Anatomiya Rêber Ehmed

Rêber Ehmed ê ku yekem perwerdeyên xwe ji MÎT'ê distîne, weke pira di navbera MÎT û Parastinê de ye ku yek ji rêvebirê cinayetên failên wan nediyar û krîza aborî ye ku ev 30 sal in berdewam dike.

Yek ji aliyê ku piştî hewldanên dewleta Tirk yên îlheq û dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê xist di nava liv û tevgerê de PDK ye. Di nava gelê Başûr de piştî xwespartina siyaseta dijmin ya 30 salan tekane ‘’destkeftî’’ bû xeta îxanetê ya bi navê PDK.  PDK’ya ku ku li Kurdistanê di binê her polîtîkaya ku teşhîr dibe de derdikeve,  ku her çend polîtîkayên berbehs deşîfre dibin jî êrîşkariya xwe ya li dijî PKK’ê jî zêde dike. 

HEVSENGIYA AZADÎ Û ÎXANETÊ

Hevsengiya berbehs jî di dîroka şerî ya Kurdistanê de xwe dispêre dîyalekta têkoşîn û hevkariyê.  Nemezinbûna têkoşînê rengê hemû antî-siyasetan derdixîne holê û PDK bi vê yekê civakê zêde aciz dike. Li gel vê yekê, nayê zanîn bê siyaseteke PDK'ê heye ku xwe ji vê etîketê 'paqij bike' yan na. Daxuyaniyên ku car carna tên dayin, dibin sedema nakokiyên li ser vê mijarê.

RÊBER EHMED PKK'Ê DIKE HEDEF

Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji hin saziyên çapemeniyê re got, "Divê bi kêfxweşî bibêjim ku hikumeta Iraqê dema dawî biryar da ku PKK rêxistineke qedexekirî ye. Ji bo gelê herêmê û gundî li pirsgirêkan rast neyên, divê PKK wan herêman biterikîne. PKK çavkaniya hemû pirsgirêkan e."

TAKTÎKÊN ENQEREYÊ

Yek ji rê û rêbazên sereke yên PDK'ê ye ku her gavê PKK'ê sûcdar dike, dike hedef. Ev taktîk jî ji Enqereyê hîn bûye.  Ehmed sala 1968'an ji dayik bû, di sala 1997'an de Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Selaheddînê, di sala 2007'an de li Zanîngeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li qada ewlekariya neteweyî lîsansa bilind temam kir.

SALÊN LI NAVA PARASTINÊ

Ehmed dema ku endamê Yekîtiya Endezyarên Kudistanê bû tevlî nava Parastinê bû, gav bi av di karê îstîxbaratê yê PDK'ê de bilind bû. Di sala 1998'an de şêwirmendiya îstîxbaratê ji Mesrûr Barzanî re kir, di navbera salên 2000-2005'an de bû serekê Ajansa Îstîxbarat û Parastinê ya Herêma Kurdistanê. Ji sala 2005'an heta 2012'an dîkretoriya analîzê li nava Parastinê kir, heta sala 2018'an weke yek ji berpirsyarên giştî ma. Di sala 2019'an de di nava hikumeta bi serokatiya Mesrûr Barzanî de bû wezîrê karên hundir.  Wezîrê Karên Hundir ê PDK'ê perwerdeya xwe ya destpêkê ji îstîxbarata Tirk MÎT'ê wergirt.

RAWESTGEHA DESTPÊKÊ YA HAKAN FÎDAN

Di encama vê têkiliya organîk de Ehmed bû yek ji pirên bingehîn ên navbera MÎT û Parastinê. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan beriya her sedana Bexda û Hewlêrê destpêkê serdana Ehmed kir. Dema ku têkiliyên wî bêne lêkolînkirin wê rabirdûya wî ya îstîxbaratê bigihêje heta sala 1994'an dema baregehên destpêkê yên artêşa Tirk hatin avakirin. Ji hingî heta niha bû yek ji kesên sereke ku di opreasyonên îstîxbarata Tirk ên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de li pêş bû.

BÛYERÊN KU BI SERÊ AKTÎVÎSTÊN BEHDÎNANÊ DE ANÎN

Ehmed ku yek ji berpirsyarên bingehîn ên krîza siyasî û leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê ye, di heman demê de yek ji rêveberên esasî yên polîtîkayên qetilkirina rojnamevanan, kuştinên kiryar nediyar, girtin, binçavkirin û krîza aborî ya 30 salan e. Li hemberî kiryarên antî demokratîk nerazîbûneke mezin a gel hate nîşandan û di vê mijarê de bi giranî aktîvîstên Behdînanê hatin xuyakirin. Êşkence li hin ji aktîvîstên Behdînanê hate kirin, hin ji wan hîn li zindanên PDK'ê ne.

DI NAVA DAMEZRANDINA PÊŞMERGEYÊN ROJ DE CIH GIRT

Ehmed ê ku li dijî şoreşa Rojava piştgirî da hêzên ku dixwazin rol bidizin, di heman demê de pêşengî ji avakirina Pêşmergeyên Roj re kir ku hêzeke paramîlîter a neqanûniye, ku ne girêdayî ti saziyeke leşkerî ya li Iraqê û Wezareta Pêşmergeyan e. Ehmed di navenda polîtîkayên vê hêzê bi rêxistin dike, perwerde dike û diyar dike de, cih digire. PDK jî van hêzan li dijî PKK'ê li Behdînan û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih dike. Pêşmergeyên Roj ku di dagirkeriya Tirk de pêşengiyê dikin, ji bo ku gelê Behdînan ji cih û warê wan bikin, her tişt dikin.

KESÊ KU JI BO ŞENGALÊ PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ ÎMZE KIR

Ehmed, ne tenê li dijî Rojava her wiha li dijî Şengalê jî kete tevgerê û ji bo peymana 9'ê Cotmeha 2020'an ku îradeya gelê Şengalê tune dihesibîne li ser navê Rêveberiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê îmze avêtiye. Niha jî ji bo ku ev peyman bikeve meriyetê her tişt dike. 

ŞOREŞGERÊN ROJHILATÎ FIROTIN ÎRANÊ

Ehmed ê ku aliyê xwe yê îstîxbaratê ji yekalîbûnê bêhtir li ser piralîbûnê xwe ava kir, ji bo MÎT'ê tenê ne xebitî. Di heman demê de şoreşgerên Rojhilat ên ku xwe li Başûrê Kurdistanê ragirtibûn, di berdêla gelek pereyan de firot îstîxbarata Îranê. Yek ji van jî di sala 2021’an de dema Ehmed Wezîrê Karên Hundir bû, kuştina Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Mûsa Babaxanî bû ku li Hewlêrê li otelekê ji aliyê Îranê ve hat qetilkirin. Piştî kuştinê hemû tesbît Ehmed û koma wî nîşan dida.

MÎMARÊ GIRTÎGEHA AKRÊ

Li Başûrê Kurdistanê bi salan e gelek beşên civakê rastî êşkenceya dermirovahî tên. Girtîgehên Akrê, Mesîf û Spîlkê navendên van êşkenceyan e, Ehmed jî mîmarê pêkanînên li vir e bi taybetî jî ya li Girtîgeha Akrê ye. Tê zanîn ku Ehmed demekê jî berpirsyariya girtîgeha Akrê kiriye.

DADGEHA FEDERAL QEBÛL NEKIR

Li aliyê din Ehmed ku weke namzetê PDK'ê yê hilbijartinên Serokkomariya Iraqê ku di sala 2022'an de pêk hat, ji aliyê gelek derdorên li Iraqê bi taybetî jî dadgeha federal ve nehat qebûlkirin. Dadgehê sedema redkirina namzetiyê ji dozên "kuştin" û "revandinê" yên beriya niha der barê Ehmed de hatibû vekirin esas girt.