Berxwedana li dijî faşîzmê

Divê metodên me yên çalakiyan li dijî pergala faşîst xurt bin û encamgir be. Ji bo vî tiştî hezar derfetên me hene. Em dikarin li her derbêb giran li faşîzma AKP-MHP’ê bidin.

Ji bo Kurdan bûyera herî girîng a hefteya dawî, bêguman şehîdbûna Bubo Taş û Mehmet Akar bû ku xwe şewitandin. Bûbo Taş li Artûklûya Mêrdînê, Mehmet Akar jî li ser bircên Amedê xwe şewitand. Bûbo Taş welatparêzek bû ku di dema12'ê Îlonê de ketibû girtîgehê û Hayrî Dûrmûş nas kiribû. Heta nefesa xwe ya dawî xwe ji jiyana welatparêziyê dûr nexist. Li aliyê din Mehmet Akar jî kurê malbateke wisa bû ku malbata wî li ber deriyê HDP'ê ya Amedê ketibû nobeda 'Zarokê me birin çiyê'. Tê zanîn ev malbatên di nobetê de ji aliyê Tayyîp Erdogan û Suleyman Soylu hatibûn xapandin û kirîn. Mehmet Akar bi xwe eşkere kiribû ku ew derneketiye çiyê û malbata wî hatiye xapandin.

Welatparêz Bûbo Taş ê 65 salî û ciwanê welatparêz Mehmet Akar diyar kirin ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê xwe şewitandine. Bûbo Taş bi vîdeoya ku li pey xwe hiştibû, Mehmet Akar jî bi nameya ku li pey xwe hiştibû ev tişt kirin. Herduyan diyar kirin ku ew êdî tecrîda li Îmraliyê û 22 meh in ji Rêber Apo agahiyan nastînin êdî hatiye asta ku nayê qebûlkirin û bang li hemû Kurdên welatparêz kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xurt bikin. Ji ber vê yekê, peyama wan bi qasî wêrekiya wan bi hêz û watedar bû.

Bêguman ev çalakiyên ku behsa wan tê kirin berdewamiya çalakiyên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” e ku li dijî êrîşa Komploya Navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo xwedîlêderketin û parastina Rêber Apo hatibûn destpêkirin. Ji ber vê yekê faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye û Kurdistan vegerand dema darbeya 12’ê Îlona 1980’an û serdema komploya 1999’an. Bûbo Taş û Mehmet Akar bi şewitandina xwe, vê rastiyê bi zelalî nîşan didin. Di vê rewşê de berpirsyarê sereke yê vê xweşewitandinê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Mirov hemberî zilma faşîst û qirker neçar mane ku xwe bişewitînin.

Nexwe darbeya faşîst û leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î di bin rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya îro de jî dijî û didome. Ev tê wateya ku komployên 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an bi dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya îro didome. Pir eşkere ye ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye û tecrîd jî êrîşeke qirkirinê ye. Ji ber vê yekê divê em bi ti awayî xwe nexapînin. Êrîşa komploya navneteweyî ya ji bo tinekirina Rêber Apo, bi pergala heyî ya Îmraliyê û tecrîdê didome.

Bêguman heke êrîşeke komployê ya bi armanca îmha û tasfiyeyê pêk were, wê çalakiyên fedaî yên di xeta "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" jî pêk bên. Di vî warî de tişta ku Bûbo Taş û Mehmet Akar kirine, gelekî zelal û tê fêmkirin. Bêguman, ew bi heman awayî watedar e. Ev helwest tê wateya lûtkeya hest, raman û tevgera şoreşgerî û welatparêziyê. Tê wateya ku îradeya hebûn û azadiya Kurd a di rastiya Rêber Apo de şênber bûye. Xetereya mezin a feraseta mêtinger û qirker a ku pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî diparêze, ji aliyê Kurdan bi kûrahî tê hîskirin. Tê wateya di wêrekî û fedakariyê de bibe pêşeng û mînak.

Helbet van çalakiyan bi taybetmendiyên xwe yên pir watedar; şoreşgerî û welatparêziya Kurdbûnê gelekî hejandin. Di dema pêş de jî wê li ser vê bingehê têkoşîna li dijî pergala qirkirina Îmraliyê bihejîne û ew ê têkoşînê geştir bike. Her kes wê helwesta xwe ya li hemberî van çalakiyên ku bi zindi dîtiye, ji nû ve binirxîne, heke xeletî û kêmasî hebin wê bên sererastkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê wê helwesta xwe ya çalak geştir bikin.

