Desthilata Îranê bi sêdarekirinê nikare îradeya Pexşanan bişkîne

Pexşan nûnertiya îradeya azad a jinên Kurd e. Pexşan dewamiya îradeya Sara û Zîlan û Bêrîtan û Viyan û Şîrîn û Leylayên Kurdistanê ye. Îro em hemû Pexşan in.

Sîstema hîyerarşîk a pîrsalar ji bo ku bikare desthilatdariya xwe bihêle, bi awayên curbecur wan kesên ku dengê xwe li hember neheqî û çînperestiya wan bilind dikin, ceza dike.

Her sîstemeke netewe-dewletên îroyîn ên cîhanê, li gorî fikr û eqliyeta wê civakê ya ku li ser wan desthilatdariyê dike, şêwazeke cezadan û jinavbirinê - çi di warê fikrî de û çi jî di warê fîzîkî de - pêk tîne. Ev cezadan carinan bi awayekî pir paşverû û dogmatîk pêk tê û carinan jî bi şêwazeke gelek zirav û nermik di bin navê şaristanî û lîberalîzmê de tê pêşxistin ku mirov pê nahese ku ji hêla hestan ve ji nav çûye. Mirineke wisa ku di Yûnanistana kevnar de wek “otenazî” yan mirina bêêş dihate binavkirin.

Bi dirêjahiya dîroka sîstema desthilatdar, kesên ku li dijî vê sîstemê rabûne û cîhaneke demokratîk û wekhev ji bo mirovan ava kirine hebûne. Piraniya wan kesên ku pêşengiya van şoreşan kirine, pêxember bûne ku di dîrokê de Rojhilata Navîn rola sereke ya van serhildanan lîstiye, tê gotin ku 124 hezar pêxember li vê herêmê hatine dinyayê.

Di vê sedsala bîst û yekem de ku Şerê Cîhanê yê Sêyem destpê kiriye û gihîştiye qonaxeke nû û her roj bi awayekî li goşeyekî cîhanê xwe nîşan dide, rola şoreşa îdeolojîk heta asteke wisa girîng e ku em dikarin bibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyem şerê zihniyetê ye.

Rêber Apo dibêje: “Sedsala bîst û yekem, sedsala azadiya jinan e.” Gelo ev gotin tê çi wateyê? Pergala baviksalar ji bo ku bikare xwe li ser pêyan bigire û rewabûnê bide xwe, divê fikra desthilatdar-kole , koledar-kole di mêjiyê mirovan de ava bike. Ji ber ku nikare her dem bi zext û zorê civakê bi rê ve bibe. Desthilatdar cara yekem xwe li ser jinan ferz dike. Bi gotineke din, bindestkirina jinan û serdestbûna li ser jinan, kolebûn û zincîrkirina civaka azad a mirovahiyê ye.

Dewleta Îranê di birêvebirina civakê de xwedî ezmûn û siyaseta xwe ya taybet e. Piştî ku axundan bi alîkariya dewletên hegemonîk nirx û destketiyên demokratîk ên Şoreşa Gelan a Îranê di sala 1979’an de dizîn, sêdarekirina mirovan bi awayekî sîstematîk dimeşîne. Bi awayekî wisa ku di cîhanê de Îran ji hêla sêdarekirinê ve di pileya duyem de ye.

Cezaya sêdarekirinê ji aliyê psîkolojîk ve hesta fetisandinê bi mirov re ava dike. Dema ku mirov li sêdarekirina kesekî dinêre, çend saniyeyan be jî, xwe dixe cihê wî kesî. Ew hesta fetisandinê her tim di bîreweriyên mirov de dimîne. Ji ber vê yekê, di hiqûqa mafên mirovan de sêdarekirin wek êşkenceyê tê pênasekirin. Desthilata Îranê hin sêdarekirinên xwe li ber çavên gel pêk tîne da ku bikare gel bitirsîne û psîkolojiya wan xerab bike. Dema ku di fikra mirov de tirsa fetisandin û cezakirinê hebe, mirov teslîmî sîstema serdest dibe. Sîstem bi sêdarekirina kesekî bi tenê cezayê nade, her wiha wî takekesê civakê jî difetisîne ku ji kesê sêdarekirî cudatir difikire û vê peyamê dide gel: Her dijberiyeke li hember min dê bi sêdarekirinê bê bersivandin.

Bê guman sêdarekirin qirêjtirîn ceza ye ku sîstema desthilatdar pêk tîne. Heta îro dewleta Îranê ji hemû gel û dîn û baweriyên wî welatî gelek kes bi tawanbarkirinên curbecur sêdare kirine, lê balkêş e ku di nav vê alozî û van qeyranan de ku niha desthilata Îranê tê de ye û nikare serê xwe bixurîne û heta guh di heriyê de çeqiyaye, cezaya sêdarekirinê bi ser du jinên siyasî de bi navê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemmedî ferz dike.

Pexşan Ezîzî bi sûcê ku bi dilxwazî birîndar û koçberên şerê Sûriyeyê derman kirine û di nav wê hemû tevliheviyê de tevî çekekê wêneyek kişandiye, divê here ber sêdareyê.

Lê çima divê desthilata Îranê ya ku li dijî hemû cîhanê rabûye, ji wêneya jineke Kurd ku çek di destê wê de ye, bitirse? Piştî destpêkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê desthilata Îranê hest pê kir ku ev ne tenê nerazîbûn û xwepêşandaneke asayî ye ku gel piştî demeke kurt wê ji bîr bikin û dîsan bikevin bin zordariya wan; berevajî, şoreş û serhildaneke berfireh û bihêz e ku xwedî fikr û felsefeyekê ye û gel bi xwe xwedî lê derdikeve. Ev banga sûrê Îsrafîl e û hatiye da ku dawî li temenê tijî derew û cînayet ê desthilatê bîne. Ya ku desthilat zêdetir rastî şok û panîkê kir, ne berbelavbûna şoreşê li her çar aliyên Îranê bû, berevajî vê yekê, pêşengiya jinên Îranê bi taybetî jinên rojhilatê Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê desthilatê piştî ku bi awayekî bê exlaq ev serhildan tepisand, li ber çavên tevahiya cîhanê komployek çêkir da ku bikare çend rojên din li ser kursî bimîne. Jehrkirina dibistanên keçên Îranê yekemîn komplo û tolhildana axundan bû. Desthilatdariya Îranê dixwaze bi sêdarekirinan civakê bêdeng bike. Berê jî bi damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) desthilata Îranê hest kir ku ev tevger ji tevgerên Kurdî yên berê cudatir e. Ji ber vê yekê bi sepandina cezaya hetahetayî û îzolekirina Zeyneb Celaliyan û sêdarekirina Şîrîn Elemhûlî û hevalên din, xeyala pêşîlêgirtina şoreşa jinên Kurdistanê di serê desthilatê de hebû.

Pexşan Ezîzî sûcê wê ew e ku hest bi êş û jana mirovan kiriye. Nekariye bêdeng û bêhelwest bimîne û fedakarane bi hawara wan ve çûye. Pexşan nûnertiya îradeya azad a jinên Kurd e. Pexşan dewamiya îradeya Sara û Zîlan û Bêrîtan û Viyan û Şîrîn û Leylayên Kurdistanê ye. Îro em hemû Pexşan in.