DMME û KE wê sîsika hiqûqê binpê kiribin

DMME heta ku darizandina li Îmraliyê nehesibîne û nexîne, ti caran wê neyê hesibandin ku bi dadmendî tevgeriyaye; wê xwe ji wê rîska ku bikeve ber bayê komployê jî xilas neke, ku di şexsê me de ev komplo li dijî gelê Kurd hatiye danîn.

Ji hêla objektîv ve çalakiyên ku ji herdu aliyan ve jî mîna şerê bi asta kêm têne nirxandin, bi nirxandina bi rengê berevaniya rewa ya gelê Kurd û heke di vî şerê parastina rewa de çalakiyên ku mîna sûcê şer werin nirxandin bûbin, mirov vê di herdu aliyan de bibîne û hewl bide ku li dadgeheke taybet were darizandin, divêtiya dadmendiyê û hiqûqa hevçax e. Darizandina li Îmraliyê ya li Tirkiyê ji vî alî ve, hem ji hêla naveroka xwe ve û hem jî ji hêla hiqûqa pozîtîv ve li dijî PMME'yê ye. Weke ku di gelek mînakan de hatiye dîtin, avakirina dadgeheke bê alî ya sûcê şer, hem peywireke siyasî û hem jî sincî ya Konseya Ewropayê (KE) ye, ku hêza rêveber a DMME'yê û her wiha Tirkiye jî endamekî wê yê damezirîner e.

Şerekî ku zêdetirî 40 hezar tê de mirine û nêzî 4 hezar gund û mezrik hatine valakirin bi rengê 'terorîzm'ê nikare were wesifandin û mirov nikare li kesekî, li min bar bike. Gotina Serokkomarê Tirkiyê Suleyman Demîrel, "Carinan mirov dikare ji ya rûtîn derkeve", dîsa, gotina Serokwezîrê wê demê Tansûr Çîller, "lîsteya kesên ku wê werin kuştina di bêrîka min deye" û her wiha ji ber bûyera Susurlikê gotina Wezîrê Karê Navxwe yê heman demê Mehmet Agar, "bi vî rengî bi hezaran çalakiyên me çêbûne' bi rengekî vekirî nîşan dide bê ka hiqûq heta bi kîjan astê û ji kîjan aliyan ve hatiye binpêkirin.

Bi hezaran dozên ku çûne DMME'yê vê nehiqûqiyê nîşan didin. Mirov nikare bi pereyekî bi hezar dolaran vê nehiqûqiya giran telafî bike. Heke wiha di ser guhê xwe re bavêjin, DMME û KE ne di berjewendiya Kurdan de wê PMME'yê bikin amûr, wê sîsika hiqûqê binpê kiribin. Bi wateya ku doz rê li ber binpêkirina hiqûqê ya ev çend giran veneke, xwedî girîngiyeke mezin e. Komara Tirkiyê hem ji bo ku endamê damezirîner ê KE'yê ye û hem jî j bo ku endamê namzet ê YE'yê ye, hewce dike ku li gorî PMME'yê tevbigere. Ji ber sedema ku Kurd ne dewlet in, qebûlnekirina wan a bi rengê aliyekî,ne nêzîkatiyeke dadmend e.

Ji bo vê jî, gera li mafan a bi asta şexsî, wê berevajî wê rasteqîniya "mafên sê nifşan be" ku PMME'yê ev ji bo hemû gelan mîna mafên objektîv nas kiriye û di hiqûqê de pênaseya wê kiriye. Rêvekirina darizandineke dadmend a taybet ya ji bo Kurdan, ku ji arîşeyên ku li Balkanan hatiye jiyîn girantir e, wê li giyanê PMME'yê be. Ez bi vê çarçoweyê li parastina xwe dinerim û sîsika wê dispêrim ser vê rasteqîniyê. Naxwe ez derhiqûqiyên ku li Îmraliyê dijîm, problemên bi asta duyem dinirxînim.

Bêguman dema darizandinê hewldanên lînca siyasî ya ku li Tirkiyê hate çekirin, li giravekê, bi serê, bi şertê ku qet ne li gorî tenduristiya min e, bi rengê ku ku li çarmîxê hatibim xistin, girtina min a di odeyeke mîna tabûtê de, li dijî rêziknameya Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê ya Ewropayê jî. Li ser van hemû mijaran jî li gorî gewherê hiqûqê diviya tevdîr bihatana standin.

