Civîna G-20’an lihevhatina Şam,Qamişlo û Enqereyê nîne

Guleyên li Surî û li Hemayê diteqin. Li Bradostan mirov tên kuştin. Ev teqîna guleyan aborîya  dewleta Elman xwirt dike. Hîna Hevdîtinên qesra li Elîsa, Li Washington, li Qamişlo, li Şamê û li Moskova yê encam negirtî ye. 

Hikûmeta AKP’ê di navbera Washington û Moskovayê de dixwaze Kurdan ji holê rabike. Erdogan li Stenbolê Tirkiye wenda kir. Destkeftiyên heremê destkeftiyên Kurdan li Hewlêr, li Qendîl û li Efrînê û heya bajarê Îdlîbê bi hevrakişandinekî mezin  heye. Di vê nexşerî û dizaynkirina heremê de li çiyayên Kurdan şer gur dibe. Her roj bi gelek hincet û pîlanan çiyayên Kurdan tên bombebaran kirin. Civîna G-20’an ya Osaka ti aleqeya xwe  bi  Şam, Qamıslo, Enqere û bi  herema Bradostan re tune ye.

Li paytexta Washington û Moskovayê şerî Kurdan dike

Ji bo statuparêzîya xwe li Îdlibê pêkbînê pîlana S-400’an li ser axa surî hesab dike. Hikûmeta AKP’ê li hember Kurdan dixwaze rêka muzakereyan asteng bike. Li bajarê Îdlibê hewl dide Komên Selefîyan li hember dewletên Ewropayê bikar bîne. Ev komên Selefî di berdêla s-400’an û F-35’an de  di siyaseta rojavayê Firatê  diyar dike. Rusya li hember DYA’ê Erdogan bikar tîne. Erdogan di navbera Nato-Rusya û rejîma Surî de maye. Heke destkeftiyên Kurdan wek Efrîn bikaribe ji holê rabike. wê bibe Bexdadîyê Şam, Enqere, Musil  wê bibe binketina  Kobanê. Ji bo  bikaribe Kurdan di Surî de tune bike. wê ceribandinekî nu pîlan bike. ev îhtîmal ev pîlan wê li gorê pêşketinên heremê çêbibe. Hinek tişt piştê civîna G-20’an wê di rojên pêşde derkeve holê.

Enqere hewl dide hevdîtinên Kurdan li Şamê asteng bike

Artêşa Tirk bi gelek hincetan çiyayên Kurdan li Başurê Kurdistanê, li Bradostan li Metîna li Qendîl li Zap, bombebaranan pêktîne.  Pîlana pençe asê maye.  Hikûmeta AKP’ê li Stenbolê zîleya Kurdan xwar. Wê Enqere hewl bide di navbera Kurdan û Rêveberiya Şamê de hevdîtinan asteng bike. QSD’ê li ser du xalan bi rêveberiya Şamê re dixwaze li hevhatinan çêbike. Di van 2 xalan de  parastina QSD’ê û Modela Reveberiya xweserîyê ye. DYA’ê û Koalisyona navnetewî li rojava Trafîka  xwe ya serdanan zêde dike. Di van hevdîtinan de encama şerê li hember Daiş’ê ye. Heke di vê pêvajoyê de Kurdên li Surî di qada navnetewî de destkeftiyên xwe biparêzîn, wê serdanên qesra li  Elîsa encam bigre. Ji bo statuya Bakur-Rojhilatê Surî Jî Îran-Rusya li gorê hevsengîyên heremê,  wê bi qasê Tirkan li ser Kurdan dijbertî û bazaran nekin. Di peyamên Ocalan de şopandina xeta sêyemîn heye. Ev xeta sêyemîn rêbazekî bi aqil  ji çanda şer dur u bi Rêveberiya Şamê re pêşxistina diyalogê ye. Wê roja duşemê li ser pêşketinên li Suri koma piçuk li hev bicivin.Hêvîya Erdogan koma piçuk e. Wê DYA’ê Îngîltere, Siudî, Fransa van mijaran nîqaş bike. Wê di vê civînê de pêşketinên li Surî bên dest girtin. Gelo? Wê DYA’ê û Rusya li ser alozîya Surî û têkiliyên bi Kurdan re rupelek nû vebike. Wê DYA’ê li ser berjerewendîyên Surîyê bi Kurdan re çareserî u bi lihevkirinekî sîyasî binirxîne.wê bi QSD’ê re li gor hevpeymana herema bi  ewle dîzaynekî nu bê  fikirandin. Şerî li îdlîbê ji polîtîka û navendên Washington û Moskovayê qut nayê bi rêvebirin.

Wê Recep bi destên vala beşdarê zîrveya G-20’an bibe

Erdogan digot nîvê Tirkîyê li pey min e. Di siyaseta Rojhilata Navîn de di hilbijartinên Stenbolê de Tirkiye wenda kir. Hikumeta AKP’ê di sîyaseta Surî û Tirkiyê de wê bi dest vala bi qeyranan beşdarê G-20’an bibe. Di dinyayê de welatên ku ji aburî û sermayeya xwe bawerin wê di 28’ê Heziranê de li bajarê Osaka yê Japonyayê civîna zîrveyê bê lidarxistin. Wê  Erdogan  bi derbeya hêzên demokrasîyê, weke Serokkomarê dewletekî  pirsgirêkan gotubêj bike. Wê sedema kuştina Cemal Kaşikçî neçar bimîne ji prens Selman re behs bike. Disa wê di wan hevdîtinan de bi hincet  û mijara s-400’an bi Trumpê dil nermok re wê  projeyên xwe rêz bike. Heke Erdogan li ser çekên s-400’an li hev kiribe wê bi Trump re hevdîtina çi bike?  Dewleta Tirk di siyaseta xwe de di polîtîkayên xwe de wê di pêvajoya herî xirap de nunertiya vê civînê bike. Di navbera dewletên Ewropa û li ser xeta Ewrasyayê de bê biryar maye, ev bê biryarî politikayên bê encam yên li ser PKK’ê û Kurdan e. 

Wê Daîş li Surîyê an jî li Iraqê  bên dadgeh kirin!

Dewletên Ewropayê   di her serdanên xwe de bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan dikin.  Ji Kurdan re dibêjin we şerî mirovatîyê kiriye. Divê ev çeteyên Daiş’ê bên dadgeh kirin. DYA’ê di alîyê leşkerî de û bi HSD’ê  re li hember Daiş’ê tifaqekî taktîkî bi rêvebirin. Gelên Bakurê-Surî ji  bo xweseriya xwe di alozîya Surî   de Daiş têk birin. Hîna li hember tehlukeyan şerî xwe dikin. Rêveberiya Trump jî   ji bo dîzaynkirina heremê neçar ma bi Kurdan re û  di nav Koalisyonê de bi hevre tifaq bikin. Di şerî Surî-Iraqê de Kurdan li hember terora Daiş’ê şer kir. Daiş li Kobanê hat qedandin. Wê çaxê ev mijara dadgehkirina Daiş’ê divê li bakurê- Surî çêbibe. Heke li Surî çênebe tê wê wateyê kû ti dewletên heremê Rêveberiya Xweser qebul nake. Dewleta Tirk Ji bo dadgehkirina terora Daiş’ê astenge. Heke dewletên rojava di serî de koalisyona navnetewi dadgehkirina terora Daiş’ê li ser axa Surîyê pêşengîyê bike. Wê  demê statuya bakurê- Surî di bin garantîyê de ye.

Rêveberîya Şamê di navbera sê alîyan de maye

Beşar Esad di alozîya Surî de bê çare maye. Di şerî Surî de ji aliye gelek dewletên Ewrupayê ve gefan dixwe. Rusya li gorê berjewendîyên xwe yên aburîyê hewl dide li ser lingan bigre. Ji bo Ehrar El-Şam- Cephet El-Nusra u wan komên tundirev tune bike, bi çekên kîmyewî dixwaze derdora Lazkîyê, Îdlîb û tevahîya  Surî  rizgar bike. Niha dewleta Elmanya bi gelek şîrketên xwe çekên kimyewî û bi artêşa Surî re bazarîyan dike. Ev çekên kîmyewî di  şerî Hema û li  bajarê Îdlîbê   tên bikaranîn. Rusya ji alîyekî ve rejima Beşar  ji bo xwe bikar tîne. Ji alîyê din ve jî ji bo serwerîya xwe li hember Tirkîyê bikartîne. Dewleta Tirk ji bo Kurdan li Suri xilas bike bi pilanên cur bi cur danustanên xwe  bi Rêveberiya Şamê re dike. Ev danustandinên veşartî hİm li ser meseleya aburîyê him jî wê  bi Rusya re muzakereyan esas bigre. Ev nakokîyên Erdogan li îdlîbe bi pîlana paqîjkirina Kurdan ya li Başur û Iraqê ye. Rejima Surî ruxmê ku hêza Kurdan jî dibîne di navbera Kurdan Rusya û dewleta Tirk de asî maye. Şerê li Surî, şerî heremê, bi bombebarana  li ser heremên parastina medya û bi kuştina sivîlan şer gur dibe.

Xeta Kurdan ya sêyemîn  ji bo Iraq, Tirkîyê û Surîyê ye

Wê Kurd  ji bo li jhevkirin u danustandinên  di heremê de wek faktorekî  esasî tev bigerin.Di siyaseta Surîyê û Tirkîyê  de rolê Kurdan ewe ku pirsgirêkan bi rêbazên demokratik dixwazin li heremê çareserîyê pêşbixin. Heke pirsgirêka Kurdan bi muzakereyan bê pêşxistin li ser mijara Surî jî wê bandora xwe bike. her çiqas di konsepta dewleta Tirk de şerekî demdirêj hebe jî ev Konsept wê pir hêsan nebe. Di heremê de bê Kurdan ti alozî nayên çareser kirin. Ev alozîyên li Şamê, li Enqereyê, li Stenbolê, li Efrîn li Îdlîp li Qendîl û li Bradostan ne mimkune. Ev alozî  encax bi gotinên Îmralîyê çareserî çêdibe û mimkun dibe.