Şoreşgerê kêliyê -Selahattîn Erdem

Ya ku dikeve ser milê me ew e ku vê mîrateyê rast fêhm bike, rast xwedî lê derkeve û bi ser bixîne. Berhema dewlemend a Kasim Engîn ku milîtanekî fedayî yê Apoyî bû rast fêhm bike.

PKK'ê diyar kir ku ji ber bombardûmana artêşa TC a 27'ê Gulanê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn şehîd bû. Niha li pey hev daxuyanî tên dayin, saziyên Kurd, rêxistinên şoreşger daxuyaniyan didin û Kasim Engîn bi bîr tînin. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd dadikeve qadan û ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakiyan li dar dixin. Di serî de hevrêyên wî û malbata wî her kes hewl didin Şehîd Kasim Engîn rast fêhm bikin û bi xurtî xwedî lê derkevin. Kasim Engîn ku şoreşgerekî 35 salan bû, di dawiya dawî de bû hevrêyê Rêber Apo û tevlî Karwanê Şehîdên Gulanê bû.

Weke ku tê zanîn Kasim Engîn di temenê zarokatiyê de sirgûnî Ewropayê bû û ji wir tevlî nava Tevgera Azadiyê û têkoşîna azadiyê bû. Piştî ku nêrînên azadiyê yên Rêber Apo nas kir, hîn di temenekî gelekî ciwan de derfetên madî yên kolekirinê yên sîstema modernîteya kapîtalîst red kir û ber bi welatê xwe yê li ber rizgariyê ye ber bi Kurdistanê ve beziya. Li ser vê bingehê bi hişmendiya azadiyê, bi Rêber Apo re, bi gelê Kurd re, bi dîrok, çiya û gerîla re bû yek. Da ser şopa Berîvanan û Erdalan, Huseyînan û Nûcanan, bû hevrêyê wan. Di dawiya rêwîtiya dijwar a 35 salan de rêwîtiya xwe bi serketinê temam kir.

Kasim Engîn li Ewropayê bi her wezîfeyên şoreşgerî rabû û her wezîfe bêyî ku xwe jê vegire, bitirse û îtiraz bike, bi cih anî. Ji xwe sportvanekî serketî bû ku xelatên yekemîniyê wergirtibû. Di nava karê şoreşgerî de jî dema ku pêwîstî hebû tevlî çalakiyên hunerî bû, dema ku pêwîstî çêbû pirtûk û rojname belav kir û propaganda kir, dema ku cih hat li refên herî pêş tevlî çalakiyên girseyî bû, dema ku pêwîstî çêbû mal bi mal geriya û karê gel meşand. Bi kurtasî ji bo Kasim Engîn tunebûn tune bû, nebûn nebû; şoreşgerek bû ku her kar dikir, her wezîfe bi ser dixist. Bi jiyana xwe ya hîper aktîf û tempoya xwe ya kar wezîfe tune bû ku bi cih nîne. Ji bo şoreşgeriya kêliyê kîjan wezîfe diviyabû ew teqez meşand û bi ser xist!

Şehîd Kasim Engîn piştre di dawiya salên 1980'î de biryar da ku vegere Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibe. Ji Ewropayê derket û berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz û careke din vegeriya. Piştî perwerdeya li akademiyê li warê xwe, li rojavayê Firatê li Dîlok, Mereş, Semsûr û Meletiyê karê partiyê meşand û têkoşîna gerîla kir. Piştre derbasî dilê Kurdistanê Botanê bû. Li vir jî şervaniya azadiyê kir û hem jî veguherî fermandarê gerîla. Wezîfeya kêliyê, li ser bingeha şerê gerîla zanekirina gel û rêxistinkirina gel bû. Kasim Engîn hem li rojavayê Firatê hem jî li Botanê ji bo vî karî bike li ser xeta milîtaniya fedayî ya Apoyî têkoşiya, kar kir.

Li dijî êrişa komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji milîtanên şoreşger ên bi rengekî rast û xurt rawestiya Kasim Engîn bû. Ji bo guherîn û veguherîna pêvajoyê û kûrahiya paradîgmaya nû ya Rêber Apo fêhm bike gelekî hewl da, lêkolîn kir. Vî karî Şehîd Kasim Engîn hem kir lêkolîner, nivîskar û dîroknasekî, hem jî kir perwerdekarek. Li ser bingeha têkoşîna li dijî komploya navneteweyî, ji bo fêhmkirina xeta Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk û fêhmkmirina hevrêyên wî gelekî hewl da. Li ser vê bingehê tevkariyeke mezin li karên yekîtiya şoreşgerî, kombûna rêxistinî û ji nû ve avabûnê kir. Di vê pêvajoyê de bû hevrêyê jin û mêrên dixwestin rastiya şoreşgerî fêhm bikin, her wiha bû tirsa dlê tasfiyekar û oportunîstan ên dixwestin zerarê bidin têkoşîna azadiyê.

Kasim Engîn hem bi rengekî aktîf hem jî bi pir alî tevlî pêvajoya têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bû. Dema ku pêwîstî pê hebû tevlî karên ragihandin û rêxistiniyê bû, dema ku pêwîstî hebû ji bo xurtkirin û serketina Pêngava 1'ê Hezîranê tevlî karên gerîla yên ji nû ve avabûnê ya bi navê HPG'ê bû, dema ku pêwîstî hebû karê ajîtasyon û propagandaya şoreşgerî kir û di asta berpirsyariyê de beşdarî karên îdeolojîk û rêxistinî bû. Li dijî êrişa faşîzma AKP-MHP'ê ya li Xakurkê cihê xwe di nava fermandariya qadê de girt û bi rengekî çalak tevlî şer bû. Li ser vê bingehê pratîkekle ku karên îdeolojîk û leşkerî bi hev re dimeşîne nîşan da. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve şer kir û ev têkoşîn kir yek. Di nava kar û têkoşîneke wiha piralî de şehîd bû.

Baş e em van çima li vir û bi vî rengî dibêjin? Eşkere ye ku ji bo kesên dixwazin Şehîd Kasim Engîn bi rastî jî fêhm bikin ji bo karibin vê bi rengekî rast û têrker bikin em vê dibêjin. Van agahiyan ji bo fêhmkirina rastiya Kasim Engîn dibêjin. Weke ku ew her tim dike, em jî agahiyên ku zanin bi her kesî re parve dikin.

Bêguman vê meşa maratonê ya 35 salan, vê meşa azadiyê ji aliyê teorîk û pratîkê ve vê hewldana mezin di şexsê Kasim Engîn de danheviyeke fikir û agahiyê ya mezin, tecrûbeyeke bêhempa, rêbazeke afirîner, ûslûbekî serketinê û tempoyeke gelekî bilind afirand. Ev kesayetê şoreşger, danheviyeke gelekî mezin a hewldaên Rêber Apo, têkoşîna azadiyê û PKK'ê bû. Eger şehîd nebûya bêguman ev danhevî wê li her qadê veguheriya têkoşîn û karekî mezin ê şoreşger, wê tevkariyeke xurtir û nû li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kiribûya. Kasim Engîn gihîştibû dema xwe ya herî berhemdar û veguherîbû çavkaniyeke şoreşgerî ku diherikî. Wê ev danheviya xwe ya mezin bêteredût pêşkêşî gel, jin û ciwanên Kurd û mirovahiyê kiribûya.

Lê belê divê ev rastî jî baş bê zanîn ku Kasim Engîn danheviya xwe nebir gorê. Ew bi şehadeta xwe bû nirxekî mezin ê pêşeng û hem jî bi pratîka xwe ya beriy aşehadetê danheviya xwe her roj û her kêliyê bi cih anî, li ser vê bingehê xizmet da şoreşê, têkoşîna azadiyê, gel û mirovahiyê. Di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya 35 salan de hemû gotinên diviyabû milîtanekî şoreşger bêje got, ya ku diviyabû bihata kirin kir. Bi vî rngî bû nirxekî giranbuha ji bo gelê Kurd û Tevgera zadiyê ya Kurdistanê û mîrateyek mezin li pey xwe hişt.

Ya ku dikeve ser milê me ew e ku vê mîrateyê rast fêhm bike, rast xwedî lê derkeve û bi ser bixîne. Berhema dewlemend a Kasim Engîn ku milîtanekî fedayî yê Apoyî bû rast fêhm bike. Yên ku ji bo bîranîn û fêhmkirina Kasim Engîn daxuyaniyê didin û dadikevin qadan beriya her tiştî divê vê bikin û bi rengekî rast xwedî li şehîdan derkevin. Divê karên Kasim Engîn ku şoreşgerekî kêliyêbû fêhm bikin, bipejirînin û bi cih bînin. Mîna ku malbata wî ya hêja ragihand, divê mirov li pey şehîd negirîn, lê divê mirov şehîd rast fêhm bikin û karibin li ser şopa wî bimeşin.

Li ser vê bingehê milîtanê şoreşger ê mezin Şehîd Kasim Engîn bi rêz û minet bi bîr tînin, êşa malbata wî û ya gelê me yê welatparêz parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku jin û ciwanên Kurd, gelê Kurd û gel hemû, hêzên şoreşger û mirovahî wê şehîdê azadî û sosyalîzmê yê mezin Kasim Engîn rast fêhm bikin û ala wî her bilind bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA