Azadiya Abdullah Ocalan çima azadiya gel e?

Kesê ku ji bo gel bijî, gel bê wî najî; gel tecrîdkirina wî wek tecrîdkirina xwe dibîne û azadiya wî jî wek azadiya xwe dibîne. Şikandina dîwarên Îmraliyê têkçûna Lozan û wan hemû komployên li dijî ax û welat e.

Dibe ku ji bo gelek kesan cihê pirsê be bê ka çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navenda hewl û têkoşîna tevgera azadiya gelê Kurd e û hemû hewl û têkoşîn li dor azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan gur bûne. Berpirsekî berê yê CPT’yê di axaftineke xwe de behsa nihêniya vê mijarê dike.

Çaryek sedsal e ku li gel daxwazên din, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye dirûşm û beşa serekî ya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd. Di hemû merasîman de bi taybetî di salvegera Komploya Navneteweyî de cext li ser vê daxwazê tê kirin.

Çalakiyên 25’emîn salvegera komploya li dijî Rêber Ocalan di meşa mezin a Kolnê de gihîştin lûtkeyê û sedan hezar kesî bi yek dengî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd anî ziman. Dîsan li ba hin Kurdan û li ba hin kesên biyanî jî pirsek çêbû ku çima Abdullah Ocalan? Çima daxwaza ji bo azadiya wî bûye daxwaza sereke ya tevgera azadîxwaziyê ya gelekî?

Hin bi mebest û hin jî bê mebest vê yekê wek “kurtkirina daxwazên gelekî di azadiya kesekî de” yan jî wek “qebûlkirina kesekî di ser gelekî re” yan jî wek “qurbanîkirina daxwaza gelekî ji bo kesekî” bi nav dikin. 

Hin kes ji vê yekê zêdetir diçin û vê yekê wek “tekperestî, dîktatorî” bi nav dikin. Eger em ji van dest pê bikin, ev yek şibandin û propagandayeke vala û bê bingeh e û berevajîkirineke berbiçav e. 

Rast e di rejîmên totalîter û dîktator de bi zora zêr û hêzê perestina serkideyekî pêşve dibin. Gel ne tenê ji ber xweşiya xwe, her wiha bi zorê tê neçarkirin ku serkirdeyê desthilat û rejîmê bipereste û pesnê wî bide. Lê belê ev yek ji bo serkirdeyekî ku ne tenê desthilata xwe tune ye, hetta çaryek sedsal e di zîndanê de ye û sê sal in jî haya tu kesî jê nîn e, nikare rast be. Çinku ji zîndanê ne dikare bi pere gel bi xwe ve girê bide, ne dikare bi tirsandinê wisa lê bike ku serê xwe jê re xwar bike.

Hezkirina gelekî ji bo rêberê xwe û ew rastiya ku dibêje em nikarin bê wî bijîn, ji ber rastiya wî rêberî ye. Ew ne kesekî wisa ye ku ji bo xwe jiyabe, ji bo xwe tê koşiyabe û ji ber rewşa xwe ketibe zîndaneke takekesî.

‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ PERDEYA LOZANÊ YA DUYEM BÛ’

Komplo û revandina Rêber Abdullah Ocalan ji hêlan wan heman hêzan ve hate kirin ku berî 100 salî di Lozanê de Kurdistan parçe kiribûn. Niha û piştî 100 salî ji Lozanê wan heman hêzan li hember wan tawan û binpêkirinên dagirkeran ên li Kurdistanê çavên xwe girtine.  Ew hêz bi rêya birêvebirina sîstema tecrîda li Îmraliyê siyaseta 100 salî ya qirkirina gelê Kurd didomînin.

Rêberekî wisa ye ku ciwanî û jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kiriye û 25 sal in di zîndanê de ye. Bê guman gelê wî jî rêz û wefadariya xwe nîşan dide. Ev yek hevkêşeyeke ew qas ne aloz e. Di bingeha xwe de Abdullah Ocalan ne wek kesekî ketiye zîndanê, ne wek kesekî hatiye tecrîdkirin, lewma azadiya wî jî ne daxwaza azadiya kesekî ye. Ew îrade û nûnerê gelekî ye. Mantiqîtirîn encama vê hevkêşeyê ew e ku azadiya Abdullah Ocalan wekhev e bi azadiya gelê Kurd.

Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya nû û bi teza xwe ya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk li ser bingeha ekolojî û azadiya jinan bûye rêberê gelan û jinan û azadbûna wî jî mizgîniya cîhaneke cuda ye, cîhaneke tijî aştî û yeksan ji bo hemû gelan. Lewma tevî gelê Kurd, dostên enternasyonel jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan dikin hawar.

Parêzerê Belçîkî Mark Neve û serokê berê yê CPT’yê ku di salên 2001, 2003 û 2010’ann de di çarçoveya şandên CPT’yê de serdana Îmraliyê kiribûn, behsa taybetmendîyeke Ocalan dike ku wî ji hemû zîndaniyên din ên siyasî cuda ku wan berî niha û piştra serdana wan kiriye.

Neve di hevpeyvînekê de ku demek berî niha dabû ANF’yê, dibêje: “Gelek tişt hebûn ku dixwest behsa wan bike, lê belê ne der heqê xwe de, berevajî, der heqê gelê xwe de nîgeran bû. Ev yek mezintirîn taybetmendîya wî bû. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku Abdullah Ocalan pir kêm caran behsa rewşa xwe dikir, zêdetir behsa rewşa giştî dikir. Zêdetir dixwest behsa rewşa siyasî ya giştî bike. Çinku wî dizanî ku ew zîndaniyekî siyasî ye.

Di serdana me de tiştê ku zêdetir bandor li ser min çêkir, ew bû ku Abdullah Ocalan pir behsa şert û mercên zîndanîbûna xwe nedikir, zêdetir behsa gelê Kurd û PKK dikir. Ew helwesta Abdullah Ocalan pir balkêş bû. Zîndanî zêdetir li ser rewşa siyasî gilî û gazincan nakin, zêdetir behsa wan dijwariyên xwe û jiyana rojane dikin. Di hevdîtinên me de yên li gel Abdullah Ocalan rewşeke bi temamî berevajî hebû. Ew helwest û tevger ji bo me pir girîng bû.”

Nexwe bersiv pir rehet e û zelal e. Kesê ku ji bo gel bijî, gel bê wî najî; gel tecrîdkirina wî wek tecrîdkirina xwe dibîne û azadiya wî jî wek azadiya xwe dibîne. Şikandina dîwarên Îmraliyê têkçûna Lozan û wan hemû komployên li dijî ax û welat e.