ANALÎZ

Divê kampanyayên propaganda û ronîkirinê bê navber berdewam bikin

Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî raya giştî ya hundirîn û derve bê navber ronîdar bikin. Divê xebatên dîplomasiyê û propagandayê weke seferberiyekê werin meşandin. Ji hemûyan girîngtir, divê xwe bigîhînin gelan û hêzên demokrasiyê.

Bahçelî bi biryar e ku heya dawiya temenê xwe serokatiya MHP’ya nijadperest û marjînal bike. Gotin û kiryarên wî gelekî ji piştevaniya girseya MHP’ê wêdetir in. Li gorî kêfa dilê xwe heqaretê li partî, rewşenbîr û çapemeniyê dike û gefan li wan dixwe. Her wiha muxalefet û çapemeniyê jî ev pozîsyona Bahçelî qebûl kirine. Xuya ye ku MHP hêza xwe ji gelî nastîne. Amûrek e ku  ji bo karên dewletê yên qirêj tê bikaranîn. Di rastiyê de MHP hêza xwe ji kontr-gerîlayan distîne. MHP jî ji wan re kesên kujer, talanker û mafyayan mezin û amade dike.

AKP û Erdogan ji bo MHP’ê digotin: ‘’Paşverû û partiya ku hebûna xwe li ser xwînê ava dike.’’ Bahçelî jî ji Erdogan re digot: ‘’Ger ez hesabê ji te nepirsim, ez nemerd im.’’ Dema ku Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû, MHP da pêşiya xwe. Erdogan jî xwe avêt ber bextê MHP’ê. Ji ber ku desthilatdarî ji bo Erdogan ji her tiştî bi qîmettir bû. Hemû destkeftiyên wî bi saya desthilatdariyê bûn. Ji ber wê jî ji bo Erdogan tu wateya prensîb û nirxên bingehîn ên mirovahiyê tune bûn.

Ev tifaqên Erdogan jî hemû tifaqên qirêj û tarî bûn. Beriya wê Fettullah Gulen bi wan re tifaqek ava kiribû. Naveroka van tifaqan bi raya giştî re nehatibûn eşkerekirin û ne zelal in. Dema ku koalîsyon tên avakirin û tifaq tên kirin, divê naveroka wê ji raya giştî re werin parvekirin. Awayê xebatên partiyên legal bi vî rengî. Lê belê naveroka tifaqên AKP’ê ku Huda-Par jî di nav de, tên veşartin û li gel raya giştî nayê parvekirin. Ji ber vê yekê Bahçelî weke qeyûmekî ku ji bo Erdogan hatiye tayînkirin, tevdigere. Di mijarên krîtîk de ber û polîtîkayên Tirkiyeyê ew diyar dike.

MHP bi taybet ji bo şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin, bi awayekî baş were meşandin, hatiye wezîfedarkirin. Ji sala 2015’an heya niha li dijî gelê Kurd şerekî bênavber tê meşandin. Beşeke mezin a Sûriyeyê dagir kirin. Êrîşên wan ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê qet nesikînin. Bi dehan baragehên leşkerî ava kirin. Ragihandine ku ew dixwazin li seranserê sînorê Iraq û Sûriyeyê 30-40 kîlometreyî bixin di bin kontrola xwe de. Bi dagirkirina sînor û xakên dewletên cuda, koçeberkirina Kurdan û bi guhertina demografiyê dixwazin herêmên berbehs ewle bikin!

Namzedên ku li gorî yasayên Tirkiyeyê û  di encama gelek kontrolan de tên hilbijartin jî, ji karên wan tên dûrxistin û li şûna wan qeyûm tên tayînkirin. Ev pergala qeyûman di rastiyê de teşeya rêveberiya talanê ye. Yasayên ku li Tirkiyeyê tên sepandin, li Kurdistanê nayên sepandin. Gel bi zor û zehmetî tevî hemû zextan hevşaredar û parlamenterên xwe hildibijêrin û desthilatdariya faşîst jî dibêje ku ‘min ev neecibandin’ û bi darê zorê wan ji karên wan dûr dixe. Propagandaya û hinceta wan jî diyar e. Dibêjin ku ‘Ev ji Qendîlê re pereyan dişînin û pala xwe didin wir.’ Hemû kiryarên xwe yên qirêj, xirabî û bêhiqûqiyên xwe bi hinceta PKK û Qendîlê vedişêrin û gel û muxalefetê bêdeng dikin.

Di dema cînayetên faîlên wan ne diyar û şewitandin û valakirina gundan de jî bi awayekî Pirsa Kurd dihate nîqaşkirin. Lê belê niha di çapemeniya Tirk de bi tu awayî Pirsa Kurd nayê nîqaşkirin her wiha navê wê jî nayê bilêvkirin. AKP’ê hemû çapemenî xistiye di bin kontrola xwe de. Personelên taybet ên artêşê weke pisporên medyayê nîşan dide û ew di çapemeniyê de bi cih kirine. Ji bilî mijara ‘PKK wê çawa were bidawîkirin û li hemberî terorê li hundir û derve çi tên kirin’ destûrê nadin ku kesek jî biaxive yan jî bifikire. Hewl didin feraseta ‘Pirsa Kurd tune ne, teror heye û  ji bilî şerê li dijî terorê tu rê û  çareserî tune ne’ ava bikin. Bi gotineke din gelê Tirk û muxalefet teslîm hatine girtin û dil û mejî hatine tarîkirin.

Hûn dikarin bibêjin ku hûn gelekî derbarê van mijaran de dinivîsin, li ser disekinin û dubare dikin. Rast e, em gelekî li ser disekinin û dubare dikin. Ji ber ku ev mijar weke pirsgirêkên girîng hebûna xwe didomînin. AKP û MHP êrîşên xwe didomînin. Provekirina raya giştî ya hundirîn û derve didomînin. Ev klasîkeke Erdogan û Bahçelî ye. Dema ku em dibêjin haya me ji van heye, nayê wê wateyê ku haya raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê jê heye. Ji ber wê yekê divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî raya giştî ya hundirîn û derve bê navber ronîdar bikin. Divê xebatên dîplomasiyê û propagandayê weke seferberiyekê werin meşandin. Divê hevdîtinên bi dewletan re û xebatên dîplomasiyê jî hebin. Ji hemûyan girîngtir divê xwe bigihîne gel û hêzên demokrasiyê. Her kes nizane bê ka li Kurdistanê çi diqewime. DYE, Ewropa û hêzên din baş dizanin bê ka çi diqewime. Rast e, ev dewlet û îstîxbarata wan li van deran in, baş dizanin ku Tirkiye çi dike û çi dixwaze. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku haya gelan ji van yekan heye. Ji ber vê yekê jî divê hemû têkilî û saziyên hundirîn û derve bi rêxistinî û bi koordîneyî kampanyayên agahdarkirin û seferberiyê lidar bixin. Dewleta Tirk hilbijartinên xwecihî jî dike hincet û li dijî Rojava şer îlan dike. Bi biryar e ku hemû destkefetî û xebatên gelê Kurd berteref bike. Divê bi heman biryardariyê li dijî vê yekê were sekinîn.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka