Cewher û şekil

Diyar e ku bi qasî cewherê şekil jî girîng e. Her cewher şekilê xwe ava dike û bi wê re zindî dibe. Heke cewherek nikaribe şekilê xwe biafirîne yan jî di nav şekiledî din de girtî bimîne, wê demê tu pêşketin çênabe.

Bi xebata hemwelatiya azad hatibû destpêkirin û bi vê re armanc ew bû ku 'tevgereke hemwelatiya azad' were afirandin. Ji ber ku bi pênaseya hemwelatiyê ya Makeqanûna Dewleta Tirk re, mirov nikaribû bibûya kesên neteweyeya demokratîk û civaka demokratîk. Ji bo vê jî welatiyek azad a zanatî pêwîst bû. Ji ber ku ev tişt ne amade bû, hewce dikir ku bi perwerde û propagandayê hemwelatîbûnek wiha çêbibe. Ji bo vê yekê hewl hat dayîn.

Piştre avabûn û rêxistinbûna 'tevgera civaka demokratîk' hat. Tevgera civaka demokratîk a ku bi keda çend salan hat avakirin, hat rêxistinkirin û û 'Partiya Civaka Demokratîk-DTP' hat avakirin. DTP bi namzetên serbixwe ket hilbijartinên 22'ê Tîrmeha 2007'an û 36 parlementer şand meclîsê. Di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an de, zêdetirî sed şaredarî bi dest xist ku piraniya wan li Kurdistanê bûn. Lê ji ber ku dengên wan hatin dizîn, ev hejmar daket biniya sedî. Rêveberiyên herêmî yên ku ji bo çareseriya siyasî ya doza Kurdan jî derneket holê.

 Lê pêvajo bi vî rengî nedomiya. Serfermandarê Giştî yê wê demê Îlker Başbug di axaftina xwe ya dirêj a mezûnbûna Akademiyên Şer a di 13'ê Nîsanê de bernameya şerê taybet a ku divê hikûmeta Tayyîp Erdogan pêk bîne,  destnîşan kir. Li ser vê bingehê ji 14’ê Nîsanê û pê ve rêveberiya Tayyîp Erdogan dest bi pêvajoya êrîş û girtinê kir. Kurdan ji vê pêvajoyê re gotin ‘Operasyonên qirkirina siyasî’. Şaredarên nû hatibûn hilbijartin û rêveberên DTP’ê li ser hev girtin û xistin zindanan. Piştre di 11’ê Kanûna 2009’an de DTP girtin û siyaset li Hevserokên wan qedexe kir.

Li zindanan di 12’ê Îlona 2012’an de grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin. Hewldanên ji bo sekinandina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê deriyê hevdîtina bi Îmraliyê re vekir. Di Newroza 2013’an de deklarasyoneke demokrasiyê hate eşkerekirin û pêvajoya bi navê ‘Pêvajoya Çareseriyê’ dest pê kir. Yek ji geşedan û destkkeftiya siyasî ya herî girîng a vê pêvajoyê jî ev bû ku siyaseta demokratîk li temamê Tirkiyeyê were rêxistinkirin.

Bêguman siyaseta demokratîk wê bibûya hêza çareseriya pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê. Ji bo ku vî tiştî bi ser bixe, wê him cewhera wê ya îdeolojîk li gorî vî tiştî bûya û him jî teşeya wê yanî pergala wê ya rêxistinkirî wê li gorî vî tiştî teşe bigirta. Wekî nasnameyeke jortir têgeha ‘Neteweya Tirkiyeyê’ li ser vê bingehê hate rojevê. Nasnameya jorîn a bi navê Neteweya Tirkiyeyê wê guh bida nasnameyên Tirk, Kurd, Ereb û Çerkez û nasnameyên din ên neteweyî û wê bi wan re hebûna xwe bidomanda. Ji aliyê din ve jî ji bo nebe neteweya dewletê wê her tiştê xwe bisparta civaka zana û rêxistinkirî.

Di vê çarçoveyê de HDP û HDK weke pêkhateya rêxistinî ya siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê hatin pênasekirin. Kongreya Demokratîk a Gelan wê bi perwerdekirin û birêxistinkirina hemû pêkhateyên civakî û civakên etnîk li ser esasê taybetmendiya xwe yekitî û vîna xwe ya demokratîk derxista holê. Partiya Demokratîk a Gelan wê ev hêz û îrade veguheranda siyasetê û bi têkoşîna ku pêş bixista, wê dewlet hînî demokrasiyê bikira. Hemû hêzên demokratîk hem bi pêkhateyên xwe yên rêxistinî hem jî bi ferdî wê karibin tevlî HDK û HDP’ê bibûna. Pirsgirêkên bingehîn ên weke pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jinê, pirsgirêka baweriyê û pirsgirêka kedê di avadaniyeke bi vî rengî de bihata çareserkirin û dema ku ev avadanî di nav hemû civakê de bihata belavkirin û çalakkirin wê ev pirsgirêk di asta civakî û siyasî de çareserî peyda bikira.

Eşkere ye ku hêzên xwedî pirsgirêk ji bo ku çareseriya pirsgirêkê biceribînin diviyabû rêxistinên xwe yên taybet ava bikin û bi awayekî rêxistinkirî beşdarî çareseriyê bibûna. Mînak ji bo pirsgirêka jinê çareser bibe, pêwîst bû jinan bi rêxistinên xwe tevlî siyaseta demokratîk bibûna. Ev ji bo hemû bawerî, kedkar û koman jî wisa bû. Di vê çarçoveyê de ji bo ku di siyaseta demokratik de azadî û xweserîya Kurd bê misogerkirin, hewce bû siyeseta demokratik a Kurd di xweserbûna xwe de xwe rêxistin bikira û bi awayekî rêxistinkirî tevî siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bibûya. Ji bo hêzeke wisa ya rêxistinkirî, wekî hêzeke rêxistinbûyî ya siyaseta demokratîk a Kurd, rêxistinên wekî DTK (Kongreya Civaka Demokratîk) û DBP hatin avakirin. Kongreya Civaka Demokratîk wê îradeya demokratîk a civaka Kurdistanê derxista holê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî ev tişt veguheranda siyasetê û di nav HDP’ê de temsîl bikira. Ji bo ku HDK û HDP geş bibûya divê di serî de DBP û KCD hebûya û rola xwe pêk bianiya.

Rêxistinbûna nû ya siyaseta demokratîk li ser vê bingehê di destpêkê de bandorek girîng çêkir û atmosferek siyasî afirand. Bi vî awayî tevgera azadiya Kurd û tevgera demokrasiya Tirkiyeyê yekîtiyeke demokratîk ku hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê li ser esasê xweseriya demokratîk çareser dike, pêk anîn. Vê feraseta çareserî û yekîtiyê li Tirkiye û Kurdistanê heyecanek mezin çêkir û di encamê de HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de benda ji sedî deh derbas kir û derdora heştê parlementer şand meclîsê. Feraset û pergal hatibû afirandin, gavên ku hatibûn avêtin cihê xwe dîtibû.

Lê sazûmana faşîst a dijberî Kurd a di nava dewletê de jî ji ber vê pêşketinê bi awayekî cidî nerehet bû û ji bo pêşîgirtin û qelskirina wê gav avêt. Bi hinceta destekkirina berxwedana Kobanê, hovîtiyek nû ya komkujî û girtinan li ser Kurdan hat pêşxistin. 'Plana hilweşandinê' derket holê û hat qebûlkirin. Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nehatin bicihanîn û di 1'ê Mijdarê de ji nû ve hilbijartin pêk hat û hişt ku AKP’ê bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Ya herî girîng jî peymaneke nû ya DYE-Tirk hat çêkirin, AKP’ê û MHP’ê anîn cem hev û PDK jî li wan hat zêdekirin. Di vê çarçoveyê de li ser gelê Kurd û siyaseta demokratîk zext û teroreke dijwar hate pêk anîn. Li hemberî vê zext û terorê, siyaseta demokratîk rêxistinbûna xwe ya nû nekir pratîk û pêş nexist, HDK û DTK gelek qels bûn, DBP jî hat rewşek ku nikaribe bixebite. Bi vî rengî her tişt di nava HDP'ê de bi navendî bû. Bêguman faktora bingehîn a derketina vê rewşê, zexta faşîzma AKP-MHP'ê bû, lê belê nêzîkatiyên ku sîstemê rast û têrker fêhm nedikirin û nikarîbûn di vê de israr bikin jî bûn zemîna derketina vê rewşê.

Niha di nirxandina encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê de, divê ev rewş li ber çavan bê girtin. Eşkere ye ku HDP’ê bêyî HDK û dîsa bêyî DTK-DBP’ê nikare bi rastî hebe û bigihêje serkeftinê. Siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê ger li ser xeta neteweya demokratîk neyê rêxistinkirin, yanî di nava xwe de çareseriyê neafirîne, nikare bi ser bikeve. Ji ber ku cudahiya xwe ji yên din winda dike û nikare çareseriyên xwe pêşkêşî civakê bike.

Bi rastî, tiştê ku qewimî ev e. Ji ber ku nekarî sîstema xwe bi rê ve bibe û rewşa winda kirinê, li gel hin xeletiyên din, nehişt ku bigihêje armancên ku di hilbijartinê de dabûn pêşiya xwe. Lewaziya HDK û DTK’ê ew e ku xwe negihand girseyê bû. Ji ber ku DBP'ê di nava HDP'ê de hebûna xwe ya birêxistinkirî nîşan neda, nîqaşên ku HDP partiyeke Tirk e yan na, bi bandor derxist holê. Eşkere ye ku hem cewher û hem jî şekîl girîng in. Her cewherek forma xwe diafirîne û pê re tê jiyandin. Ger cewherek nikaribe forma xwe biafirîne an jî di nav formek din de were girtin, wê hingê nikare pêş bikeve.

Niha, dema ku jinûve avakirina siyaseta demokratîk li ser esasê rexnedayînê pêk tê, bêguman wê ev hemû bên nirxandin û sererastkirinên pêwîst bên kirin. Tenê ji ber ku yên din rexneyên cûda pêş dixin û pêvajoyê berovajî dikin, ew ê dudilî nebe ku rastiyê bicîh bîne. Ji ber ku cewher û şeklê siyaseta demokratîk xurt e, bingehên wê bi bandor in; Tu êrîş nikare wê lawaz bike û ji rêya rast berovajî bike. Çiqasî hevkarên Kurd, şovenîzma tirk û şovenîzma civakî êrîş bikin jî, çiqas hewl bidin ku rastkirin û rêxistinbûnê berovajî bikin jî, ew ê hemî bi hişmendiya kûr a demokratîk, ezmûna dewlemend û bi giraniya siyaseta demokratîk têk biçin û karwanê siyaseta demokratîk jî wê bi sererastkirin û nûkirina xwe re gavên xurt ber bi serketinê ve biavêjin. Bila guman û tirsa tu kesî ji vê yekê nebe.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka