'Şoreşa zîhniyetê karekî mezin ê têkoşînê ye'

Zîhniyet û wijdan ew e ku xwe di nava rêxistin û çalakiyê de şênber bike. Amûrek nîne ku mejî û zîhniyeta mirovan bipîve. Cihê ku zîhniyet û wijdan tê dîtin û pîvan jî rêbaz e, cihê bicihanînê ye.

Hewldan, têkoşîn û danheviya Rêber Apo ya 50 salan, di nava şert û mercên heyî de dikare veguhere şoreşeke gelekî mezin, derfet û firsendên vê yekê hene. Şert û mercên heyî bi çi rengî bêne nirxandin jî bi vî şêweyî ne. Ji aliyê pêkanîna pêngavên şoreşgerî ve di nava şert û mercan de kêmasiyek nîne. Ji bo ev şert û merc jî veguherin şoreşê, danhevî û amadekariyeke xurt jî hene. Asteke analîzkirinê ya teorîk a berfireh û kûr, rewşa îdeolojîk û felsefîk, zanebûneke xurt a fikrî heye. Ev têgihiştin di wê astê de ye ku eger di têkoşîna rizgariyê ya bindestan hemûyan de rê nîşan bide, zane bike û wezîfeyên rêxistinî bi cih bîne, hingî dikare bi ser bixîne.

Her wiha gelek danheviyên pratîkî hene. Ev danhevî ji qadên berxwedan, şer, leşkerî, ji her qadên têkoşînê hatine bidestin. Propaganda, rêxistinî, têkoşîna siyasî, çandî, civakî û hunerî jî di nav de li her qadên jiyana civakî tecrûbeyên mezin hatine bidestxistin. Gelek nirxên bingehîn hene ku di nava têkoşînê de hatine afirandin û dikarin rê nîşanî civakê bidin. Rastiyeke mezin a pêşengiyê heye. Li gel Rêbertî artêşa şehîdan heye. Gel heta mirinê jiyana demokratîk û azad pejirandiye. Bi daxwazeke mezin vê têkoşînê dimeşîne. Hêzeke cidî ya rêxistinê heye, hêza şervan, fermandarî û kadro heye. Ciwan di wê pozîsyonê de ne ku bi wêrekî û fedakariyeke mezin di nava şer de ne. Cîhan bi wêrekî û fedakariya ciwanên Kurd xwe diparêze.

Guncaviya şert û mercan, danhevî û amadekarî hevdu temam dikin. Dema ku ji aliyê teorîk û fikrî ve bê nirxandin, bêguman encama van hemûyan bi rengekî xwezayî şoreşeke gelekî mezin e. Ji vê biçûktir encamek nabe. Potansiyela şoreşa mezin, hişmendî, rêxistinî, danheviya tecrûbeyan gelekî mezin e.

Ji bo şert û mercên heyî veguhere şoreşê û pirsgirêkên civakê bêne çareserkirin du şert hene.

Ya yekemîn; divê tu pirsgirêkê di şexsê xwe de çareser bike. Partî û kadroyên wê, wê çareseriyeke têrker di kesayetiya xwe de biafirînin.

Ya duyemîn; têkoşîn û karekî bi bandor û rêxistinî bimeşîne ku encamê bigihîne civakê. Eger ev pêk were hingî pirsgirêkên civakî wê çareser bibin.

Çareserkirina pirsgirêkê di şexsê xwe de wê çawa pêk were? Pirsgirêk jî ji xwe di vir de ye. Rê û rêbazên gihandina çareseriyê ji bo civakê mijareke cuda ye. Ew tê zanîn û jê re karê şoreşgerî, karê pratîkî tê gotin. Gelek aliyên vê yekê yên weke îdeolojîk, rêxistinî, siyasî, aborî, civakî, leşkerî hene. Di wan aliyan de divê kedeke bi plan hebe. Ew tê fêhmkirin, lê belê em ê di nava civakê de çawa bixebitin, ji bo çi bixebitin? Em ê hewl bidin civakê ber bi ku ve bikişînin? Cihê şênber ê ku em ê civakê bigihînin, çareseriya pêşeng e, çareseriya di nava partiyê de ye. Lewma Rêbertî got, 'Partî prototîp a şoreşê ye'. Partî ew cih e ku mîna laboratûwarekê pirsgirêkên civakî lê çareser dibin, encamên wê jî digihêjin civakê. Eger partî û kadro nebin çareserî, ceribandina li laboratûwarê bi serketî neyê biencamkirin û negihêje civakê, wê nekeve meriyetê. Bi qasî çareseriya di şexsê kadro û partiyê de civak dikare tevlî şoreşê bibe, guherîn dikare bê kirin.

Wê demê nikare bê gotin ku bibe jî dibe, nebe jî dibe. Mînak dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP'ê dibêje 'Em ê biqedînin, çi bikin jî em ê encamê ji vê pêvajoyê werbigirin'. Hêzeke dijmin a dijber heye ku hewl dide derfet û firsendên vê pêvajoyê ji holê rakin. Di vê mijarê de bi plan, serî li her rê û rêbazê dide, hemû amûran bi kar tîne. Bi rengekî hovane êrîşan dike. Hêza xwe bi temamî seferber kiriye. Derfetên Tirkiyeyê hemûyan pêşkêş dike. Li ber hinekan digere, xwe difiroşe hinekan, li hinekan jî gefan dixwe. Dema ku mirov gotinên Tayyîp Erdogan ên bi mehan e bilêv dike komî ser hev bike, hingî wê bê fêhmkirin bê çawa dixebite.

Di vê mijarê de nepenîtiya AKP'ê nema ye, maskeya li rûyê wê ketiye. Rûyê AKP'ê êdî bi şênberî tê dîtin. Ev yek bi têkoşîneke zehmet û bêeman pêk hat. Dibe ku pêkanîna vê karê herî zehmet ê cîhanê bû. Bi pêşîvekirina li tevgera bi sosa Îslamê xwestin ku komploya navneteweyî dewam bikin, sîstema înkar û tunekirinê bi şêweyê komploya navneteweyî bi ser bixînin.

Faşîzma AKP-MHP'ê serkêşiyê ji rêxistinên paşverû yên li Rojhilata Navîn re dike. Hemû jî ji aliyê AKP'ê ve têne xwedîkirin, yan jî piştî demekê dikevin bin bandora AKP'ê. Piştî ku AKP li Tirkiyeyê li ser desthilatdariyê hate bicihkirin, ev rêxistin di asta herêmê de bûn xwedî hêz û derfetan. Bi hilweşandina Yekîtiya Sowyetan re bi Projeya Nifşê Kesk destpêkê li Efganistanê bi El Qaîde û Talîbanê ceribandinek kirin. Di encama vê ceribandinê de hate dîtin ku ev proje di hin astan de encamê bi xwe re tîne. Piştre jî bi rengekî hîn berfireh li Tirkiyeyê pêşî li AKP'ê hate vekirin. Bi tasfiyekirina pêla Îslamî, bi valakirina cewherî û sextekirina wê re AKP jinûve hate birêxistinkirin. Li Tirkiyeyê dewlet, civak radestî vê hêzê hate kirin, li Rojhilata Navîn pêşî li rêxistiniya wê hate vekirin.

Ev rewşeke neyê fêhmkirin nîne. Divê weke fikrên sivik ên li nava civakê belavkirî neyê dîtin. Ew êrîşên welê ne ku mejî têk dibin, lawaz dikin. Rêber Apo ji ber vê yekê pênaseya 'bombardûmana medyayê' kir. Ji bo karibe civakê qir bike, civakê bê hiş bihêle bombardûmana medyayê kirin. Bi rastî jî ya ku sîstema heyî ya desthilatdariyê li ser piyan dihêle, sekneke civakê ya ku li ber nasekine, encama van êrîşan e. Sîstem mîna berê bi rêbazên tund jî zextê li civakê dike. Her wiha bi zext û zilma herî giran a dîrokê nêzîk dibe, lê di heman demê de bi rengekî gelekî zirav jî vê dike. Şerê taybet, zext û tundî rewşa wê ya ziravkirî ye. Bêyî ku pê bihesîne zindî bi jehrê dixîne û dikuje. Dişibe wê yekê ku mîna şerbetê tê dîtin, lê tevî şerbetê jehrê dide vexwarin. Qirkirina mejî ya netewe dewletê li ser vê bingehê tê meşandin.

Rê û rêbazên hêza li hemberî me eşkere ye. Divê em vê yekê jinedîtî ve neyên. Lewma nabe ku em rewşê normal bibînin û bibêjin 'bi vî rengî jî jiya dibe'. Di vir de jiyan nîne, berevajî rêbazeke kuştinê ya bi rengekî zirav heye. Asta ku modernîteya kapîtalîst bi şerê taybet gihîştiye ev e. Tevî ku koletî ji her demê bêhtir giran bûye, ev yek bi wan rêbazan tê kirin ku ji mirov heye ku azad bûye, bûye xwedî îrade û maf. Halbûkî ji aliyê cewherî ve tune dike.

Divê em zanibin ku em bi êrîşeke bi vî rengî re rû bi rû ne. Di vê rewşê de girîng e ev xusûs bêne nirxandin.

Ya yekemîn; Em şert û mercên heyî di kîjan astê de weke şert û mercên guncav ji bo pêkanîna şoreşê dibînin û qebûl dikin? Li gel derfet û firsendên şoreşê yên pêvajoyê, haya me çiqasî ji metirsiyê heye? Ya jî em ya heyî ne weke xetereyê lê belê weke amûr û rewşa dewamkirina jiyana şexsî dibînin?

Ya duyemîn; Eger em van dibînin, li hemberî vê yekê di avakirina ya demokratîk, civakî û azad de em çiqasî xwe xwedî rol dibînin, çiqasî xwe berpirsyar dibînin?

Ya sêyemîn; Eger bi vî rengî be ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê di pratîkê de em dikevin nava hewldaneke çawa? Çiqasî di nava karên perwerde, rêxistin û çalakiyê de ne? Em potansiyel û enerjiya xwe çiqasî bi rengekî rêxistinî dixin nava liv û tevgerê?

Girîng e ku li ser vê rewşê ku me bi sê aliyan formule kir, xwe kûr bikin, rewşa neçareseriyê ji holê rakin û xwe bikin çareserî.

Baş e em ê çawa karibin xwe bigihînin zîhniyeteke têrker, berfireh û kûr? Ji bo vê jî destpêkê divê em cudahiya navbera zîhniyeta Rêbertî û zîhniyeta xwe bibînin. Bi lêkolînkirinê, bi fikrê kûr ev pavşerûtî dikare ji holê bê rakirin.

Şoreşa zîhniyetê têkoşîneke mezin e. Guhertineke paradîgmayî ye yan na, ew yek pêwendiya xwe bi zîhniyetê heye. Li şûna paradîgmaya ku rê li ber zîhniyeta me dixe, em ê paradîgmaya Rêbertî ji xwe re bikin esas. Paradîgma di heman demê de destnîşankirina karên sereke ne. Di ferhengan de weke rêzên nirxan tê pênasekirin. Paradîgma diyar dike ku çi wê destpêkê be çi jî dawî be. Pîvanên red û qebûlkirinê, rast û şaşitiyê, baş û nebaşiyê bi şênberî destnîşan dike. Cudahî û kêmasiya zîhniyetê ji ber cudahiya di pîvanên baş-nebaş, rast-şaş, red-qebûl e.

Ji bo çareserkirina van divê mirov xwe ji fikrînê venegire. Ampîrîzm di felsefeyê de tê wateya wê yekê ku qîma xwe bi ya dibîne tîne, lê napirse, nêzîkatiyeke sivik nîşan dide. Ji bo çareserkirina vê divê mirov bifikire, lêkolîn bike, zîhniyeta Rêbertî bipejirîne û zîhniyeta ku li dijî wê ye ji holê rakin. Ya ku em jê re şoreşa zîhniyetê dibêjin, bi vî rengî dikare pêk were.

Xusûsa duyemîn jî mijara 'berpirsyariyê' ye. Belê derfet û firsend hene, li hemberî vê xetere jî heye. Lê belê ji bo van derfet, firsendan û li hemberî xetereyan gelo em rolekê didin xwe? Eger em ji nedîtî ve nayên, hingî mayina li kêleka wê têrê nake, gelo em ji bo pêşengiya vî karî dibêjin ne xema min e? Bêguman em bi temamî bêberpirsyar nînin. Em ne ew kes in ku pirsgirêkên civakî ji nedîtî ve tên û didin pey jiyana xwe ya şexsî. Bêguman ên welê jî gelek in. Ew bêberpirsyarî ne. Ew ji xwe li pêş çavan e. Em ne welê ne, lê belê ya girîng ew e ku em berpirsyariya xwe di kîjan astê de dibînin. Ya ku wijdan jê re tê gotin, wijdanîbûyî jî ev e.

Dema ku em vê rewşê derbasî wê qada nîqaşê dikin, hingî pênaseyeke têgihiştina xwe tê afirandin. Li şûna dîsîplîna xwe bibêjin hişmendiya xwe. Ev yek jî hesta berpirsyarî û wijdanê ye. Di vir de eger gerîlayek bêyî ku li benda fermana yekî bisekine ya pêwîst dike, hingî xwe ji aliyê hişmendiya xwe ve berpirsyar dibîne. Eger derfet û firsendan bi kar tîne, xetereyan ji holê radike, bêyî ku xwe bispêre cihekî xwe berpirsyar dibîne û li gorî wê kar dike, hingî ew kes bûye xwedî hişmendiya xwe. Kesayetiya Mazlûm Dogan kesayetiyeke bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, 'Partî Mazlûm e'. Berxwedana li zindanê bi vî rengî pêk hat, ji kesî ferman wernegirt. Mazlûm Dogan ê ku ev hemû nirxand, bi vî rengî kir. Mebesta ji hişmendiya xwe, dilsoziya bi armancê re ye. Naxwe xwedanîna li kêlekê nîne. Her wiha hişmendiya xwe tê wateya tevlîbûna bi baweriyeke mezin li ser bingeha dilsoziya bi armanca xeta Rêbertî re.

Aliyê sêyemîn jî mijara nîşandana hêz û îradeya çalakî û rêxistinbûnê ye. Ji ber xwe ve pêk nayê. Zîhniyet û wijdan xwe di çalakî û rêxistinê de şênber dike. Zîhniyet û wijdan ew e ku xwe di nava rêxistin û çalakiyê de şênber bike. Amûrek nîne ku mejî û zîhniyeta mirovan bipîve. Cihê ku zîhniyet û wijdan tê dîtin û pîvan jî rêbaz e, cihê bicihanînê ye. Lewma pratîk çi be, rêbaza fermandarî, rêxistinî, kar û jiyanê ya mirov çawa be, wijdan û zîhniyeta mirov jî bi heman rengî ye. Mêzîn ew der e. Cihê ku kesayet lê şênber bûye ew dever e.