Dewleta Tirk a dagirker bombe li gund barand

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiye yê Duhokê barand. Di êrîşê de gelek malan zirar dîtin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî nûçeya Rojnews’ê, di çarçoveya planên dagikirinê de duh bi şev artêşa Tirk gundê Guherzê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Duhokê topbaran kir.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk raste rast gund topbaran kiriye, ji ber êrîşê gelek xaniyên welatiyan xirab bûne. Herwiha wesayîtek ya welatiyan jî ziyan dît. Li gorî dîmen û wêneyan, ziyanek mezin gihiştiye xaniyên welatiyan, derî û pencere şikestine.

Ji ber êrîşa dewleta Tirk tirsek mezin ket nava xelkê gund. Zarok heya danê siharê nekarîn ji ber êrîşan razin.