ANALÎZ

Demokrasiya Tirkiyeya ku Kurd lê tên qetilkirin!

Nabe ku CHP û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê weke ku Pirsa Kurd tune ye, tev bigerin. Bi paşguhkirin û bêdengiyê faşîzm nayê têkbirin û demokrasî jî nayê pêşxistin.

Dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê hêzeke mezin bi cih kiriye û vê yekê berdewam jî dike. Erdogan anîbû ziman ku wê vê havînê operasyon zêde bibin. Jixwe li Bakurê Kurdistanê tevgereke leşkerî ya zêde heye. Agahiyên ku li gelek herêman şer heye tên. Êrîşên li ser Rojava her berdewam dikin. Bi hinceta hilbijartinên xwecihî gef li Rojava tê xwarin. Jixwe dubare tînin ziman û dibêjin ku ew ê bi berfirehiya 30 kîlometreyî tevahiya Rojava bixin di bin kontrola xwe de. Bi kurtasî seranserê Kurdistanê bi êrîşeke diyar re rû bi rû ye û şer li hemû deran berfireh bûye.

Erdogan û Bahçelî hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo vî şerî û dagirkeriyê xerc kirine. Rewşa aboriyê pir xirab e. Hêza kirînê ya gel her ku diçe kêmtir dibe. CHP ji bo mûçeya kêmane û mûçeya teqawidan zemê dixwaze. Ji bo vê yekê daxuyaniyan dide û mîtîngan lidar dixe. Lê belê ji bilî talan û diziyê çavkaniyên aborî ji bo şerê di lijî gelê Kurd tê xerckirin. Ev şer feraseta demokrasiyê ya Tirkiyeyê têk dibe. Her wiha li welat hiqûqeke dualî tê sepandin. Li rojavayê Tirkiyeyê şaredarî nayên desteserkirin lê belê li herêmên Kurdan şaredarî tên desteserkirin. Ev du serdem in hemû şaredariyên HDP’ê desteser kirin. Niha jî ev desteserkirin berdewam dike.

AKP û MHP naxwazin li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê yên rastîn biaxivin û bisekinin. Pirsa Kurd ne tenê pirsgirêka îro ye. Pirsgirêkeke dîrokî ye û hemû gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Di dema şerî de demokrasî tê bêbandorkirin. Hiqûq li bin piyan e. Bi propagandayên nijadperest û faşîst mejiyê gel tê şêlîkirin. Derdora siyasî tê hêrsoyîkirin û muxalefet tê çewisandin. Bi kurtasî dîzîka şerî bi taybet li ser serê gelê Kurd, hejar û kedkaran tê şikandin. Zarokên serweran naçin şer. Ew bê kar û bê pere namînin. Hemû çavkaniyên welêt di bin destê wan de ne.

Li gorî nûçeyan, hêzên nû derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. Behsa zêdetirî deh hezar leşkerên nû bi sedan tankan tê kirin. Zêdekirina hêzê berdewam dike. Êrîşên li dijî qadên berxwedanê zêde bûne. Çekên kîmyewî yên qedexekirî zêde tên bikaranîn. Çapemeniya PDK’ê gelek mijaran nîşan dide lê belê van êrîşên ku wê çarenûsa herêmê diyar bikin û berfirehkirina dagirkeriyê paşguh dike! Rewşenbîr û partiyên Kurd jî bi awayekî hînî rewşê bûne. Li hemberî van yekan nerazîbûneke cidî nayê nîşandan. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û desthilatdariyê hemû Kurdistanê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû dihêle. Dewleta Tirk wê PKK’ê û gerîlayan ji herêmê derxîne û herêm wê ji PDK’ê re bimîne! Piştî paqijiyê wê artêşa Tirk ji herêmê vekişe! Kesekî ku ji vê yekê bawer bike, bi tu awayî dewleta Tirk nas nekiriye. Qet nebe gerîla niha li hemberî artêşa Tirk li ber xwe dide û şerê xwe dike. Gelo piştî ku gerîla ji herêmê hatine tasfiyekirin, ew hêz û îradeya PDK’ê heye ku Tirkiyeyê ji herêmê derxîne? Ne pêkan e. Wê hemû destkeftiyên Başûr werin desteserkirin û ji holê werin rakirin.

Dewleta Tirk li hemberî hilbijartinên xwecihî yên Rojava jî şer îlan dike. Di nava Tirkiyeyê de şaredariyên ku li gorî yasayên wê hatine bidestxistin jî desteser dike. Ma çima Başûrê Kurdistanê li ser piyan bigire? Ma wê ji bo xatirê PDK’ê Kurdan û Kurdistanê nas bikin? Dewleta Tirk ketiye Başûr û bi cih bûye, ma çima jê derkeve? Ma Kurdên ku ev qas xişîm hene? Na tune ne. Ji ber wê yekê divê gel, rewşenbîr û partiyên Kurd demildest li hemberî van kiryarên PDK’ê nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bidin.

Nabe ku CHP û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê weke ku Pirsa Kurd tune ye tev bigerin. CHP ji bo mûçeya kêmane û mûçeya teqawidan zemê dixwaze. Ji bo vê yekê daxuyaniyan dide û mîtîngan lidar dixe û dixwaze van yekan bike rojev. Lê belê li hemberî Pirsa Kurd bêdeng dimîne ku Pirsa Kurd mezintirîn pirsgirêka welatî ye. Bi paşguhkirin û bêdengiyê faşîzm nayê têkbirin û demokrasî jî nayê pêşxistin. Ger derdekî CHP’ê û hêzên demokrasiyê yên muxalîf ên din weke sererastkirina aboriyê hebe, divê pêşiyê li hemberî şer û dagirkeriyê bisekinin. Bedêla vî şerî ji aboriyê re çi qas e? Gelo aliyekî ku vê yekê dizane, dipirse û li ser diaxive heye? Na tune ye. Yên ku hesaba sed mîlyarên mewdûata kûrê dikin, çima di rojeva xwe de buhayê şer nagirin? Erdogan û Bahçelî hema bibêje muxalefetan bêbandor kiriye û dixwaze wan bike ‘’Xumalî û Neteweyî.’’ Hewl didin ku muxalefetê nerm bikin û berê wan bidin ser xeta xwe û bi vî awayî desthilatdariyê di destê xwe de bigirin. Ozgur Ozel dibêje ku hilbijartinên pêşwext nêz in. Lê belê ger şer gur bibe û Erdogan seferberiyê îlan bike, ew ê hilbijartinan di xewna xwe de bibîne! Ger Tirkiyeyeke demokratîk were hedefkirin, divê demildest hemû hêzên demokratîk û yên ne alîgirên şer û faşîzmê nerazîbûn û helwesta xwe li hemberî van yekan nîşan bidin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka