Dijminê koka xwe: PDK

Dewleta dagirker bi destûra mala Barzanî rojane bi balafir, tang û topan êrîşî gundên xaka Başûrê Kurdistanê dike. Divê ku gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bi taybetî ciwan bi ruhê Şeladizê li hemberî dagirkeriyê rabin.

Mirov ji dîrokê bigre dest û heya roja me ya îro, ji bo her gelekî dijminek heye. Lê belê ya herî girîng ew dijmin, dijminekî çawa ye? Dibe ku niha ji her kesî re ev tiştên ku têne bilêvkirin ne xerîbin, lê ya herî xerîb ew e ku mirov naxwaze bizanibe rastiyeke bi vî rengî heye û di dîroka me de tê nivîsand ew jî îxaneta PDK'ê ya bi gelê xwe û koka xwe re dike. Dibe ku ne tenê di nav dîroka Kurdistanê û gelê Kurd de heye, di dîroka Rojhilata Navîn de, dijminatiya koka xwe heye, lê bi vî rengê bê exlaqî cara yekeme di dîrokê de tê nivîsandin. Di ti dîroka mirovahiyê de bi qasî xeta îxanetê ya PDK'ê nehatiye dîtin û nayê dîtin jî. Tenê di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de di roja îro de tê nivîsandin. Mixabin rûpelên dîroka zêrîn bi qirêjatiya wan tê qirêjkirin.  

Ji dîrokê heta roja me ya îro em temaşe bikin, mala Barzanî her tim bi îxanet û rûreşî di nava rûpelên dîrokê de cih girtiye. Di sala 1992’an de çawa ku li hember xeta Jina azad û berxwedêr a Şehîd Bêrîtan, li Xakurkê xeta xwe ya îxanetê diyar kirin. Her ku têkoşîn mezin bû û berxwedanî bi hêztir bû, PDK’ê jî di xeta îxaneta xwe de bêhtir israr kir. Îro jî bi heman hovîtî û qirêjahiya xwe, ji tevahî gelan û cîhanê re bi hemû hewldanên xwe, rûreşiya xwe didin isbat kirin. Dijminekî ku mirovekî ji gelê te li pêşiya çavên te qetil dike, gelê te qir dike, welatên te wêran dike, bi kîjan rûyi tu diçe bi kêfxweşî wî pêşwazî dike? Ya herî kirêt ew e ku her roj welatê te bi hemû hovîtiya xwe talan dike da ku bikeve bin desthilatdariya wî, mala Barzanî jî ji bo berjewendiyên xwe bi hemû qirêjahiya wî li ser xaka pîroz a Kurdistanê wî pêşwazî dike. Pêwîste her malbateke ku ferdê wê canê xwe feda kiriye, vê qirêjahiya mala Barzanî û hêzên ku destek didinê de qebûl neke û bibe xwedî helwest, da ku ev xaka zêrîn nekeve bin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst de. Her kesekî ku ji vê îxaneta PDK'ê re bê denge û helwest raber nake, ew bi xwe jî hevkariya dijminê koka xwe mala Barzanî dike.   

Eger Gelê Kurd, Kurdistan û Yekîtiya Neteweyan ji bo mala Barzanî armanc bûya, çawa PDK'ê li hemberî ewladên gelê xwe biketibûya çeperên şer de. Pêwîste em jî ji vê zihniyeta wan a desthilatdariyê re bêjin bes e. Di heman demê de ne hebûna wan ne jî partiyekî bi vî rengî bi navê Kurdbûn neyê qebûlkirin. Bi hezaran keç û xortên Kurdistanê canê xwe fedayî gelê xwe kirin, da ku jiyaneke azad û wekhev diyarî hemû gelên bindest û azadîxwaz bikin. Mala Barzanî jî bi fil û finasên xwe, pir bi hêsanî rê ji hêzên faşîst re ji bo dagirkirina Kurdistanê vedike.  

Vaye îro dîsa PDK'ê bi qetilkirina ciwanên gelê xwe, hovîtiya xwe ji dagirkeran dide isbat kirin. Bi qetilkirina Endamê Ofîsa KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun pir zelal dide diyar kirin ku erkê xwe ji bo dewleta faşîst a Tirk pêk tîne. Em ji bîr nekin armanca serdana Hakan Fîdan a ji bo malbata Barzanî ev bû ku erkê KDP’ê bîne bîra wî, ji bo ku îxaneta xwe bi her awayi bê qisur dewam bike. Piştî serdana Hakan Fîdan a li Başûrê Kurdistanê, êrîşê li ser her çar aliyê Kurdistanê zêdetir bûn û bi taybetî li ser pêşengên gelê Kurd. Hemû jî bi desteka mala Barzanî ev êrîş pêk tên û heta ew bi xwe jî destûra êrîşan dide ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê çêbibin. Eger gelê Kurd, Kurdistan û Yekîtiya Neteweyan ji bo mala Berzanî armanc bûya, niha li seranserî cîhanê gelê Kurd û Kurdistan xwedî statu bûn.   

Divê her kesên ku ji bo nasnameya Kurdbûnê û Kurdistanê têkoşîn dike, bi helwesta xwe kiryarên ku bi destê malbata Barzanî hatine kirin, lêpirsîn bikin û PDK'ê vexwînin meydana hesab xwestinê. Êdî tu hincet nemaye ku PDK rûreşiya xwe veşêre û dibin navê Kurdbûnê de tenê xizmeta berjewendiyên xwe bike. Pêwîste êdî PDK wek partiyekî Kurd neyê dîtin. Divê destûra vê yekê jî neyê dayin ku pir bi rihetî dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih bike û hemû gelên ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jiyan dikin nehêlin ku PDK'ê qedera wan bixe destê hêzên dagirker. Bila hemû gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê baş bizanibê ku bi yekbûna netewî, wê cih ji desthilatdar û dagirkeran re li ser xaka Kurdistanê nemîne. Li hember her kiryarên mala berzanî çalakiyên redîkal pêwîstin. Li hember her êrîşekê xwedî li destkeftiyên xwe û gelê xwe derketin, ev helwest bi tena serê xwe dibe bersivek ji bo îxaneta malbata Barzanî. Wê demê êdî PDK'ê wê nikaribê bi dilxweşî hevkariya bi hêzên dagirker qebûl bike.  

Çima bê helwestin? Divê ku em hemû jî li ser vê yekê biponijin, gelo çima dewleta Tirk ewqas xwe nêzî mala Barzanî dike? Em her roj dibin şahidê vê yekê, dewleta Tirk a qirker û dagirker ji bo kuştina jinek, ciwanekî Kurd li ser kare, lê belê çima ewqas bi Barzanî re nêz e, ji ber berjewendiyên xwe ne. Ji ber her kêlî mala Barzanî dewlemendiya xaka Kurdistanê a ser erd û bin erdê pêşkêşî dagirkeran dike. Dewleta dagirker bi destûra mala Barzanî rojane bi balafir, tang û topan êrîşî gundên xaka Başûrê Kurdistanê dike. Gund û baxên ku bi ked û xwêdana mirovan hatiye ava kirin di nava çend kêliyan de tê rûxandin. Her wiha şêniyên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne, di her alî de ziyan dibînin. Divê ku gelê me yê ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne, vê yekê baş zanibin rojane li ber çavê wan ewqas êrîşên hovane li ser gerîlayên azadiyê çêdibin, çima bê helwestin? Mane ev gerîla ewladên vî gelî ne? Ma ne ji bo parastina vê xakê, li ser van çiyan têkoşînekî bêhempa didin meşandin? Divê ku gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bi taybet ciwan bi ruhê Şeladizê li hemberî dagirkeriyê rabin, bi têkoşîna xwe ji mala Berzanî re bêjin êdî bese û dewleta Tirk a dagirker li ser vê xakê biqewitînin. Divê ku rê ji dagirkeran re neyê dayin, ji ber bi sedan zarokên vî gelî di vê dagirkeriyê de hatine qetilkirin.