Dagirkeriyeke tund li pêşberî gelê me ye, sîstema cîhanê guh nade vê yekê

Her ku diçe berxwedan berfirehtir dibe, ne tenê ji bo gelê Kurd û xaka gelê Kurd, hetta tevgera Apoyî bûye hêviya gelên din ên bindest li Rojhilata Navîn û cîhanê.

Sîstema Dewletên Yekbûyî maf û azadiyan bi dewletê ve girê dide û bi navê serweriya dewletê komkujî û qirkirina gelan dixe çarçoveya sînorên çêkirî û çavên xwe li hember bikaranîna mûşek û çekên qedexekirî digire. 

Peyman û girêbestên dewletan di esasa xwe de ji bo dabeşkirina xaka gelan e û piştre di çarçoveya sînorên çêkirî de gelan bindest dike. Li hember bilindkirina dengekî azad, sîstema cîhanê maf dide sîstema navxweyî wî dengê azad ji nav bibe. Dema ku pirsgirêkek derdikeve, sîstema cîhanê wek pirsgirêkeke navxweyî ya dewletan li wê pirsgirêkê dinêre.

Em wek gelekî ku xaka wî hatiye dabeşkirin, em xistine ber du cure qirkirinan: qirkirina zihnî wek kurdbûn û ya duyem jî qirkirina cografî di çarçoveya dagîrkerî û dabeşkirinê de. Çanda me ku rehên wê di dîrokê de hene, zimanê me, cil û bergên me, rabûn û rûniştina me ya rojane wek metirsiyek tê dîtin ji bo sîstema navxweyî ya dewletan. Lewma dagîrker hewla qirkirina yekcarî didin, hetta muzîkek ku tê de tu peyve tune ye, tenê deng e lê sîstema zal û rêxistî wê muzîkê wek metirsiyekê ji bo xwe dibîne. Ji ber vê çendê, ji xak û mirov zêdetir êriş birine ser kurdbûnê.

Bê sedem nîn e ku di salên 1930’î de kêleke qebrê di rojnameyên Tirk de dihate belavkirin û li ser dinivîsîn ku Kurd mirin, me Kurd li vir defin kirin. Rastiya sîstema faşîst û eqliyeta desthilatxwaziyê ya wê demê ya Tirkiyeyê bi wê kêlê dihat nîşandan. Kurdbûn hat kuştin û dawî lê hat.

Sedsala yekem a Komara Tirkiyeyê bi vî rengî bû. Lêdana li kurdbûnê û zenûnkirin û jinavbirina kurdbûnê bû. Ji ber vê yekê, sîstema Îmraliyê amade kirin. Mebest ji sîstema Îmraliyê tenê odeyek û çend pasevan û zindaniyek nîn e. Ev sîstem li derveyî Tirkiyeyê hate çêkirin, di dawiya sedsala borî de hate amadekirin.

Sîstema cîhanê sînorên Rojhilata Navîn kişandine. Derya û çiya û robar û hetta kanzayên wê jî dabeş kirine. Her çend sîstema cîhanê sînorên dabeşkirina Rojhilata Navîn kişandibin jî, di heman demê de hemû sîstemên dewletên herêmê jî xistine xizmeta xwe. Wekî du rûyên pereyekî hev temam dikin. Raxistina sifreya talankirina xaka gelan û qirkirina gelan bi hevkariya her duyan tê kirin. Lewra dema ku em li Rojhilata Navîn dinêrin, tevî hemû nakokiyên wan dewletan ku Kevaneya Zêrîn (Kurdistan) li ser wan hatiye dabeşkirin, di mijara gelan de bi taybetî di mijara gelê Kurd de hevdeng û hevsoz in û bi hev re sifreya xwîna ciwan û jin û mêrên Kurd radixin û bi hev re li hember wan komployan dikin. Di vê çarçoveyê de hebûn û nebûna xwe dixin xizmeta qirkirin û pişaftina gelê Kurd. Çavkaniya vê pişaftinê jî faşîzma netewe-dewletên şîdetxwaz e. Komploya wan destpêkê ji dabeşkirin û parçeparçekirinê dest pê dike û hewl didin bi temamî nasnameya Kurd asîmîle bikin û li derveyî dîrokê bihêlin. Ji bo ku komploya wan bigihîje encamê jî, xwestin gelê Kurd bê rêber bihêlin û ji bo vê yekê komploya 9’ê Cotmehê xistin meriyetê û komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo dan destpêkirin ku heta niha jî berdewam dike.

Sîstema cîhanê li ser dîroka gelê Kurd û tevgerên gelê Kurd xwendineke şaş kir û di encamê de şaşiyeke zeq û berbiçav kir. Wisa fikir dikir ku tevgera Apoyî wekî tevgerên berê bi tunebûna serkirde yan kesê xwe yê yekem, ew jî bi dawî dibe. Lê belê ne dawî pê hat, berevajî vê yekê serhildan û berxwedana gelê rêxistinkirî xwedî li Rêber Apo derket. Her ku diçe berxwedan berfirehtir dibe, ne tenê ji bo gelê Kurd û xaka gelê Kurd, hetta tevgera Apoyî bûye hêviya gelên din ên bindest li Rojhilata Navîn û cîhanê.