Berxwedan li çiyayên Kurdistanê bûye çandek

Li dijî êrîşên dijmin li Kurdistanê timî berxwedan hebû. Eger qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê bi temamî pêk nehatibe, bi saya vê çanda berxwedanê ye.

Kurdistan ji aliyê cografîk ve welê tê naskirin ku her çar demsal lê diqewime, her fêkî, sebze, dan, xwarin şîn dibe, çavkaniya avê ye. Li Kurdistanê bi dehan gel, bawerî, kevneşopî, çand bêyî ku li hemberî hev şer bikin, bi hev re jiyane. Gelê herî qedîm ê Kurdistanê jî Kurd e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan dibêje gelê herî kevn ê dîrokê. Kurd nebûn desthilatdar, talan nekirin, êrîş nekirin, dagir nekirin lê belê timî ji derve ve êrîş li Kurdan, li çand, bawerî, ziman û jiyana wan hate kirin.

Li hemberî van êrîşan jî berxwedan bû kevneşopiyek. Bi destpêkirina têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re di nava 50 salên dawî de kevneşopiya vê berxwedanê li Kurdistanê bû çandek. Ji bo dewleta Tirk a faşîst-dagirker bê naskirin û fêhmkirin Ocalan ji Şerê Malazgîrtê heta bi Osmanî ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha nirxandinan dike. Ocalan destnîşan dike ku armanca damezrandinê ya dewleta Tirk a dagirker, yek ji sparteyên wê yên bingehîn ên hebûnê 'Qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê bi temamî ye'.

Weke ku her kes pê zane ji salên 1920'î heta bi 30'î û 40'î sê diyalektîkên raperîn-berxwedan û komkujiyê yên Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersimê rû dan. Piştre jî ji bo temamkirina qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê timî qanûn, plan hatin amadekirin, bi cih hatin anîn, li Kukrdistanê tarîqat, cemaet hatin birêxistin kirin, navendên asîmîlasyonê (wargeh, dibistan, kurs) hatin avakirin. Kurd ji xaka xwe hatin koçberkirin û koçî Ewropa û metropolên Tirkiyeyê hatin kirin.

GAVÊN DAWÎ YÊN AKP'Ê JI BO DAGIRKIRINA KURDISTANÊ BÛN

Li pêşiya her hikumeteke nû ya dewleta Tirk plana dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan weke karê sereke hate danîn. Hêzên modernîteya kapîtalîst û NATO'yê jî piştgirî dan vê planê û weke pîvanekê hate destnîşankirin. Di çarçoveya vê planê de Komkujiya Mereşê, Zindana Amedê, Komkujiya Madimakê, kuştinên kiryarên wan nediyar ên salên 1990'î weke konseptekê li ser vê bingehê bi cih hatin anîn. Herî dawî AKP a ku weke nûnerê faşîzma kesk derxistin pêş, tevî şevê wê yê faşîst Erdogan bi taybetî hatin hilbijartin û li ser hikumetê hatin danîn.

AKP û Erdogan hebûn û tunebûna xwe li ser qirkirina Kurdan danîn. Jiyan, siyaset, civak, bazirganî, dîplomasî, têkiliyên xwe, bi kurtasî bi her awayî bi qirkirina Kurdan raza, bi qirkirina Kurdan hişyar bû. Her tişt bi qirkirina Kurdan ve girê da. Kir nekir nekarî Kurdan qir bike û nekarî Kurdistanê bi temamî dagir bike. Ji xwe bi nûnerê faşîzma tarî MHP'ê re bû yek ku bi ti awayî cudahî di navbera wan de nîne. Bi vê yekbûnê re gavên dawî ji bo qirkirina Kurdan, dagirkirina Kurdistanê avêtin. 'Plana têkbirinê' ya ku bi salane li ser dixebitin, 24'ê Tîrmeha 2015'an bi bombekirina çiyayên Kurdistanê dane destpêkirin. Bêguman 24'ê Tîrmehê weke demeke sembolîk bi zanebûn hilbijartin.

Tecrîda ku bi salane li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke polîtîkayekê dimeşîne giran kir, li ser bingeha qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ya bi temamî bi her awayî êrîş kir. Bombe li bajaran barand, hilweşand û talan kir. Li dijî jin û zarokan bi destê dewletê polîtîkayên şerê taybet ên destdirêjî, destavêtin, fûhûş, dizî, narkotîkê xiste dewrê. Sîstema cerdevaniyê ya ku di nîvê duyemîn ê salên 1980'î de xiste dewrê li bajaran bi bekçîtiyê nû kirin.

PLANA DAGIRKIRINÊ BI SER NEKET

Civak xistin binê zextê. Ji bo Tevgera Siyasî ya Kurd bêbandor bikin parlamenter, şaredar, siyasetmedar girtin. Dest danîn ser şaredariyan, qeyûm li ser danîn. Bi biryarnameyan mirovên demokrat, welatparêz, Kurd, rewşenbîr, Elewî ji kar dûr xistin. Li hemberî vê yekê jî çanda berxwedanê qet nesekinî. Li hemberî van êrîşan hemûyan berxwedan her tim hebû. Eger Kurd bi temamî nehatibin qirkirin û Kurdistan bi temamî nehatibe dagirkirin ev yek bi saya vê çanda berxwedanê ye.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gerîlayên wê li hemberî van êrîşên giran di kesayetiya fermandar Çiyager de berxwedana 'encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be' afirand û gelê Kurd di şexsê Mehmet Tûnç û lehengên li gel wî dît ku wê ti carî çokê netewînin. Di salên 2021 û 2022'an de li Zap, Avaşîn û Metînayê êrîş hatin kirin û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşên qirkirinê taktîkên serdema nû afirandin, li çiyayên Kurdistanê çanda berxwedanê dewam kirin. Artêşa Tirk a dagirker-qirker bi çekên qedexekirî yên kîmyewî, bombeyên termobarîk û bombeyên taktîk nukleer her roj jehr bi ser çiyayên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve rijand. Gerîlayên azadiyê jî tunelên şer ava kirin, bi tîmên bi tevger ên li qadê bersiv dan van êrîşên qirkirinê.

Çanda berxwedanê ji 14'ê Tîrmehê, ji Newroza ku Mazlûm Dogan bi tena serê xwe pîroz kir, ji Çaran, ji Sûrê, ji Cizîrê, ji Nisêbînê mîrateyeke. Ev mîratre li gorî tespîta Rêberê Gelê Kurd Ocalan 'yekparebûna hemû berxwedanên demokratîk e'. Faşîzm-qirkerî li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nekarî bi ser bikeve. Li bin guhê vê çanda berxwedanê ya mirovahiyê û dîrokê ket. Li çiyayên Kurdistanê di şexsê gerîla de berxwedan bûye çandek.