Barê vê dîrokê encex gelê Kurd û gelê azadîxwaz dikare hilgire

Berxwedan û têkoşîna ku gerîlayên azadiyê didin, lûtkeyî û dîrokî bûye. Rojane nirx li ser nirxan bar dikin. Her gerîlayeke azadiyê di çarçoveya pêngava şoreşgerî de, ji bo serkeftinê ji her demê bi isrartir in.

Aloziya ku li Rojhilata Navîn diqewime, rê li ber felaketên mezintir û şerên dijwartir vedike. Bi taybetî di vê sedsalê de, hêzên serdest ji bo sîstema kapîtalîst mayînde bikin gelek dek û dolaban dizivirînin. Pergala kapîtalîzmê ji nirxên mirovbûnê bigire, heta nirxên çandî û zihnî êrîş dibe li ser civakê. Ji êrîşên li ser nirxên mirovbûnê bigire, heta ber bi qirkirinên çandî û zihinî yên ku civak bi sedsalan xwe lê gertiye pêk tîne. Di rastiya vê heqîqetê de, sîstemekî çavbirçî, diz û hîlekar li holê ye. Wekî tê zanîn bi salan e, ev sîstema desthildar li ser xwîna bi milyonan mirovan xwe dide jiyankirin û jiyan dike. Sedema êrîş û qirkirinên çandî yên ku di roja îro de rû dide jî nîşaneya vê yekê ye. Ev pergal ji bo berjewendiyên xwe dikare mirovan qetil bike. Ji zihniyetekî bi vî rengî ma wê çi were hêvîkirin? Ev pergal Ji derveyî kuştinê ji ti tiştek din fêm nake, hema tevahî jiyana xwe kiriye xizmeta vê yekê. Lewma xwe jî li gorî vê yekê plansaz dike û dixwaze biçe encamê. Yanî dikare li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî pîvanên şer jî binpê bike. Rewşa ku îro li Kurdistanê tê jiyankirin bi vê rastiyê re pêwendîdar e. Em dibînin jiyana bi milyonan kesî di bin xeteriyekî mezin de ye. Roj bi roj di Kurdistanê de êrîşên faşîzane kûrtir û dijwartir dibe. Di serî de di şexsê Rêber Apo de, tecrîda girankirî û şerê derûnî ku li Îmraliyê pêk tê, armanca faşîzmê û sîstema modernîteya kapîtalîst baştir radixe ber çavan. Bi girankirina tecrîdê re dixwazin îradeya bi milyonan mirovî teslîm bigrin. Lewma bi awayekî aktîf dikare di nava sûcên şer de cih bigre. Esas pratîzekirina sîstema xwe ya qirkirinê û îmhayê li Îmraliyê pêk tînin. Ev Sîstema îzolasyon û tecrîdê jî vê yekê piştrast dike. Lê ruxmî hemû zextê li Îmraliyê  têne birêvebirin, Rêber Apo berxwedanekî dimeşîne. Ev sekin û berxwedana Rêber Apo tevahî çerxa pergala Îmraliyê têk dibe û vala derdixe. Rêber Apo ev bi salan e, li hemberî sîstema qirkirinê di nava têkoşînekî mezin de ye. Ango bi dijminên gelê Kurd re di nava şerek dijwar de ye. Li hemberî vê dijmin neçar maye û nizane wê çawa binketina xwe li hemberî Rêber Apo telafî bike. Ji bo vê tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin û wisa dixwazin tola xwe jê wergirin. Lê heta niha ne di ferqê de ne ku bi agirek çawa dileyîzin. Şervan û şagirtên Rêber Apo yên ku dibêjin; “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Li beramberî wan disekinin û şer dikin. Di dîroka têkoşîna azadiyê de, ji bo şikandina tecrîdê bi dehan, bi sedan çalakiyên fedaî hatin lidarxistin. Di serî de fermandar Zîlan bi helwesta xwe ya şoreşgerî, komploya ku li ser Rêber Apo pêş diket hîs kiribû. Di heman demê xeteriyên li ser Rêber Apo dît û xwest ji van xeteriyan re bibe bersiv. Lewma çalakiyeke bi plan a fedayiyane pêk anî. Bi çalakiya xwe ya fedayî dijmin tar û mar kir, tirseke mezin xist nava dilê wan. Bi çalakiya xwe wisa li dijminê xwe kir ku bi tu awayî ji bîr neke; heta şervan û milîtanên Rêber Apo yên wisa hebin, wê tu kes nikaribe hesabên pêşeroja xwe li ser wan bike. Li ser van nirxên ku fermandar Zîlan avakiriye, bi sedan û hezaran şagirtên fedayî îro peyamên wê zîndî dikin û didin jiyankirin. Her dû fedayiyên bi navê Rojhat û Erdal ku di 1’ê Cotmehê de li paytexta Tirkiyê, li Enqereyê çalakiya fedayî kiri giyana fermandar Zîlan zindî kirin. Di kêliyê de êrîşên li ser Rêber Apo û tevgera azadiyê ji kûr ve hîskirin û giyana Zîlanê zindî kirin. Çalakiya her dû fedayiyan bersiva sûcên şer ên dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tîne ye. Heman demê bersiva tolgirtin û hesab pirsînê ye. Ev ji bo dewleta Tirk hişyariyekî bû, wan bi çalakiya xwe dan diyarkirin ku wê tu kes destdirêjî li ser xaka Kurdistanê û Rêber Apo neke. Yên bikin jî wê bi bersivên wisa re rû bi rû bên.

Di rastiyê de dewleta Tirk ne li benda çalakiyekî bi vî awayî bû. Li gorî wana êdî gerîla xelas bûye û hêza şerkirinê pê re nemaye. Hele di navenda wana de gerîla bi tu awayî ne dikarî çalakiyan bike, ne jî dikare têkevê. Wisa difkirî ku wê tu kes nikaribe sîstema wî ya ewlekariyê bixe xeteriyê. Ew qas ji xwe bawer bûn. Lê ji vê çalakiya her du gerîlayan jî diyar bû ku teknîka wana li beramberî gerîla çi qas vala ye û bikêr tiştekî nayê. Her du gerîlayan bi çalakiyên xwe dijmin tar û mar kirin, tirsekî mezin xiste dilê wan. Derûniya pergal û hêza leşkerî ya artêşa Tirk jî ji vê çalakiya destanî derbeyek mezin xwar. Lewma dewleta Tirk dixwest heqîqeta vê çalakiyê berovajî bike û li ser tora civakî ji bo vê hewldanek mezin da. Lê raya giştî bi van hewldana nexapiya. Kenên xwe bi aqlê civakê dikin. Nexwe çima piştî vê çalakiyê yekser berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê? Ji roja piştî çalakiyê û şûnde, li her derê Rojava yê Kurdistanê kirin armanc û hemû dever topbaran kirin. Bi hêceta ku ev her du gerîlayên leheng ji Rojavayê Kurdistanê ketine Tirkiyê, xwest vê çalakiya gerîlayan ji bo xwe bikin bingeha êrîşa li ser Rojava ango sûd jê wergirin. Bi rastî ger wekî ew dibêjin, “me derbeyekî cidî nexwariye û tenê du polîsên me brîndar bûne” naxwe çima biçe kiryarên ji derveyî qanûnên şer û êrîşên bi vî awayî pêk bîne? Ev çend roj in bê navber tevahî nexweşxane, bendavên avê, îstasyonên eletrîk û petrolê û hwd, di hedefa dagirkeriyê de ne. Êrîş li ser êrîşan pêk anîn û pêk tîne. Di encama van êrîşan de gelek zirarên madî û manewî çêbûn. Dewleta Tirk encex tola xwe bi vê şêwazî rake. Di dîrokê de jî her wisa bûye. Her ku li hemberî berxwedan û yekîtiya gelan tengav bûye, dest bi êrîşên xwe yên talan û wêranê kiriye. Êrîşên ku îro rû didin jî ji tengavbûna Tirkiyê ya li hemberî gerîla ye. Di salên dawiyê de dewleta Tirk wekî her sal bi armanca tunekirina gerîla û dagirkirina xaka Kurdistanê ketiye rê û şer dike. Li kêleka van kiryaran, bi dehan caran çekên qedexekirî di van şeran de, li hemberî gerîlayên azadiyê bi kar anî. Lê ruxmî vê li hemberî berxwedana gerîla têkçûyînekî mezin jiyan dike. Heman demê di taktîkên xwe de jî xetimiye û nikare pêşedeçûnekî cidî avabike. Roj bi roj derbe li ser derbeyan ji gerîlayan dixwe. Bi rastî rewşa û derûniya artêşa Tirk di qadên şer de her ku diçe xirabtir dibe. Ne hêza wê ya şerkirinê maye, ne jî îradeyekî ya tehemûla şert û mercên vî şerî rake. Tenê dikare xwe bispêre teknîka dewletê, ew jî heta cihekî dikare bi rêve bibe.

Berxwedan û têkoşîna ku gerîlayên azadiyê didin, lûtkeyî û dîrokî bûye. Rojane nirx li ser nirxan bar dikin. Her gerîlayeke azadiyê di çarçoveya pêngava şoreşgerî de, ji bo serxistina zaferê ji her demê bi isrartir in. Gerîla ji bo terora li ser Kurdistanê bişkênin bi angaşt e. Bi çalakiyên xwe rê nadin ku dagirker bi rihetî li ser xaka Kurdistanê dagirkeriyê bimeşîne. Gerîla îro bi soza tolgirtinê di çeperan de ne û şer dikin. Lewma divê gelê Kurd bikaribe piştgiriyê bide vê berxwedanê û xwedî li ewladên xwe derkevin. Dem dema yekîtiyê ye, deme dema rawestandina dagirkeriya dijmin e. Barê vê dîrokê jî encex gelê Kurd û gelê azadîxwaz dikare hilgire. Nexwe wê sîstema heyî û aloziya ku tê jiyankirin kûrtir û dijwartir bibe.