Divê koka xiyanetê bişewite, ne siruşta Kurdistanê
Yên ku dîroka xwe ji bîr kirine, mixabin bi rehên xiyanetê careke din êrişî erdnîgariya bêhempa ya Kurdan dikin. Divê koka xiyanetê ya xulamên dagirkeran bişewite, ne siruşta Kurdistanê.
Yên ku dîroka xwe ji bîr kirine, mixabin bi rehên xiyanetê careke din êrişî erdnîgariya bêhempa ya Kurdan dikin. Divê koka xiyanetê ya xulamên dagirkeran bişewite, ne siruşta Kurdistanê.
Li Kurdistanê du xetên gelekî şênber hene; berxwedan û têkoşîna di oxira nirxên civakî de, yan jî xiyaneta bi rengê herî qirêj û metirsîdar. Ev xeta ku îro jî bi rengê herî şênber xwe nîşan dide, wê çarenûsa gelekî diyar bikin.
Kurdistanê li pêşberî her êrişê xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandiye û ne mirin, lê tovên jiyanê şîn kiriye. Li hemberî hêzên ku xwestin dojehê, hovîtiyê bîne serê wê, bi ava bihuştê û bi erdnîgariya xwe ya berhemdar can da gelê xwe. Bi rehên xwe yên berxwedanê yên li nava koka xwe, pîrozmendiya li vê xakê her tim parastiye. Lewma gelê Kurd dilsozê çiya û xaka berhemdar a Kurdistanê ye. Çavên ku vê cewherê nabînin ku ji tevahiya mirovahiyê re bûye jiyan, dilên hişk ên mîna kevir ku jiyana li xakê hîs nakin, ji bo karibin vê xaka bi rengê bihuştê veguherînin dojehê bi rûyê xwe yê tarî êriş dikin. Gelo çima xiyanet li çavkaniya xakê re kirin? Divê xwediyê rasteqîn ê vê xakê bi sînga wan bigirin û ji wan bipirsin; gelo gelekî zehmet bû ku ronahî ya li vê xakê bibînin? Divê ji wan bipirsin ku ev çiya ewqasî bêqîmet dîtin ku dişewitînin, parçe dikin û difiroşin. Divê hesab ji wan kes û hêzan bipirsin ên ku di nava xiyanetê de digevizin. Ya rast bersiva van pirsan mîna van çiyayên ku li pêş çavên her kesî dişewitin şênber û bi êş e. Ya girîng ew e ku hesab ji wan xayinan bê pirsîn ku qewmê dagirker ê Tirk xistine nava vê xakê.
EV LÎSTIKA QIRÊJ DIVÊ BÊ TÊKBIRIN
Dema ku mirov li Kurdistanê dinihêrin, divê mirov êşa erdnîgariya Kurdistanê ji dil hîs bikin ku her roj di bin bombardûmanê de ye. Eger mirov vê nebîne, êşa darên ji sedan salî yên têne şewitandin hîs nekin, mirov ji mirovbûnê bêpar in. Jinedîtî hatina êşa çiyayên ku di bin pençeyên xiyanetê de veguherîne xweliyê tê wateya bêparmayina ji exlaq û mirovahiyê. Ev jî mirovan dûrî mirovbûnê dike. Wê demê divê çi bê kirin? Ev lîstika qirêj divê bê têkbirin.? Kîjan lîstik? Lîstika qirêj a ku dagirker û xiyanetkar li ser paşeroj, dlîrok, kok û nirxên gelê Kurd dilîzin divê bê têkbirin. Divê koka xiyanetê bê tinekirin ku xwe dirêjî çiyayên Kurdistanê yên çavkaniya jiyanê û berhemdariyê dike Di koka xiyanetê de înkarkirina xwe, hebûna xwe, neteweya xwe û cewhera xwe heye. PDK û Malbata Barzanî weke rewşa şênber a vê yekê ne. Belê, ew hewl didin erdnîgariyeke çikiyayî, qediyayî biafirînin û pêşkêşî dagirkeran bikin.
XIYANET NE ÇARENÛSA VÎ GELÎ YE
Ev êşên bi serê gelê Kurd tên, bi taybetî jî xelkê Başûr dikişîne, ne çarenûs e. Bombekirina van çiyayan, şewitandina wan, birîna darên ji sedan salî û şewitandina hemû zindiyên li vê xakê divê weke çarenûsekê neyê dîtin. Temaşekirina li vê yekê wê di nava rûpelên dîrokê de tenê weke rûreşiyekê bê bîranîn. Çirûskên vî agirî divê xulamên dagirkeran bişewitînin, ne sirûşta Kurdistanê. Xayinên ku xençerê li gelê xwe dixin mehkûmî têkçûn û tinebûnê ne, ne şervanên azadiyê. Yên ku şerê rûmetê ji bo vî gelî didin, yên ku ji çiyê re dibin hevrê, gerîlayên ku hêviyê şîn dikin ji xwe soz dane ku di agir de xwe bişewitînin û paqij bikin û bi vî rengî bibin hêviya gelê xwe û cewherê civaka xwe biparêzin. Ne xiyanetkar, ne jî hêzeke din dikarin li hemberî vê bisekinin. Ji ber vê divê her kes çavên xwe vekin, heybeta qewmê berxwedanê bibînin û pê re tevbigerin. Bi vî rengî xiyanet wê êdî nebe çarenûsa vî gelî, derba kuştinê wê ji xwediyên rasteqîn ên vê xakê bixwe. Hesabê vê xaka qedîm a dişewite wê bê pirsîn, tola wê bi qasî êşa wê, wê mezin be.