Ez vê jî bi girîngî divê diyar bikim, di kirina vê nehiqûqiyê de, bi esasî ne Komara Tirkiyê, di serî de ya Yewnanîstanê, hikûmetên Rûsya û Italyayê berpirs dibînim. Weke ku di parastina xwe de jî min bi berfirehî nîşan dayî, derhiqûqîtî, ji nêzîkatiyên komplowarî yên van hikûmetan tên. Li Ewropayê hiqûqa min a îltîcaya siyasî hate binpêkirin, weke ku rasterast ji hêla Bîlindken ve hatî vegotin, ku weke nûnerê taybet peywirê dike, rewşeke zelal e ku bi fermana Serokê DYE'yê Clînton ez kirim pakêt û radest kirim.

Ji destpêka pergalê ve li gel gelek hikûmet û sîxûran, gelek hêz ji vê nehiqûqiyê berpirs in. DMME heta ku darizandina li Îmraliyê nehesibîne û nexîne ti caran wê neyê hesibandin ku bi dadmendî tevgeriyaye; wê xwe ji wê rîska ku bikeve ber bayê komloyê jî xilas neke, ku di şexsê me de ev komplo li dijî gelê Kurd hatiye danîn. DMME ku ji ber vê doza min bi rista xwe ya dîrokî rabû, di veguherandina ser dewleta demokatîk û laîk a hiqûqê ya Komara Tirkiyê de wê bikaribe cihê xwe yê rasteqîn bibîne.

Bi vê wesîleyê bi rênîşandariya Dadgeha Berz, divê diyar bikim ku ji wê rêbazê re ku jê re 'çareseriya dostanî' dibêjim, vekirî me. Heke rayedarên Tirkiyê jî qebûl bikin, li ser hîmê ku çek werin danîn û sînorên berdest ên dewletê esas werin dîtin, bi giringî divê diyar bikim ku bi rêyên diyalogê hewldana lihevkirina li ser krîterên demokratîk ez rêya herî derbasdar dibînim û PKK'ê jî di vê mijarê de heman vîn diyar kiriye.

Hem DMME û hem jî saziyên din ên rayedar ên YE'yê ku tenê bi çarçoweya mafên takekesî li problemê nenerin û têkiliya di navbeyna hiqûq û siyasetê de heke li gorî lihevkirina wê ya bi krîterên demokratîk re dahurînin, wê kedeke girîng lê bikin ku hem Kurd û hem jî Komara Tirkiyê ji pirsgirêkên giran ên ku dijîn, rizgar bikin. Di dîrokê de gelek cara hatiye dîtin ku hiqûq ji ber dozên girîng di veguherîna pozîtîf a dewletan de bi risteke mezin rabûne. Di veguherîneke wiha de, hiqûqa demokratîk a Ewropayê dikare bi risteke pozîtîf rabe. Divê dîsa diyar bikim ku ji bo Ewropayê geşedaneke bi vî rengî hem peywireke sincî û hem jî siyasî ye.

Di kana pirsgirêkên Tirkiyê û Kurdan de karîgeriyeke giran a nêzîktêdayinên dema mêtingeriya Ewropayê heye. Vê karîgeriyê, bêyî ku ji lez û giraniya xwe tiştekî kêm bike, heta niha jî hikmê xwe pêk aniye. Dema ku dibêjim, vê carê divê bi risteke pozîtîf rabe, qesta min jê ye ku vê karîgeriya xwe ya negatîf ji holê rake, ji bo vê jî peywirên xwe yên siyasî û sincî hem ji ber divêtiya PMME'yê û hem jî bêyî ku li dijî gewhera rerjîma demokratîk bikeve dûdiliyê, bi cih bîne. Ez bawer dikim ku parastina min rêyên çareseriyê yên bi vê hêlê wê ronî bike. Ne tenê ji hêla pirsgirêka Kurd ve, bi bermanhiyên şaristaniya Rojhilata Navîn ku şaristaniya Ewropa jî berhema wê ya dawî ye, bi senteza li ser hîmê pîvanên demokratîk ajotina ber bi dahurandinên erênî ve, bêhtir rasteqînî û rast dibînim, di vir de xwedî baweriyeke xurt im û bi vê nêzîkatiyê me.

Hişmendî û çalakîtiya dij-emperyalîzm Ewropî ku ji serdema miliyetgiriyê maye û bêhtir xizmetê ji paşverûtiyê dike, rasteqîn û pêşverû nabînim. Ya ku divê were kirin ne ew e ku mirov dijminatiya li şaristiyan tev bide, divê mirov qebîliyetên wan ên sentezî yên li ser hêlên wan ên resen û azad derxîne holê. Bi vî rengî divê keda xwe li rêveçûna dîrokî ya bêhtir azadkir û dadmend bike. Encam û maneya ku parastina min xwe digihîniyê ev e. Hîç gumanê jê nabim ku dîroka azadiyê, bi afirandina wê wê mafdariyê bi dest ve bîne.

Wê bidome...

Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.