Dijminatiya li hemberî Şengal û Êzdatiyê

Êrîşên qirker ên ku AKP û MHP li Kurdistanê dikin, di vê pêvajoyê de zêde bûne. Di vî şerê qirkirinê de PDK û Barzanî jî bi Erdogan û Bahçelî re ne.

Erdheja 6’ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê pêk hat ji bo gelê Kurd bû trajediyeke mezin, ji bo rakirina astengiyên li pêşiya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a AKP-MHP’ê jî veguherî firsendekê. Ev rewşeke wisa ava dike, wekî ku Kurdistanê vedikişînin nav qirkirineke duyemîn.  Gelê Kurd û derdorên demokrat çûn alîkariya erdhejzedeyan. Erdogan û Bahçelî jî siyaseta mexdûriyetê lîstin û pereyê ji bo şer kom kirin. Alîkariyên hatin komkirin jî li dijî êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava tên bikaranîn. Ji ber ku êrîşên Artêşa Giştî ya Tirk û yên MÎT’ê di demên dawîn de zêde bûne.

Êrîşên qirkirinê yên AKP-MHP'ê li tevahiya Kurdistanê pêk tîne, di vê pêvajoyê de zêde bû. Di rastiya Tirkiyeyê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ber bi dawiyê ve diçe. Ji ber vê AKP û MHP bi lez dixwaze tiştekî bike. Ji ber vê sedemê artêşa Tirk û îstîxbarata wê şerê ku ji bo dagirkeriyê dabûn destpêkirin dixwazin bi lezgînî bigihînin encamekê. Depoyên çekên kîmyewî heta dawîn hatin vekirin, her cure çekên giran xistin dewrê. Dronên bi çek ên li asîmanê Kurdistanê zêde bûne, torên MÎT û sîxuran jî ji ser hesabê qiruşan xistin bin kontrola xwe. PDK jî bi pêşengiya Barzaniyan di demên dawîn de Erdogan û Bahçelî yên ku şerê dagirkeriyê dikin bi tenê nehişt.

Mirov dikare bibêje ku di nav vê pêla êrîşan de Bexda jî xwedî li mafên serweriyê derneketiye û wisa rola xwe pêk aniye. Ji ber ku Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan gelek caran serdana Bexdayê dike û di asta herî jor de têkiliyan çêdike, rola wî ya di êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî tê bîra mirovan.  Lê aktorên sereke yên şer Erdogan, Bahçelî û Barzanî ne. Artêşa Tirk a faşîst şerê xwe yê li ser bingeha teknîkî bi tora îstîxbaratê re zêdetir kiriye û dixwaze wisa encamekê bistîne. Ji ber vê jî ji bo têkiliya MÎT’ê bi îstîxbarata welatên cîran re çêbike û wan bikişîne nava xebatên hevpar, dîplomasî û muzakereyên mezin dikin. Pêdiviyên sereke û yên wekî av, elektrîk tê de bazariya gelek mijaran tê kirin. Tirkiye vê bazariyê herî zêde ji ser PDK û Iraqê dike. Niha jî li Sûriyeyê vê polîtîkaya xwe ya qirêj xistiye dewrê.

Îstîxbarata hevpar rewşeke wisa ye ku carinan di navbera dewletan de dikare çêbibe. Lê ev hevkariya îstîxbaratî ya ku niha pêk hatiye, vê rewşê derbas dike. Vê îstîxbarata ku bi hevkariya Erdogan, Bahçelî û Barzanî pêk hatiye, hedefa wê ne DAÎŞ û El Kaîde û komeke çeteyan e lê têkoşîna azadiyê ya gelan a ku li ser modela neteweya demokratîk hebûna xwe didomîne, dibe hedef.  Ev hesabên ku tên kirin li gorî isûla xanedaniyê, li ser esasê mezinkirina holdîngan û bernedana desthilatdariyê tê kirin.

DIJMINATIYA KURDAN A JI SER NASNAMEYA KURDAN: BARZANÎ

Niha ez dixwazim balê bikişînim ser Şengalê. Yek ji hedefên hevkariya ku hatiye avakirin Şengal e. Dibe ku ew der ciha herî bingehîn e ku li ser wê hevkarî çêbûye. TC’ya faşîst a qirker û PDK, di serî de bi zext û şantajê dixwazin Bexdayê bixin nava vê hevkariyê. Li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Şengalê, rewşa Bexdayê bi awayekî xwezayî tê lêpirsîn. Dema êrîş zêde dibûn hevdîtina dawî ya Rêveberê MÎT'ê Hakan Fîdan ya bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê re çêbû.

 Ji bo Barzaniya rewş gelekî cihêtir e. Li ser esasê ku Barzaniyan PDK desteser kirine, bûne projeyeke ku ji ser nasnameya Kurdan dijminatiya Kurdan tê kirin.  Ji bo PDK a di bin rêveberiya Barzaniyan de ye,  Kurdbûn û Êzdatî ya ku şaneya bingehîn a Kurdbûnê ye, divê were rizandin û ji nirxa wê ya cewherî were dûrxistin.  Sedema avabûna PDK’ê û peywira ji bo Barzaniyan ev e ku bibin hevkarî rejîma ku bi polîtîkaya qirkirinê nêzî Kurdan dibin. Ji ber vê divê hevkariya PDK’ê ya bi AKP û MHP’ê me şaş nehêle.

Li aliyê din dijminatiya PDK’ê ya li Şengal-Êzidî ji ber vê yekê ye. Dijminatiya PDK'ê ya li hemberî civaka Êzidî kûr e û gelek hesabên wê hene. Li cihê ku tê hesabê wan li gorî daxwazên AKP û MHP’ê tevdigerin.

Piştî hilweşandina Saddam di sala 2003’an de, PDK’ê firsend dît ku dijminatiya xwe ya li dijî Ezdatiyê li ser zemîneke şênber bike.  Ji bo vê jî bi bez hat Şengalê. Helbet PDK’ê ji ber ku dizanibû ji aliyê civaka Êzidî ve wê neyê qebûlkirin, amadekariyên destpêkê kir. Wê bi pereyan hin serokên eşîran û Malbata Şeşo anî cem xwe.  Dema pêşmergeyên PDK’ê berê xwe dan Şengalê li pêşiya civaka Êzidî sekînin û nehiştin têkevin Şengalê. Di vir de koma ku amade kiribû xist dewrê û xwest civakê qanih bike. Civakê bêyî dilê xwe pêşmerge qebûl kir. Di sala 2003’an de cara yekemîn pêşmergeyên PDK’ê li bajarokê Sinûnê bi cih bûn û di parastin û rêveberiya Şengalê de cih girtin. Piştî ku PDK hat Şengalê zemînên berxwedanê yên civakê ji xwe re kir hedef û gel hînî jiyana bê berxwedan, bê ked û bi meaş kir. Ji hundir ve ew rizand. Di sala 2007’an de li Til Ezer û Sîba Şêx Xidir komkujiyeke hovane hate kirin. Lê ev têra PDK'ê nekir. Bi piştgirîkirina projeya avakirina DAIŞ’ê, plan kir ku şaneya koka Kurdayetiyê bi temamî tine bike. Di vî warî de îxaneta PDK’ê ya di fermana 2014’an de ne rewşeke basît û adetî ye. Rêber Apo texmîn kir PDK çawa nêzî Êzdatiyê dibe û ji bo pêşiya qirkirinê were girtin, xwest gerîla biçe Şengalê biparêze. PKK bi lez ji bo parastina Êzdayetiyê çû Şengalê.  Civaka Êzidî di wê demê de haya wan ji tiştekî tunebû. Dema ku gerîla Şengal parast, piştre ew li gorî hêza xweser a Ezdayetiyê rêxistin kir û pergala parastinê ava kir, van tiştan hêz da civaka Êzidî.  PDK di qirkirina şaneya koka Kurdayetiyê de têk çû û teşhîr bû.

Ji bo PDK’ê ne girîng e ku gel wan çawa nas dike û pênase dike. Ji bo PDK’ê ya girîng ev bû ku qirkirina li ser Kurd û Êzdayetiyê  pêk aniye an na. Piştî fermanê dijmina PDK’ê ya li ser Şengal û Êzidiyatiyê wisa domiya û heta îro hat. Osmaniyan û Osmantiya nû tu carî PDK bi tenê nehiştin.

Ji sala 2018’an de û vir ve pêşeng, xweza û hêviya Şengalê bi balefirên şer û dronên bi çek bûn hedef. Ev êrîş li dijî dijminatiya Şengal û Êzdiyatiyê hate kirin.

XWESTIN BI ÎTÎFAQÊ SÛCÊ ŞER VEŞÊRIN

Êrîşên ku bi hevkariya bêdeng a Enqere-Hewler û Bexdayê pêk tên, xwedî gelek aliyên ku li dijî hiqûqa şer in. Êrîşkirina li ser çavkaniyên aborî, mekanîzmaya parastinê, jin û zarokên civaka ku nû ji qirkirinê derbas bûye, sûcê şer e. Di destê tifaqa qirkirinê ya PDK-Tirkiyeyê de, hinceta herî şênber a êrîşa li ser Şengalê, berxwedana civaka Êzidî ya li hemberî qirkirinan a li ser bingeha hêza xwe û birêxistinkirina xwe bû. Li gorî zagonên mirov û xwezayê ev sûcê şer e. Lê di qanûnên pergalên qirkirinê de ev yek weke mafekî rewa tê dîtin. Hevbendiya Şengalê di 9’ê Cotmeha 2020’an de di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ji bo ku tifaqa qirkirinê ya PDK-Tirkiyeyê bi sûcê şerekî muhtemel neyê sûcdarkirin, hat îmzekirin. Ev peyman peymanek e ku Şengalê beriya fermanê digire dest. Peymana PDK'ê ya ji bo xistina Şengalê di rewşa amadekirina fermanek mezintir de ye. Tifaqa 9’ê Cotmehê helwesta Barzanî ye ku li dijî sîstema Şengalê ya Xweseriya Demokratîk a gelê Şengalê ye.

PDK’ê di sala 2003’yan de bi vê rêbazê bingehê hatina xwe ya Şengalê ava kir. Niha jî li ser heman esasî dixwaze vegere Şengalê. Helbet PDK’ê heman PDK’ê ye, lê Şengal û civaka Êzidî ne di heman rewşê de ne.

Yek lingê hevpeymaniya 9’ê Cotmehê spartin Iraqê. Iraq hewl da xwe dûrî dijminatiya civaka Êzidî bigire. Lê Mustafa El Kazimî ku wê demê di serokatiya hikûmeta Iraqê de bû, vê hevpeymanê di berjewendiya xwe de dît û bi dilê xwe beşdarî vê hevpeymaniyê bû. Li ser vê yekê ji bo teslîm girtina Şengalê hevkariyeke sê alî hate avakirin. Li Şengal û derdora wê li ser Parastin-MÎT û Muxaberatê şebekeyên sîxuriyê hatin avakirin. Pêşengên civaka Êzidî bi rêya sîxuran hatin hedefgirtin. Di encama agahiyên îstîxbaratî yên artêşa Tirk a faşîst de, êrîşên li dijî Şengalê û pêşengên wê pêş dikevin.

Ji ber bêîstiqrariya Iraqê, hikûmet her tim diguhere. Hikûmeta ku piştî hilbijartinan pêk nehat, dawî guhertin pêk anî û li şûna Kazimî û ekîba wî Mihemed Şîa es-Sudanî û ekîba wî cih girt. Hikûmeta Sûdanê gelek peymanên ku hikûmeta berê ango Kazimî û ekîba wî îmze kiribûn, betal kir, yan jî biryar da ku careke din derbasî parlamentoyê bibe. Tifaqa Şengalê ya 9’ê Cotmehê ji aliyê Sûdanî û ekîba wî ve bê nîqaş hate qebûlkirin. Xuya ye ku hikûmeta Sûdanê jî ji bo berjewendiyên xwe ev tifaq konjonktural dîtiye. Di vê mijarê de pêwîst e siyaseta Iraqê ya Şengalê ya bi piştgirîkirina hevpeymana 9’ê Cotmehê were nirxandin. Helbet gelek aliyên Şîe li dijî vê tifaqê derketin û diyar kirin ku ew alîgirê civaka Êzidî ne.

Civaka Êzidî jî ji bo ku dewleta Iraqê ji tifaqê dûr bixe gelek hewl da. Şandeke ji hemû pêkhateyên Şengalê pêk tê, ji bo hin hevdîtinan bi hikûmeta nû ya Iraqê re pêk bîne çûbû Bexdayê. Bi rayedarên herî bilind ên dewletê re hin hevdîtin kirin. Bi balkişandina li ser girîngiya hebûna Şengalê ya di Iraqeke demokratîk de, peyamên yekitî û hevgirtinê hatin dayîn. Lê belê ev civîn jî mîna hevdîtinên din li ser axaftinê ma. Piştî vê hevdîtinê yekser Erdogan û Nêçîrvan Barzanî rasterast destwerdana Iraqê kirin. Di daxuyaniyên hevpar de bal hat kişandin ser pêkanîna tifaqa 9'ê Cotmehê.

Piştî vê pêngavê PDK’ê ji bo pêkanîna tifaqa 9’ê Cotmehê bi awayekî fermî seferber bû. Bi îstîxbarat , dîplomasî û pêşmergeyên xwe re xwe amade dike ku were Şengalê . Di têkiliyên dîplomatîk de komek Êzidiyên ku bi xwe re biriye bi kar tîne, îdia dike ku nûnertiya Êzidiyan dike û hewl dide bi vê yekê hemû cîhanê bide qebûl kirin.

 POLÎTÎKAYA LI SER MÎRTIYÊ DESTESER KIRIN

Beriya her tiştî Barzanî hewl dide meclisa ruhanî ya ku ji bo Êzidiyan girîng e bi dest bixe û ji bo vê jî siyaseteke ku serokê meclisa ruhanî mîrtî digire bin qontrola xwe, dimeşîne. Mîrtî cureyek rêvebirina baweriya Êzdatiyê ye, mîna cihê biryardayînê ye. Dîroka mîrtiyê ya di nava Êzidiyan de bi mînakên ku berpirsyariya wê ya li hemberî civaka Êzidî nîşan dide tije ye. Wek mînak piştî mirina Mîr Seît Elî Beg keça wî Meyan Xatûn wek mîrtî hat tayînkirin. Dema ku Meyan Xatûn miriya Êzidiyan bû, Îraq di bin emrê Îngilîzan de bû. Meyan Xatûn xebateke dîplomatîk a giran da meşandin û hişt ku li ser nasnameya Êzidiyên ku li Iraqê dijîn, baweriya wan bê nivîsandin, yanî Êzidî bê nivîsandin. Ev pêşketin ji bo Êzidiyan gelekî girîng e. Meyan Xatûn piştî 40 salan mîrî kir, mîrtî ji Tehsîn Beg re hişt. Mîr Tehsîn Beg di 15 saliya xwe de dibe mîr. Di fermana 74’an de Mîr Tehsîn Beg biryar dide ku her Êzîdiyê ku ketiye destê DAÎŞê, piştî ku were rizgarkirin dikare vegere Êzdiyatiya xwe. Bi pêşniyara Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî vê biryarê digire. Ev rewş ji bo Êzidiyan yekem e. Ji ber ku her çiqas di fermanên berê de gelek Êzidî hatibin dîlgirtin jî, kesên ji Êziditiyê hatine derxistin cardin venegeriyabûn. Niha piştî mirina mîr Tehsîn Beg, PDK’ê navekî li gorî berjewendiyên xwe ango Hazim Beg anî ser Mîr. Di rewşa asayî de divê mîr bi daxwaza piraniya gel were hilbijartin. Lê PDK'ê destûr neda vê yekê. Hazim Beg ne mîr e ku li gor qanûnên Êzidiyan hatiye hilbijartin. Mîrek e ku ji aliyê PDK'ê ve ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya li dijî Êzidiyan hatiye hilbijartin. Tirkiye yekemîn mîrê ku PDK'ê hilbijart pîroz kir. Ji ber ku Mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo pêşvebirina qirkirina Êzidiyan navekî bi tifaqa PDK-Tirkiyeyê hate hilbijartin.

Di vê pêvajoyê de PDK'ê ne tenê bi rêya îstîxbaratî êrîşî Şengalê kir, her wiha di warê dîplomatîk de jî êrîşên xwe dijwartir kir. Xebatên ji bo naskirina qirkirinê li gelek welatên Ewropayê bi rêya tevgera jinan dihatin meşandin, herî dawî li Parlamentoya Elmanyayê hatin qebûlkirin û wekî qirkirin di meclise re derbas bû. PDK'ê Mîr Hazim Beg ji bo li ser keda hatî dayîn bide rûnişkandin xist dewrê. Ji bo Mîr Hazim rêze hevdîtin hatin kirin, pêşî li Tirkiyê, paşê li Elmanyayê û herî dawî jî li Bexdayê. Mîr Hazim Beg ku wekî nûnerê Êzidiyan tê nîşandan, li Bexdayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên gerên xwe yên dîplomatîk eşkere kir. Di daxuyaniya xwe de bi awayekî plana PDK'ê eşkere kir û got 'Divê di zûtirîn dem de tifaqa 9'ê Cotmehê pêk were'. Tifaqa 9’ê Cotmehê parçeyek ji tevgera qirkirinê ya li dijî Êzidiyan e. Hişmendiya ku dibêje “Ez qirkirinê nas dikim û ji bo pêkanîna tifaqa 9’ê Cotmehê divê her tişt bê kirin” li hemberî civaka Êzidî ne samîmî ye û parçeyek ji qirkirina ku hatiye kirin e.

Têkoşîna rêxistinbûna gel û hêzên parastina Şengalê ku bi sîstema Şengalê ya Xweseriya Demokratîk re hatin jiyîn, li dijî van êrîşên ku dixwazin qirkirina Êzidiyan û Kurdan pêk bînin, lîstikên ku pêşdikeve yek bi yek deşîfre dikin. Torên sîxuriyê yên eşkere û berfirehkirina wan Parastin-MIT-Muxabarat yek bi yek bi civakê re hatin parvekirin. Êzidiyan di komxebata çareseriya neteweya demokratîk a li Iraqê de ku li Şengalê organîze kir, dîsa fikrên Rêber Apo ku çavkaniya sîstema Şengalê ya Xweseriya Demokratîk e, bi rewşenbîrên Iraqî re parve kirin û çareseriyên bi rêya neteweya demokratîk li Iraqê hatin nîqaşkirin.

ENCAMÊN KU DERKETINE HOLÊ

Li dijî yekbûna gelan û baweriyan, Komara Tirk a faşîst ji bo pêşî li deşîfrekirina ku pêk hatî bigire, bi desteka hevkarên xwe êrîşî pêşengên civaka Êzidî kir. Fermandarê YBŞ'ê Pîr Çeko, li gorî agahiyên ji aliyê MÎT-Parastin-Muxabarat ve ji artêşa Tirk a faşîst re hate dayîn, hate hedefgirtin û şehîd bû. Hedefkirina pêşengê Asayîşa Êzidîxanê Şêrzad Şemo jî di çarçoveya heman planê de bû. Armanca sereke ya van êrîşan pêkanîna tifaqa Şengalê ya 9’ê Cotmehê û bi temamî şikandina vîna Êzidiyan e. Di vê pêvajoyê de serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo Tirkiyeyê û serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bo Hewlerê, axaftina "Divê di zûtirîn dem de tifaqa 9'ê Cotmehê pêk were" bi awayekî ji me re navendên ku êrîşên li dijî Şengalê plankirî ne û sedema êrîşê reva dike. Wisa xuya dike ku encamên bi vî awayî derketine holê wê veguhere şer.