Dewleta Tirk û çeteyên wê ku pîlanên wan ên li Dêrazorê kifş bûn

Bi êrîşên li ser Dêrazorê re hêza şerê taybet a Tirk stratejiyeke şer xiste dewrê. Bi rêya pirsgirêkên li Dêrazorê destpê kirin, êrîşî Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê dike. Tê payin ku êrîş dewam bikin.

Dêrazor bû qadeke welê ku dişibe îsyana par a li Hesekê li girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ye bi piştgiriya dewleta Tirk rû da. Di demeke kurt de eşkere bû ku ev rewş êrîşeke ji aliyê dewleta Tirk, rêveberiya Sûriyeyê û hin hêzên herêmî ve hatiye birêxistinkirin. Lîstika li Dêrazorê vê gavê qediya. Lê belê dewleta Tirk li pey wê yekê ye ku planên bi heman rengî li Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî û Til Temirê jî dewam bike.

Di 27'ê Tebaxê de piştî ku Berpirsyarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ahmed el-Hûbeyl ê ku bi navê Ebû Hevla jî dihate naskirin tevî hin alîkariyên xwe hate destgîrkirin, li hin herêmên Dêrazorê êrîşên dijber destpê kiribûn. Ji Eşîra Ededadê Îbrahîm el Hevl serkêşî ji êrîşan re dikir. Ev kesê ku îdîa dikir ku dixwaze xwedî li Ebû Hevla derkeve, beriya niha planên sûîqestê li dijî Ebû Hevla kiribû.

Piştî ku van çeteyan li Dêrazorê dest bi êrîşê kirin, dewleta Tirk jî di heman demê de ji Şehba heta bi Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî û Til Temirê dest bi êrîşan kir. Tevî dewleta Tirk, rêveberiya Sûriyeyê, Rûsya û hin hêzên herêmî jî bûn parçeyek ji vê lîstika li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di nava çeteyan de Navaf Al Başîr jî heye ku dibêje bi navê eşîra Begara ya li Reqayê tevdigere. Van çeteyan herî zêde gundên eşîra Saîtat talan kirin ku DAÎŞ'ê herî zêde êrîşî vê eşîrê dikir.

Navaf Al Başîr beriya şer yek ji dewlemendên Reqayê bû. Her çend xwe weke reîsê eşîra Begara bide naskirin jî di serî de birayên wî beşeke mezin a eşîrê wî weke lîder qebûl nakin.

Al Başîr bi piştgiriya dewleta Tirk li Reqayê febrîqe ava kiribû. Sala 2011'an dema ku li Sûriyeyê serhildanê destpê kir, derbasî Tirkiyeyê bû û tevlî qaşo mûxalefeta Sûriyeyê bû. Tirkiyeyê li Dîlok û Rihayê du biryargeh jê re ava kir.

Sala 2016'an ji Tirkiyeyê çû Rûsyayê, ji wir jî derbasî Tehranê bû. Al Başîr ji vê derê jî çû gel rêveberiya Sûriyeyê Şamê, piştî lihevkirinên li vê derê ji aliyê rêveberiya Sûriyeyê ve li herêma Dêrazorê hate wezîfedarkirin.

Dema ku ji vî alî ve jî bê nirxandin, tevlîbûna Al Başîr li êrîşên li dijî QSD'ê, ku Al Başîr zilamê Tirkiye, Îran û Rûsyayê ye, rola gelek hêzan a di lîstika li Dêrazorê de radixe pêş çavan.

Çeteyekî din ku eşkere bû bi navê rêveberiya Sûriye û dewleta Tirk tevdigere çete Îbrahîm Al Hevl e. Al Hevl ku îdîa dike bi navê eşîra Egedad tevdigere, beriya niha bi Ebû Hevla re hevkarî kiribû, dixwest şirîkê xwe bikuje û herêmê tevlîhev bike. Al Hevl, piştî ku şer destpê kir destpêkê xwest li ber QSD'ê rabe, lê belê dema dît hêza li hember bi biryar e, vê carê derbasî herêma di bin kontrola rêveberiya Sûriyeyê de ye.

Tevî ku îdîa dike ew eşîra Egedadê temsîl dike, beşeke girîng a vê eşîrê li nava refên QSD'ê ye. Bi dehan kes ji eşîrê di nava refên QSD'ê de şehîd bûn. Hevserokê Kantona Cizîrê jî ji heman eşîrê ye.

Lê belê li nava heman eşîrê hin kes jî hene ku li gel dewleta Tirk tevdigerin, dijminatiyê li gelê Kurd, dijminatiyê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji van ê sereke jî Abdulcabbar Al Egedî ye. Serçeteyeke ku di nava OSO de ye û biryargeha wî ya navendî li Tirkiyeyê ye. Tevî 60 serçeteyên di nava OSO de 24'ê Hezîrana 2013'an li Dîlokê civîn lidar xist û 'Odeya operasyonê ya mucahîtên El Şîmal' ava kir. Di civînê de got, 'Divê herêm ji Kurdan bê paqijkirin' û bi vî rengî tevgeriya. Di 27'ê Tîrmeha 2013'an de li herêma Sefîre ya Helebê êrîşî Til Hasil û Til Eranê kir. Di êrîşê de 62 kes hatin qetilkirin, 176 kes jî birîndar bûn. Temamiya Kurdan jî ji Til Eran û Til Hasilê hatibûn koçberkirin. Heman Egedî, di Îlona 2014'an de piştî ku DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, bi israra dewleta Tirk tevî pêşmergeyan derbasî Kobanê hate kirin. Egelî piştî hefteyekê ji Kobanê reviya.

Di halê hazir de eşîra wî jî Egedî nas nake û şermezar dike.

ÊRÎŞ ÇIMA LI DÊRAZORÊ HATE KIRIN?

Gelek sedemên xwe hene bê çima êrîş li Dêrazorê hatiye kirin. Sedema sereke jî rewşa wê ya cografîk e. Hêzên herêmî û navneteweyî ji ber rewşa xwe hewl didin li vê derê serwer bibin. Sedema duyemîn jî rewşa eşîrî ya li herêmê ye. Hêzên ku derfetê dibînin hin eşîran parçe bikin û bi desthilatdarî û pereyan ber bi aliyê xwe ve bikişînin, giraniyê didin ser vê herêmê.

Sedemeke din jî çavkaniyên dewlemend ên binê erdê yên li herêmê ye. Piştî Cizîrê li vê herêmê herî zêde çavkaniya petrolê heye. Li vê herêmê, gelek hêz hewl dide van çavkaniyan bixin bin kontrola xwe. Ev çavkaniyên petrolê niha di bin kontrola QSD'ê de ne. QSD ku herêm ji DAÎŞ'ê rizgar kir, ji ber vê yekê dibe hedef.

Mînak, Rûsya ku dema herêm di destê DAÎŞ'ê de bû bi ti awayî dest lê werneda, piştî ku herêm kete bin kontrola QSD'ê, weke karê destpêkê êrîş bir ser depoyên petrola xav û navendên veguhastinê îmha kir.

Hebûna gelek şaniyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê, bala hêzên herêmî û navneteweyî dikişîne ser xwe. Li hemberî hevkariya QSD'ê û koalîsyona navneteweyî, şaneyên DAÎŞ'ê yên li herêmê dikevin nava tevgerê û êrîşî sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Tirkiye û Erdogan serkêşiyê ji van hêzan re dike.

Tirkiye hewl dide nîşan bide ku di navbera QSD û Ereban, di navbera eşîrên Kurd û Eşîrên Kurdan de şer diqewime. Ne tenê nîşan dide, armanca dewleta Tirk a bingehîn ew e ku li herêmê şerekî bi vî regnî biafirîne. Tevî vê yekê dixwaze sîstema gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û paradîgmaya jiyana nû, azad, demokratîk, jiyana hevjiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk bibe.

Bi êrîşên li ser Dêrazorê re hêza şerê taybet a Tirk stratejiyeke şer xiste dewrê. Bi rêya pirsgirêkên li Dêrazorê destpê kirin, êrîşî Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê dike. Tê payin ku êrîş dewam bikin. Tê payin ku êrîş dema bê jî dewam bike. QSD jî li gorî vê yekê hewl dide tedbîran werbigire û lîstikan têk bibe.