Dersên ku divê ji şewatan werin standin

Di bin pergal û êrîşa qirker û talanker a heyî de tu ewlehiya jiyana gelê Kurd tune ye. Heya ku ji aliyê aborî, siyasî, ewlehî û hemû aliyan ve xwerixistinkirin û xwerêvebirina pêş nexin, ne pêkan e ku li vê dinyayê bijîn.

Herêma di navbera navçeyên Xana Axpar û Şemrexê de bi awayekî eşkere şewitî. Zevî û daristanên li wê herêmê şewitîn û bûn xwelî. Di encama şewatê de 15 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran zîndewer şewitîn û bûn xwelî. Ji hemû aliyan ve zirarên pir cîdî hene. Ew xaka xweşik niha weke komirê reş bûye.

A rastî xaka Kurdistanê ne biyaniyê şewatan e. pergala şerî ya taybet a dewleta Tirk bi dehan salan e di hemû havînan de daristanan dişewitîne. Bi vî awayî dibêje ku ez li dijî gerîlayan şerî dikim. A niha jî li gelek heêmên Kurdistanê şewat hene. Hemû bomberan teqez dibin sedema derketina şewatan. Şewata li herêma di navbera Xana Axpar û Şemrexê de ne ji ber bombebarandinê derket. Lê belê bi awayekî manend têlên ceyranê bûbûn sedem ku ev 35 sal in nayên temîrkirin. Ji ber vê yekê sedema derketina şewatê eşkere bû: DEDAŞ’a ku têlên ceyranê temîr nake û herikina ceyranê bi awayekî rast nade! Disa desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo vemirandina şewatê tu tişt nekir. Jixwe ji yê ku bûyî sedeme derketina şewatê nayê hêvîkirin ku şewatê vemirîne.

Niha jî ev du hefte ne dîmenên tirsnak yên şewata berbehs tên weşandin. Têkildarî şewatê nirxandin û nîqaşên piralî hene. Bi baldarî tê lêkolînkirin bê ka şewat ji ber çi derketiye û çima zû nehate vemirandin. Berpirs û sûcdarên vê şewatê yek bi yek derdikevin holê. Jixwe her tişt jî bi awayekî zelal li meydanê ye. Rewşeke ku wisa were veşartin û guhertin jî tune ye. A rastî AKP’yîyên weke sûcdar û berpirsiyarên vî karî ji bo ku bûyerê biguherînin û nedin fêmkirin gelekî hewl didin. Lê belê weke biwêja roj bi bêjîngê nayê veşartin, ew hewldanên AKP’yîyan jî bê bandor in.

Di vê mijarê de rêxistin, parlamenter û rêveberiyên şaredariyan yên DEM Partiyê gelekî li ber xwe didin û li ser bûyerê disekinin. Di destpêkê ve weke ku bûyer eşkere kirin jî ji bo vemirandina şewatê û ji bo kewandina birînên gel xebateke girîng bi rê ve dibin.  Her wiha bi seferberiya hêza gel, tevlîbûna xebatan pêk tînin. Jin, zilam,zarok û hema bibêje her kes seferber bûye.

Pir zelal e ku em nikarin jivan re tiştekî bibêjin. Siyaseta demokratî û gelî yaku diket ser milên wan bi cih anîn. Lê belê ji ber ku derfet û amûrên vemirandina şewatê kêm bûn, hewldanên vemirandina şewatê zêde bi bandor nebûn û zirarên ku dikarin pêşiya wan werin girtin, ji ber van sedeman pêşiya wan nehatin girtin. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKÛ û MHP’ê derfetên di destên xwe de di dema hewce de neşandin.

Her wiha ev der Kurdistan e; Di bin dagirkerî û êrîşa dewleta Tirk de ye. Jixwe dewlet ji bo ku kesên li ser vê xakê dijîn tune bihesibîne û tune bike bi hemû hêza xwe seferber bûye. Hewl dide ku însanan bikuje, demografiyê biguherîne, qirkirina çandî pêk bîne, daristanan bişewitîne û xwezaya Kurdistanê talan û wêran bike. Ji ber vê yekê tê fêmkirin ku çima dewleta Tirk û desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo vemirandina şewatê derfetên xwe seferber nekirine û hewl nedane şewatê vemirînin. A rastî ne dirust e jî ku mirov tiştekî cuda ji dewlet û hikûmeta berbehd hêvî bike.

Bi kurtasî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de careke din bi awayekî zelal statûya dewleta Tirk dagirker a li ser Kurdistanê nîşan daye. Gelek kesan ev yek bi vî rengî anî ziman. Ev rewş gelekî zelal e. Di bin pergal û êrîşa qirker û talanker a heyî de tu ewlehiya jiyana gelê Kurd tune ye. Heya ku ji aliyê aborî, siyasî, ewlehî û hemû aliyan ve xwerixistinkirin û xwerêvebirina pêş nexin, ne pêkan e ku li vê dinyayê bijîn. Ev jî dikare bi pergala konfedaral a demokratîk ya girêdayî xweseriya demokratîk bi rehetî were pêkanîn. Şewatê careke din bi awayekî zelal nîşan daye ku xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêdiviymb pir girîng in.

Em dikarin vê yekê ji aliyê Kurdan û çareseriya Pirsa Kurd de weke bingehîn dersê  pênase bikin. Em dikarin vê mijarê bi awayekî berfirehtir û bidetaytir îfade bikin. Bê guman ev yek jî girîng e û dersên rast yên ku wê jê werin standin jî ji aliyê rast hişmendîbûna gelê Kurd ve pir girîng e. Bi kurtasî haya me ji rewşê û girîngiya wê heye.  Lê belê ger em dersên şewatê tenê bi Kurdistanê re sînordar bikin, em ê hinekî çarçoveya mijarê teng bikin.  Ger şewat ne li Mêrdînê li Artvînê derketa wê demê wê rewş çawa bûya?

Hin kesên ku têkildarî şewatê nirxandinên xwe dikirin bersiva: ‘’Dewletê wê demildest hemû derfetên xwe seferber bikirana û şewat vemiranda’ dan. Bê guman dewlet weke şewata li Mêrdîn û Amedê  li nêzî şewata Artvînê nedibû. Jixwe em vê yekê bi awayekî eşkere dibînin. Lê belê dîsa jî gumanên me hene ku wê ne wekî bersivên hatîne dayîn, bin. Çimkî Tirkiyeya mezin bi pergala ev qas hatî navendîkirin, nikare were birêvebirin. Erê di pergala heyî de derfetên navendê bi kar tîne lê belê derdor di heman astê de nikare bi kar bîne.

Nexwe wê demê hewce ye em çi bikim? Pir diyar e ku divê em pergala navemdî ya heyî derbas bikin û kartêkeriya rêveberiyên xwecihî pêş bixin. Gelek qadên weke aborî, perwerde, ewlekariya navxweyî û tenduristiyê hewce ye bi taybet di asta rêveberiya xwecihî de werin birêxistinkirin. Hewce ye em ji pergala walitiyê ya bi temamî girêdayî navendê derbas bikin û pergala rêveberiya xwecihî ya bi hilbijartinan tên hilbijartin, pêş bixin. A rastî ger em ji şewata ku di navbera Mêrdîn û Amedê de derketî dersên bi vî rengî bistînin wê demê em ê bikarin bibêjin ku rewş rast hatiye fêmkirin. Yanî tekane rêya çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî pêşxistina pergala xwerêveberiya demokratîk e.

Girêdayî vê yekê, ez hinekî jî qala rewşa bendewariyên ji dewletê bikim. Nirxandinên şewta Şemrex û Xana Axparê bi awayekî mafdar tim têkildarî sazî û rêveberiya dewletê bûn. Hin ji van rasterast sedema şewatê bûn, hin jî ji ber nêzîkatiya vemirandina şewatê ya nerênî yan jî sûcdariya dewletê bûn. Ji ber vê yekê di serî de têkildarî DEDAŞ, desthilatdariya AKP û MHP’ê û saziyên dewletê çi jî were gotin kêm e.

Lê belê ma têrê dike û rast e ku bes ev derdor werin rexnekirin û sûcdarkirin? Ev yek wê çareseriya rast ya ku em lê digerin, bide me? Li gorî me wê ev yek ne rast be û wê çareseriya rast nede me. Ji wê wêdetir ev cure nêzîkatî her tiştî girê dide dewletê û civaka birêxistinkirî tune dike û civakeke ku her tiştî ji dewletê hêvî dike, derdixe holê. Gelo ev feraset û nêzîkatî rast e? Pir zelal e ku ne rast e. Ger tu her tiştê xwe ji dewletê hêvî bikî, dewlet jî wê ne li gorî hêvî daxwazên te wê li gorî xwe tev bigere. Wê demê jî mafê te tune ye ku tu gazindan bikî.

Ji ber vê yekê nirxandinên têkildarî şewatê di gel ku rastin jî lê belê li gorî me ehîl û derbasdar nînin. Tevî ku diyar bû dewlet van yekan nake, hêvîkirina ji dewletê û gava ku nebû jî gazindkirin nabe encameke baş. Ev yek li rastiyên weke civaka demokratîk, gelê birêxistinkirî û siyaseta demokratîk nayên. Lê belê divê di vê mijarê de erk û berpirsiyariyên siyaseta demokratîk, şaredarî û sazî û rêxistinên civakî hebin. Ev cure sazî dikarin heya astekê di warê perwerde, tenduristî, aborî û ewlehiyê de rêxistibûna xwe ya ku pirsgirêkan çareser bike, pêş bixin. Bo nimûne dikarin rêxistinbûnên têkildarî van qadan ava bikin. Her wiha dikarin heya astekê amûrên hewce dabîn bikin. Ger nikarin tu tiştî bikin yan jî bidin kirin jî wê demê jî dikarin li gund û taxan her kesî û hemû gelî perwerde  û birêxistin bikin.

Bo nimûne ger li Mêrdîn û Amedê sazîbûnên bi vî rengî û amadekariyên binesaziyê yên girêdayî wan saziyan hebûna, vemirandina şewata berbehs ev qas zehmet nedibû. Disa ger li gund û taxan gel girêdayî vê yekê bihata perwerdekirin, qet nebe wê bizaniya ku di rewşên bi vî rengî de çi bike, panîk nedikir û xwe ev qas bêçare hîs nedikir. Wê demê divê em tim berpirsiyariyê û sûcî li cihekî din negerin; hinekî jî li xwe binêrin û bi dîtina berpirsiyariyê di wextê wê de egerên wê bi cih bînin. Bûna rêveberiya xwecihî ya demokratîk û xwerêvebirin û xweparastin bes bi vê yekê pêkan e.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka