Başûrê Kurdistanê û qonaxeke metirsîdar a siyasî

Bila her kes baş bizane, bêdengî li hemberî vê rewşê sûcek e û lewma mafê vê têkoşînê heye ku ji her kesê ku bi bêdengiya xwe bûye beşek ji dagirkerî û êrişan, hesab bipirse.

Ev bêdengiya başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk, ne tenê rewşeke sade û demkî ye, her wiha nîşaneya destpêka serdemeke bi tevahî tirsnak û metirsîdar e jî. Ev serdem serdemeke wisa ye ku ji her kesî berpirsyariyeke dîrokî dixwaze. Serdemek pêş dikeve ku êdî tê de nirx, aîdiyet û hestên neteweyî yên girêdayî ax, dîrok û erdnîgariyê tu girîngiya wan namîne. Êdî mirovê me bi wateya herî sade jiyaneke bi tevahî tazî derbas dike. Bi gotineke din rojane dema xwe derbas dike; xwarin, vexwarin û gerîn û razan û çûna ser kar û êvaran jî xwarina şîvê li xwaringehên Tirkî û şevan jî berî razanê temaşekirina rêzefîlmeke Tirkî, bi vî awayî rojê derbas dike. Li hemberî vê jî her roj Behdînan tê bomberankirin û axa wê ji sedî pêncî hatiye dagirkirin. Di heman demê de rewşenbîr û nivîskar jî wek pîşeyê xwe yê hertimî di xewn û xeyalên xwe de ne û şerm dikin ku vê bêdengiyê bişikînin, ji ber ku hêdî hêdî di nav lehiya berjewendiyên xwe de wek beqên ser kevzê pal dane û tu deng ji wan nayê.

Çênabe ku mirov tenê wek bêdengiyeke fîzîkî li vê bêdengiyê binêre, pêwîst e mirov bi nêrîneke civakî û çandî lê binêre. Li vir em bêdengiyeke komî dibînin, yanî tevahiya dezgehên civakî bi lihevkirineke veşartî bûne yek û bi bêhişmendî û carinan bi hişmendî bêdeng dimînin. Medya, malbat, rêveberî, kuçe, zanîngeh û tevahiya qada giştî di vê lihevkirina veşartî de bi hev re ne, ev jî encama  wî şerê taybet û wî şerê çandî û zihnî ye ku bi dirêjahiya çend deh salên borî li ser zihniyeta takekesê başûrê Kurdistanê tê meşandin. Bîst sal berî niha dagirkeriya dewleta Tirk bi vî awayî nedihat pejirandin û dîmen û belge hene ku hemû hemwelatî li ser kuçeyan bûn û dagirkerî red dikirin, lê niha ne tenê bêdengî, her wiha em dibînin ku piştgirî jî tê kirin û bihane û hincet ji bo van dagirkeriyên tên anîn.

Di heman demê de ev rewş têkildarî çêbûna hişmendiya siyasî û dîrokî ye jî. Ev rewşa niha encama çend sal an çend deh salan nîn e, berevajî vê yekê, encama dîroka çend hezar salî ya dîroka Zagrosê ye, têkildarî naveroka çandî ya Zagrosê û awayê jiyana Zagrosî ye. Xelkê vê axê ji Neolîtîkê heta niha ji derve nehatiye anîn, xelkên din ji derve hatine anîn. Ev ax destpêka şînbûna yekemîn kêliyên civakîbûna mirovan e, yekemîn cihê dagirkerî û şer û wêrankirina Samiyan e. Ev erdnîgarî ye ku cara yekem Cihûyan vediguhêzin wir, axek e ku hezaran sal e tê parastin û xwîn jê diherike, lê serî natewîne û tu dagirkerekî nekariye hetaheta wê bike milkê xwe. Lewma piştî jidayikbûna roja azadiyê li Amaraya bakurê Kurdistanê û şînbûna wê tevgera siyasî ya ku 50 sal e li hemberî sîstemê bi awayê herî radîkal li ber xwe dide, em fam dikin ku ev şer ne tenê şerê Kurd û Tirkan e, berevajî vê yekê, şerê du çand û du têgihîştinên cuda ye, şerê di navbera evîndarên azadiyê û paşverûyan de ye, şerê di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye. Di dawiyê de şerê peyamberên azadiyê û xwedayên bêmaske û qralên tazî ye ku di dawiyê de çarenûsa şer jî di nav lepên wî Prometheusî de ye ku li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin.

Wek dawî, rojên niha rojên dîrokî ne. Bê guman ev roj dê di nav rûpelên dîrokê de wek rojên girîng bên tomarkirin, bêdengî jî li hemberî vê rewşa hestyar di heman demê de sûc û xiyanetek e ku nayê jibîrkirin, ji bilî vê bila eşkere her kes bizane, Tevgera Azadiya Kurdistanê di pêncî salên borî de bi dehan rewşên wekî vê derbas kirine û bi serkeftî dîroka xwe ya siyasî û îdeolojîk nivîsiye, wekî Şengal û Mexmûrê, vê carê jî başûrê Kurdistanê diparêze, dîsan bila her kes baş bizane, bêdengî li hemberî vê rewşê sûcek e û lewma mafê vê têkoşînê heye ku ji her kesê ku bi bêdengiya xwe bûye beşek ji dagirkerî û êrişan, hesab bipirse.