Divê PDK ji xwe re li çareseriyekê bigere

Divê her kesê ku xwe wek Kurd û dilsozê gel û neteweya Kurd dizane vê pirsê ji xwe bike: Em ê heta kengî bi gotinên binemala Barzaniyan bêne xapandin, em ji kirêgirtîbûn û caştiyê rizgar nebûne, niha jî dora sîxuriyê ye?

Di destpêka şerê duyem ê cîhanê de partîgerî wek modelekê ji bo rêxistinkirina civakê derkete pêş. Hîzbî Hîwa (Hîzbî Hîwa piştre bi navê Rizgarî û Şoriş dibe du beş) wek destpêka destpêkirina têkoşîna partîgeriyê li Başûr tê qebûlkirin. Bêguman ew jî li ser mîrasa komele û sazî û komên cuda tên damezrandin ku di destpêka sedsala bîstem de wek cemiyet dihatin binavkirin. Bi gotineke din ev sazî xwe bi xwe çênebûne, berevajî wê yekê pêşîneyeke wan hebû. Partiya Demokrat a Kurdistanê jî (PDK) encama wan hewldanan e ku rewşenbîr, siyasetmedar û dilsozên gelê Kurd ji bo azadiyê dane.

Şert û mercên beriya şerê duyem ê cîhanê jî di bin hegemonyaya du eniyên bihêz ên cîhanî de bûn. Eniya yekem naziya Elmanî û faşîzma Îtalî bû û eniya duyem jî ku Yekîtiya Sovyetê pêşengiya wê dikir, wek dewletên sosyalîst ên pêşkeftinxwaz dihat binavkirin. Şer ku di 1939’an de ji hêla Elmanyayê ve hate destpêkirin, di 1945’an de bi hilweşîna Elmanya û eniya faşîzmê bi dawî hat. Partiya Demokrat a Kurd ku li Mihabadê li ser têkoşîna rêxistina “JÊKAF”ê hatibû damezrandin, di 16’ê Tebaxa 1946’an de derbasî başûrê Kurdistanê bû û xwe wek Partiya Demokrat a Kurd/Iraqê bi nav kir.

Li başûrê Kurdistan û Iraqê heta 1957’an qraltî hebû, lewma jî derfet ji bo xebata siyasî û rêxistina neteweyî tune bû. Xebata çekdarî jî piştî Komara Kurdistanê li Mihabadê derbeyeke mezin lê ket. Ji ber vê yekê hêzên çekdar heta Sovyetê nesekinîn û li wir mijûlî domandina jiyana xwe ya taybet bûn. Lewma eger şoreşa 14’ê Tîrmeha 1957’an nebûya, heta niha kesî ji wan dê Kurdistan nedîta.

Ew guherînên ku di encama desthilata Ebdulkerîm Qasim de li Iraqê pêk hatin, rê li ber hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqî û Kurdî vekir da ku bikarin fikrên xwe yên siyasî û rêxistinî bînin ziman. Heta hilweşîna rejîma qraltiyê, gelê Kurd jî zêdetir xwe di nav Partiya Komînîst a Iraqê da didît û gelek sekreter û kadroyên pêşeng ên Partiya Komînîst a Iraqê Kurd bûn. Vê yekê wisa kiribû ku Kurd daxwazên xwe bi partiya navborî re bikin yek. Lewra jî rola PDK’yê piştî 1957’an zêdetir mijara nîqaşê ye, ji vê demê û pê ve mirov dikare zêdetir li ser rola wê biaxive.

Ji hêla serkirdeyên PDK’yê ve wekî pêwîst sûd ji salên desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim (1957-1963) nehate wergirtin. Ji ber vê yekê jî piştî du salan bi sorkirina SAVAK’a Îranê û CIA û derebegên kirêgirtî yên Kurd di 11’ê Îlona 1961’ê de li dijî hikûmeta Ebdulkerîm Qasim dest bi şer kir. Şerek ku encamên wî gelek kêmtir bûn ji wan derfet û destkeftên ku desthilata Ebdulkerîm Qasim ji bo gelê Kurd li Başûr nas kiribûn. Eger pêşengiyeke jîr û zana hebûya, bêguman dikarî bê şer gelek destkeftên din bi dest bixe û doza Kurd û Kurdistanê çend gavên din ber bi pêş bibe. Ji sala 1961’an heta 1970’î şer berdewam bû, her di wê wextê de sê caran agirbest û bêçalakî hatin ragihandin. Bi taybetî jî sala 1963’yan bi Ebdulselam Arif re û paşê jî di 1966’an de bi Endulrehman Arif re û cara sêyem jî bi Beesiyan re di 1968’an de destpê kir û di 1970’î de bi derxistina beyannameyeke bi navê Beyannameya 11’ê Adarê gihîşte encamê. Di maweya wan neh salên şer de PDK bû du bask. Baskê yekem bi navê Baskê Mekteba Siyasî bû ku Îbrahîm Ehmed pêşengî dikir û paşê jî Celal Talebanî û Elî Eskerî û gelek kesayetiyên rewşenbîr û xwendevan ên herêma Silêmanî û Germiyan û Kerkûkê lê kom bûn. Baskê Mela Mistefa Barzanî jî ku wek baskê Serok dihat naskirin, kontrola hemû aliyên PDK’ê dikir û aliyê eşîrî û derebegîtî û binemalî li pêş bû.

Hemû pîvan û prensîbên hîzbî ketine bin pê û PDK bûye partiya yek kesî. Lewma jî sedan biryarên şaş hatine dayîn û tevgerên derveyî pîvanên neteweyî û demokratîk hatine kirin. Kuştina sedan kadro û endamên cudabûyî yên mekteba siyasî, kuştina 11 kesan ji mala Hemed Axayê Mêrgesorî, tevî raqewirandina kurên xwe Sabîr û Luqman, hemû nakokiyên navxweyî bi şer û kuştin û jinavbirinê bi dawî hatine. Dîsan ji hêla neteweyî ve û ji hêla têkiliya xwe ve ya li gel parçeyên din ên Kurdistanê hemû hewlên xwe dane ku li parçeyên din ên Kurdistanê tu tevgereke siyasî û çekdarî tune be. Eger bû jî, pêwîst e di bin rikêfa wan de be da ku kengî xwestin wek hêmaneke siyasî bi kar bînin. Li Rojhilat di 1968’an de Silêman Muînî û hevalên wî hatin jinavbirin, ji ber ku wan dixwest bêyî fermana Mela Mistefa Barzanî dest bi têkoşîna şoreşgerane bikin. Her wiha li ser PDK-Tirkiyeyê komplo çêkirin û Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak ku wek Diktor Şivan dihat naskirin, ji nav birin. Her wiha sekereterê PDK-Lubnanê xistin zîndanê. Vê dîrokê heta 1975’an dewam kir û piştî ku Mela Mistefa Barzanî û kurên wî û gelek kadroyên pêşeng dest ji xebata siyasî û çekdar berda, di nav demeke kurt de bingeh û baregehên xwe kom kirin û li Îranê hêwirîn.

Beyannameya 11’ê Adarê wek destkeft tê binavkirin, di heman demê de têkçûna 1975’an jî wek encama komploya herêmî û navneteweyî tê binavkirin. Lê belê bi rastî li kêmasiyên wê nayê mêzekirin, lewma jî eger piştî sala 1975’an serdemeke din di tevgera siyasî ya Kurdistanê de destpê kiribe jî, lê belê di kesayetiya PDK’ê de heman rêbaz û şêwaz berdewam dike. Ji ber ku gava ku em li bûyerên piştî wê qonaxê dinêrin, ew bûyer dîsan bi awayek ji awayan dubare dibin. Bo nimûne karesata Hekariyê di sala 1978’an de, her wiha hevkarîkirina li gel rejîma Îranê û komkujiya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di sala 1979’an de û jinavbirina wê derfetê ku gelê Kurd dikarî li Rojhilat şêwazeke çareseriyê pêş bixe. Dîsan li hember bakurê Kurdistanê jî bi rêya wan rêxistinên bi navê DDKO û KUK û Stêrka Sor û PDK-Tirkiye û bi hevkariya li gel MÎT’a Tirk û faşîstên Gurên Boz sedan şoreşger û welatparêz û kesayetiyên azadîxwaz şehîd kirin. Bo nimûne şehîdkirina Hakî Karer û komkujiyên li Mêrdînê û sedan kiryarên wiha.

Di tevahiya Kurdistanê de hemû hêz û aliyên siyasî gava ku di navbera wan de nakokî yan jî aloziyek hebe, piştî demekê bi navbeynkariya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî ew nakokî yan jî alozî çareser kirine. Lê belê PDK bi dirêjahiya temenê xwe şerê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî kiriye, lê bi tu aliyekî re aştî nekiriye. Berevajî vê yekê her tim di nav kemînê de bûye da ku wê ji nav bibe yan wê bike koleyê xwe û bi kêfa xwe pê re tev bigere. Lewma jî em dibînin ku şerê navxweyî li Kurdistanê bi dawî nayê, di heman demê de hevkarîkirin û sîxurtîkirin di kesayetiya PDK’ê de bi dawî nayê. Ji sala 1961’an ve her tim PDK bûye lîstika destê dewletekê û ji vê jî xerabtir dezgehên îstixbarî û sîxuriyê PDK’ê li gorî kêfa xwe li dijî aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê bi kar tînin û pê tevgera Kurdî li parçeyên din serkut dikin.

Piştî Enfal û kîmyabarana Helebceyê û hilweşîn û wêrankirina hezaran gundên başûrê Kurdistanê, Raperîn û paqijkirina piraniya bajar û navçeyan ji rejîma Baasê ji bo hemû gelê Kurdistanê destkeftek bû. Her çend pêvajoya desthilata xwecihî û parlemento û hikûmet dubarekirina ezmûna dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê be jî, gelê Kurdistanê bi giştî dixwest bibe penageh, sîwan û piştevan da ku Kurdên parçeyên din ji vî parçeyî bikarin bi xebat û têkoşînê bigihîjin mafên xwe. Bi derfeta yekem re PDK’ê ew xewna Kurdan têk bir, parlemento û sazî kirin cihê biryarên li dijî hêz û aliyên Kurdistanî. Di Parlementoya Herêma Kurdistanê de di 1992’yan de yekemîn biryar li dijî PKK’ê derket û paşê jî şerekî ne rewa di destpêka meha Cotmeha heman salê de destpê kir û hezaran zarokên Kurd ên bêguneh dan kuştin, tenê û tenê dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê sûdmend bû. Wê pêvajoyê careke din di 1993’yan de Ii dijî Hizbî Sosyalîstî Kurdistan berdewam kir û dîsan di 1994’an de li dijî YNK’ê û dubare û sêbare heta sala 2000’î li dijî PKK’ê domand. PDK’ê di salên 90’î de hemû derfet û destkeftên Başûr û parçeyên din jî bi kar anî. Yekem ji bo kûrkirina şerê navxweyî û di heman demê de kişandina destê dagirker û dewletên hegemonîst ên cîhanî bo nav nakokiyên navxweyî. Duyem parçekirin û jinavirina wê ezmûna ku wek hêviyekê dihate dîtin. Sêyem eger heta salên 90’î dagirkeran gelê Kurd qir dikir, di salên 90’î de PDK’ê ew erka dagirkeran bê kêmasî bi cih aniye. Di komkujiya Hewlêrê ya 16’ê Gulana 1997’an de zêdetirî 80 şoreşger û welatparêz û azadîxwaz hatin şehîdkirin. Ew jî tenê ji ber wê sedemê bû ku wan koletiya PDK û dagirkerên Kurdistanê qebûl nedikir. Wek xala dawî jî PDK’ê wisa kir ku kuştin, terorkirin, jinavbirin, dizî, gendelî, jinkujî gelek asayî bibe. Ev yek jî sedemeke serekî bû ku di salên 90’î de bi dehan hezaran mirov tevî jin û mêr koç bikin û nefretê li welat û azadî û neteweyê bikin.

Piştî sala 2003’yan û hilweşîna rejîma Baasê derfeteke zêdetir û baştir ji bo gelê Kurdistanê çêbû ku gelê Kurd sedan salan derfeteke bi wî awayî nedîtibû. Dewletên dagirker li ser Kurdistanê di rewşeke gelek xerab de bûn. Ji ber ku pergala netewe-dewletê ku bûbû sedema dabeşkirin û parçekirin Kurdistanê êdî dawiya wê hatibû. Lewma di wê derfetê de ya yekem gelê Kurd dikarî li başûrê Kurdistanê nav mala xwe bike yek û dawî bi şer, duberekî û nakokiyên navxweyî bîne. Ya duyem ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurdistanê gavan biavêje. Ya sêyem pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bike û ji bo çareseriya doza gelê Kurd a bi dewletên din re zemînê xweş bike. Ya çarem û ji hemûyan jî girîngtir xizmeta gelê Kurdistanê bike û bike xwedî dahat û berhema xwe ya serbixwe.

Careke din heta derketina DAÎŞ’ê, PDK’ê ew deh sal bi siyaseta hevkariya dewleta Tirk û dizî û talana li ser serweta gelê Kurdistanê derbas kirin û ew serwet di bin navên cuda cuda de pêşkêşî dagirkeran kir. Bo nimûne bi navê aboriya serbixwe û bi danûstandina bazirganî li gel qaşo dewletên cîran, milyaran dolar ji dewleta Tirk re hatin pêşkêşkirin. Milyaran ton kelmelên Tirkî ku wexta wan derbas bûbû, hatin hawirdekirin. Di encama wê de sedan kes tûşî nexweşiyên cur bi cur ên şêrpenceyê bûn. Sedan mirov bi dermanên wextderbasbûyî çavên wan kor bûn. Divê em wê yekê jî ji bîr nekin ku li şûna pêşketina azadiya rojnamegeriyê û pêkanîn û pêşxistina demokrasiyê, kuştina rojnamegeran destpê kir. Nimûneya berbiçav jî şehîdkirina Serdeşt Osman, Soran Mame Heme, Wedat Hisên û Kawe Germiyanî bû. Careke din girtina navendên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê destpê kir. Di heman demê de serkutkirina aliyên Îslamî û şewitandina navendên wan jî destpê kir. Ev yek li aliyekî, bi navê Serokê Herêma Kurdistanê şoreşger û şehîdên li dijî dagirkeriya Tirk wek terorîst tên binavkirin û peyamên serxweşiyê ji bo leşkerên kuştî yên dagirkeran tên şandin. Dubare pirsgirêkên bi Bexdayê re bi sorkirina aliyên derve hatin kûrkirin, nehatin çareserkirin. Lewma jî bi dek û dolabên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Emerîkayê alozî tên domandin, zêdetir tovên bêbaweriyê tên çandin û ev jî dike ku faşîzma Erebî tûj bibe.

Bi Tirkiye, Qeter û Îmaratê re û bi piştgiriya Emerîka û Îsraîlê li Urdunê biryar hate dayîn ku hêzeke dirinde wek DAÎŞ’ê bê damezrandin û PDK jî di asta serokatiyê de beşdarî wê civînê bûye. Ji ber vê yekê jî gava ku DAÎŞ’ê Mûsil dagir kir, Mesûd Barzanî di parlementoyê de digot “Êdî ji niha û pê ve em bûn xwedî cîranekî nû.” Her wiha bi rehetî Şengal ji wan re vala kir. Ew komkujiya ku DAÎŞ’ê li gundên Kurdan ên li derdora Helebê kir, dîsan bi navê Serokê Herêma Kurdistan got komkujî nehatiye kirin. Berdewam li ser wê yekê israr dikir û digot ku pêwîst nake ku em şerê DAÎŞ’ê bikin. Ew derfeta ku di encama şerê DAÎŞ’ê de çêbû, bi navê referandûma serxwebûnê %51’ê axa başûrê Kurdistanê ji dest da. Di heman demê da ji bo ku başûr û rojavayê Kurdistanê li hev nêzîk nebin, ji 2012’an heta îro ambargo xistiye ser Rojava û êdî gihîştiye asteke wisa ku bêhna şoreşgeriyê ji kê were, li ser sînor tê binçavkirin. Rojava wek dijmin bi endam û alîgirên xwe dide nasîn û şoreşa Rojava tune dihesibîne.

Piştî têkçûna referandûmê, PDK ji berê zêdetir bûye koleyê dewleta Tirk û welatên hegemon ên cîhanê. Êdî ji berê zêdetir dijmintiya hêz û aliyên Kurdistanî dike. Sînorê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de hatiye tundkirin. Ew kes û alî û komên ku bêhna welatparêzî û şoreşgeriyê ji wan tê, wan digire û yan dişîne Silêmaniyê yan jî dişîne Rojava. Nehişt ku Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê beşdarî hilbijartinên 2018’an bibe. Dizî û talan û gendelî zêdetir hat bibernamekirin. Bi navê paşkeftkirina mûçeyan ji karmendan dest bi diziya fermî kir. Bêkarî zêdetir bû. Deriyê derketina ji Kurdistanê bi hevkariya MÎT’ê hat vekirin û ji ber vê yekê jî hezaran jin û mêrên Kurd ji Kurdistanê derketin û sedan kes di avên Deryaya Spî û Deryaya Egeyê da xeniqîn.

