Civaka rêxistinbûyî civaka herî çê ye

Rêveberiyên heyî li ser vê xakê û gelan ferz nîne. Eger gel xwe zane û bi rêxistin bike, wê qedera xwe bi xwe diyar bike. Rizgariya ji tunebûn, xizanî û nelirêtiyê bi demokrasî, rêxistinî û têkoşînê dibe.

Li ser erdhejê çend hefte derbas bûn. Lê hemû civak û ragihandin hîn jî erdhejê nîqaş dikin. Ji ber ku qadek mezin ji erdhejê bandor bû û pirsgirêka gel ya domandina jiyana xwe ya rojane heye. Ji ber ku li Tirkiyê dewlet di rêveberiya Erdogan û Baxçelî de rizandineke kur jiyan dike, ev bû sedem ku bi sed hezaran zêdetir mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ew qas mirov di bin kavilan de man. Tedbîrên pêwîst bihata girtin di vê astêde hilweşandinek çênedibû. Her wiha xebatên xelaskirinê bi lez û rêxistinkirî bihata kirin, hêjmarek zêde dikaribû bi saxî bên xelaskirin. Ji ber ku rêveberî di nava xemsarî û nelirêtîde fetisiye, hûndayî û hilweşandin pir zêde çêbû.

Dema gel di nava zehmetî û pêxirtengiyeke mezinde be, bi xwezayî mirov nikare mijareke din binîvîsîne û nîqaş bike. Lê desthilatdariya Erdogan û Bexçeli wekî ku tiştek nebûye ketine xema parastina desthilata xwe. Li Sûriyê jî rewş pir cüda nîne. Beşar Esed welatê wî hilweşiyaye û bi milyonan mirov koçber bûne, divê rewşêde parastina desthilata xwe pêşiya hemû tiştîde digre. Beşeke girîng ya Sûriyê, ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirkan herêmê dagirkiriye li gor dilêxwe îdare dike. Bi nüfus dilîze û gûhertina demografî dike. Herêmên ku ji erdhejê bandor bûne b giranî herêmên di bin dagirkeriyêde ne. Îdlib di bin kontrola El Nusra û komên çekdar ên din de ye. Alîkariyên ji derve tên bê erêkirina Tirkan nagîhîjin herêma ji erdhejê bandor bûye. Her wiha komên çekdar alîkariyên ku digîhîje wir, ne li gor pêwîstiyên gel, li gor pêwîstiyên xwe parve dikin. Ji aliyekê erdhej li gel xistiye û ji aliyê din jî ev çete û dagirker.

Rêveberiya Esed hewl dide hemû tişt bi xwe ve girêbide û rêveberiyeke zêde navendî ava bike. Li Sûriyê wekî ku hemû tişt asayî ye tevdigere. Nîzîkbûna wan ji bo gel, wekî ku her tişt weke berê berdewam bike ye. Hember bûyerên çêbûne xwe berpirsiyar nabîne. Dev ji kar berdan û gûhertina rêveberî qet nafikirin jî. Wekî ku ev cîhan wiha hatiye xûliqandin û ewê wiha bidome, tevdigerin. Wekî ku ev yek kanûnek îlahiye û kanûnê xwezayê ye didomînin. Destur nadin ku gel ji bo paşroja xwe bi hêvî be anjî hinek cûda bifikire. Yên cûda difikirin, yên azadî û demokrasî dixwazin, an direvin diçin derve an jî di girtîgehande dirizin. Ji bo saziyên medenî û tekoşîna mafê mirovan derfet nayê dayîn. Hemû tiştên ne di bin emrê wande be, ji xwe re xeter dibînin.

Rewşenbîrên welat û mirovên difikirin, ji ber ku xeter tên dîtin di bin gefê dewletê de dimînin. Yê ku derfet peyda dike direve derve. Bi vê şêwazê ji welat koçkirinek mezin ya mêjî çêdibe. Gelek mirovên zîrek û xwedan danahev tên hûndakirin. Mektebên dewletê ji bo memûrên sadiq yê dewletê bên avakirin tên bikarhanîn. Zîrekbûn, layiqbûn û xûliqdarî tê hedefgirtin. Tevî civak hemû tişt dibe milkê dewletê. Partî nîkarin bi azadî xwe rêxistin bikin, xebat bikin û pêşbirkê bikin.  Komele, Ode û weqif ji derveyî rêveberiyan nikarin hebûna xwe bidomînin. Hemû kes û hemû tişt dikeve bin pêkanînên pir hişk.

Hate dîtin ku dewlet nade jiyan kirin, dikûje. Pêwîstî nîne ku dewlet ew qas bê werimandin. Civak divê bi bandor û bi rêxistin be. Ji ber civak gelek karê xwe bi xwe dike. Nabe di hemû mijarande mihtacê dewletê be. Ger pîvana kêm dewlet, pir demokrasi bê pêşxistin, rêveberî nikarin xwe bixin şûna her tiştî. Gel rêveberên xwe hilbijêre û bişopîne, awahiyeke ewqas navendî û dîktatorî dernakeve holê. Rewşa heyî de gel bê rêxistin û bê çareye. Ev bêçaretî bi zanebûn hatiye avakirin. Rêveberiya Esed salên dirêje Sûriyê îdare dike. Erdogan jî bîst sal zêdetire li desthilatdariyê de ye. Welatê xwe hanîne çi rewşê li holê ye. Lê xwe weke bê alternatîf didin nîşandan. Xwe li ser gel ferz dikin û dibêjin: raste pirsgirêk hene, lê van pirsgirêkan tenê em dikarin çareser bikin. Li Sûriyê û Tirkiyê bi milyonan mirov dijîn. Çima hinek kesên din nikaribin rêveberî bikin, anjî hîn baştir nekin?

Rêveberiyên heyî ne qedera gelê me û welatên me ne. Pirsgirêk ya zanebûn û rêxistinkirina gel e. Ger gel xwe zana û hişyar bike û xwe rêxistin bike, dikare qedera xwe bigre destê xwe. Bi rêxistinên ku ava bike, dikare piranî pirsgirêkên xwe çareser bike. Tiştên ku divê dewlet bike jî, bi destê yê hatine hilbijartin bike. Ewê pêwîstî nemîne li ber rêveberiyê ku ne ecibîne hûstiyê xwe xwar bike û jê bitirse.  Ji bo pirsgirêk girantir nebin û rêveberiyên faşîst çênebin, rêka herî bi bandor avakirina pergaleke demokratîk e. Dema pergalên demokratîk bên avakirin, alternatîf û çareseriyên cûda derkevin holê. Eger weke niha be ewê civak mehkûmê rêveberiyên heyî bibe. Wekî ku di erdhejêde mirin ne qedere, rêveberiyên xirab jî ne qedere. Rêka ji tinebûn, xizanî û nelirêtiyan xelasbûn, ji demokrasî, xwe rêxistinkirin û tekoşînê derbas dibe.

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA RONAHÎ