DAÎŞ'ê çima êrîşî bîranîna Silêmanî kir?

Êrîşa li ser girseya gel a ku serdana tirbeyê kiribû, ji aliyekî ve weke êrîşek li dijî Qasim Silêmanî dikare bê dîtin. Herhal ev jî tê vê wateyê, "Şer li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike, mîna Qasim Silêmanî li Rojhilata Navîn şer bike."

Em dikevin sala 12'an a komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ku di bin rêveberiya Tayyîp Erdogan de ji aliyê Hakan Fîdan ve hate plankirin û pêkanîn. Ji ber heman kesan komkujî û provokasyon dewam dikin. Mînaka herî dawî ya vê jî di 3'ê Çileyê de li bajarê Kirmanê yê Îranê, komkujiya bi navê DAÎŞ'ê bû ku li dijî girseya gel hate kirin ku serdana tirbeya General Qasim Silêmanî kiribû. Hin rêxistinên îstîxbaratê karên xwe yên qirêj û veşartî bi navê DAÎŞ'ê dikin.

Dibe ku hesteke balkêş be, 3'ê Çileyê saet derdora pêncan dema ku bi du komkujiyan li hemberî mirovên serdana tirbeya Qasim Silêmanî kiribûn komkujî hate kirin, yekser komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an hat bîra min û min ji yên li gel re xwe re got, 'DAÎŞ'ê kiriye'. Dema ku min ev got, li ser bûyerê ti daxuyanî nehatibû dayin. Bi navê dewleta Îranê jî daxuyaniyek nehatibû dayin. Tenê çapemeniya fermî ya li Tirkiyeyê ku bi yek zimanî diaxivin, heta ji wan dihat hewl didan bibêjin ku li pişt komkujiyê Îsraîl heye.

Bêguman pêvajoya siyasî ya li Rojhilata Navîn gelekî tevlîhev bû. Piştî du rojan Serokkomarê Îranê Reîsî ji bo serdaneke fermî wê biçûya Tirkiyeyê. Beriya niha carekê ji ber hin sedeman nekarîbû biçûya, serdan hatibû taloqkirin. Çapemeniya alîgirê AKP'ê ev yek dida pêş, qala hewldanên astengkirina têkiliyên Îran-Tirkiyeyê dikir. Lê belê armanca esasî derxistina şerê Îran-Îsraîlê bû, tevlîkirina Îranê li şerê li Xezeyê bû. Bi vî rengî dixwestin ku şer li tevahiya Rojhilata Navîn belav bikin û li ser vê bingehê jî Hamasê rizgar bike. Heta ji wan dihat, şer sor dikirin.

Bandora vê yekê li ser min hebe jî beriya her tiştî bala min li serş êweyê êrîşa komkujiyê bû. Ji ber ku hedefa êrîşê sivîl bû, li pey hev du teqîn hatibûn kirin. Yekser komkujiya Gar a Enqereyê hate bîra min. Yên ku çapemenî şopandin, gotin 'Paket teqiyan, ne mirov'. Bi wî rengî jî be hestên min nehatin guhertin. Ji ber ku hejmara mirî û birîndaran jî bi qasî yên di komkujiya Gar a Enqereyê de bû. Min dîsa jî israr kir û got, 'Dawiya dawî wê DAÎŞ vê êrîşê li xwe bigire'. Ji ber ku ji ber gelek sedemên cuda ne mîna îdîayên çapemeniya AKP'ê bû. Bi lihevhatina hin berjewendiyan DAÎŞ dixistin nava liv û tevgerê. Di rewşa heyî de dibe ku berjewendî bi vî rengî gihîştibin hev. Ji xwe dawiya dawî jî DAÎŞ'ê êrîş li xwe girt. Tevî ku bi vî rengî jî bû hin derdoran hewl dan ku bûyerê berevajî bikin, ku hîn jî heman hewldanê dikin.

Bêguman komkujiyên Pirsûs, Amed û Gar ên sala 2015'an, hemû hatin ragihandin ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine kirin. Lê belê em baş zanin ku ev hemû ji aliyê MÎT'ê ve hate kirin an jî dan kirin ku Hakan Fîdan serkêşî jê re dikir. Ji bo komkujiyên bi vî rengî bike, Hakan Fîdan di nava DAÎŞ'ê de MÎT bi rêxistin kir. Ev rêxistinî jî herî zêde di şerê qirkirina Kurdan de bi kar dianî. Komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê jî bûyereke bi heman rengî bû. Piştre di 23'ê Kanûna 2022'an de jî komkujiyeke bi heman rengî li Parîsê hate kirin. 9'ê Çileyê şoreşgerên jin ên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin. 23'ê Kanûnê jî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.

Ev bûyer komkujiyên AKP'ê bûn ku li derveyî welat kir. Komkujiyên AKP'ê yên li nava welêt bêguman hîn zêdetir bûn. 28'ê Kanûna 2011'an li Roboskî komkujî hatibû kirin. Çileya sala 2016'an jî li Silopiya, Cizîr û Sûrê bi dehan komkujî hatin kirin, li jêrzemînê avahiya mirov hatin şewitandin. Li Silopiyayê sê jinên Kurd ên şoreşger Sêvê, Fatma û Pakîze hatin qetilkirin. Eger mirov komkujiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li wan zêde bike, hingî her tişt digihêje asta herî bilind. Diyar e ku dewleta Tirk di bin rêveberiya AKP'ê de komkujî gihandiye asta herî bilind. Ji ber ku welê li siyasetê hatiye ku ji aliyê mekanîka darbeyê ve tê diyarkirin.

Bêguman rastiya komkujiyê ya dewleta Tirk tenê bi AKP'ê ve girêdayî nîne. Ji avabûnê û pê ve siyaseteke bi vî rengî ya komplo û komkujiyê ji xwe re kiriye esas. Ji Çerkez Ethem heta bi tasfiyekirina paşayên ku şerê rizgariyê meşandin, ji Amedê heta Dersîm û Zîlanê dîroka komara Tirkiyeyê bi komkujiyan hatiye avakirin. Bêguman sedema esasî ya vê yekê jî siyaset û mejiyê qirker e Ev pêvajoya dîrokî ya ku bi qirkirina Ermen, Suryan û Rûm destpê kir, zêdeyî sed sal in bi qirkirina Kurdan dewam dike. Heta ku ev mejî û siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan neyê guhertin, li Tirkiyeyê dawî li komplo, provokasyon û komkujiyan nayê. Ji ber ku Tirkiye demokratîk nabe, ji siyaset û mejiyê qirkirinê rizgar nabe. Ev mejî û siyaset jî tenê komplo, provokasyon û komkujiyan diafirîne. Ji ber siyaset û mejiyê dijminatiya li Kurdan çapemeniya AKP'ê bi yek zimanî êrîşa DAÎŞ'ê ya li Kirmanê bi Îsraîlê ve girê da. Li ser vê bingehê xwest Îranê bixe nava şerê li hemberî Îsraîl û hêzên mîna wê, li dijî Kurdên bi pêşengiya PKK'ê jî bi Îranê re tifaqên nû ava bike.

Sedemeke din a bi vê ve girêdayî ew e ku Rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwaze ji rewşa xitimandî ya li Xezeyê ketiye nav, rizgar bibe. Tayyîp Erdogan bi êrîşkirina Hamasê hêvî kir ku rêyeke nû ya bazirganî û enerjiyê ya ji Hindistanê heta Ewropayê sabote bike, lê belê piştî ku bi wê xeteriyê re rû bi rû ma ku Hamas a di destê xwe de jî winda bike, kete nava panîkê û rewşeke xitimandî. Ji bo vê rewşê biguherîne hemû derfetên xwe bi kar tîne, hemû hêza xwe bi kar tîne. Bêguman di vê çarçoveyê de serî li her cûre komplo, provokasyon û lîstikan jî dide

Hewldana herî mezin a rêveberiya Tayyîp Erdogan a di vê çarçoveyê de ew e ku Îranê bixe nava şerê li Xezeyê. Dikare bê gotin ku ji bo vê serî li her rê û rêbazê da. Hesabê wê yekê dike, ku eger karibe vê pêk bîne wê eniya li dijî Îsraîlê berfireh û xurt bibe, ev yek wê Hamasê rizgar bike û karibe rêya enerjiyê sabote bike. Ji xwe hewldana çapemeniya AKP'ê ya li ser komkujiya 3'ê Çileyê ya li Kirmanê bi vî rengî bû. Di vir de dikare bi vî rengî jî bê gotin, 'sûdwergirtina ji bûyerekê tiştekî asayî ye'. Lê belê eger bûyer bi vî rengî be, zêdeyî sed kesan jiyana xwe ji dest da bin, bi sedan kes birîndar bû bin, hingî ev pîvana giştî derbas nabe. Jê wêdetir mirov dikare bipirse, 'Bi armanca sûdwergirtina ji komkujiyeke bi vî rengî, gelo te komkujî kir?'

Mafê me heye ku em pirseke bi vî rengî li Tirkiyeyê bikin ku ji aliyê Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan ve tê birêvebirin. Dema ku êrîşkar DAÎŞ be, hingî em dikarin tiştekî bi vî rengî bi xurtî bipirsin. Ji ber ku mînakên mîna komkujiyên li Gar û Pirsûsê li ber destê me ne. DAÎŞ piştgiriya herî mezin ji rêveberiya AKP'ê werdigire. Ebûbekir Baxdadî li cihekî li ser sînorê Tirkiyeyê û di bin kontrola Tirkiyeyê de bû xwe veşartibû. Bi êrîşeke bi vî rengî dibe ku rêveberiya Tayyîp Erdogan xwestibe Îranê bitirsîne, lawaz bike, tevlî şerê çalak ê bi Îsraîlê re bike, li dijî PKK'ê hevkariyeke xurt bi Îranê re bike, serdana Serokkomarê Îranê Reîsî ya li Tirkiyeyê li ser vê bingehê binirxîne. Ji vê jî wêdetir bi lihevkirina bi Ermenistanê re dibe ku xwestibe dersekê bide Îranê ku Tengava Zengezorê li Tirkiyeyê girtiye.

Detayeke din a balkêş jî ew e ku komkujiyeke bi vî rengî li tirbeya generalê Muxafizên Şoreşê yên Îranê Qasim Silêmanî hate kirin. Dikare bê gotin ku girseya gel li wir li hev kom bûbû, ji bo êrîşeke bi vî rengî rewş li wir hêsan bû. Belê aliyekî vê êrîşê dibe ku bi vî rengî be. Lê belê her kes zane ku Qasim Silêmanî ji aliyê siyaseta Îranê ya li ser Rojhilata Navîn ve xwedî cihekî pir girîng bû. Êrîşa li ser girseya gel a ku serdana tirbeyê kiribû, ji aliyekî ve weke êrîşek li dijî Qasim Silêmanî dikare bê dîtin. Herhal ev jî tê vê wateyê, "Şer li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike, mîna Qasim Silêmanî li Rojhilata Navîn şer bike. Lewma polîtîkaya AKP-MHP'ê ya ku dixwaze şer li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike û êrîşaş navborî li hev tên. Mîna ku ji Îranê re bibêje 'dest ji lihevkirinên heyî berde, li tevahiya Rojhilata Navîn şer bike' êrîşeke bi vî rengî hatibe kirin. Lê belê em nizanin bê rêveberiya Îranê wê bersiveke çawa bide van peyaman, wê ji hewldanên rêveberiya AKP-MHP'ê yên ji bo lihevkirina li dijî Kurdan re bibêje erê yan na. Di dema nêz de em ê vê yekê bibînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka