Di 1-8’ê Adarê de Rojên Çanda Jinên Kurd

Rojên Çanda Jinên Kurd wê di navbera 1-8’ê Adara 2025’an de li Berlînê bi dirûşma “Xwebûn – Hunera Berxwedanê” pêk were. Rêzeçalakiya ku ji aliyê Cênî ve bi hevkariya JXK, TekoJIN, KJAR, Dest-Dan û Hunera Mizgîn tê organîzekirin.

Di 1-8’ê Adara 2025’an de li paytexta Elmanya Berlînê, bi dirûşmeya “Xwebûn – Hunera Berxwedanê” rêzeçalakî tê lidarxistin. Rêzeçalakî ji aliyê Cênî, ve bi hevkariya JXK, TekoJIN, KJAR, Dest-Dan û Hunera Mizgîn tê organîzekirin û hefteyek tije huner, çand û nîqaşan pêşkêş dike.

Rojên çandî di 1-ê Adarê de bi vekirina li Alte Münze destpê dike û di 8-ê Adarê de bi konserek taybetî bo jinan bi dawî dibe. Ziyaretvan dikarin li benda gelek performansên hunerî yên weke muzîk, govend û şano, bin.

ROJÊN ÇANDÎ

• 1’ê Adarê: Li Alte Munze ya Berlînê bi vernîsajê vedibe. Berhemên hunermendên wekî Bêrîvan Îbîn, NubikArts, Selîna û Melîna Tango û Sûzan Azîzî dê bên pêşkêşkirin.

• 2’yê Adarê: Li ser mijara “Xwebûn di hunerê de” bi hunermendên navdar re gotûbêj wê bê kirin.

• 3'yê Adarê: Şevek bi muzîka kurdî ya kevneşopî ya wekî Dengbêj û Klamî re.

• 4’ê Adarê: Lîstika “Amargî” bi lîstikvan Ceren Yildirim û Melîsa Tepelî re.

• 5’ê Adarê: Atolyeya li ser Deq û sembolên Mêxekirêj.

• 6'ê Adarê: Şeva govendê bi cil û bergên gelêrî yên kurdî û li gel mûzîkê.

• 7’ê Adarê: Jineolojî û ekolojî bi antropologa jîngehê Şermîn G. û pispora avhewa û enerjiyê Menekşe K.

• 8’ê Adarê: Konsera dawîn ji bo jinan, ku cil û bergên kevneşopî bi eşkere tê xwestin.

Organîzator bang li her kesên eleqedar dikin ku beşdarî rojên çandê bibin û bi çanda dewlemend a Kurd û berxwedana wê ya hunerî re mijûl bibin.