Alagaş: Em ê her bêûsiliya qeyûm teşhîr bikin
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku qeyûm bi serê xwe bêhiqûqî ye û destnîşan kir ku wê hemû nelirêtî û bêûsiliyên bêne kirin teşhîr bikin.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku qeyûm bi serê xwe bêhiqûqî ye û destnîşan kir ku wê hemû nelirêtî û bêûsiliyên bêne kirin teşhîr bikin.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş anî ziman ku ji dema desteserkirina şaredariyê û vir ve ew çalakiyan dikin û destnîşan kir ku her roja Înê wê li dijî qeyûm çalakiyan bikin.
Şaredariya Sêrtê di 29'ê Çileyê de hate desteserkirin. Îradeya gelê Sêrtê cara sêyemîn hate desteserkirin. Ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an û vir ve li 10 şaredariyan darbeya qeyûm hate kirin. Ev jî şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih, Xelfetî, Dersim, Pulur, Miks, Akdenîz û Sêrt e. Li dijî darbeya qeyûm gel jî xwedî li îradeya xwe derdikeve.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ANF'ê re axivî.
KURDAN TENÊ WEKE XIZMETKAR DIBÎNIN
Alagaş anî ziman ku desthilatdarî naxwaze Kurd xwedî mafekî be, naxwaze xwe bi rê ve bibe û got, "Hatibe hilbijartin jî mafê xwerêvebirinê ji Kurdan re nabîne. Nêrîna wan bi vî rengî ye; ew bindest in û tenê dikarin bêne birêvebirin, tenê dikarin xizmetê bikin. Kurdan weke xizmetkaran dibînin. Ji ber vê yekê Kurd rêveberan ji xwe re hilbijêre jî desthilatdarî hewl dide bitepisîne. Tu tevlî hilbijartinê dibe, bi ser dikeve lê piştre dibêje 'Min ne eciband, tu nikare bibe îrade' û qeyûm tayîn dike. Em ê vê li ku bi cih bikin? Hilbijartin bi navê demokrasiyê tê kirin. Cîhan hemû tê xapandin. Ev yek nenaskirina îradeya Kurdan e, nenaskirina mafê diyarkirina rêveberên xwe ye."
AVAHIYA ŞAREDARIYÊ KIRIN QEREQOL
Alagaş diyar kir ku hefteyeke ew li ber şaredariyê çalakiyê dikin, her roja Înê wê li ber avahiya şaredariyê bin û got, "Ne tenê bi daxuyaniyan, bi çalakiyên cuda jî em ê qeyûm teşhîr bikin. Em ê hemû karên nelirê û bêûsil ên qeyûm teşhîr bikin. Em ê li mala xwe rûnenên û nehêlin bêhn bê ber wan. Êdî em ê her gava wan teşhîr bikin. Ji xwe her gaveke wan bêhiqûqî û desteserkirina maf e. Hebûna wan a li wê derê bi xwe desteserkirina maf e. Mînak avahiya xizmetê ya şaredariyê niha veguheriye qereqolê. Êdî ne avahiyeke xizmetê ye. Li hewşa wê wesayitên binçavkirinê û hêzên polîsan hene. Mirovekî li wê derê binihêre ne avahiya xizmetê, lê qereqolê dibîne. Bi vî rengî tu yê çawa xizmetê ji mirovan re bike? Em ê nehêlin bêhn bê ber wan."