Desthilata faşîst darbeyê dike

Desthilata AKP-MHP ya faşîst dê darbeyên siyasî yên nû bike. Berê serê tûj yê vê darbeya siyasî elbet dê li hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd be.

Kurd hemû li hemberî pêkanînên dewleta Tirk ku li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, isyan dikin. Niha polîtîkayên dewleta Tirk tev der barê qirkirina Kurdan de ne. Divê pêkanînên dewleta Tirk hemû wisa werin fêmkirin. Giringe Kurd, hêzên demokrasiyê û hêzên cîhanê jî vê rastiyê wisa bizanin. Ku ne bi vê nêrînê be polîtîkayên dewleta Tirk nayên fêmkirin.

Niha li Tirkiyê îtîfaqa AKP-MHP li ser kar e. Esas yê ku berê polîtîkayên hikûmetê diyar dike MHP û dewlet Bahçelî ne. Her kes dizane MHP faşîst e, û dijminê Kurdan e. Xeyala MHP ya Turan heye. Armanca yekê ya vê xeyalê jî tinekirina Kurdan e. Tevahiya Kurdistanê qada berfirehbûn û belavbûna Tirkan a netewî dibînin. Ji ber vê sebebê bi qirkirina fîzîkî an jî çandî, divên li Kurdistanê Kurdbûn were tinekirin. Tenê ne Bakurê Kurdistanê di serî de Başûrê Kurdistanê, Rojava û Rojhilat jî di nav armancên wan de ne. Bi taybet Başûr û Rojava armancên wan yên dema nêz in. Hesabê wan ew e, piştî vê jî Rojhilat bikin armanc. Bala xwe bidinê dema dawî li dijî nirxên civaka Kurd û Kurdbûnê êrişeke berfireh heye. Hema bi navê Kurdbûnê çi hebe dixwazin ji kokê de tine bikin û biqelînin. Ji bo bigehin vê armancê jî di serî de divê qirkirina siyasî pêk were û vê îradeyê ji holê rakin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd ji ber vê girtî ne. Dixwazin Kurd dest ji daxwazên azadî û demokrasiyê berdin. Armanca domdar û mayînde ya qirkirina siyasî ev e.

Divê bê zanîn desthilatiyek ku MHP rênîşanî polîtîkayên wê dide, her tim dikare her kêliyê êrişek nû li dijî Kurdan pêk bîne. Lazim e ku em Kurd vê rastiyê bizanin û xwe ji bo van êrişan amade bikin. Divê Kurd bi derfetên xwe hemûyî xwe rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Ji ber ku ev desthilata faşîst û qirker li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê xwe ji bo pêkanîna êrişên nû amade dike. Divê ti kes nekeve nava xefletê. Ji derveyî têkoşînê ti rê û rêbaz vê desthilatê paş naxe û têk nabe.

Desthilata AKP-MHP bi darbeyên siyasî û hiqûqî li ser lingan dimîne. Ku ev desthilatî darbeyên nû pêk neyîne, êrişên nû neke nikare li ser piyan bimîne. Siyasetmedarên Kurd hemû divê vê bibînin. Siyasetmedarên Kurd li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê giring e ku vê bibînin û nekevin xefletê. Desthilata AKP-MHP hikûmet û desthilata qirkirina Kurdan e. Polîtîkayên xwe hemûyî li ser vê xetê pêş dixe.

Desthilata faşîst a AKP-MHP der barê pêkhatina darbeyek li dijî xwe propagandayê dike. Û di vî warî de hewl dide têgehiştinekê çêke. Lê îtîfaqa AKP-MHP bi çêkirina vê rojevê re xwe ji bo darbeyên siyasî yên nû amade dike. Desthilata AKP-MHP ya faşîst dê darbeyên siyasî yên nû bike. Berê serê tûj yê vê darbeya siyasî elbet dê li hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd be.

Di rastiyê de li Tirkiyê darbeya nû hatiye pîlankirin û ketiye pratîkê. Amadekirina bingehê polîtîk û psîkolojîk yê darbeyê gava pêşî ye. Armanca vê darbeya nû ew e, hemû hêzên muxalif an teslîm bigire an jî biperçiqîne. Dengê lingên darbeyê tê, yên ku vî dengî nabihîzin ew di nava xefletê de ne.

Divê baş bê fêmkirin ka çima MHP vê argumana darbeyê ewqas ji dil himêz dike. MHP çawa ku rêxistinên çete yên girêdayî xwe rêxist û ew bi çekan gurçûpêş kir; wisa jî di nava teşkîlata polîs de gelek zêde bi cih bû. Li şûna bi hezaran polîsên ji kar hatin avêtin, MHP’î bi cih kirin. Jixwe komên çekdar yên girêdayî gladyoya qesrê ya şefê wê Erdogan e jî hatine rêxistinkirin. Armanca van rêxistinkirinan tevan dest jê bernedana desthilatê ye. Ji bo bi darê zorê li desthilatê bimînin, van komên çete wisa rêxistin dikin. Beşek ji yên di encama qanûna înfazê de derxistîn derve jî dê bi vê armancê werin rêxistinkirin. Kurtûkurmancî ev desthilatî bi hilbijartinê naçe û hilnaweşe. Ku hilbijartinek pêk were jî, dê wê ji bo rewabûna xwe taze bikin, çêkin. Ji bilî hilbijartinek ku encamên wê ji berê de hatiye eyarkirin ku mirov li bendê be li Tirkiyê hilbijartinek pêk were, tê wateya nefamkirina rastiya desthilata heyî. Rojeva darbeyê ya li Tirkiyê, ji bo serîgirtina darbeya ku pêk bînin çêkirin. Ji ber wê ev mijar kirin rojevê. Dizê malê bi ser xwediyê malê de diqîre. Dibêjin darbe bibe em ê filan û bêvan tiştî bikin. Ya rast bi van gotinan kesên ku li dijî darbeya ew pêk bînin rawestin tehdît dikin.

Di encamê de giring e ku hêzên siyasî yên civaka Kurd û hêzên demokrasiyê xwe rêxistin bikin, tifaqa xwe mezin û fireh bikin û li dijî darbeyek wiha li ber xwe bidin. Yên ku rewşa siyasî rast nenirxînin, dê bikevin nava xefletê û winda bikin.

Bi hêviya ku dê Kurd tev li dijî qirkirina xwe zêdetir hişyar bin û berxwedana pêwîst raber bikin…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA