'Barzanî ji bo AKP-MHP'ê dest bi propaganda hilbijartinê kiriye'

PDK ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser qadên gerîla bi rengekî çalak li gel dagirkeran tevdigere, tê gotin ku niha jî ji bo AKP-MHP'ê dest bi karê hilbijartinê kiriye û bi hin serokeşîr û dijberên tevgera azadiyê re hevdîtin kiriye.

Wê di 14’ê Gulana 2023’yan de li Tirkiyeyê hilbijartinên serokkomartî û parlementoyê werin li darxistin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, li Başûrê Kurdistanê jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî soza piştgiriya bi AKP-MHP’ê re da.

Hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de Mesûd Barzanî hîn ji niha de ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ketiye nava tevgerê. Li gor agahiyan di çend rojên borî de Barzanî hin hevdîtin li gel serokeşîr û kesayetên ku li Bakurê Kurdistanê dijminahiya gelê Kurd dikin, pêkaniye.

Li gor zanyariyan di rojên borî de Mesûd Barzanî li gel serokê eşîra Jîrkî Tahir Adiyaman û sercerdevan Cemîl Oter civiyaye û daxwaz ji wan kiriye di hilbijartinê de piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

Her çiqas Tahir Adiyaman piştgiriya AKP’ê û Erdogan dike, lê beşek zêde ji eşîreta Jîrkî piştgiriya HDP’ê dikin û helwesta wan ji ya Adiyaman cûdatirin.

Barzanî di civîna li gel her du kesên dijberê gelê Kurd de ji wan xwestiye ku dengê xwe bidin AKP’ê û Erdogan, her wiha ji wan xwestiye ku ji bo serxistina AKP’ê û Erdogan divê di nava hewildanên cidî de bin.

AKP-MHP’bi ‘Tifaqa Komarî’ tevlî hilbijartinê dibin. HUDA PAR a ku berdewama Hizbullahê ye jî piştgiriya xwe ji Tifaqa Komarî re nîşan daye. Niha jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî tevli eniya piştevaniya ji bo Tifaqa Komarî bûye.

Yanî PDK bi vê pêngavê bi awayek eşkere tevlî eniya dijberê gelê Kurd bûye daku AKP-MHP û Erdogan di hilbijartinê de biserkevin. Ji bona vê yekê jî amadebûna xwe ji bo hemû hevkarî û piştgiriya bi AKP-MHP’ê re ragihandiye.

Li gor zanyariyan, Barzanî li Mesîf ofîsek taybet ji bo kampanya piştgiriya bi AKP-MHP’ê re vekirye û wê heta dema hilbijartinê (14’ê Gulanê) ev ofîs bixebite. Her wiha tê gotin ku ji bo vê yekê jî budceyek taybet hatiye veqetandin.

Li gor agahiyan, Barzanî di civînê de ragihandiye ku di rojên pêş de ew ê li gel hin serokeşîrên din ên Bakurê Kurdistanê jî bicive û ji wan daxwaz bike piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

Ev ne cara yekeme Barzanî û PDK di hilbijartinên li Tirkiyeyê de piştgiriya AKP’ê û Erdogan dikin. Di hilbijartinên borî de jî Barzanî bi fermî û eşkere bi hemû derfetên xwe piştgiriya AKP’ê û Erdogan kiribû.