyê û hilbijartinê bibin? Beriya her tiştî divê em hilbijartina 14'ê Gulanê weke hilbijartineke ji rêzê û asayî nebînin. Pêwîste girîngî û wateya xwe ya heyî bê zanîn û li gorî vê yekê helwest û nêzîkatî bê nîşandan. Ji ber vê yekê divê dengan bê kirin û her kes ji bo dengdanê bê teşwîqkirin. Divê em dengan bi rengekî rast bi kar bînin, nehêlin ku dengekî bi tenê jî vala biçe û nehêlin ku sedenên biçûk li pêşiya dengdanê bibe asteng.

Li aliyê din di hilbijartinên 14'ê Gulanê de divê em ji xwe re bikin armanc ku Recep Tayyîp Erdogan têk bibin û Partiya Çepên Kesk bi ser bixînin. Dema ku me dengê xwe da û karê hilbijartinê kir, divê em vê armancê timî bidin ber çavên xwe û ti carî xwe şaş nekin. Bi hin nêzîkatiyên şexsî û komî nekevin nava helwesteke berevajî girîngiya dîrokî ya hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê. Eger helwesteke berevajî bê kirin û bi rengekî neyekser jî be piştgirî ji faşîzmê re bê dayin, hingî dîrok wê me efû neke.

Bi nêzîkatiyên zarokane divê helwesta mîna 'boykotê' neyê kirin. Şoreşger kengî hillbijartinê boykot dikin? Dema ku gel rabe serhildanê û hilbijartin li pêşiya vê serhildanê asteng be, hingî hilbijartinê boykot dikin. Di demeke bi vî rengî de tenê boykot rast e, ji ber ku hilbijartin hingî lawaz dike. Eger tu bi serhildana gel nikare faşîzmê hilweşîne, wê demê boykotkirina hilbijartinê tê wateya reva ji têkoşînê. Ji ber vê yekê helwestên mîna boykotê divê teqez neyê kirin. Ji vê jî wêdetir divê asta tevlîbûna li hilbijartinê hîn bêhtir bê xurtkirin û destûr neyê dayin ku dengekî bi tenê jî vala biçe.

Helbet ewlehiya sindoqan jî li hember her cure hîle girîng e. Ev rewşa ku demekî tê nîqaşkirin û hewl tê dayîn tedbîrên curbecur bên pêşxistin, divê ku biçûk nehê dîtin. Her wiha ji ber ku her roj roja mezinkirina têkoşînê ye, pêwîste li hemberî her cure êrîşa faşîst amade bin. Destgîrkirin û girtinên ku van rojan tên jiyîn li ser vê bingehê pêş dikeve û dibe parçeyek ji êrîşên faşîst ên ku wê gav bi gav zêde bibin.

Ji ber vê yekê, ev tê wê wateyê ku ne tenê hilbijartin, hilbijartin jî di nav de berxwedanek piralî ya antîfaşîst heye. Divê ev rastî tu carî neyê jibîrkirin û paşguhkirin. Li dijî her cure êrîşên faşîst em berxwedaneke şoreşgerî û demokratîk a pir alî dimeşînin. Em hemû xweşikî û bedewiyê bi berxwedanê bi dest dixin. Bi berxwedana ku me bi berdelên giran pêşxistiye her tişt bi dest xist û ji niha û pê ve jî bi berxwedanê em ê bi ser bikevin. Bi kurtasî em bi berxwedanê bi ser dikevin; Divê ev rastî tu carî neyê jibîrkirin. 

Her wiha êrîşa faşîstan îro jî bi hin destgîrkirin û girtinan didome. Sibe dibe ku rêbaza van êrîşan biguhere û doz hêj bêtir zêde bibe. Di rastiya xwe de, di 14’ê Gulanê de têkoşîna ku tê gotin wê bi dawî nebe, wê bibe destpêkek nû. Faşîzma AKP-MHP’ê piştî ku di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan têk biçe wê çi bike hê ne diyar e. Ji bo dest ji desthilatdariyê bernede, dikare bi çeteyên faşîst ên ku bi salan perwerde kiriye û bi rêxistin kiriye êrîş bike. Pêwîst e ev îhtimal ji niha ve were dîtin, cidî bigirin û li gorî wê jî amade bin.

Ji ber vê yekê hilbijartina 14’ê Gulanê ne deng ji rêzê ye ku bê bikar anîn, têkoşînek şoreşgerî ya demokratîk a antîfaşîste. Û ev têkoşîn wê di 14’ê Gulanê de bi dawî nebe, berovajî wê bi şêweyên nû bidome. Li gorî rêbazên êrîşê yên faşîst, wê rêbazên berxwedana şoreşger-demokratîk derkevin holê. Divê em ji niha ve li dijî faşîzmê bikevin berxwedanê û her tim xwe ji berxwedaneke mezin re amade bikin. Ji ber ku faşîzm encax bi berxwedana şoreşger-demokratîk dikare were tinekirin. Faşîzma AKP-MHP’ê wê bi berxwedaneke bi vî rengî têk biçe. Bi qasî ku me berxwedana antî-faşîst di nava yekitiyê de û bi rêbazên afirîner bi pêş xistî, me derb li faşîzma AKP-MHP'ê xist û em ê hilweşîna wê li ser vê bingehê pêk bînin. Tu êrîş û zext, gef û şantaj wê faşîzma AKP-MHP’ê ji hilweşînê rizgar neke.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka