Bêdengî û teslîmbûn

Ev bêdengî, hinceta wê her çi be, nîşaneya teslîmbûnê ye. Diviya niha berî Silêmaniyê li Hewlêr û Dihokê xelk daketa qadan. Ji ber ku Tirkiyeyê bi sedan binke û baregeh li van her du parêzgehan çêkirine û bi sedan sîxur berdane nav van her du parêzgehan.

Bêdengiya aliyên siyasî, rewşenbîr û zilamên dînî yên başûrê Kurdistanê li ser wê hemû zilma ku Tirkiye li hember rojava û başûrê Kurdistanê dike, cureyek e ji teslîmbûn û razîbûnê. Ez bawer nakim ku tiştek neyê kirin. Hinek dibêjin li ber wê dewleta mezin em dikarin çi bikin? Dengbilindkirina li hember wê zilmê helwest e. Her wiha em dikarin bi rêyên cuda peyamên hemû çînên cuda bi ber guhên balyozxane û konsolxaneyên li Îraq û başûrê Kurdistanê bixin û her roj em wêneyên qurbaniyên xwe nîşanî wan bidin. Kuştina jin û zarokan li başûr û rojavayê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKK, cureyekî qirkirinê ye. Bê ku ferqê bixin navbera nexweşxane, ceyran, av û depoyên dexlê û fêrgeh û cihên tûrîstîk, rûxandina beşên xizmetguzariyê yên li rojavayê Kurdistanê derbeyek e li hevkarî û piştgiriya welatên Ewrûpa û Amerîkayê. Çênabe ku em ji Frensî û Amerîkayiyan re nebêjin ew palaftingehên ku te çêkirine, Tirkiyeyê ew rûxandin; yan Frensiyan nexweşxaneyek çêkir lê Tirkiyeyê bombebaran kir. Pêwîstiya van bi lêkolîn û komkirina agahiyan heye. Ji bo vê yekê jî divê gelê Başûr ji hêla siyasî û civakî ve erênîtir bê meydanê. Divê em ji bo karekî wiha rêyên cuda bigirin ber xwe. Eger ji hezaran bijîşkên Kurd ên Herêma Kurdistanê sed bijîşk derkevin ser kolanan û biçin ber balyozxane û konsolxaneyên Amerîka û Franseyê û ji wan re bibêjin ku endameke NATO’yê, ku hûn jî di wê rêxistinê de ne, tiştê ku hûn çêdikin, ew wêran dike. Bandora vê yekê nabe gelo? Bêguman dibe.

Hezar zarok li Hewlêrê yan li Silêmanî û Dihokê derkevin kolanan û hawar bikin û bibêjin na ji  rûxandin û wêrankirina fêrgeh û dibistanên rojavayê Kurdistanê re; wê demê bandora wê gelek dibe. Divê em wê zincîra giyanî çêkin da ku zarokên Rojava hest pê bikin ku li başûrê Kurdistanê xwedîtî li wan tê kirin. Di wexta çûna pêşmergeyan a Kobanê de, eger di meydana şer de bandoreke wê ya zêde nebûbe jî, bêguman moral û enerjiyeke zêde da gelê Kurd. Ev bêdengî, hinceta wê her çi be, nîşaneya teslîmbûnê ye. Diviya niha berî Silêmaniyê li Hewlêr û Dihokê xelk daketa qadan. Ji ber ku Tirkiyeyê bi sedan binke û baregeh li van her du parêzgehan çêkirine û bi sedan sîxur berdane nav van her du parêzgehan. Roj nîn e ku zerer û ziyan li gund û navçe û cotkarekî nekeve.

Lihemberderketina vê zilmê bi dengbilindkirin û helwestê dibe, ne bi teslîmbûnê û bi wê hêviyê ku sibe baştir dibe. Tirkiye ji hêla exlaqî û siyasî ve dewleteke bê şeref e. Çênabe ku mirov ji wê li hêviya tiştekî baş be. Li Erdoxan binêrin, li Rojava û Mexmûr û Qendîlê xelkê sivîl bombebaran dike û vê yekê jî wek şerê terorîzmê bi nav dike. Di kongreya partiya xwe de dibêje ku ew hazir e ku navbeynkariya Filîstîn û Îsraîlê bike. Ev yek wekî wî tiştî ye ku projeya aştiyê ya şeytên ji bo kesên din hebe. Di demekê de ku beşek ji serkirde û nûnerên partiyên başûrê Kurdistanê mêvanê kongreya AKP’yê bûn, kesî nekarî biwêre bibêje “aştî ew qas di xema te de be, çima tu naxwazî di navbera Başûr û Rojava û Tirkiyeyê de aştiyê çêkî? Ew hemû rika ji Kurdan, çavkaniya wê çi ye? Mebesta min ew e ku serkirdeyên Kurd bi taybetî yên ku heta vê kêliyê dostiya wan li gel AKP’yê heye, qet nebe dikarin bipirsin gelo ew kesê ku jin û zarokan dikuje û dergehê aştiyê dadaye, kî ye?

Tu hincetek ji bo vê bêdengiyê nîn e. Tirkiye jî bi vî qasî ji we razî nabe. Yê ku bi hûrî Tirkiyeyê nas bike, gelek baş dizane ku Tirkiye her tim daxwaza tiştên zêdetir dike da ku yên li hember wê teslîm bibin.

Bi giştî di vê qonaxê de em di ezmûneke mezin de ne, ezmûna helwest û akaran. Bi dirêjahiya hezaran salan dijminên me ev her du têgeh ji me şûştin. Gelo em dikarin di vê qonaxê de jî parêzvaniya parastin û erênîbûna helwesteke zêdetir û akarên xwe bikin yan em ê bibin sedema pêkhatina daxwazên dewleta Tirk. Em nikarin xwe li hember vê mijarê li bêdengiyê daynin û ji felekê re bihêlin bê ka di siberojê de çawa dibe. Nexşeya siberojê ji bo neteweyeke li ber jinavçûn û qirkirinê, bi lêgerînê çareser nabe. Bi wê yekê çareser dibe ku tu bi xwe wê nexşeyê diyar bikî û li ser bixebitî, ev yek tekane rê ye ji bo mayînê.