Ji warê Derwêş û Edûlê ciwaneke dilpak berê xwe da têkoşîna azadiyê. Ji bo welatê xwe bû şervanek, ji bo azadiya jinê bû berxwedêrek, ji bo jiyaneke rast û bi wate bû lêgerînereke heqîqetê Cîhan Hîvron (Lînda Xeyrî Hecî).
Cîhan Hîvron li Şengalê li nava malbateke Kurd a welatparêz, dilsozê nirxên Êzdatiyê ji dayik bû Sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hawaya gelê Êzidî ve beziyan. Wê jî di şexsê gerîlayan de rastiya PKK'ê ji nêz ve nas kir. Hîvron ji qetilkirina bi hezaran mirovî, revandina mirovan û koçberbûna bi sed hezaran mirovî re şahidî kir. Ji bo tola jinên Êzidî ji çeteyan hilîne di sala 2016'an de tevlî nava yekîneyên berxwedanê bû. Ji bo Şengal ji çeteyan bê paqijkirin ked da. Di sala 2018'an de piştî ku gerîla xwe ji Şengalê vekişand, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Li Akademiya Şehîd Rojîn Gewda beşdarî perwerdeya bingehîn bû, li vê derê fikrên Rêber Apo hîn baştir nas kir û li ser kûr bû. Bi dilsoziya xwe ya xurt a bi xaka Kurdistanê re ji hevrêyên xwe re bû mînak. Bi hêza ji hezkirina welêt wergirtî di her karî de li refên herî pêş bû û bi rengekî radîkal tevlî bû. Ji bo karibe uslûb, rêbaz û tempoya Rêber Apo fêhm bike timî dixwend. Bİ qasî pêşketina rêxistinî û îdeolojîk girîngî da pêşketina leşkerî. Ji ber vê yekê bi daxwazeke mezin tevlî perwerdeya leşkerî, dersên li ser çekd û taktîkê bû. Weke jineke Êzidî dixwest ji keçên ciwan ên li nava civakê re bibe mînakeke xurt.
Gerîla Cîhan Hîvro komkujiyên li hemberî gelê xwe, kolekirin û firotina jinan, bêziman, bênasname û bêçandhiştina zarokan ji kûrahî ve hîs kir, ji ber vê yekê fikrên Rêber Apo ji xwe re kir rêber û ber bi armanca xwe ve meşiya. Piştî ku perwerdeya xwe ya li akademiyê qedand, tevlî karên pratîkî bû. Bi perwerdeyê, bi baweriya hevrêyên xwe tevlî kar bû. Gerîla Cîhan Hîvron dilsoza hevrê, welat û gelê xwe bû. Di oxira vê dilsoziyê de ked dida, fedakarî dikir. Ti carî qîrîna zarokên welatê xwe ji nedîtî ve nehat, li pêşberî giriyê dayikên şehîdan xemsar nebû.
Li çiyayê Şenggalê, di kêliyên herî giran ên şer de jî ronahiya hêviyê ya li se rûyê gel didît, her roj î bi soza bicihanîna vê hêviyê têkoşiya. Jİ bo hevrêyên xwe hemûyan re bû çavkaniya sûdwergirtinê; bi enerjiya xwe ya erênî re reng dida hêviya di dilê wan de, bi biryardariya xwe digot, 'Serketin a me ye heval'. Rûyê Cîhan Hîvro bi rengên herî bedew di dil û hişê gel û hevrêyên wê de cih digirt. Bi rêbaza xwe ya têkoşînê, bi wêrekî, berxwedêrî û fedakariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Cîhan Hîvron di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de bi rola pêşengiyê rabû û serî li ber ti zehmetiyê netewand.
Di 25'ê Gulana 2019'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de Cîhan Hîvron li gel komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Cîhan Hîvron ji bo jinên ciwan ên Kurd, bi taybetî jî ji bo jinên Êzidî bû mînak. Jiyaneke dûrî ji armancekê qebûl nekir; xwedî armancên mezin bû û di çarçoveya van armancan de jiyana xwe dewam kir. Gavên bi wêrekî avêt, têkoşiya û paşve gav neavêt. Ji ber vê yekê gerîla Cîhan Hîvron wê her tim bê bîranîn; di destanên berxwedanê yên jinên Kurd de, di nava lehengên têkoşîna azadiyê de navê wê, wê bi rûmeteke mezin bê bîranîn.