Di hevdîtinên Enqere-Rojava de çi hate axaftin?

Dosyaya nûçeyan a bi navê Osmaniya Nû-Qirkirina Gelan ku Diyar Ciwan hazir kiribû û Ronahî TV weşandibû, polîtîkya Tirkiyê ya Sûriyê zelal dike.

Çarşemê di Ronahî TV de ya ku li ROjava weşanê dike dosyayeke girîng a nûçeyan hate weşandin. Di vê dosyaya nûçeyan de ya ku nûçegihan Diyar Ciwan hazir kiribû û bi rengê belgeselê bû, naveroka hevdîtinên di navbeyna hikûmeta Tirk û rayedarên Rojava de ronak dike. Diyar Ciwan bi wan rayedaran re ku tevlî nav hevdîtinên navborî bûne, diaxive û bi rengekî kronolojîk nîşan dide bê ka pêvajo çawa geş bûye.

Beşek ji hevdîtinan a di navbeyna rayedarên Tirk û hêzên Rojava-Bakurê Sûriyê de, ku li Şam, Qahîre, Enqere û Stenbolê pêk hatin di çapemeniyê de derketibûn. Lê dema ku di dosyaya nûçeyan a navborî de hemû parçe tîne cem hev û bi rewşa rojane re têkilî tê danîn, plana 'Rojava û Sûriyê' ya di aqilê Enqerê de bi rengekî zelal tê fêhmkirin.

Li gorî vegotinên dokumanterê hevdîtinên rasterast û ne rasterast ên di navbeyna rayedarên Tirk û Rojava de 2012'an dest pê dikin. 2013'an hevdîtin zêdetir dibin. Piştî operasyona Silêman Şah a Sibata 2015'an hevdîtin bidawî dibin.

Bi kurt û kurmancî; rêveberiya Enqerê ji destpêkê ve armanc dike ku têkoşîna Kurd  a li Rojava û tevahiya Sûriyê biçewisîne û beralî bike. Ji bo vê jî rêbazên êrîşên û hevdîtin-diyalog  li ber xwe datînin. Ango êrîşa li ser Kobanê û hevdîtinên li Enqerê û li hin cihên din bi heman armancê têne kirin.

Mijarên sereke ku di dokumanterê de derdikevin pêş wiha ne; 2012'an dewleta Tirk destekê dide komên El Nusra û êrîşên ser Serêkaniyê organîze dike. Komên navborî li Serêkaniyê ya li hêla Bakur têne bicihkirin û êrîşê dibin ser Serêkaniyê ya Rojava. Piştî şerê ku bi heftiyan didome komên Nusra têne şikandin.

Di vê pêvajoyê de otorîteyên siyasî yên Rojava jî, hêza muxalîf a çalak a Sûriyê Heyet El Tensîq-Tevgera Guherînê jî di nav de cih digire. Hevserokê PYD'ê yê wê demê Salih Muslim jî Alîkarê Hevserokê Heyet El Tensîq e. Di vê pêvajoyê de rêveberiya Enqerê bang li rêveberên Heyet El Tensîq dike û dixwaze ku Kurd werin dûrxistin. Bi ser de pere û hwd. teklîf dike. Lê bi ser nakeve.

Peyre di civînekê de ya li paytexta Misrê Qahîreyê ya bi mijara Sûriyê Sefîrê Tirk  Omer Onhon daxwaze ku bi Salih Muslim re hevdîtinê bike. Pêvajoya diyalogê ya bipergal li vir dest pê dike. Piştre 2013'an şandeyeke ji Rojava ji bo Enqerê tê vexwendin. Di nav vê şandeyê de nûnerên hin partî û komên Kurd jî hene. Şande temsîla Konseya Kurd a  Bilind dike, ku wê demê aktîf bû. Li Enqere hevdîtin hem bi wezareta karê derve re û em jî bi sefareta DYE'yê re têne kirin. Li gorî vegotinên kesên ku tevlî hevdîtinê bûne, tê xwestin ku Kurd tevlî hêzên 'muxalîf' ên bin bangê 'OSO' bibin û li dijî rêveberiya Şamê şer bikin.

Rayedarên Rojava lê difikinin ku Enqere ji hêlekê ve bi wan re hevdîtinê dike û ji hêla dî ve jî êrîşên ser Kobanê organîze dike û vê bi berfirehî dibêjin.

Salih Muslim di dema êrîşên dijî Kobanê de bi Ferîdûn Sînîrlîoglû re gelek caran hevdîtin kir û anî ziman ku Sînîrlîoglû soz daye wan ku wê alîkariyê bidin wan. Muslim diyar kir, di dema hevdîtinên bi koalîsyona navneteweyî û DYE'yê re jî bersiva 'Ji bo Kobanê wê Tirkiye bibe alîkar' ji wan re hatiye dayin. Muslim qala diyaloga hevdîtinekê dike: "Sînîrlîoglû ji me pirsî bê em çi dixwazin. Pirsî bê OSO dixwazin yan na. Me jê re got ku pêwîstiya me bi OSO nîne, li aliyê Efrîn û Cizîrê hêzên me hene, bila korîdorek bê vekirin, hêzên me wê bi çekên xwe ji wir bên û ev yek têra me dike. Sînîrlîoglû got, 'pêwîstî bi çekê nîne, eger pêwîst bike em ê bidin'. Bêguman sozên hatin dayin bi cih nehate anîn, rê nehate vekirin, korîdor nehate vekirin." Lİ gorî gotinên Salih Muslim, rêveberiya Tirk hewl da bi navê 'alîkariyê' hêzên OSO bixe nava Kobanê. Di heman demê de bi soza 'piştgiriyê' xwest demê dirêj bike û bike ku Kobanê bikeve. Ji xwe piştî demekê DYE û koalîsyon bi baweriya 'Enqere mijûl dike, wê alîkariyê nede' yekser destek dan şervanên li Kobanê.

Hevseroka PYD'ê ya wê demê Asya Abdullah jî behsa yek ji bûyerên girîng ên pêvajoya Kobanê dike. Asya Abdullah ji roja destpêkê heta ya dawiyê cihê xwe di şerê Kobanê de girt. Wiha vedibêje: "Mijdara 2014'an li navend û derdora bajêr şerekî giran diqewimî. Li derdora deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê, embarên genim ên Tirkiyeyê hene. Li derdora deriyê sînor mirovên me yên extiyar, birîndar û nexweş hebûn. Leşkerên Tirk xwe ji wir vekişand û cih ji DAÎŞ'ê re vekir. DAÎŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve hat deriyê sînor û ji wir êrîş kir. Hevalên me bersiv dan. Ji xwe dîmenên wê jî hene. Piştre bi rêya parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan me xwe gihand Waliyê Rihayê û jê re ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê ji sînorê wan êrîş kirine. Walî destpêkê ji me re got, 'Me lêkolîn kir, rast e, çi pêwîst be wê bê kirin'. Piştî demekê walî ji me xwest ku 'em bisekinin'. Ji ber ku em ê biçûna aliyê wan û operasyon bikira. Li dû hevdîtinan nîvê şevê saet 1'ê heyeteke hevpar ji me û rayedarên Tirk li herêmê lêkolîn kir. Bêguman wê wextê çeteyên DAÎŞ'ê ji wir vekişiya bûn."

Dîmenê wê êrîşê:

Di belgeselê de detayên operasyona Şah Suleyman jî hene. Salih Muslim û Abdûrrahman Hemo qala hevdîtinên xwe yên li Stenbolê dikin. Muslim di 'dema operasyonê' de bi maseya krîzê ya li Enqereyê re timî di têkiliyê de ye û piştî tirba Şah Suleyman tê rakirin û li Eşmeyê tê bicihkirin, ji Stenbolê diçe.

Baş e di van hevdîtinan hemûyan de rêveberiya Enqereyê ji aliyê Kurd çi dixwaze? Rayedarê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bersiva vê pirsê dide: "Di her hevdîtinê de ji me dixwestin ku em li dijî Şamê şer bikin. Lê belê ti carî daxuyaniyek li ser naskirina îrade û xeta me ya siyasî nedan. Tenê ji me dixwestin ku em bikevin nava komên OSO yên di kontrola wan de ne û li dijî Şamê şer bikin. Digotin, eger em vê bikin wê bi her rengî destekê bidin me. Lê belê me qebûl nekir. Eger me bikira, wê niha Esad hilweşiya bûya. Sûriye wê di destê komên terorîst de bûya mîna Efrînê. Rewş wê ji bo Kurdan hîn bêhtir nebaş bûya. Ev yek wê bihata wateya tinebûna Kurdan. Ji ber vê yekê me daxwaz û zextên Tirkiyeyê qebûl nekir û formula xeta sêyemîn danîn ber xwe."

Lînka belgesela ji aliyê Diyar Ciwan ve hatiye amadekirin: