AKP dixwaze faşîzmê civakî bike 

Ger em têkoşînê xurt bikin wê walatê me bibe warê azadî, wekhevî û demokratîk. Rêya vê jî şikandina tecrîta li ser Reber Apo ye. Dema dengê Rebertî bilind dibe dengê azadî û demokrasiyê bi rengê jinan jiyan bi wate dibe û bilind dibe.

Em di nava her cûre vûrûsan de ne. Pergala kapîtalîzm jiyana manewî daxistiye asta herî lawaz û jiyana madî dide pêş. Dema ku em li rewşa heyî dinerin, gelo çi tê bîra mirovan? Kapîtalîzm şer û faşîzma li ser mîlîtarîzma xwe rêxistin kiriye êdî mîna kevrên domîno dihilweşin. Îro mirov xistiye halekî welê ku dibêjê, ji miranan ji xwe ra şêwazekê mirin biecibîne. Bi leyûstok, xapandin, dînitiya ji rê derketî girêdana cîhana sanal û bi rêka medyayê her kêlî zihnê ciwanan, jinan û mirovan tê bombekirin. Jiyan bê wate bê nirx kirine. Êdî gelek cûreyên nexweşiyên nefsî û derûnî derketine. Zîhniyet û feraseta kapîtalîzmê dem û derfetê nade mirovan ku li ser firtoneyên li cîhanê digerin bifikire, bibîne û bi qiyameta ku hêzên desthilatdar li civaka mirovahiyê ferz dike bibînin. Qiyameta ku çar pirtûkên pîroz de tê destnîşankirin, vê demê tê dîtin. Xirabûna hevsengiya jîngeparêzî, tevlîhevbûna demsalan, derketina vûrûsa koronayê, kunbûna tebeqa ozan, krîza ava paqîj û hewaya paqij êdî ruhê cîhana me di nava kaos û qeyranan de digevize. Milekê ji ber birçîbunê mirov dimrin, milekê jî wek Emerîka mirov ji ber pir xwarinê obezîte dibin û dimrin. Êdî kes nikare rewşa ku îro jiyana mirovatî tenê bêjê xeterî heye, tenê binirxîne û tespîta bike. Kêliya ku derbas dibe jiyana cîhana me û gerdûnê fermanê dide ku em li dijî pergala kapîtalîzma ku li ser netew dewleta bi aqlê zilam ku ji rêya haqîqet derketî ku tenê pisgirêk, qeyran, krîz û vîrûs ava dike, em her awayî red bikin û pergala modernîta cîvaka demokratîk ava bikin. 

Kapîtalîzm ji bo krîza dijî, xwe jê derxe û restore bike, îro vîrûsa koronayê derxist. Ji bo jinan, ciwanan û hemû dînamîkên civakî bê çalakî bike û pêşiya tekoşîna gelan, jinan û hêzên mûxalîf bigire 24 demijmêr bangawaziya ji malê dernekevin dike û civak xistiye di nava zîndanê de. Jiyana mirov êdî ewqas bêqîmet û bê wate kirine, xeteriya li ser jiyana însan xweza û gerdûn ji sermeyedaran re ne xem e. Ew vê rastiyê ji bîr dikin; em hemû di nava keştiyekê de ne, dema ev cîhan xirabû kes jê nafilite. Dewletan di nava vê demê de ev vîrûs ji xwe re kirin firsendek û êrişên xwe zêde kirin.

Lazima her hemwalatiyê vê cîhanê ji hêzên hegonom ên cîhanê hesap bipirse ka heta niha ji bo sedemên ku li ber vîrûsê rê vekirin, pêdîviyên ewlekarî, tendurîstî û azadiya mirov heta niha çi gav hatin avêtin. Yek ji sedemên sereke mejiyê ezeziya ji aqlê civak û ahlaqê civak qûtbûyî bi xwe çavkaniya hemû nexweşî û mirina ye. Heta ev mejiyê pergala deshilatdarî neyê guhartin û derbaskirin ne gengaze ku pêşî li her cûre mirin û sedemê mirina mirovan bê girtin. Ji van gavan a herî jiyanî ew e ku pergala kapîtalîst entustrûyalîst û netew dewlet êdî stratejî û îdeolojiya Neolîberalîzmê ji bo heqîqeta cîhana me ya gerdûnî û serdema zanistî û şoreşa jinê ku xwe mîna tîrêjên rojê li her deverê cîhanê bi beden û ruh dike, nikare xwe wek modela pêşketî bide nîşandan. Şer, kuştin, dagirkirin, faşîzm, mîlîtarîzm, cînsiyetperezî, netewperezî û olperezî êdî kirasek tenge û li beramber pêşketinên mirovahiyê li ser bedena tu kesê xwe nagire. 

Her rojê li ser tevger û saziyên jinan û gelê Kurd êrîşên AKP a faşîst hejmar û rêbazên xwe yê bê ahlaq û dervayî huquq tên zêdekirin. Rastiya AKP'ê ger mirov rêz bike wê binpêkirina hiquq, qanûn û mafên mirovan, komkujî, girtin, kuştina zarok û sivîlan û dijmintiya jin û gelê Kurd bê bîra her mirovekê. Ger rojekê pirsa gelo di dîroka faşîzmê de, kuştina jin û zarokan dijminahiya jinan, binpêkirina hemû nirxên civaka mirovatî, di dîkdatorî û zalimiyê de kî rekor şikandiye bê kirin wê bersiv gelek zelal bê; ew jî Erdogan û partiya wî AKP û hevkarê wî MHP ye. Heger mirov ku hîn baweriya me ya kevin jî bo xweda û xwedawend însanê xwe ji xirabiyê biparêzê, rûyê mirov reşnekê gotina starê ye ji bo îro jî, ew kesên ku derdorê serkêşê faşîzmê û dijminê jinan Erdogan re ku rûreşiya herî xirab cîh digrin wê bi dengê wijdana mirovatî bêne dadgehkirin. Ev yek qirêjiyeke welê ye ku ava ti çeman nikare paqij bike. Halê ku kesên ji bo peran xwe firotine AKP dilê mirovan dişewitîne. Di bernameyek de jinek AKP bi gotina 'xwedê emrê zorokê min bide te' kirêtiya koletiyê radixe ber çavan. Êdî di civakê de faşîzm tê bicihkirin. Ger îro li pêşiya hemû cîhanê li ser tv’yan jinên qaşo dîndar didin axaftin û dibên 'min lîsteya kesên cîranê min ê muxalîf ku bên kuştin derxistiye'; ev e modela AKP ji bo jinan. Jina bi aqlê zilam diaxive çûna jiyan mirin didin axaftin û dixwazin bi vî awayî li dijî xeta azadiya jinê ku felsefa Reber Apo îro jiyan nû ava dike û cîhanê diguherînê tolê wergirin. Kes ku bêjê ez mirovim wê dijî dijminê jin û zarokan, demokrat û sosyalîstan li dijî Erdogan ku êdî berbi hilwaşandinê ve diçe tekoşîna xwe bilind bike û yekîtiya gelan re tu dîkdaror nikarin xwe ser piyan bigrin. Hetanî tecrîda li ser Rebertî hebe wê qirkirina siyasî û kuştina jin û mirovan berdewam be. Wê hilweşandina herî sosret ku êdî tu rêyên wî dervayî derew û şerê taybet her roj sedan derewan dike nekare xwe ji krîzan xilas bike. Kesê xwedî exlaq û nirxê mirovahiyê be wê derdora qatil, faşîst, dîktator Erdogan nebe şirîkê vê qirêja nayê paqijkirin. Rastî Tirkiye ketiye halekê ewqas xirab ku mirov jê re tarîf nabîne. Erdoganê ji sala 2002'an ve mîna vanpîrek ketiye nava gelê Tirk ku li ser xûna mirovan dijîn. Êdî kuştin, şer, girtin, tiştek normal bûye û li ser sifreya her kesekî xwîna zarokê wî ketiye nava xwarina wî û dibêje dema te xwar bêje her bijî paşayê min Erdogan. Tişta ku ji Osmanliya edet maye mixabin îro di sedsala 21’emîn de jî hîna heman zîhniyet û adeta gelê îteatkar e.. Ger îro faşîzma AKP ne tenê tevgera azadî û gelê me yê walatparêz û jinên azad dike hedefa xwe li ser gorên gerîlayên azadiyê pêşengê jiyana azad nirxên tekoşînê jî xistiye hedefa xwe û bi dehan goristan xira dike ev îlankirina mirina mirovahiyê ye. Ev alametên qiyamet rabûye. Erdoganê ku dizane çiqas xirabî kiriye û qatil û xwînmijê Kurdaye êdî ji miriyan jî ditirse. Ji ber wijdana mirov her roj di xewnan de be jî wî dadgeh dike û di nava agirê bêwîjdaniyê de ji tirsa xwe ji şehîdên ku ruhê her şehîdekê di nava wijdana mirovahiyî de beden dibe û jiyan dike, baş dizane her diçe bi kiryarên xwe yê zalimtiyê sînor nenas wê rojek bê dadgehkirin. Dadgeha ku kes jê nikare xwe xilas bike dengê wîjdana însan e. Wek Reber Apo jî dibêje gelê Kurd êdî xwe nas kiriye, xwe gihandiye astek rêxistinkirî, bi hevgirtin û berxwedanî wê dawiya hemû faşîstan bîne. 

Jin Kurd îro ne tenê li Kurdistanê li her deverê cihanê de bi îdeolojiya rizgariya jinê hem aliyê leşkerî, siyasî û cîvakî li beramber pergala deshilatdarî bi asta herî bilind e hêzek rêxistin kirî û çalak bûye. Ji ber li dijî dîktator û dijminê jinan Erdogan ku kuştin girtin û tundî tijî û çanda tecawûz êdî huquqî kiriye û hemû qatilên jinan wek gurên har berdaya nava rûyê jinên Tirkiyeyê, roj nîne em dehan nûçeyên ser kuştina jinan ne bihîsin. Tevger û saziyên jin bi sekna jina îrada azad bi saziya Roza ji hêzên demokrat û azadîxwaz re pêşengtî kirin bûn hedefa AKP'ê. Li dijî tecrîda di şexsê Rêber Apo de jiyan û jina azad û vîna gelan û pergala azadî û demokratîk tê hedef kirin. Lazime gelê me li her deverî bi ruhê şehîdên me yê ku îro li ser gorên êrîş heye û bi vî awayî nirxên me binpê dikin her der bixe serhildan û berxwedaniya xwe bilind bikin. Çawa ku di hemû demên dîrokî de jina Kurd pêşengtiya serhildan, berxwedan û çalakiya kir wê dîsa bi hêza xwe rêxistinkirî û çalak bûyî tu dewlet û dîkdator li beramberê berxwedaniya radîkal nikarin xwe bigrin. Em ê ji hêza xwe bawer bin bi biryardarî û cesareta ku îro ji hemû jin û gelên cîhanê re bûye çavkaniya berxwedanê bi hevgirtî û rêxistinkirî vê demê bi çalakiyan bixin dema azadî. Dem dema çalakî û berxwedanê ye. 

Bila gelê me neyê leyûstokên AKP'ê ku niha jî vîrûs ji xwe re kiriye şûrê tirsê û li ser gelan 24 saetan dihejîne. Çawa ew bi polîs leşker û artêşa xwe ya derewan ragihandinê her kêlî li dijî me kar dike û êrîşê xwe naraweste, têkoşîna jinê û gelê me wê tu carî serî ji dijminan re netewandî bi ruhê azadî û berxwdanî lazime hevgirtî û yekîtî em dijminan rehet nehêlin. Îro hêzê hegonom Emerîka li dijî tevgera azadiyê planên dewleta Tirk ku bi hêzê KDP dixwaze Qandîl dorpêç bike, da bikare Başurê Kurdistan dagir bike ne tenê Qandîl hedef dike. Ev plan berfireh e. Hêzên deshilatdar ji bo bikarin li parçakirin, parvekirina li ser dagirkeriya Kurdistanê ku îro bi têkoşîna tevgera Apoyî ev plan têk çûn dixwazin xeta xiyanetê bidin pêş û pêşya yekîtiya gelê Kurd bigirin. Lazime em jinên Kurd û tevger û rêxistinên jinên Kurd li dijî komploya ku carek din hesabê qirêj li ser walatê me digerin em van hesaba têk bibin û xebatên yekitiya netewî re rolê pêşengtî bilehîzin. Berxwedana sed salan bi rengê jinan ji desketiyên azadiyê biparêzin desketiyên nû qezenç bikin. Ger em têkoşînê xurt bikin wê walatê me bibe warê azadî, wekhevî û demokratîk. Rêya vê jî şikandina tecrîta li ser Reber Apo ye. Dema dengê Rebertî bilind dibe dengê azadî û demokrasiyê bi rengê jinan jiyan bi wate dibe û bilind dibe.