Dijberiya ku zehmet e li hev bê anîn

Xeta herî hevkar û hişk a dîrokê û xeta herî azadîparêz û civakîparêz li Kurdistanê hatine hemberî hev û têdikoşin. Zehmet e ku li hev bên anîn. Wê demê ya herî rast ew e ku nêzîkatiyeke têkoşîna demokratîk a bi pîvan bê nîşandan.

Eşkere ye ku xeta PDK'ê şêweyê seretayî ya qraliyet an jî xanedaniyê ye, ku ev yek şêweyê seretayî yê sîstemên desthilatdar e. Mirov ji vê yekê re dikarin bêjin, xanedanî yan jî mîrîtiya derengmayî. Di nava herikîna dîrokê de serwerên Kurd bi giranî tenê karîbûn mîrîtiyê ava bikin, lê belê negihîştin asta avakirina qraliyetê. Ceribandinên qraliyetê yên ji bo demeke kurt, vê herikîna bingehîn a dîrokê naguherîne. Bêguman divê ev rewş weke taybetmendiyeke bingehîn a herikîna dîrokê bê dîtin û bi avaniya civakî ya navxweyî û cografyaya Kurdistanê, her wiha bi şert û mercên leşkerî û siyasî yên derve bê vegotin.

Mîrên Kurd ên ku di sedsala 19'an de bûn hedefa êrişa Osmaniyan, ji bo karibin xwe bikin Qraliyeteke Kurdistanê gelekî hewl dan, di asteke girîng de li ber xwe dan. Lê belê ti ji van bi ser neket û di dawiyê de têkçûn û nekarîn xwe ji pelçiqandinê rizgar bikin. Lêgerîna bi heman rengî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di pêvajoya çarparçebûna Kurdistanê de hema bêjin li her parçeyî hate dîtin. Li Bakur di nava berxwedanên Şêx Seîd, Agirî û Dersimê de di astê cuda de jî bin lêgerîneke bi vî rengî heye. Li Rojhilat ji Îsmaîl Axa heta Qazî Mûhammed eşkere ye ku yek ji armancên girîng ên van berxwedanan ev bû. Her wiha li Başûr ji Şêx Mahmûd Berzencî heta Molla Mûstafa Barzanî di naveroka berxwedanan de ev armanc veşartî ye. Lê belê ev berxwedanên ku li parçeyên cuda û demên cuda rû dan, mîna yên sedsala 19'an têk çûn û pelçiqîn. PDK a vê demê, nûnerê herî lawaz ê vê xet û lêgerînê ye.

Şerê Iraq-Îranê yê ku di Îlona 1980'î de dest pê kir, ji bo PDK a têkçûyî kêm jî be derfeteke kombûnê û pêngaveke nû afirand. Ji bo kombûn û gaveke nû ya bi vî rengî, têkoşîna rizgariya neteweyî û berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê ji aliyê PKK'ê ve hate meşandin, derfetên mezin pêşkêş kir. Rêveberiya heyî ya PDK'ê di nîvê destpêkê yê salên 1980'î de bi tifaqa bi PKK'ê re û di nîvê duyemîn ê heman demê de bi tifaqa bi dewleta Tirk a li ser dijberiya PKK'ê re ev derfet bi kar anî. Bi taybetî têkbirina êrişên plankirî yên salên 1987-88'an ên di asta NATO de li dijî PKK'ê hatin meşandin, di salên 1990'î de pêşî li PDK'ê vekir. Rêveberiya PDK'ê derfetên ku bi parçebûna Iraqê ya bi Şerê Kendavê re derxistin holê nirxand, xwe spart 'Operasyona Çekîç Guç' a tifaqa DYE-TC, bi YNK'ê re tifaq kir û rastiya niha ya 'Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê' derkete holê. Di avabûna rêveberiyeke wiha ya herêmî û wergirtina piştgiriya derve de hîm û sedema bingehîn 'Têkoşîna li dijî PKK'ê' bû.

Vê rêveberiyê hema bêjin sih sal li pey xwe hiştiye, lê belê eşkere ye ku îro hîn bêhtir di nava krîzeke giran a aborî û siyasî de ye. Meşên girseyî yên rojên dawî li dijî PDK'ê li bajarên Başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin nîşaneya berbiçav a vê yekê ye. Ne rast e ku ev rewş bi 'hebûna PKK'ê yan jî bi sedemeke din ve bê girêdan. Beriya her tiştî tevî ku sih sal di ser re derbas bûye hîn zelal nebûye ku rêveberiya jê re 'Bakurê Iraqê' tê gotin, çi ye. Sîstemeke aborî, siyasî û leşkerî ya cidî nekariye derxîne holê ku jê re dewlet bê gotin. Rêbazeke rêveberiyê ye ku dişibe Mîrîtiyên Kurdan ên berê, ji wan jî paşdemayî ye. Ya esasî xwe dispêre firssen û derfetên pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û nirxên ku ji aliyê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK'ê hatine afirandin neyekser dixe bin serweriya xwe û bi vî rengî dijî.

Rêveberiya PDK'ê di nava van şert û mercan de xwe dispêre DYE-Îsraîl-Îngilistanê, di navbera dewleta Tirk, Îran û Iraqê diçe û tê û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Rêveberên PDK'î xwe ji aliyê fêlbaziya siyasetê ve bi pêş ve xistibin jî, ev kûrbûn li ser bingeha hevkarî û teslîmiyetê bûye. PDK bi taybetî ji bo serketina li Reqayê li dijî DAÎŞ'ê hate bidestxistin bike malê xwe, di sala 2017'an de pêvajoya referandûmê kir, lê belê ji ber ku hêzên ku ew afirandiye li ber rabû, ev pêvajo ji bo rêveberiya heyî ya PDK'ê veguherî kabûsê. Xuya ye di vir de jî derseke baş jê dernexistiye, ku rêveberiya heyî ya PDK'ê piştre jî her tiştên xwe bi dewleta Tirk ve girê da, piştgirî da êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, xwe spart dewleta Tirk û heta jê hat dewlemendiya Kurdistanê talan kir, jê xwar. Van hemûyan xeta PDK'ê ya mîrîtiya kevn hîn bêhtir hevkar û hişk kir.

Li aliyekî vê dijberiya kûr a îro li Kurdistanê heye, rastiyeke bi vî rengî ya PDK'ê heye. Li aliyê din jî sekn û hebûna PKK'ê heye ku bi her awayî li dijî vê rastiyê ye. Dijberiya van her du hêzan veguheriye bûyereke welê ku lihevanîna wan gelekî zehmet e. Xeta PDK'ê çiqasî hevkar, hişk û paşverû be, xeta PKK'ê jî bi qasî wê azadîparêz, civakîparêz û pêşverû ye. Ev dijberiya li hev îro bandorê li her kesî dike û mîna xaçepirsekê li pêşiya her kesî ye û li benda bersivê ye. Eger mirov bala xwe bidin ser, ji DYE'yê heta rewşenbîr û hunermendên Kurd her kes hewl dide çare û bersivekê ji vê xaçepirsê re bibîne.

Tê zanîn ku Rêbertiya PKK'ê li ser bingeha rexnekirina vê xeta hevkariya serwer a di şexsê PDK'ê de şênber bûye, ava bûye û pêş ketiye. Li dijî vê xeta neteweperestiya hişk ku ne dewletpereste jî, PKK li Kurdistanê bûye nûnerê leşkerî, siyasî û îdeolojîk ê rizgarîparêziya neteweyî ya nûjen û neteweparêziya şoreşger. Sedema têkçûn û nedewletbûna siyaseta serwer a Kurd di vir de dît, xwe weke tevgera rizgariya neteweyî ya nûjen pênase kir û li ser vê bingehê ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike bi her awayî têkoşiya. Lê belê êrişa komployê ya navneteweyî nîşan da ku sîstema netewedewlet a modern ji çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser heman xetê girtî ye. Di rewşeke wiha de PKK'ê bêhtir giraniya xwe da ser civakîbûnê, azadîparêziyê, wekhevîparêziyê û demokratîkbûnê. Xeteke nû danî pêşiya xwe ku bêyî dewletbûnê pirsgirêka Kurd bi rêbaz û hebûna civaka demokratîk çareser bike.

Guherîn û veguherîna PKK'ê ya li ser bingeha guhertina paradîgmayê di vê çarçoveyê de ye. Nêrînên teorîk, xeta polîtîk û îdeolojîk a nû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Parêznameyên Îmraliyê de destnîşan kir, xeteke bi vî rengî ya nû ya çareseriyê ye. PKK li ser vê bingehê hewl dide neçareseriya xeta PDK'ê ya li Kurdistanê çareser bike. Her wiha neçareseriya neta netewe-dewletê ku wê jî heta sala 2003'an ji xwe re kiribû esas, ji holê rake. Bi vî rengî zîhniyet û xeteke nû derdixîne holê ku di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên civakî hemû dikarin pê bên çareserkirin. Ev yek jî PKK'ê ji desthilatdarî û dewletê qut dike û bi civakê ve girê dide, dike tevgera herî civakî ya dîrokê. PKK ku li ser bingeha lêgerîna azadiya neteweyî bi rê ket, veguheriye tevgereke welê ku hewl dide pirsgirêka azadiya jinê çareser bike ku pirsgirêka herî giran a azadiyê ya dîrokê ye. Doza azadiyê ya tevahiya mirovahiyê dimeşîne. Nêzîkatiyeke hevgirtî ya azadîparêziya neteweyî PKK gihandiye vê astê.

Niha xeta herî hevkar û hişk a dîrokê û xeta herî azadîparêz û civakîparêz li Kurdistanê hatine hemberî hev û têdikoşin. Ya rast, li pişt her şerê leşkerî û siyasî yên ku weke êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk xwe nîşan didin, yên ku bi şêweyê fêlbaziya sîstema sermayeya global didome û xwe dispêre lîstikên veşartî yên Îranê, têkoşîn û dijberiya xet û zîhniyeteke bi vî rengî heye. Di demekê de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde bûn li Efrîn, Heftanîn û Xakurkê berxwedana gerîla mezin dibe, ji ber vê yekê dijberiya PDK-PKK dikeve rojevê. Xuya ye zehmet e ku di asteke têrker û mayinde de ev dijberî li hev bê anîn. Wê demê ya herî rast ew e ku nêzîkatiyeke têkoşîna demokratîk a bi pîvan, rê û rêbazên wê bên nîşandan. Yên ku li ser vê bingehê nêzî dijberiya PDK-PKK'ê bibin dikarin tenê bi vî rengî çareseriyê peyda bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA