Birakujî (!)

Niha PDK li ser esasê tasfiyekirina PKK'ê bi dewleta Tirk ya dagirker û qirker re li hev kiriye. Armanca PDK’ê ev e, ku PKK tasfiye bibe, bi alîkariya Emerîka di serî de Rojava, li her sê perçeyê Kurdistanê yê din jî wê destketiyên PKK'ê ji wê re bimîne.

Bira û biratî di hemû çand û netewan de xwedî girîngiyeke mezin in. Ji birayên biyolojîk zêdetir di nav civaka me de ‘destebira’, ‘kirîv’, ‘heval’ û hwd. tên bijartin. Ev bi qasî çanda kevnar ya gelê Kurd, ku di cewherê wê de hevgirtina civakî heye, aliyekî wê jî di vê cîhanê de di roja şahî û şîniyê de yekîtiyê ava dike. Wekî birayê biyolojîk û heta ji wî jî zêdetir piştgiriye derdixe holê. Di Kurdistan û Rojhilata Navîn de ku tu carî şerê dagirker û emperyalîstan lê xilas nabe, hevgirtin; ji çandê û biyolojiyê jî wêdetir dibe bîrdozî, siyasî, aborî û leşkerî. Lewre di roja teng de mirov li ‘bira’ digere.

Dagirkeran gelekî zirar daye kevneşopî, çand, ziman, raman û helwestên me yê civakî. Gelek taybetmendiyên Kurdewer, di gelek ‘Kurd’ên roja me de naxuyên. Mirov heta ciyekî dikare vê bi mêtîngehbûnê, êrîşên hovane yên qirker ên dijminan ve girê bide, lê têr nake. Lê ku mirov bixwaze xwe bixapîne, wekî pêşiyan gotî, tu kes nikare barê hincetan rake. Em dikarin bi rojan behsa sedem û bandorên derve bikin.

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê her şer û pevçûn hebûn, bi taybetî di van 200 salên dawî de gelê Kurd gelekî di qirkirinan de derbas bû û hê jî dibe. Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê, qedera bêyom jî êdî têk diçû û wekî kûlîlkên zinaran diqelîşînin rayên jiyana azad li Kurdistana mêtîngeh û Rojhilata Navîn şîn dibû. Pêşketineke wisa di nav kîjan gelî de çêbibe, ciyê kêfxweşiyê ye. Lê hin kesên mixabin wekî ‘Kurd’ tên hesibandin û qaşo Kurdperwer in, ji vê pêşketinê gelekî aciz in. Heta hebûna xwe di tinebûna azadiya gelê Kurd û Kurdistanê de dibînin. Bi dijminatiya Kurd û Kurdistanê debara xwe dikin. Çawa ku nefta Kurdistanê difiroşin, bi heman awayî xwîna zarokên gelê Kurd yên herî birûmet jî difiroşin. Bêyî ku em virde wirde bidin bêjin, niha PDK ev tiştên me gotî tevan dike. Beriya niha bi demeke kurt, Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyanî dan û gotin, “PDK di xefletê de ye, bûye perçeyekî siyaseta qirkirin û tasfiyekirina Kurdan” û raya giştî hişyar kirin. Piştî daxuyaniyê me xwest zêdetir nêrîn û agahiyan ji Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê bigirin. Niha bi awayekî fermî û aşkere naxwazin bêjin, lê di esas de mirov fêm dike ku siyasetên PDK’ê, wek hevkarî, nokerî û îxanetê dinirxînin. Niha PDK li ser esasê tasfiyekirina PKK'ê bi dewleta Tirk ya dagirker û qirker re li hev kiriye. Armanca PDK’ê ev e, ger ku PKK tasfiye bibe, bi alîkariya Emerîka di serî de Rojava, li her sê perçeyê Kurdistanê yê din jî wê destkeftiyên PKK'ê ji wê re bimîne. Bi rastî jî gelek fermandarên gerîla yên ku salên dirêj di nava şer de mane, hemû jiyana xwe di oxira azadiya gelê Kurd de dane, bi agahiyên sîxûrên PDK’yî yên ku ji MÎT’a Tirkiyê re dixebitin şehîd dibin. Li gel vê jî wekî ku di bûyera Zînê Wertê de jî me dît, PKK dîsa jî xwînsar nêz bû, xwest ev êş bibin sedema lihevhatin û yekîtiya hêzên Kurdistanî. Lê mixabin her ku çû PDK zêdetir rista xwe ya pêkanîna siyasetên dagirkerî û qirkirinê de diyar kir.

Di sala 1992’an de dewletên emperyal di siyaseta Kurd de gavekî girîng avêtin. Piştî Şerê Kendavê, ji bo bicîbûna xwe û hêzên dewleta Tirk, statuyeke xweseriyê dane Başûr. Bêguman ev mafê gelê me ye. Ew destkeftî jî ne yên PDK’ê ne, yên gelê me tevî ne. Zarokên vî gelî êşên gelekî mezin kişandin, berdêl dan. PKK bi helwesteke netewî û mirovane dema DAÎŞ hate nêzî Hewlêrê hêzên xwe şandin û ew der jî parastin, destkeftiyên herî piçûk jî wekî fersendên mezin dibîne ji bo gelê xwe. Bi gotina Rêveberiya PKK'ê “Peywirên xwe yên welatparêziyê anîn cî.” Lê niha PDK wisa difikire ku vê carê jî siyaseteke wisa bike, wê bibe dewlet. Xeflet ev e, ya ku wê dibe îxanetê jî ev nêrîna wê ya şaş e. Di nava PDK’ê de hin kes vê bi nezanî dikin, lê hin kes û mixabin yê bi bandor ew in, bi zanebûn dikin. Wisa dixuye ku wê PDK di vê siyaseta xwe de berdewam bike, wê dîsa wekî salên berê şerekî navxweyî derbixe. Di vê mijarê de bertek û helwestên raya giştî ya Kurd lewaz in. Wisa lewaz bimînin, wê şer derkeve û vê carê jî bêjin “birakujî” wê ne rast be. Lewre yên ku di wê siyasetê de israr bikin, qet û qet nabin “bira”, dijmin in, xayîn in.

Dema Mesut Barzanî çû Mexmûrê û fermandar Têkoşer pîroz kir, gotiyê “kak” yanî “bira”, lê mixabin sîxûrên di nava PDK’ê de agahî dan û ew bira, bi êrîşeke hewayî ya dewleta dagirker şehîd bû. Biratî ma li ku? Niha jî wekî ku me di bûyera 11’ê Tebaxê ya li Xakurkê de jî dît, ku li wir Fermandar Egîd Xerzan û du fermandarên artêşa Iraqê (ew jî Kurd bûn) şehîd bûn. Siyaseta PDK’ê wiha ye, yekser cesaret nake derkeve pêşiya gerîla, lê wan bi destên dijmin dide şehîdkirin. Navê vê çi ye? Mînak bêjim, niha gerîla ew fermandar û qaşo pêşmergeyên PDK’yî bigire, ceza bike, yê kî bêje çi? Ger ku gerîla li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yê hevpar ên PDK û Tirkiyê sibe şer bike û hinek ji pêşmergên PDK’ê jî werin kuştin, ev birakujî ye? Bi cewherî, rewşeke xeternak heye, ger ku raya giştî nekeve tevgerê, dibê ku piştre pir dereng be! Peywira me ragihandin e, bîryar ya gel û hêzan e! Hê ne dereng e!