Di polîtîkaya derve de serdema 'îstîxbaratê'

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin ku pênaseya 'soft power' a Joseph Nye weke 'hêza zirav' wergerand, bû Musteşarê MÎT'ê. Serokê berê yê MÎT'ê Hakan Fîdan ku qada li derveyî cîhana rojavayî li herêmê berfireh kir, bû Wezîrê Karên Derve.

Piştî hilbijartinê bi eşkerebûna desteya nû ya wezîran re hin guhertin jî ketin rojevê. Mînak; Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan bû Wezîrê Karên Derve, Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin jî bû serkêşê MÎT'ê. Gelo ev guhertin tenê ji bo xatirê Hakan Fîdan tevlî polîtîkayê bê kirin, ku Erdogan ji bo wî digot 'sirveşêr ê min e' hate kirin? Ya jî têkiliya Kalin a bi îstîxbaratê re çi bû? Em ê hewl bidin bi rêya hin bûyerên ku navê herdu kesan tê de derbas bûn û li gorî hin polîtîkayan bersiva van pirsan peyda bikin.

DI POLÎTÎKAYA DERVE DE ROLA MÎT'Ê

Operasyonên MÎT'ê yên ji Lîbyayê heta Kafkasan û Sûriyeyê, bi gotineke din Hakan Fîdan ê ku tevkariya herî mezin li îstîxbaratkirina polîtîkaya derve kir weke Wezîrê Karên Derve hate tayînkirin. Tayînkirina Fîdan ne dûrî polîtîkaya MÎT'ê ye. Ji xwe Hakan Fîdan bi bûyerekê kete rojevê ku krîz xiste nava polîtîkaya derve. Di sala 2013'an de di krîza sîxuran a bi Îsraîlê re Fîdan yek ji fîgurên girîng bû. Hingî 10 ajanên MOSSAD'ê ku servîsa îstîxbaratê ya Îsraîlê ye ji Îranê re hate îxbarkirin, Hakan Fîdan jî bi vê bûyerê kete rojevê. Alîkarê wê demê yê Serokwezîr Bekîr Bozdag ji bo Hakan Fîdan gotibû, 'Hikumeta AK Partî ya ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe, wê nehêle ku Fîdan (Şitil) a çandiye bê raikrin'. Ev îdîa ya ku têkildarî Fîdan hate kirin, di çapemeniya DYE'yê de hatibû weşandin. Rayedarên Îsraîlî li ser vê yekê daxuyaniyek dan û ragihand ku ev agahî ji wan belav nebûye, lê di heman demê de gotin, Tirkiyeyê îdîa nederewand.

Nivîskarê sereke yê Rojnameya Evrenselê Îhsan Çaralan li ser heman krîzê nivîvîsandibû ku polîtîkaya derve ya bi Fîdan bûye îstîxbarat û gotibû, "Di polîtîkaya hundir de feraseta misogerkirina 'asayîşê' bi hêza polîsan, di polîtîkaya derve de jî 'terbiyekirina birayê biçûk' bi rêya MÎT'ê weke rêya herî kurt hate dîtin. Bi vî rengî îstîxbarat (MÎT) bû amûrek ku di polîtîkaya derve de derkete pêş. (...) Bi welatên mîna Iraq, Sûriye, Îran, Misir, Îsraîl û Lubnanê re têkiliyên dîplomatîk an bi temamî hatin qutkirin an jî daketin asta protokolê. Lê bi rêya rêxistinên îstîxbaratê têkiliyên bi mezhebên 'muxalîf' û derdorên siyasî re zêde bûn. Bi taybetî li Sûriye û Iraqê têkiliyên bi hin komên Sûnî û şerî, ji ber ku bi rêya rêxistina îstîxbaratê hate danîn, sînorên dîplomasiyê yên asayî yên bi dewletan re hate tengkirin, kir ku MÎT di polîtîkaya derve ya welatên cîran de bibe hêmana esasî."

ENDAMÊN MÎT'Ê YÊN LI LÎBYAYÊ Û TIR ÊN MÎT'Ê

Du mînakên herî girîng ên ji vî karê MÎT'ê yê ku Îhsan Çaralan qalê dike, xebatkarên MÎT'ê yên li Lîbyayê mirin û TIR ên MÎT'ê yên ji cîhadîstên li Sûriyeyê re diçûn. AKP û Erdogan di vê rêwîtiyê de ku dixwaze li Rojhilata Navîn bibe lîderê Îslamî, têkiliya bi cîhadîstan re bi rêya MÎT'ê danî. bi taybetî piştgiriya ji bo çeteyên cîhadîst ên li Sûriyeyê ji aliyê MÎT'ê bi xwe ve kir.

Di 1'ê Çileya 2014'an de li Hatayê, di 19'ê Çileya 2014'an de li Ceyhan a Edeneyê TIR ên bi alavên leşkerî dagirtî yên MÎT'ê ku diçû Sûriyeyê hatin rawestandin. Li gorî rapora polîsan di vê bûyerê de 1.000 topên hawanê, 1.000 fîşekên topên hawanê, 50 hezar fîşekên tivingê, 30 hezar fîşekên tivingên giran li nava dermanên tibî hatibûn veşartin. Piştî ku skandal eşkere bû, hate redkirin ku di TIR'an de çek hene. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû têkildarî alavên li TIR'an got, "Wellehî ew TIR ji Tirkmenan re diçûn', lê belê alîkarê Serokê AKP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Yasîn Aktay bi rengekî neyekser diyar kir ku di hundirê TIR'an de çek hebûn û ji bo Artêşa Sûriyeya Azad re diçû ku 'li dijî DAÎŞ'ê şer dikir'.

Piştî ku destûrnameya şandina leşkeran ji bo Lîbyayê di 2'ê Çileya 2020'î de li meclîsa Tirkiyeyê hate qebûlkirin, Erdogan 22'ê Sibatê li Îzmîrê axivî û got, "Çend şehîdên me hene. Lê belê vê jî bibêjim, li hemberî çend şehîdên me li wê derê nêzî 100 lejyoner hatin bêbandorkirin'. Di vê mijarê de jî nasnameya kesên hatin kuştin, kete rojevê. Destpêkê nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel di 22'ê Sibata 2020'î de ragihand ku yên li Lîbyayê hatine kuştin ajanên MÎT'ê bûn. Heman nûçe di Rojnameya Yenî Yaşamê de jî hate weşandin. Umît Ozdag jî di 26'ê sibatê de li Meclîsê navê endamên MÎT'ê eşkere kir. Piştî vê bûyerê jî rojnamevan Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Bariş Terkoglû, Hulya Kiliç, Aydin Keser, Mehmet Ferhat Çelîk hatin girtin û bi îdîaya 'Agahiyên ku ji bo berjewendiyên siyasî û ewlehiya dewletê diviyabûn veşartî biman eşkere kirin, belge û agahiyên li ser karên îstîxbaratê eşkere kirin' hatin sûcdarkirin û darizandin.

DYE'YÊ HIŞYARÎ DA MÎT'Ê

Çend ji bûyerên MÎT'ê yên di çapemeniyê de hatin weşandin, bi vî rengî bûn. Lê belê operasyonên MÎT'ê yên li ser Rojava, sûîqestên li Hewlêr û Silêmaniyeyê radixin pêş çavan bê MÎT çawa tevlî polîtîkaya derve bûye. Yek ji van jî par bûyerek li ser operasyonên MÎT'ê yên li Sûriyeyê bû. Dîrektorê CIA'yê Wîllîam Bûrns di sala 2022'an de bi Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir, têkildarî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hişyarî da. Sedema vê îdîayê jî ew bû ku di êrîşa SÎHA de metirsî li ser personelên DYE'yê çêbû. Wê demê Tirkiyeyê gefên xwe yên li ser êrîşeke bejahî ya li Sûriyeyê zêde kir, lê ne ji DYE'yê ne jî ji Rûsyayê destûr wernegirtibû. Tirkiye ku destûr ji bo êrîşa bejahî wernegirt, li ser Rojava gelek êrîşên hewayî kir, bi dehan sivîl jî qetil kir.

Dema ku mirov li tevahiya van salan dinihêrin ku Hakan Fîdan hingî Musteşarê MÎT'ê bû, wê were dîtin ku Fîdan dest li gelek meseleyên herêmî werdida. Balkêş e ku ev destwerdan jî bi rengê 'hard power' yanî 'hêza tund' dihate kirin. Polîtîkaya herêmî ne li ser cîhana rojava lê bi Rojhilata Navîn a berfireh hate kirin û mirov dikare Kafkasan jî li vê yekê zêde bikin. Gelo polîtîkaya derve ya wê demê bi stratejiya 'Neo-Osmanî û bi cîranan re sifir pirsgirêk' hate danîn û bi rêya MÎT'ê bi rengê îstîxbaratê hate meşandin, bi Wezareta Karên Derve ya bi Hakan Fîdan re wê çawa bimeşe, çi bi xwe re bîne? Gelo Erdogan wê bi Fîdan re yê ku bi destê MÎT'ê beriya niha herêm dîzayn dikir li şûna cîhana rojava polîtîkaya xwe ya derve careke din li ser Rojhilata Navîn a berfireh bimeşîne? Di asayîbûna ku li Sûriyeyê destpê kir û zêdebûna hin têkiliyên dîplomatîk bi welatên mîna Lîbya û Misrê re, gelo Hakan Fîdan wê bibe fîgurekî girîng ê polîtîkaya derve yan na?

SOFT POWER AN JÎ GÊZER-ÇO

Cihê ku ji Fîdan vala bû, Îbrahîm Kalin hate bicihkirin. Li vê qada herêmî ku Tirkiye bi taybetî bi destê MÎT'ê konsulde dike û stratejiya 'hêza hişk' (hard power) dimeşîne, wê Îbrahîm Kalin polîtîkayeke çawa bimeşîne? Kalin sala 2009'an piştî ku Ahmet Davûtoglû bû wezîrê karên derve, bû şêwirmendê sereke yê serokwezîr ê ji polîtîkaya derve berpirsyar. Piştre di sala 2010'an de li ser pênaseya 'Sof power' nirxandinek kir ku ev pênase ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê yê Berê yê ji Karên Ewlekariya Navneteweyî Berpirsyar Joseph S. Nye ve hatibû kirin. Ev pênaseya ku bi gotina 'hêza nerm' bi Tirkî hatiye wergerandin, ji aliyê Îbrahîm Kalin ve bi gotina 'hêza zirav' wergerand û wiha got, "Li gorî Nye, sê rê hene ji bo her tişt bê bidestxistin. Ya hûn ê bi hêza tund bi zordariyê bikin, ya hûn ê yê li hemberî xwe bikirin, ya jî hûn ê îqna bikin. Ya destêkê bi bikaranîna rêbazên leşkerî bi lêdanê dibe, ya duyemîn bi 'dayina gêzer' kirîna yê li hemberî xwe ye. Di dîroka mirovahiyê de û di têkiliyên navneteweyî de gelek mînakên vê hene. Carna herdu bi hev re derdikeve pêşiya mirovan. Polîtîkayên rêveberiyên Emerîkayê yên li ser Rojhilata Navîn mînakeke vê ye. Baş e eger hûn dixwazin ê li hemberî xwe nexapîne, lê bi samîmî qanih bike, hingî hûn ê çi bikin? Hûn vê yekê tenê dikarin bi polîtîkayên adîl, aqilane û cihê baweriyê bikin."

Kalin di nivîsa xwe ya beriya 13 salan de gava 'hêza zirav' pênase dikir, îdîa dikir ku xwe dispêre teza polîtîkayeke adîl a li ser Sûriyeyê ku ne bi 'soft power', 'gêzer-ço' yan jî 'hard power' lê belê bi rêya qanihkirinê polîtîka derve ya bi salan hatiye meşandin. Polîtîkaya derve ya piştre, Kalin mafdar nîşan neda. Ji xwe me li jorê qalê kir ku MÎT niha bi hêza hişk hewl dide li qadê hebûna xwe dewam bike.

ELMANYA: SETA NÊRÎNÊN AKP'Ê BI NAVÊ ZANISTÎ Û LÊKOLÎNÊ BELAV DIKE

Kalin ê ku tevlî karên polîtîkaya derve bû, çi têkiliya xwe bi îstîxbaratê re heye? Îbrahîm Kalin piştî ku li ser dîrok û felsefeya Îslamê karên akademîk qedand, destpêkê li Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) di salên 2005 û 2009'an de weke 'serokê damezrîner' wezîfe kir. Navê SETA'yê jî di sala 2019'an de bi raporekê hem kete rojeva Tirkiyeyê hem jî di sala 2021'ê de kete rojeva Elmanyayê. Hikumeta federal a Elmanyayê di bersiva ji bo pêşnûme pirsa Partiya Demokrat a Azad a Lîberal (FDP) de ragihand ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an karên AKP û MÎT'ê li Elmanyayê zêde bûn. Di bersivê de hate ragihandin ku ev kar ji bo wê yekê tê kirin ku bi rêya saziyên civakî yên sivîl raya giştî bê afirandin, di karên îstîxbarat û lobî yên Tirkiyeyê de yekemcar navê SETA'yê hate dayin. Li aliyê din sala 2019'an di rapora SETA'yê de ya bi navê 'Dewamiya Tirkiyeyê ya Saziyên Medyayê ya Navneteweyî' hate amadekirin, agahiyên li ser rojnamevanan hebûn û ev rapor weke kifşkirinê li Tirkiyeyê hatibû nîqaşkirin. Hikumeta federal a Elmanyayê beriya vê pêşnûme pirsê di sala 2019'an de li ser pêşnûme pirseke din a Partiya Çep a li ser SETA'yê diyar kiribû ku saziya navborî ji aliyê Albayrakan ve tê fînansekirin, tevî Îbrahîm Kalin her wiha Fahrettîn Altûn jî li vir xebitî bû.

Di vê demê de ku guhertina desteya wezîran tê nîqaşkirin, tê bilêvkirin ku Fîdan piştî Erdogan fîgureke, her wiha li ser tayînkirina Kalin a ji bo Musteşariya MÎT'ê gelek pirs hene. Lê belê hem ji ber ku karên MÎT'ê di polîtîkaya derve de, bi taybetî li herêma li derveyî cîhana rojava xwedî rol e, hem jî saziyek ne dûrî lobiyê ye û bingeha xwe polîtîkaya derve ye, bicihkirina Kalin a li vê wezîfeyê weke hewldanek ji bo temamkirinê ye. her çend bi xwe îdîa dike ku ew ne neo-Osmanî ye, yan jî di çarçoveya pênaseya siyaseta derve ya adîl de stratejiyekê ji bo xwe diyar dike jî tê texmînkirin ku têkiliya 'polîtîkaya derve û îstîxbaratê' ya ji Fîdan dewr hatiye wergirtin, wê dewam bike.