Destpêkê nîzama malbatî ya jin-dayikê bû qurbana civaka hiyarerşîk. Di nav sîstem û civakê de ji beşên herî zordestî lê tê kirin, belkî di serî de jin tê. Ev pêvajoya ku beriya dîrokê hatiye jiyîn, di nav ilmên civakî de cih nagire, ev yek ji ber nirxên bi cihbûyî yên civaka serwer a mêr e. Jin hêdî hêdî tê kişandin nav civaka hîyarerşîk û taybetiyên xwe yên xurt ên civakî wenda dike. Ev di civakê de dij- şoreşeke bingehîn e. Em wexta li malbateke xizan a kedkar jî temaşe bikin û rewşa jinê hûr bikolin, emê bi awayekî balkêş û seyr, vê zordestî û xapandinê bi berfirehî bibînin. Bi sedemên pir piçûk û sivik, jin bi sedema namûs û evînê têne kuştin, ev mînak bi xwe jî nîşaneyeke piçûk e, eşkere dike ku bûyerên diqewimin çawa di bin serweriya mêr de ne. Eger ev pêvajo bi cudahiyên biyolojîk ên di navbera jin û mêr de bêne ravekirin, wê ev yekê şaşiyeke bingehîn be. Di têkiliyên civakî de rol û qanûnên biyolojîk derbas nabin. Pir zêde, mirov dikare ji ber taybetiyên nêr û mêbûnê têkiliyan binirxîne ku mijareke bi vî rengî ji bo hemû cinsan gengaz e. Ya rastîn, çanda jin-dayikê bi sedemên civakî ketiye bin tehekumê. Îdeolojî û zordariya tê meşandin bi tevahî ji ber vê yekê ye. Ravekirina mijarê bi ajoyên cinsî û derûnî, beropaşkirineke xeternak e.
Zilamê xurt ê bi nêçîrê bûye xwediyê hêzê li dora xwe komekê bi rêxistin dike û piştî ku li vê hêza xwe hayil dibe û dide qebûlkirin, berê xwe dide nîzama malbatî ya jin-dayikê û hêdî hêdî digire bin kontrola xwe. Ev pêvajo heta damezrandina yekemîn dewletên sîte dewam dike. Em ravekirina herî şahane ya vê mijarê di dema dewlet bajarên Sumeran de dibînin. Nivîsên li ser kevalan, vê rastiyê bi awayekî balkêş û zimanekî helbestwarî tînin ziman. Destana xwedawenda bajarê órûkê Înanna ku pêvajoya dewlet bajarên Sumer da destpêkirin, pir balkêş e. Ev destan pêvajoya bîranîneke pir dijwar tîne ziman. Di destanê de çanda dayikanî û bavikanî, vê pêvajoyê hê di weznekê de ne. Xwedawenda órûkê Înanna diçe qesra xweda Enkî û ji wê derê 104 "me" yên xwe bi rêbazên cuda bi dest dixe û direvîne órûkê. Ev beşa destanê roleke kilît ji bo îzah û ravekirinê dilîze. Mebest ji "me"yan vedîtinên bingehîn ên şaristaniyê ne. Înanna bi israr tîne ziman ku vedîtin ên xwedawend-dayikê ne û di van vedîtinan de ti rola xweda Enkî tine, bi zordarî û qurnaziyan jê dizîne. Hemû hewldana Înanna ew e, vê çanda xwedawend-dayikê ji nû ve bi dest bixe. Li gorî texmînan ev destan BZ di salên 3000 de hatiye gotin. Di vê serdemê de hê hêza jin-dayikê bi hêza çanda bavikanî re di weznekê de ye. Ji vir û pêve, ev çand, ewqas li bêrehmiyekê rast tê, paşê xwe li navenda şaristaniya wê demê (New Yorka îro) Nîppûrê li kerxaneyek bi navê "mûsaqatîn" dît. Rahîbên Sumeran ji xwe re di zîgûratê de harem çêkirin û ji bo gel jî kerxane ava kirin. Bi destana Enûma Enîş ya BZ di salên 2000 de hatiye nivîsandin, em hîn dibin ku xwedawend Dîamat êdî pîrebokeke xeternak e û jina divê were parçe parçekirin temsîl dike. Gotinên dijwar û bêrehim ên di destanê de mehkûmiyetê îfade dikin. Pêvajoya pişt re, dînên yek xwedayî û sîstema civaka bûrjûwayê tê. Sîstema civaka bûrjûwaziyê jinê bi xemil û xêz dike, dixe qefesê û derî li ser digire. Di sîstemên civakî û dîrokî de li ser statuya jinê ewqas bombardûmaneke propagandayê ya îdeolojîk tê kirin êdî mejiyê jinê bi xwe jî ji vê yekê re dibêje çarenûs û bi cihanîna pêdiviyan jî wek hewcebûneke vê qederê dibîne. Dînên yek xwedayî vê yekê wek fermana xwedê dibînin. Felsefeya Yewnan jinê wek sedemê qelsiyê nîşan dide. Wek barekî bêkêr, wek zeviya mêr ku tê ajotin û hêjayî her cure helwestên piçûkxistinê tê dîtin.
Statuya jinê ya ku bi sîstema hiyarerşîk dest pê kir heta neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, ne dewlet û ne jî civaka çînî ku xwe dispêrên sîstema hiyarerşiyê, wê werin fêmkirin. Ji lewra mirov nikare ji yek mijarên bingehîn a xwe tê de xapandiye xilas bike. Jin, ne wek cinsekê, wek mirov ji civaka xwezayî tê veqetandin û bi koletiyeke berfireh tê mehkûmkirin. Hemû koletiyên din jî bi koletiya jinê ve girêdayî pêş dikevin. Lewma heta koletiya jinê ji hev neyê derxistin û neyê fêmkirin, wê koletiyên din jî ji hev neyên derxistin û neyên fêmkirin. Heta dawî li koletiya jinê neyê anîn, wê koletiyên din jî bi dawî nebin. Jina zana ya civaka xwezayî çanda xwedawenda dayik bi hezarê salan jiyaye. Nirx û buhaya ku her tim hatiye mezinkirin çanda xwedawenda dayik e. Eger wisa be; çandeke berfireh û demdirêj a civakê çawa hat tepisandin û îro bû bilbileke bi xemil û xêz a qefesê. Mêr dikarin li ser vê bilbilê dîn bibin, lê ew dîl û êsîr e. Heta dawî li vê dîlketina demdirêj û kûr neyê, ti sîstemên civakî nikarin behsa wekhevî û azadiyê bikin. Hukmê ku dibêje; asta jinê ya wekhevî û azadiyê, asta civakê ya di vî warî de destnîşan dike, rast e. Balkêş e, hê dîroka jinê bi rêkûpêk nehatiye nivisîn. Di ti ilmên civakî de cihê jinê rast nehatiye danîn. Yê ku herî dibêje; ez ji jinê re bi hurmet im jî, vê yekê bi qasî ku bi kêra arzû û xwestekên wî were, wek hukmekî qebûl dike. Îro jî jin, ji bilî aliyê xwe yê cinsî wek dosteke mirov ji aliyê ti mêrî ve nehatiye pejirandin. Ji bo peydakirina mêrekî ji vê qonaxê derbasbûyî û yan jî afirandina mêrekî bi vî awayî, gaveke bingehîn e, bi aliyê azadiyê ve hatiye avêtin. Ezê vê mijarê hê jî analîz bikim û hewl bidim hê zêdetir hûrûkûr li ser rawestim.
Eger mirov taybetiyên civakî yên sîstemê di warê jinê de analîz bike, wê gelekî bi kêr û hînker be. Nuqteyeke divê ez ji serî ve bibêjim ev e; çi rastiyek civakî dibe bila bibe, bi tenê serê xwe nabe aliyê wê yê siyasî, civakî, ekonomîk, çandî û hwd. bi veqetîna ji mijarên din were lêkolînkirin, divê mirov ji hewldanên bi vî rengî dûr bisekine. Di nav yekparebûna dîrokê de civaka ku xwe her tim pêk tîne, sîstemên avahiyên wê yên jor û jêr mîna parçeyên saetekê bi hev re dixebitin. Zanyarên Rojavayî di warê veqetandina parçeyan de nexweş in, û bi sedema ji vê yekparebûnê dûr disekinin rastiyê wenda dikin. Ji bo bi awayekî ilmî rastî were fêmkirin, ev rêbaz hewce ye, û pir girîng e yekparebûn li ber çav were girtin.
Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevin û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karektera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev nuqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e.
Ezê bi awayekî pozîtîf şîrovekirina jinê ji beşên pêş re bihêlim û niha em li koletiya kevneşop a kapîtalîzmê û çi bi xwe re aniye, binerin. Divê em di serî de bibêjin, li gorî cewherê sîstema kapîtalîzmê ters e, û nabe ku azadiyê bîne. Îddîaya dibêje; "bi sedema kapîtalîzmê kevneşopî têk birine, zincîrên dora jinê qetandine," xapandin û belovajîkirineke mezin e.
Têkiliya sîstemên tehekumkar bi azadiyê re ev e; difikirin ka wê hê çawa bi awayekî çor û rêbazên qurnaz dewam bikin. Jina herî zêde li ser navê wê destanên evînê hatine hûnandin û jina koletiyeke çor li ser hatiye ferzkirin, heman tişt in. Jin mîna çivîka kanarya di qefesê de - mala di bin destê mêr de - tê girtin. Çawa çivîk wexta tê berdan li paş xwe nanere difire û diçe, eger jin hinek zana bibe û cihekî wê lê azad bibe nas bike, mal, qesir, dewlemendî, hêz û kesê nerevê nîne. Potansiyela wê heye ji hemûyan jî bireve. Bi qasî jinê ti hebûn bi girtinê - tinekirin û tepisandina şertên sûbjektîf û objektîf ên pêşketinê - nehatiye mehkûmkirin. Eger hemû analîzên civakî cihê xwe nabînin, plan û bernameyên wan nameşin û bûyerên li derveyî mirovatiyê diqewimin, ev hemû têkiliya wan bi asta koletiya jinê re hene. Ji lewra heta çareseriya jinê, azadî û wekheviya wê nebe, ti pirsgirêka civakê ji binî ve çareser nabe û wekhev-azadiya wê pêk nayê.
Bi sîstema kapîtalîzmê re rengê jinê yê derketiye holê, eger mirov mîna mal bibîne, dikare me hînê nêzî rastiyê bike. Em dizanin, di serdema koletiya klasîk de herî zêde jin li bazaran dihat kirrîn û firotin. Ev rewş di serdema koletiya feodal de jî bi navê cariyetiyê dewam kiriye. Ya li vir tê firotin bi tevahî jin e. Qelen û kara siyasî ya ji vê meseleyê, aliyekî din ê mijarê ye, xwe dawerivandiye heta nava malê. Di kapîtalîzmê de mîna qesabekî (goştfiroş) gewdeyê wê parçe parçe ji hev tê veqetandin û ji bo her parçeyekî buhayek hatiye destnîşankirin. Ji porê wê heta paniya wê, ji sînga wê heta qorika wê, ji navika wê heta berzika wê, ji nav milên wê heta çongên wê, ji nava wê heta çîpên wê, ji çavên wê heta lêvên wê, ji hinarokên rûyê wê û heta parçeyên stûyê wê, ti cih û parçeyê wê nemaye buha lê nehatibe birrîn. Pir mixabin nehatiye pirsîn, gelo ruhê wê heye yan na, eger heye, nehatiye hişê wan bibêjin ew çiqasî dike. Jixwe ji aliyê mejî ve ji berê de "kêm aqil" e. Li malên taybet û kerxaneyan amûrek e ku zewqê dide. Makîneya zarok anînê ye. Karê herî zehmet zarokanîn ji kedê nayê hesibandin. Dîsa yek ji karê herî zehmet zarok mezinkirin, heqdesta wê nîne. Li hemû saziyên girîng ên wek ekonomî, civakî, siyasî û saziyên eskerî cihê wê ji bo bibe numûne heye. Amûrekî reklaman e jê nayê gerîn. Di nav afirîneran de ya herî zêde wek malekî cinsî li pazaran tê firotin e. Ya herî zêde jê re dijûn têne dayîn û tê lêdan e. Di çîroka evînê de ya herî zêde tê xapandin ew e. Li her tiştê wê dest tê werdan. Nasnameyeke ji bo bi jintî bipeyive ya herî zêde bi deng û rengê wê hatiye lîstin. Mirovek e, bi mirovatî hevaltî pê re nayê kirin. Jin ew kes e ku li ba mêrê herî ji xwe re bibêje ez mêrim, ji hisa êrîşê xilas nabe. Jin êdî malek e, her mêr xwe li ser wek împarator dibîne.
Em hê jî dikarin tarîfa xwe dewlemendtir bikin. Lê aliyê seyr ê meselê, mêrê civaka serdest çawa yeqîn dike ku wê bi nasnameyeke ev çend bi taybetiyên neyênî hatibe xemilandin re bi awayekî asayî bijî. Xuya ye, mîna koleyeke pir hêmin û milahîm tê hesibandin. Ya rastîn ji bo mêrekî bi şeref, jiyaneke hevpar bi nasnameyekê re ku ev çend taybetiyên neyînî hatiye xemilandin pir zehmet e, û piçûk ketine. Her çend Eflatûn bi sedema xwestiye jin li derveyî dewletê û civakê bimîne, hatibe rexnekirin jî, di helwesta wî de van taybetiyên neyînî yên jinê bi tesîr in. Ev helwest li cem gelek fîlozofan heye û divê mirov rast bixwîne. Mînak, Nietzche jî destnîşan dike ku jiyan bi van taybetiyan re wê ji sedî sed mirov xira bike. Baş e, tevî vê yekê çima di civakê de mêr ew çend bi ser jinê de miriye? Ji ber ku ev civak hatine xistin. Ji ber ku ev mêr hatine xistin. Ev ji taybetiya koletiyê ye, ya dikare derbasî yên din bibe. Koleyeke ev çend bi kêr û miroveke hînî koletiyê bûye, bêguman wê hevpar û şîrekek be, her kesê lê bigere. Jina piçûk hatiye xistin, civaka piçûk hatiye xistin bi xwe ye, mêrê piçûk hatiye xistin. Serê por pê ve nîne, wê şehê wî jî wisa be. Bi kurtî, heta rastiya jinê baş neyê zelalkirin, jinîtiya zana ya azad a şaristaniya çînî û dayik-jinîtiya azad a civaka xwezayî xwe negihînin hevdu, wê hevala jiyana hevpar a di weznekê de neyê afirandin. Her weha heta mêrtî ji nû ve neyê pêkanîn wê bihevrebûnê nebe.
Em di warê civakî de dikarin pêkanîn û şêwazê rêvebirina kapîtalîzmê di gelek rastiyan de bibînin, bi taybetî di warê mêr, malbat, kar, karmendî, perwerde, tendurustî, huqûq û gelek qadan de çav bidêrên. Eger em malbatê bi kurtî tarîf bikin, em dikarin wiha bibêjin; saziya bingehîn a civaka dewletparêz û hiyarerşîk, hucre û molekula herî piçûk a sîstemê ye. Împaratorê herî jor siya wî ya di nav malê de "împaratorê piçûk" e. Malbat dezgehek e ku koletiya civakê xwe lê nîşan dide. Koletiya di nav malbatê de bingehê koletiya civakî misoger dike. Weke ku sîstem her roj, her saet di nav malbatê de ji nû ve tê afirandin. Lewra barê herî giran jî malbat radike. Malbat kerê hêmin û milahîm ê civaka dewletparêz û hîyarerşîk e. Timî dikarî lê suwar bibî û xwe pê bibî her devera dixwazî. Sîstema kapîtalîzmê ya li gelemperiyê belav dibe, bi awayekî balkêş xwe di malbatê de îrtîsam dike û ev yek ji têkiliya xurt a di navbera her du rastiyan de tê.
* Ji pirtûka Parastina Gelekî ya Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin