Di 1-8’ê Adara 2025’an de li paytexta Elmanya Berlînê, bi dirûşmeya “Xwebûn – Hunera Berxwedanê” rêzeçalakî tê lidarxistin. Rêzeçalakî ji aliyê Cênî, ve bi hevkariya JXK, TekoJIN, KJAR, Dest-Dan û Hunera Mizgîn tê organîzekirin û hefteyek tije huner, çand û nîqaşan pêşkêş dike.
Rojên çandî di 1-ê Adarê de bi vekirina li Alte Münze destpê dike û di 8-ê Adarê de bi konserek taybetî bo jinan bi dawî dibe. Ziyaretvan dikarin li benda gelek performansên hunerî yên weke muzîk, govend û şano, bin.
ROJÊN ÇANDÎ
• 1’ê Adarê: Li Alte Munze ya Berlînê bi vernîsajê vedibe. Berhemên hunermendên wekî Bêrîvan Îbîn, NubikArts, Selîna û Melîna Tango û Sûzan Azîzî dê bên pêşkêşkirin.
• 2’yê Adarê: Li ser mijara “Xwebûn di hunerê de” bi hunermendên navdar re gotûbêj wê bê kirin.
• 3'yê Adarê: Şevek bi muzîka kurdî ya kevneşopî ya wekî Dengbêj û Klamî re.
• 4’ê Adarê: Lîstika “Amargî” bi lîstikvan Ceren Yildirim û Melîsa Tepelî re.
• 5’ê Adarê: Atolyeya li ser Deq û sembolên Mêxekirêj.
• 6'ê Adarê: Şeva govendê bi cil û bergên gelêrî yên kurdî û li gel mûzîkê.
• 7’ê Adarê: Jineolojî û ekolojî bi antropologa jîngehê Şermîn G. û pispora avhewa û enerjiyê Menekşe K.
• 8’ê Adarê: Konsera dawîn ji bo jinan, ku cil û bergên kevneşopî bi eşkere tê xwestin.
Organîzator bang li her kesên eleqedar dikin ku beşdarî rojên çandê bibin û bi çanda dewlemend a Kurd û berxwedana wê ya hunerî re mijûl bibin.