Piştî sala 2018’an ku serokatiya hikûmetê kete destê Mesrûr Barzanî, têkiliyên PDK û dewleta Tirk gihîştin qonaxeke metirsîdar. Ji ber ku di heman wextê de her du postên Dezgeha Parastinê û serokatiya hikûmetê bi rê ve dibe. Êdî PDK û dewleta Tirk têkiliyên wan bi rêya Parastin û MÎT’ê bi rê ve diçin. Ev yek jî bûye sedema wê yekê ku baştirîn kesên PDK’ê bûne sîxurên MÎT’ê. Êdî MÎT’ê destên xwe xistine hemû cihên PDK’ê. Lewma niha pêwîst e pênaseyeke nû ji bo PDK’ê bê dîtin. Tenê caş û kirêgirtî û kole têrê nake. Berê PDK’ê digot ji bo têkiliyên bi dinyaya derve re û ji bo danûstandina bazirganî pêwîstiya me bi Tirkiyeyê heye. Niha ti pêwîstiya PDK’ê bi Tirkiyeyê nemaye. Ji ber ku parçeyek e ji Iraqê û wê têkiliya ku bi sernizmî bi Tirkiyeyê re dike, dikare bi awayekî fermî û bi serbilindî bi Iraqê re bike.

MÎT, Parastin û Gladyoya NATO’yê bi hev re dixwazin bi rêya PDK’ê senaryoyên xwe yên berê Ii ser gelê Kurd dubare bikin. Ji bo vê yekê jî rola dawî dan serkirde, kadro û endamên PDK’ê û wek sîxur wan bi kar tînin. Tiştê ku hêjayî pirsê ye, çawa di maweyeke ew qas kêm de MÎT’ê karî wan hemû sîxurên xwe li Başûr bi cih bike? Di heman demê de çawa Kurdên Başûr ku ji hemû Kurdan zêdetir dijminê dagirkerên Tirk in, çima niha bûne kole, rênîş û sîxurê MÎT’ê? Bo nimûne xelkê Şêladizê ya di zivistana 2019’an de ya li dijî binke û baregehên artêşa Tirk raperîn kir. Çawa PDK’ê çekdarên xwe kirine mertala parastina leşkergehên Tirk? Bi hemû keresteyên xwe rê û dirban ji bo dûrtirîn cihan ji bo artêşa Tirk çêdike. Serwet û çapemenî û endamên PDK’ê hemû di xizmeta îstixbarata Tirk de ne. Ji bo ku biçûktirîn derfet negihîje destê gerîla, çeteyên Roj li derdora gerîla dane mexelkirin. Di heman demê de ji bo ku hêzên yedek negihîjin gerîla, li ser rêyên gerîla kemînan datîne. Dîsan destûrê nade ti kesayet û aliyekî siyasî, aştîxwaz, demokrasîxwaz û dostên Kurdan ku bikevin Herêmên Parastina Medyayê da ku tawanên artêşa Tirk a dagirker eşkere bikin. Ji hêleke din ve çapemeniya PDK’ê bi navê serxwebûn, nûçe û zanyariyên zêdetir berî ajansên nûçeyan ên Tirkiyeyê nûçeya şehîdbûn, bombebarankirin û topbarankirina dagirkeran diweşîne. Hemû hewla wan jî ji bo wê yekê ye ku bibêjin artêş, îstixbarat û dezgeha şerê taybet a dagirkeran bi ser ketiye. Kesê ku tê kuştin gerîla û hêzên şoreşger in. Bi gotineke din dixwaze ku bibêje yan divê hûn xwe wekî min bifiroşin û bibin dijminê gelê xwe yan jî hûn bi vî awayî tên kuştin!

Hemû xwepêşandan û hewlên ji bo eşkerekirina tawanên artêşa Tirk a dagirker û dezgeha wê ya qirêj MÎT’ê wek tawan dihesibîne. Bo nimûne derdora 100 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê hatin binçavkirin û ji bo hin ji wan ceza hat birîn. Tenê tawaneke wan heye, ew jî ew e ku wan li dijî hebûna artêşa Tirk li Behdînanê nerazîbûn nîşan dan. Di heman demê de wan piştgiriya xwepêşanderên Şêladizê kir. Dibe ku çend caran jî wan wek her hemwelatiyekî din ê welatparêz serdana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kiribe û wêne bi fermandarên gerîlayan re girtibin. Çêkirina delîlên sexte wekî îmzeyên sexte û plaqeyên sexte, ji bilî henekan ne tiştekî din in. Lewma jî li Başûr baweriya zarokekî jî bi dadgeh û dadgeran nemaye. Ji ber ku bûne beşek ji senaryayo MÎT û Parastinê.

Dezgeha îstixbarata navxweyî ya NATO’yê wek Gladyo tê naskirin û bi hevkariya li gel CIA’yê kar û barên dezgehên îstixbaratê rêxistin dike. Piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî kete dest dezgeha Parastinê, karên wê yên derve bi rêya Gladyoya NATO’yê tên birêvebirin. Bo nimûne karê pismaman li Konferansa Asayişê ya Munîhê çi ye? Yan karê wan li civînên Davosê yên dewlemendên cîhanê çi ye? Dîsan karê wan li kongreya jîngehê çi ye? Karê wan li ba serokwezîrê Îngilistan û Fransayê çi ye? Kî wan hevdîtinan rêk dixe û amadekariya wan dike? Bersiva wê ev e, ji hêla Gladyoyê ve tên amadekirin. Bi beşdarbûna li wan konferans û civîn û hevdîtinan dixwazin ji gelê Kurdistanê re bibêjin ku binemala Barzanî û dezgeha Parastinê nûnerê wan e, her wiha ji desthilatdarên Iraqê re jî dibêjin li xweşa we tê yan nayê, divê hûn wan wek nûnerên Kurdan qebûl bikin.

Sîxurî jî beşeke din e ji xiyanetkirina li gel û welat. Lê belê sîxurî asteke jortir e ji xiyaneteke bizanebûn, ango sîxur bi dil û can ji bo dijmin dixebite û li dijî şoreşger û welatparêzan bi nemerdtirîn awa di şer de ye. Ti guman tê de nîn e ku dezgeha Parastinê ya PDK’ê bi wê erka nemerdane rabûye. Bi awayekî fermî û rêxistinkirî li gel endam û kadroyên MÎT’ê wê dijmintiyê li dijî gerîlayên li Herêmên Parastina Medyayê, li dijî hemû şoreşger û xebatkar û welatparêzên Şengal û Mexmûrê, li dijî hemû gelê Silêmaniyê dike, bi taybetî jî li dijî wan kesan ku rojek ji rojan li dijî PDK û dagirkeriya Tirk helwest nîşan dabin.

Îro PDK’ê karê sîxuriyê ji kesan derxistiye û kiriye karekî rêxistinî û dezgeha Parastin, Dijeteror û Asayişê bi rêya endamên xwe tora sîxuriyê berbelav kiriye. Hemû navendên van dezgehan wek navendên MÎT’ê û şerê taybet li dijî şoreşgeran dixebitin û ji bo vê mebestê jî milyaran dolar xerc dikin. Tiştê ku li vir hêjayî pirsê ye, ew e ku hin Kurdên damayî û hejar hene ku bi navê dilsoziya ji bo Kurdayetiyê bi mûçeyan hatine xapandin û bûne beşek ji vê qirêjiyê. Divê her kesê ku xwe wek Kurd û dilsozê gel û neteweya Kurd dizane vê pirsê ji xwe bike: Em ê heta kengî bi gotinên binemala Barzaniyan bêne xapandin, em ji kirêgirtîbûn û caştiyê rizgar nebûne, niha jî dora sîxuriyê ye? Êdî PDK û binemala Barzaniyan qeder nîn e û dikare bê guhertin. Ji ber ku êdî çênabe ku gelê Kurd û PDK jî çarenûsa xwe teslîmî qan bikin. Lewma bi temambûna sala 2023’yan bila başûrê Kurdistanê di 2024’an de ji wê tora sîxuriyê rizgar bibe û şert û merc bêne guncawkirin da ku ber bi demokrasî û yekîtiya neteweyî gav bêne avêtin û xizmetkirina gelê Kurdistanê bibe erka yekem.

ÇAVKANÎ: KOVARA SERXWEBÛNÊ