Bi rêya rexnekirin û rexnedayinê divê têkoşîna antîfaşîst bê xurtkirin

Li ser bingeha rexnekirin û xwerexnekirinê de divê nûbûn pêk were û têkoşîna antîfaşîst bi rêbazên afirîner bê mezinkirin.

Ji xwe ji destpêkê ve diyar bû ku piştî hilbijartina 14’ê Gulanê ku tûra duyemîn di 28’ê Gulanê de pêk hat, wê têkoşîneke nû destpê bike. Lê belê ne diyar bû ku ev têkoşîn wê li hemberî kî û bi kîjan rêbazan were meşandin. Encama hilbijartina ku di bin zext û hîleyên giran de pêk hat, wê ev nezelalî ji holê rakira. Niha tûra duyemîn hatiye kirin û encamên hilbijartina navborî eşkere bû.

Li gorî van encaman Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur wê li Tirkiyeyê rêveberiya nû ava bikin. Ev tê wê wateyê ku li dijî rêveberiya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur wê pêvajoya nû ya têkoşînê pêş bikeve. Yanî wê bibe berdewamiya pêvajoya pêşhilbijartin û hilbijartinê. Lê belê dubarebûna berê wê nebe. Ji ber ku Tayyîp Erdogan û rêveberiya Tifaqa Cumhur wê weke berê êrîş nekin. Ji bo vê jî têkoşîna li dijî Tayyîp Erdogan û faşîzma Tifaqa Cumhur wê weke berê nebe. Têkoşîn wê derbasî qonaxek bi rê û rêbazên nû û asteke bilindtir bibe. Ji bo vê jî ji bo ku ji barê berê rizgar bibin hewcehî bi rêbaza rexne û rexnedayînê li ber çavan re derbaskirin heye.

Tayyîp Erdogan jî di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de bal kişand ser vê yekê û diyar kir ku ew ê hem li hundir hem jî li derve êrîşên mijara gotinê zêdetir bikin û dê zêdetir giraniyê bidin dîplomasiyê. Bi rastî jî di çarçoveya endamtiya Swêdê de bi rêveberiya Iraqê û bi NATO’yê re hevdîtinên dîplomatîk tavilê dest pê kirin. Dîsa êrîşên di nava welat de girtin, li derve dorpêçkirina Mexmûrê û êrîşa hewayî ya li ser Şengalê dest pê kir. Zêdebûna êrîşên li dijî gerîla jî parçeyek ji vê ye. Li gorî vê divê tevgera şoreşger û demokratîk xwe nû bike û pêvajoya nû ya berxwedanê ya li dijî faşîzmê bê navber pêş bixe.

Bê guman di vir de xwe nûkirin û sazkirina rast xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo vê jî divê hem pêvajoya beriya hilbijartinê hem jî pêvajoya hilbijartinê rast bê analîzkirin û dersên dewlemend bên derxistin. Li ser bingeha van dersan, pêwîst e ku xwe nû bike, biguherîne, rast bike û ji nû ve ava bike.

Tê gotin ku pêvajoya sererastkirin û nûvekirinê ya ku ji aliyê tevgera şoreşger-demokratîk ve hatiye pêşxistin, ji aliyê hêzên faşîst û sosyal-faşîst ve rastî êrîşan tê; Li ser vê bingehê tê xwestin ku pêvajoya rexnedayînê û rastkirinê bê sabote kirin û bi valakirina navaroka wê berovajî bike. Bê şik êrîşên bi vî rengî ji aliyê dijberên me ve tên kirin. Tenê ji ber ku ew êrîş dikin, em nikarin dev ji hewldana rexne û rexnedayînê, rastkirin û nûkirina xwe berdin. Lê em nikarin vê êrîşê paşguh bikin. Îcar di şert û mercên wiha de divê çi bikin?

Yekem; pêwîst e ji xwe bawer bin û xeta rexne û xwerexnekirinê rast bigirin. Ji ber vê yekê di rewşa heyî de xeta xwerexnekirina hêzên şoreşger û demokratîk çi ye? Eşkere ye ku têkoşîna li dijî faşîzmê ye û li ser esasê serkeftinê meşandina vê têkoşînê ye. Netêkoşînkirin, pasîfizm, teslîmbûn û têkçûn nabe pîvana xwe rexnekirinê.

Ya duyemîn jî; Pêdivî ye ku mirov bala xwe bide cîh, dem, islûb û wekî wan. Divê li gorî dem û cih tevgerîn çêbibe. Dîsa divê mirov bala xwe bide ziman û islûbê ku tê bikaranîn. Ji ber vê yekê divê ziman û islûbê ku em ê bikar bînin sûdmend, rastker, razîker û veguherîner be; yanî divê li gorî pîvan û sînorên hevrêtiyê be.

Li ser van esasan hesabpirsîna ji derbasbûyî, ango rexne û xwerexnekirin tevgera şoreşger û demokratîk qels nake; Berovajî vê yekê xurt dike û pêş dixe. Ezmûn ji kêmasiyên ku ji pratîka tejî ya derbasbûyî derxistin û derbaskirin, kesayet, partî, tevger û tifaqa şoreşger û demokratîk hîn zêdetir xurt dike. Mîna zindiyek xwezayê ku xwe nû dike û tê afirandin.

Bê guman di xebateke bi vî rengî de girîng e mirov bi kûrahî bifikire, bi rehetî nîqaş bike û bizane heqîqetên hevpar çawa derxe holê û bibe yek. Bo nimûne; Hilbijartinên navborî di bin şert û mercên faşîst de hatin kirin û bê guman hilbijartineke adil û wekhev nebû. Divê hemû nirxandin bi vê rastiyê bên kirin. Lê belê, divê em vê rewşê mezin nekin û encama ku derketiye tenê bi vir ve girênedin. Dîsa li ser vê bingehê pêwîst e atmosfereke ku hilbijartinên derbasbûyî “ne ewqas girînge” dernekeve holê.

Berovajî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê girîng bûn, pir girîng bûn. Di çarçoveya berxwedana topyekûn a antî-faşîst a li dijî êrîşên topyekûn ên faşîst-qirker ên bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP'ê li ser bingeha 'Plana Hilweşînê' hatin pêşxistin de derket holê. Li ser vê bingehê me weke rêbazeke têkoşînê ya girîng nirxand, me xwest hem têkoşîna antî-faşîst pêş bixin û hem jî ger gengaz be hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê bidin destpêkirin. Hilbijartinên navborî jî ji bo têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê kedeke girîng da, têkoşîneke baş bû. Lê di encama hilbijartinê de me nekarî faşîzma AKP-MHP’ê ji holê rabikira.

Bi kurtasî nirxandinên me yên derbarê hilbijartinan de, girîngiya me û beşdarbûna me ya hilbijartinê rast bûn. Dîsa têgihiştin û hewldana yekitiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û tevgera çep-sosyalîst a Tirkiyeyê di nava tifaqeke hevpar de jî rast bû. Her wiha di tehlîla dawî de destekkirina namzetê serokkomariyê ya Tifaqa Miletê jî rast bû. Lê belê ev têgihiştin û polîtîkayên rast di pratîkê de bi awayekî rast û serkeftî nehatin meşandin. Di xebatên tifaqa demokratîk de, di rêbaza destekkirina Kemal Kiliçdaroglû de û di lîsteya namzetan de hin şaşitî hatin kirin. Ya girîngtir rêxistinbûn, têkiliyên girseyî û xebata siyaseta demokratîk qels û ne têr derket holê.

Ev rastiyên ku divê bên bawerkirin û rast bên qebûlkirin: Ger her tişt di cih û wextê rast de bihata kirin, di hilbijartina 14'ê Gulanê de Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur dikaribû têk biçûya û pêvajoya hilweşandina faşîzmê bihata dest pê kirin. Dîsa Tifaqa Ked û Azadiyê dikaribû 100 parlamenter ku ji bo xwe kiribûn hedef, bidest bixista. Dikarîbû guhertina di rêveberiya Tirkiyeyê de pêk anîba. Ji ber ku hem li hundir hem jî li derve atmosfereke pir xurt a guherînê çêbû. Civaka Tirkiyeyê bi taybetî jî Kurdan ev guhertin hembêz kir û li ser vê bingehê faşîzmê têk bir û di hilbijartinê de bi ser ket. Ya rast Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Miletê ji ber vê rastiyê nenirxandin di hilbijartinê de bi ser neketin. Ji ber ku van hêzan nekarîn xwe biguherînin, ji bilî vegerê li pergala parlamenteriyê, nekarîn bernameyeke cidî û vekirî ji bernameya rêveberiya AKP-MHP’ê wêdetir derxin pêşberî civakê. Pirsgirêkên sereke û rêbazên çareseriyê yên Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka Kurd bi eşkereyî nîqaş nekir. Ji ber vê yekê, nekarîn bawerî bidin û bandor bikin.

Bi rastî jî ne diyar bû ka çiqas ji bo serketinê ketine hilbijartinê. 4 partiyên di Tifaqa Milet de ji lîsteya CHP'ê ketin hilbijartinê şaşîtiyeke pir cidî bû û ev yek CHP'ê ser nexist û di heman demê de bû sedem ku bi awayekî cidî dengan winda bike. Dîsa Kemal Kiliçdaroglu ne namzetê rast bû ku di hilbijartinê de bi ser bikeve. Dewleta ku di qirkirin û şerê Kurdan de ewqas bi israr e, ne amade bû ku desthilatdariya xwe ya biryardanê bide Kiliçdaroglû yê ku Kurd, Elewî û ji Dêrsimê bû. Bi ser de, Kiliçdaroglu bi xwe jî xwedî li van nasnameyan dernediket. Vê yekê jî , bandora xwe ya pê bawer a li ser girseyan qels kir.

Bi rastî di hilbijartina dawî de du serketî hene; Li Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur, di nava Kurdan de jî Partiya Çepên Kesk bi ser ketin. Di hilbijartinê de herî zêde Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Miletê winda kir. Ev jî ji ber wê yekê ye ku ne xwediyê têgihiştin û bernameyeke alternatîv li hemberî Tifaqa Cumhure. Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê bi giştî ligel ku xwedî derfetên pêşketî yên mezin bûn jî, lê nekarîn vê bi ser bixin û bi taybet xwe di nava gelên Tirkiyeyê de belav bikin. Li ser vê bingehê, divê di çerçoveya xwerexnekirinê de nêzîkatî derkeve holê. Bê guman divê her kes tevlî pêvajoya xwerexnekirinê bibe.

Wek hûrgilî Selahattîn Demîrtaş ragihand ku ew vê gavê ji siyaseta aktîf vekişiyaye. Ev biryara wî ye helbet divê em hurmetê nîşan bidin. Lê belê di şert û mercên siyasî yên derketî de derfeta siyasetê nemabû. Û niha dema ku xwe ji siyaseta aktîf vedikişînin, helbet divê ev bibe bingehek ji bo xwerexnekirinê ya pêvajoya siyasî ya çalak a berê.

Pêvajoya rexne û xwerexnekirinê ya hilbijartinê ne li ser esasê gunehkar derxistine. Ne jî dikare li ser bingehê darizandin û dûrxistina kesên din ji têkoşînê be. Armanc ew e ku li ser bingeha rexne û xwe rexnekirinê nûkirin, xurtkirin û bi rêbazên afirîner mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Li ser bingeha nûkirin û sererastkirineke bi vî rengî, divê ji nû ve sererastkirinek derkeve holê ku her kes tê de cih bigire, rê li ber yên nû û ciwanan veke, tecrubeya berê dinirxîne û di dawiyê de cih û wezîfeya herî guncaw dide her kesî. Demokrat û welatparêzên hevgirtî xebateke bi vî rengî bi pêş dixin û bi îdîa û moraleke mezintir bi xurtî berê xwe didin têkoşîna hilweşandina faşîzmê. Ji bo yên ku dikin re rê vekirî ye û bê guman ew ê bi serkevin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA