Eger îro helwest neyê raberkirin wê destketiyên Başûr ji nav biçin

Eger ji niha ve li dijî wan êrîş û xiyanetê helwesteke bi hêz dernekeve holê, wê destketiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, yên piştî ewqasê têkoşîn, êş û azarên kîmyabaran, enfal û hwd. ku rejîma Baas li ser Kurdan birêve birî, hemû ji dest biçin.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi taybet ev 8 salin bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî gerîlayên azadiya Kurdistanê dike, heta niha li ber gerîlayên nûjen ên modernîteya demokratîk nekariye serketina dixwaze bi dest bixe. Îsal hewl dide bi rêya hêzên xayin û noker ên mîna PDK'ê, her wiha dewletên herêmê û piştgiriya tam a NATO'yê wê êrîşên qirkirin û dagirkirinê birêve bibe û bi encam bike.

Di çêbûna rewşa dawî ya metirsîdar a li Başûrê Kurdistanê de ku li ser bingehê qonaxeke nû ya plana qirkirina Kurdan -Kurdên azad- tê rêvebirin, helbet rola herî mezin ji aliyê xayin û xwefiroşan ve tê lîstin. Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ku li ser bingehê "tunekirin û qirkirina Kurdan" hatiye damezrandin, timî di çarçoveya planên hêzên hegemon ên navnetewî (welatên NATO) de hatiye araste kirin û bi vî rengî hewl hatiye dayîn ku rê li ber bûyîna xwedî îrade ya gelê Kurd were girtin û Kurd nebin xwedî statûyekê.

Roja îro êrîşên dagirkeriyê û îlhaqê ku ketiye meriyetê, metirsiyeke mezin li ser paşeroja gelê Kurd bi taybetî li Başûrê Kurdistanê çêkiriye; xala esas a di wir de jî tevlêbûna çalak a PDK'ê û çeteyên girêdayî wî ya di nava wê êrîşê de ye. Dewleta Tirk a dagirker ku bi temamî kontrola PDK'ê girtiye destê xwe, îro ji welatiyên Başûrê Kurdistanê nasname dixwaze û bi gotineke din weke ku ew xak û gel di bin serweriya wî de be nêzîk dibe. Bê guman yê rê li ber wê yekê vekirî ne hêceta PKK'ê ye, belku xiyanet û bê aqiltiya PDK-mala Barzanî ye ku ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û ji rêzê bi çarenûsa gel dilîze.

Xala din jî ew e ku PDK bi hemahengiya dewleta Tirk a dagirker-hêzên hegemonîk ên cîhanê, bi darê zorê û bi rêya pere-mûçeyê, îradeya gel serkut kiriye û bi vî rengî çi dilê wî dixwaze dike. Endamê Komîteya Rêveber A PKK'ê Murad Karayilan ku beriya niha di hevpeyvîneke xwe de gotibû, "PDK hêj rastiya dîrokî ya dewleta Tirk nizane"; bi hin mînakan dabû nîşan dan ku eger planên dewleta Tirk a dagirker encam bigire wê dor were PDK'ê bi xwe. Ji bilî bê kerametî û xiyaneta ku ew mala Barzanî ya ku weke vîrûsekê timî civaka Kurd nexweş kiriye, her dem bûye sedemê binketinên hêvî û têkoşînên ji bo azadiya gelê Kurd. Ji xwe gelek belge (ku ji ber tên zanîn li vir hewceyî bi îşaretkirina wan nîne) hene ku nîşan dide, PDK-mala Barzanî bi xwe weke projeyekê li Kurdistanê hatiye pêşxistin. Ji ber wê jî pênaseya ku PDK hêzeke Kurdî ye, wê di cih de nebe. 

Îro li ser bingeha destûrên dewleta Tirk-MÎT, PDK weke noker û xulameke wan li ber deriyê wan nobetê digire û dikeve pêşberê wan. Çûyîna Barzaniyan ya ji bo Bexda, Tehran û çendîn welatên din ên dema dawî, bê guman li ser daxwaza Tirkiyeyê bû. 

Dewleta Tirk a dagirker ku bi tena xwe nawêre li beramberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bisekine, şer bike; hewl dide ku wan hêzên çete û xayin yên mîna PDK'ê bixin dewrê û bi vî rengî biçin encamê. Rewşa niha ya li herêmê heyî bi hemû aliyên xwe ve vê rastiyê piştrast dike. Paşxistina hilbijartinan, nedayîna mûçeyên gel, serkutkarî, girtin, kuştin û revandina welatiyên Kurd ku rojane ji aliyê çekdarên PDK'ê ve tên kirin, hemû di vê arasteyê de ne.

Ya di vir de metirsîdar e, ev e ku weke tê xwestin helwesteke berfireh û bi bandor li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê, ji aliyê gel ve çênabe; pêşengên wê ango derdorên rewşebîr, nivîskar, ciwan, jin û welatparêz û Pêşmergeyên Dêrîn û hwd. rola xwe ya esasî nalîzin û gel naxin tevgerê. Eger ji niha ve li dijî wan êrîş û xiyanetê helwesteke bi hêz dernekeve holê, wê destketiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, yên piştî ewqasê têkoşîn, êş û azarên kîmyabaran, enfal û hwd. ku rejîma Baas li ser Kurdan birêve birî, hemû ji dest biçin. Rewşeke welê metirsîdar heye.