Dîmenê du canên bedew

Du ciwan, du şervan, du Kurd, du ewlad, du dilên bi rastî û exlaqê ava bûyî, du canên ku xwe kirin gorî ji felsefeya azadiyê re.

Yek jê gerîla Baz Mordem ku bi salan li gelek qadên çiyê di xizmeta azadiyê û gelê xwe de têkoşiya, ya din jî şervana paradîgmaya azadiya jinê gerîla Helbest Koçerîn ku ji bo Zap bibe keleha berxwedanê bi salan li Zapê ked da û li dijî dagirkeran şer kir. Pênûsa min ewqasî xwînsar nîne ku bi qasî wî dîmenê wan ê ku ketin erdê, vebêje. Lê belê pênûsên me xwedî wê wêrekiyê ye ku li ser artêşa Tirk a ku bû sedema vê rewşa têkçûna mirovahiyê binivîsîne.

Divê em hêzê bidin tiliyên xwe, dilê xwe di dema wan de bisekinînin û bi yek gotinê biqîrin. Em ê bibêjin, 'Artêşa Tirk çeka kîmyewî li Kurdistanê bi kar tîne'. Piştre jî em ê wê hevrokê li her devera ku divê bê dîtin binivîsînin.

Em xwendekar bin em ê li maseyê, li lênûskê, rojnivîskê, karker bin em ê li berdilka xwe, jin be li mejiyê xwe, zarok be li paşeroja xwe, extiyar be li rabirdûya xwe, bav û dayik be weke wezîfeyeke dîrokî ji zarokên xwe re vebêjin, mamoste be ji xwendekarên xwe re vebibêjin, doktor bin ji nexweşên xwe re vebêjin, parêzer bin em ji dilê xwe re bibêjin, rojnamevan bin li rojnameyê, hunermend bin li stran, fîlm û şanoya xwe vebêjin.

Eger em zanyar bin em ê li laboratûwara xwe vebêjin; ciwan bin em ê serî hildin, gerîla bin em ê li çek û hilma xwe binivîsînin. Em ê li her derê, li ser her dîwarî, li her kolanê, li ser her kevirî, li ser her texxtî û li xakê binivîsînin. Em ê bang li wan welatan bikin ku berê ev êş kişandibûn û ji gelan re ragihînin; 'Ey mirovahî; dewleta Tirk, artêşa faşîzma Erdogan di bin kontrola Hûlûsî Akar de, bi agahdariya Suleyman Soylû, bi piştgiriya dewletên emperyalîst û rêxistiniyên noker û xayin; bi bombeyên taktîk nukleer, gazên ku ditevizîne, bombeyên termobarîk/vakûm, gazên fetisandinê, dûyê ji lastîkan, bi çekên qedexekirî, bi her cûre çekên kîmyewî bombeyan li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û Kurdistanê dibarîne.

Ey mirovahî bibihîze; artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar tîne!

Ey mirovahî, gel û welatên cuda; gelek ji ber ku di şexsê welatê xwe de azadiya Rojhilata Navîn dixwaze, celad li welatê wan digere.

Ey dîrok, ey dîroknas bibihîzin! Artêşa Tirk a dijminê rastiyê, li hemberî gerîla gazên tevizandinê yên kîmyewî bi kar tîne.

Ey kedkarên tenduristiyê, doktor û sondxwarên Hîpokrat bibihîzin! Dewleta Tirk a ku li hemberî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, êrîşî cîgerên şervanên azadiyê dike.

Ey mirovahî bibihîzin! Artêşeke faşîst mirovên ku li pêşiya şikeftekê hebûna mirovahiyê diparêzin, mirovahiya sedsala 21'ê diparêzin, dikuje.

Ey jin, bibihîzin! Jinên ku ji bo we li çiyê şer dikin, ji bo hûn neyên kuştin têdikoşin, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve têne kuştin.

Ey mêr, bibihîzin! Mêrên ku bi navê we ji bo azadiyê canê xwe feda dikin, ji aliyê dewletê ve têne qetilkirin.

Ey xweza, bibihîze! Çiyayên bi heybet ku ku parçeyekî te ye, bi çekên kîmyewî têne bijehrîkirin ji aliyê pîlotên artêşa Tirk ên ji heybeta çiyayên te ditirsin.

Ey dar, bibihîzin! Ji bo bêhan ku tu dide mirovan biçikînin, dijminê ekolojiyê dewleta Tirk bombeyên termobarîk dibarîne.

Ey gêrîk, bibihîzin! Ji bo keda we tune bike, ji bo rola we ya ku gerdûnê di hevsengiyê de dihêle ji holê rake, artêşa Tirk a dijminê zindiyan bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne.

Ey zarok, bibihîzin! Mirovên ku ji bo azadiya we canê xwe feda dikin, ji aliyê dewleta Tirk a kujerê zarokan ve têne qetilkirin.

Artêş û dewleta Tirk çima vê dike? Hûn ê biprisin bê çima, çima ewqas nebaşî, çima ewqas dijminatî, çima ewqas zalimtî, çima ewqas dijberiya li mirovahiyê?

Bersivê bidim; ji ber ku ew ji bo azadiyê rabûn, ji ber ku di şexsê dewleta Tirk de wan nehiştin ku dewletên mêtinger di şexsê dewleta Tirk de wan qetil bike. Ji ber ku fikirîn, darizandin, helwest nîşan dan, xwestin bi zimanê xwe li welatê xwe bijîn, biryarê bidin û bi vî rengî çûn çiyê. Ji ber ku zanîbûn ew kî ne.