Dîmenên çalakiya li Heftanînê ya ku 7 leşker hatibûn kuştin

Gerîlla Tv dîmenê çalakiya di 2’ê Çileyê de ya li Heftanînê weşand. Di vê çalakiyê de 7 leşker miribûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê berê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê’ de hêzên YJA Starê di 2’ê Çileyê de saet di 14.40’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Konferansê çalakiyek li dar xistine.

Gerîla Tv dîmenên vê çalakiyê weşand. Di dîmenan de tê dîtin ku li çeperên leşkeran tê xistin û teqîneke mezin çêdibe.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatibû diyarkirin:

“Di vê çalakiyê de çepereke dijmin bûbû hedef û ev çeper hatibû hilweşandin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatibû tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Hêzên me li helîkopteran jî dane û helîkopter neçar mane ku ji qadê vekişin.”