Wekî ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, çalakiyên heyî di warê metodê de bi pirsgirêk in. Heke hûn bala xwe bidinê, dema hûn ê li pergala faşîst-qirker bixin, bi awayekî fîîlî li xwe dixe. Dikare bê gotin ku ev metodek e û bi lêdana xwe dixwaze wijdanê aliyê din ango dijmin nerm bike. Lê dewleta Tirk û rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ne dijminekî wisa ye. Wijdanê wan tuneye ku nerm bibe. Dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê hêzeke wisa ne, hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kirine. Tunekirina civaka Kurd weke mafê xwe yê herî bingehîn dibîne. Ji ber vê yekê dijminekî wiha nerm nabe. Lê belê bi tinekirina feraset û siyaseta mijara gotinê, mirov dikare vî dijminî ji holê rake. Ji bo vê jî divê mirov ne li xwe, lê li feraset û siyaseta faşîst û qirker bixe.

Di vê mijarê de dikare baş bê fêmkirin û wekî taybetmendiyek baş bê dîtin; Kurd naxwazin dijminatî û dijminatiya tu kesî bikin. Civaka Kurd xwedî taybetmendiyeke wiha ya dîrokî ye. Xeta Apoyî jî ku hevjiyana azad û wekhev a cudahiyan pêş dixîne, di esasê xwe de xwedî taybetmendiyeke wiha ye. Eger em bala xwe bidinê em ê bibînin ku di têkoşîna xwe ya pêncî salî de hebûna xwe di tunekirina kesên din de nedîtiye û bi vî awayî dijminatiya tu kesî nekir. Ev rastiya azadiya Kurd e. Lê ji ber ku Kurd wisa ne, her kes ne wisa ye. Dijminatiya li hemberî Kurdan a ku di rêveberiya dewleta Tirk û AKP-MHP’ê de pêk tê cuda ye û weke ku dizanin dijminatiya Kurdan dikin. Ji ber vê yekê divê Kurd kesên ku dijminatiya wan dikin baş nas bikin û li gorî wê helwest û têkoşîna xwe pêş bixin.

Li aliyê din divê rewşa li derve bi zindanan re neyê tevlihevkirin. Hem li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12 'ê Îlonê û hem jî li dijî êrîşa Komploya Navneteweyî çalakiyên ku em dikarin jê re bibêjin 'li xwe xistin’ bi rengê xweşewitandinê derketine holê û bi giranî ji hêla şoreşger û welatparêzên li zindanan ve hatine geşkirin . Ji ber ku ti çareyek din û ti rê û rêbazeke wan a çalakiyê tune bû. Dema ku li derve jî çalakiyên bi vî rengî hatin pêşxistin, Rêber Apo ket navberê û xwest ku ev rêbaz bê terikandin. Bi rastî, ji bo zîndanan jî berdewamkirina çalakiyên bi vî şêwazî nedipejirand û her dem xwest li pêşî bigire.

Niha jî mijarên mîna wê rastiyê xwe diparêze. Belê, tecrîda li Îmraliyê di asta qirkirinê de ye û em nikarin li hemberî vê bê alî û bê têkoşîn bimînin. Bi çalakiyên biçûk û ji rêzê jî êdî têr nake. Ji bo şikandina pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêwîst e em hemû li ber xwe bidin û serî li rêbazên herî bi bandor bidin. Teqez helwesta rast a şoreşgerî û welatparêzî ev e. Ji vê zêdetir û wêdetir ti pîvanek nabe. Divê rêbazê çalakiyê wisa be ku, ne zirar bide xwe berovajî wê li dijminê faşîst bide; ne xwe tune bike, pergala faşîst-qirker tune bike.

Di rastiyê de Tirkên ku faşîzma AKP-MHP’ê ji bo qirkirina Kurdan kirîye û xapandiye divê hedef bên nîşandan. Ger bûyerên wiha rû bidin, dibe ku wateyek hebe û di eniya êrîşê de bibe sedema perçebûnê. Ne rast e Kurdên ku îmkana wan heye ku bi her cure rêbazan tevbigerin, van rêbazan hilbijêrin. Ji îradeya wijdanê Kurdan wêdetir nikarin ti bandorê li dijmin bikin. Lewma nikarin feraset û siyaseta faşîst-qirker têk bibin. Di vê rewşê de divê rêbazên me yên çalakiyê li dijî pergala faşîst-qirker bi bandor û encamgir bin. Ji bo vê hezar derfetên me hene. Em dikarin li her derê çalakiyên ku wê derbeyên bi bandor li faşîzma AKP-MHP’ê bidin, li dar bixin. Li ser vê bingehê divê em xeta xwe ya çalakiyê ava bikin û bibin hêza serketî. Li ser vê bingehê em Şehîd Bubo Taş û Şehîd Mehmet Akar bi rêzdarî bi bîr tînin û em bawer dikin ku peyama wan wê bersiveke bi bandor bibîne.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka