Dîlan Kunt Ayan: Divê em pêvajoya nû birêxistin bikin

Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku hevdîtina di navbera heyeta Îmraliyê û Serokkomarê Tirk Erdogan de gaveke derengmayî ye û got, “Divê em li benda tiştekê nemînin, em bi xwe birêxistin bikin.”

Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, bi Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan re li Kuliyeya Serokkomariyê hevdîtinek pêk anîn.

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, ji ANF’ê re axivî û ev hevdîtin weke "gaveke girîng lê derengmayî" nirxand. Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku hevdîtina rasterast a Serokkomar bi heyetê re gavek girînge û got ku her çend geşbîniyek çêkiribe jî lê fikar hêj berdewam in.

Dîlan Kunt Ayan, anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve divê şert û mercên xebatê yên azad ji bo Rêber Apo bên avakirin, girtiyên nexweş û siyasî bên berdan, pêkanînên qeyûman bên bidawîkirin, qanûnên hiqûqî yên demokratîk û azadîxwaz bên pêkanîn.

Dîlan Kunt Ayan, da xuyakirin ku divê civak xwedî li vê pêvajoyê derkeve û destnîşan kir ku ji bendewariyê zêdetir divê girîngî bidin rêxistinbûnê.

Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku divê her kes bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê bibe û girîngiya pêvajoyê vebêje û got,  "Ev ne tenê erka siyasetmedaran e. Divê em li benda tiştekê nemînin, em bi xwe birêxistin bikin. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Divê girîngiya vê bangê ji her kesî re bê vegotin. Divê em rêxistinbûnê esas bigirin.”

Dîlan Kunt Ayan, di dawiyê de jî anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde divê hemû beşên civakê bi hesta berpirsyariya dîrokî tevbigerin.