Dewleta Tirk hîn jî şer li ser Sûriyeyê ferz dike
Tirkiyeyê bi rengekî yekalî şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye. Timî êrişê dike, gefan dixwe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ti awayî li ser wan metirsî û gef nîne.
Tirkiyeyê bi rengekî yekalî şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye. Timî êrişê dike, gefan dixwe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ti awayî li ser wan metirsî û gef nîne.
Di nava Sûriyê de desthilatiya rejîma BAAS’ê hat qedandin. Rejîmên despotîk û hişk gelemperî nermbuyîn û reforman re girtî ne. Rejîmên ku ji gel qut dibin û hebûnên xwe dispêrin hevsengiyan, dema ku ev hevsengî dugeherin nikarin li ser piyan bimînin. Bi vê awayê Sûriyê mînakeke pir hînker e. Ruxmê pêvajoyeke ku rêvebiriya Esad ewqas lewaz û di xeteriyê de bû jî nêzî guhertin û reforman nebû.
Niha mijara ku herî zêde tê meraq kirin dê Sûriyêya nû çawa bibe ye. Dê cihê BAAS’ê rejîmeke mezhep perwer were avakirin an avahîyeke demokratîk were avakirin? Bersiva van pirsan ji bo pêşeroja Sûriyê pir girîng e. Em hêvîdarin ku Sûriyeke di nava bawerî, çand û fikrên cuda bi awayekî azad bikaribin xwe rêxistin bikin were avakirin. Sûriyêke wisa ji bo Rojhilata Navîn jî dê bibe destkeftiyeke mezin. Divê hemû hêzên Sûriyê, Ronakbîr û lêgerînvanên demokrasiyê bikevin tevgerê.
Sûriyê ruxmê şerekî giran û rûxîner yê navxweyî jî bi awayekî bêxwîn rejim guhart. Şam ket. Dîmenên wisa bixwîn û pevçûnên mezin nexuyan. Bi Helebê ve destpê kir û bi giştî bê pevçûn ber bi Şamê ve çû. Heremên din yên serî hildan jî wisa serî li çalakiyên tolhildanê nedan. Ev jî destkeftiyeke erênî ye. Vê jî bi awayekî aşitîyane ji bo çareseriya pirsgirêkê gelan û hêzên din bingeheke baş ava kir. Divê herkes girîngiya vê baş fêm bike û li gorî wê tevbigere. Ev yek dê ji bo pêşeroja Sûriyê bibe destpêkeke pir baş.
Li vir ya şaş û îstîsna ewe ku dîsa dijminahiya Dewleta Tirk ya li bêperwa li hemberê Kurda ye. Piştî ku Heleb ket çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker bê sekin Kurd kirin armanc. Şehba û Til Rifata ku piraniya wan li Efrînê koçber bûne û di konan de jiyan dikin, bû qada êrîşan. Ev navçe hatin dorpêç kirin û pevçûnên dijwar rû dan. Hêzên Kurdan ji bona ku pêşiya komkujiyên nû bigrin gel ji wê heremê derxistin, kişandin Minbiç û Tebqayê.
Niha li Sûriyê tenê di herêma tê de pevçûn tên jiyan kirin, ew çeteyên ku di bin serweriya Tirkiyê de Minbiç û Tebqa dorpêç kirine û li wir êrîş dikin. Derveyê wê cihên hundur yên wek Til Temirê de jî êrîş hene. Hêzên ku bi Sûriyê ve eleqeder bi giştî bangawaziyên bê pevçûn dikin. Di rewşa heyî de derveyê hêzên girêdayî dewleta Tirk hemû hêz ji gor vê bangawaziyê tevdigerin. Herî kêm wisa dixwiyê. Dewleta Tirk bi fermî nabêje ‘ez şer dikim’ lê hêzên di bin serweriya xwe de dişîne eniyên şer. Di esasa xwe de pêwîstî nabînin ku pir veşêrin jî. Bi awayekî eşkere dibêjin ku ‘Em destûr nadin ku Kurd bibin xwediyê statuyê’ û hwd. Demeke ku rejîma BAAS’ê ketiye de çi pirsgirêk an jî dijminahiya komên Sûriyê yî ji Kurdan re hebe? Kurd êrîşên kesê/a nakin. Komên ku erîşê Tebqa û Minbicê dikin li dû çi ne? Xwesteka Tirkiyê ya ji holê rakirina Rêvebiriya Xweser diyar e.
Tirkiye tiştên ku pêk tên hemuya bi PKK’ê ve îzah dike. Ev bi wateya xwe ya herî rast ve taqtîkeke Şerê Taybet e. Komên Sûriyê re nabêjin terorîst. El Nûsra lîsteya wan ya terorê de ye lê pêşketina wan bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Sankî Artêşa Tirk ya qaşo bi nav û deng pêş dikeve wisa tevdigerin! Dema ku dor tê Kurdan dibêjin ‘Em firsendê nadin terorîstan.’ Pêwîstiya veşartina jor de nêrîna xwe jî nabînin. Pir bi kîbîr in.
Sûcê mezin yê PKK’ê çiye ku her tim tê armanckirin? PKK’ê dema ku DAIŞ êrîş kir piştgriya gelê Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir. Derveyê vê tiştekî wisa nebaş kiriye nîne. Ji bo ku Kobanê nekeve Rêber Apo bangawazî kir û li ser vê bangawaziyê hezaran ciwan li Bakûrê Kurdistanê ruxmê astengiya Dewleta Tirk jî bendê têlan derbas kirin û çûne alîkariyê. Gerîlayên PKK’ê hezarî zêdetir windahî dane. Berxwedana Kobanê de hêzên serkêşiya DYE de yên Koalîsyonê jî roleke aktîf lîstin. Piştê vê hemû tişt bi hevkariya koalîsyonê ve hatin kirin.
Cihên ku di deste DAIŞ’ê de derxistine de meclîsên xwe ava kirine û xwe bi rêve dibin. Parastina herêman û kar bi rêya van meclîsan ve pêk tê. Bi vê awayê di pratîkê de rêveberiya herî demokratîk ya li Rojhilata Navîn derketiye holê. Hemû gelên heremê û komên baweriyan îradeya di nava hev de jiyaneke aşitîyane derxistine holê. Vê rêvebiriyê ji Tirkiyê re şer îlan nekiriye. Berovajî wê her tim xwestiye ku di nava têkiliyên baş de bin. Derveyê vê hêz û potansîyela wan ya ji bo Tirkiyê bibin xeterî jî nîne.
Tirkiye ji bo serûbinkirina her tiştî buye pispor. Bi xwe yekalî heremê re şer ragihandîye. Her tim di bin eriş û gefan de digre. Li wê derê şerekî yek alî ya dewleta Tirk heye. Bakûr û Rojhilatê Sûriyê teqez ji bo Tirkiyê gef û xeterîyê ava nake.
Di cîhanê de wêneyekî erênî ya Rojava heye. Azadî û demokrasiyê dixwaze û pêktîne. Ji ber têkoşîna li dîjî DAIŞ’ê jî ji bo wan nêzîkatiyek di milê erênî de heye. Hêz û pêşengtiya tevgera jinê jî di cîhanê de bi awayekî erênî tê temaşe kirin. Tirkiye ji bo ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bide jibîrkirin û wê nêzîkbûyinê ji holê rake her tiştî dixwaze bi PKK’ê ve raber bike. Yê ku bêje, di vê welatê de bi milyonan mirov jiyan nakin. Dema ku qala heremê dike jî dibêje ‘Cihên di bin dagirkeriya PKK’ê.’ Ji bo tu komên çeteyan jî vê nabêje. Ji bo DAIŞ’ê jî negot. Lê dema dor tê Kurda her tiştî bi gotina terorê ve raber dike.
Dewleta Tirk hebûna PKK’ê ya di lîsta terorê de heta dawî bi awayekî xirab bikar tîne. Di bin gotina “Li dijî terorê şer dikim”de, dixwaze şer û kiryarên xwe yê li dijî Kurdan veşêre. Niha êrîşa xwe ya li dijî Sûriyê û rijandina xwînê jî bi PKK’ê ve şîrove dike. Rewşeke sosret heye. Niha çete jî xwînê narijînin. Cîhan dibêje bila derbasbûna pêvajoya nû bê xwîn be lê Tirkiye mirin û wêraniyê dispêre kurdan.
Di bin roniya van rastiyan de erka Kurdan ya ji bo raya gel a cîhanê re rast veguhastina pêşketin û rastiyan heye. Divê hemû avahî, taybet yên ku karê çapemenî û dîplomasiyê dikin, derdorên polîtîk, hêzên şoreşger û demokratîk bi ruhekî seferberiyê ve destûrê nede ku Tirk rastiyan berovajî bikin. Yên ku dibêjin em demokrasî û azadiyê dixwazin divê van tiştên ku hatine diyar kirin wek talîmatekî pêk bînin û wisa tev bigerin.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî