Şerîk rageşiya li Kendavê nirxand: Dorpêç heye!

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk got argumanên sereke yên ku dikarin pirsgirêkên civakî yên Rojhilata Navîn çareser bikin Pergala Konfederal a Xweseriya Demokratîk e.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk krîza giran bûyî ya şaristaniyê yali Rojhilata Navîn, şerê cîhanê yê 3’yan, şoreşa Rojava û modêlên çareseriyê yên pêkan ji ANF’ê re nirxand.

Cemal Şerîk  ku li navçeya Tuzluçayirê ya Enqerê li nav malbateke Tirk jidayik bûyî, bawer dike ku rizgariya Tirkan bi rizgariya Kurdan e. Şerîk, ku hê ciwantî Tevgera Azadiya Kurd nas kirî, piştî esareteke bêqidoş demek dirêj li zindanên Tirkiyê dimîne. Piştî ku cezayê wî diqere Şerîk dîsa berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, nav qadên germ ên têkoşînê.

Beşê 1’ê yê hevpeyvîna ku Endamê Komîteya Navendî  ya PKK’ê, Şerîk dayî ANF’ê, pirsên li ser krîza şaristaniyê ya giran bûyî ya li Rojhilata Navîn û Şerê  Cîhanê yê Sêyan bersivand.

DYE xwe ji şerekî dijî Îranê re hazir dike. Bi ya we ber bi destwerdaneke leşkerî ya bi ser Îranê de em diçin, biya we Emerîka ya ku di çirava Sûriyê de ye, wê bi Îranê re şer bike?

Piştî ku sosyalîzma Reel feşkilî li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kiribû. Şerê 1’ê yê Kendavê bi esasê xwe yek ji gava girîng a pêvajoya li Rojhilata Navîn bû, ku dest pê kiribû. Dihate fêhmkirin ku DYE bi Şerê Kendavê yê 1’ê re dixwest çi bike. Sosyalîzma Reel feşkiilî bû. Feşkilîna sosyalîzma reel li Rojhilata Navîn valahiyek çêkiribû. Rûsya yak u li ser xaka Yekîtiya Sowyetan çêbûbû jî ne bi hêzê bû ku vê valahiyê dagire.

Rewşeke wiha hebû ku Çînê xwe hazir dikir li ser Rojhilata Navîn pêngavên xurt bavêje. DYE ji bo ku valahiyê dagire bi rê ket. Ji bo ku valahiya li Rojhilata Navîn dagire, destwerdana li Rojhilata Navîn ji xwe re mîna mafekî dît. Ji ber ku li dijî Sosyalîzma Rel DYE hebû, li her qadê rikberî di navbeyna wan de hebû. Di vê rikberiyê de Yekîtiya Sowyetan têk çû, DYE bi ser ket.

Nêzîktêdayina bi dest xistinê jî, bi wê armancê bû ku valahiya Yekîtiya Sowyetean çêkirî dagire. Helbet wiha bi rehetî nikarîbû vê pêk bîne. Diviya sedem çêbikirana. Sedema pêşî dagirkeriya Iraqê ya li ser Kuweytê bû. DYE’yê destûr da, DYE rê li ber vekir, DYE’yê destek da, Sedam jî kete Kuweytê. Lê ev ji bo ku DYE destwerdanê li Rojihlata Navîn bike hêncetek bû. Her wiha ev hincet pir baş bi kar anî. Şerê 1’ê yê Kendavê dest pê kir.

DYE PIŞTÎ SALêN 70’YÎ BI IRAQÊ RE TÊKILÎ DANÎ

Bi destpêkirina şerê 1’ê yê Kendavê re hin dane çêbûn ku di pêvajoya pişt re li Rojhilatta Navîn çi dikare bibe. Di serê van daneyan de ew hebû ku DYE bikeve Rojhilata Navîn, astengiyên li pêş kontrolkirina Rojhilata Navîn ji  holê rake.Di serê van astengiyan de jî Rûsya hebû, Yekîtiya Sowyetan hebû. Dema ku ew ji dewrê derket, dewletên li herêmê asteng bûn. Ji ber ku dewletên li herêmê, netewdewletên ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’ê çêbûn, mîna dewletên beriya wê ku di Îran û Tirkiyê de xuya kirî, mîrateya împaratoriyê li ser wan hebû, ji Iraqê heta bi Sûriye, Ûrdin, Libnan û Yemenê, li Rojhilata Navîn li cografyayeke berfireh Ereb dijiyan lê dewleta wan nebû.

Ev dewelet bêhtir dewletên wiha bûn ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’ê ava bûbûn. Di avabûna van dewletan de jî rola sereke Ingiltere dilîst. Fransa di çêbûna netewdewletên herêmê de bi roleke girîng bû. Zêde bandora DYE’yê li ser avabûna van dewletan nebû.  Jixwe serkeftinên şerê cîhanê yê 1’ê jî Ingiltere û Fransa bûn. DYE piştre tevlê bû. Di navbeyna Ingilere û Fransayê de jî yê serkeftî Ingiltere bû. Piştî Şerê Cîhanê yê 1’ê di şekilgirtina Rojhilata Navîn de ev hêz diyarkerbûn.

Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yan DYE’yê xwe da ber jandarmatiya kapîtalîzmê, lê rola Ingiltere, Fransayê ya li Rojhilata Navîn ji hole ranebû. DYY piştî salên 70’yî bi Iraqê re têkilî danî. DYE bi Sûriyê re nebû xwedî têkilyên wiha germ. Biqasî Rûsya, Yekîtiya Sowyetan têkiliyên aborî, bazirganî, siyasî, çandî geş nekir. Têkiliya wê ya herî nêzî Israî lû Tirkiye bûn. Li kûrahiyên Rojhilata Navîn DYE zêde nebû.

DI AVABÛNA EL QAÎDE DE ROLA CIA’YÊ HEBÛ

Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yan rola DYE’yê ji vê ne cuda bû. Bi hilweşîna Sosyalîzma Rel Emerîka bi destwerdana li Iraqê dest pê kir. Bû gava pêşî ku hebûna xwe ya fiîlî ya li Rojilhata Navîn, hebûna leşkerî, bandora xwe zêdetir bû. Jixwe dihate zanîn ku wê bi vê nemîne. Li Kendavê dest li Iraqê dabû lê şerê bi Iraqê re heta bi deverekê anîbû,  temamkirina şer ji pêvajoyeke dî re hiştibû. Ev nîşaneya wê ya girîng  bû ku şerê li Iraqê piştre wê bidome. DYE’yê parelala 36’an kiribû bin kontrala xwe, ev der li Iraqê qedexe kiribû, li wan deran hebûna xwe ya fiilî didomand lê dema ku mijar tevahiya Iraqê bû, ne wiha serwer bû.

Rejîma Sedam hê jî li ser desthilatê bû, rewşeke wiha hebû. Ji ber vê jî, ji bo ku DYE şerê bi Sedam re temam bike, dihate fêhmkirin ku destwerdana fiiî wê bidome. Lê pir zelal bû ku ev ê bi Iraqê re sînordar nemîne.  Wê demê di dorê de kî hebû; Sûriye, Libya û Îran. Jixwe hê ji serdema Mubarek ve bi Misrê re têkiliyeke wan a geş hebû. Bi wan têkiliyan di navbeyna Misir û Israîlê de têkiliyên germ hebûn.  Tirkiye bi rewşa baregeha herî girîng, mîna walîtiya taybet bû. Astengiyên li pêş DYE’yê ev bûn. Ango Sûriye, Libya û Îran bûn. Jixwe destwerdan li Iraqê bûbû û dom dikir.

Ji ber vê jî diviya DYE hincetên ku destwerdana xwe ya Rojhilata Navîn zindî bigire, biafiranda. Rêxistinên ku em mîna rêxistinên provakasyonê bi nav dikin,  ji bo ku ji destwerdanê re bibin hincet, rêxistiniya wan dihate kirin. Li hêla dî jî ji bo ku hincetên mayinde bîne rojevê jî nesekinî. Êrîşên 11’ê Îlonê di pêvajoyeke wiha de çêbûn. El Qaîde êrîş anî ser xwe lê em dizanin bê ka El Qaîde çilo çêbû. Di avabûna El Qaîde de rola CIA’yê heye. Piştre destwerdana li Efxanistanê anî rojevê. Piştre jî Şerê Kendavê yê 2’yan û hilweşîna Sedam pêk hat. Çekêm kîmyewî û hwd. Bûne hincet û dest werda.

2011’AN BIHARA EREB DEST PÊ KIR

Çima DYE ne sere 91’an lê 2003’an Sedam hilweşand?

 Haziriyên hewce wiha temam kiribû. Heke 91’ê Sedam bihata hilweşandin, valahiya ji Sedam mayî wê nikarîbûya dagirta. Iraqê wê li herêmên cuda veqetiya û rêveberên cuda derketana hole. Vêr ewşê wê karê DYE’yê pir zehmet bikira. Armanca wê ew bû ku rêveberiya navendî bi dest ve bîne, jixwe li Başûrê Kurdistanê karîgeriyeke wê hebû. Ji ber vê jî li benda 2003’yan ma. Hincet li gor vê çêkirin.  Rewşa psîkolojîk a Rojhilata Navîn piştî ku bi haziriyên leşkerî re bûne yek 2003’an destwerdan pêk hat.

Piştre jî, piştî salên 2010’an, dest bi tevgera leşkerî ya li ser wan welatan kir ku beriya niha di hedefa wê de bûn. Ji bo ku ev operasyonên leşkerî bidana destpêkirin, diviya di nav xwe de meşrûiyetek ava bikira. Jixwe di ser Libya, Sûriye û Îranê re gelekî antî-propaganda hatibû kirin. Ji ber vê, diviya ew kêlî zevt bikira. Wê kêliyê 2011’an li Tinis, Misirê û hemû cîhana Ereb, ku me jê re Bihara Ereb got, çalakiyên girseyî yên bi daxwazên democrat^k, bi naveroka demokratîk dest pê kirin.

Şewitandina Zeynel Abidîn Bîn Alî ya li Tinisê encama pêvajoyeke wiha bû. Li Misrê, Kahîre li meydana Tahrîrê kon hatin danîn. Vê kir ku rêveberiya Mubarek hilweşe. Her çeendî muxalefeta civakî Mubarek hilweşandibe jî, her çendî rasteqînî ev be jî, piştre her çendî yê ku hatî ser desthilatê Mursî yêbi desteka Îxvanê jî bû, yê ku Mubarek hilweşandî gel bû. Lê weke Libya, Misir, Tinisê  nebû, li Libyayê, ji ber hewldanên provakatîf ên hêzên global, DYE, CIA, Tirkiyê rê li probleman vekir.

PIŞTÎ HILWEŞANDINA QEDAFÎ LI LIBYAYÊ TIŞTEK NEGUHERÎ

Piştî ku hêzên çekdar li dijî rêveberiya Qedafî êrîş dane destpêkirin, bi desteka sermiyana global Qedafî hate kuştin .Piştî hilweşîna Qedafî li Libyayê tiştek neguherî. Hê jî şer didome, nediyarî didome. Piştî ku qedafî hilweşiya, li Sûriyê destwerdaneke hevşib hate kirin. Li Sûriyê ji 1970’î û vir ve problem hebûn.  Karakterê rejîmê sersedema hemû probleman bû. Ji ber ku ji hêla girseyî ve sînorên dewleta Sûriyê temsîliya piraniyê nedikir. Ji hêla mezhebî ve yên piranî Sinî bûn û ev rêxistinî bûn.

Beriya wê Îxan-î Muslimîn rêxistinî b3u, raperînên ku wê kiribûn ji hêla rejîma Hafiz Esad ve hatin serkutkirin. Birayên Misilman derbên giran xwaribûn, lîderê wan çûbû Tirkiyê. Tirkiyê derfet dabûne wan, destek dabû xebatên rêxistiniya wan. Lê piştî ku hêza wan piştî hatibûn serkutkirin kêm bûbû.  Dewleta Tirk, nexasim rejîma Erdogan bi kontrala MÎT’ê ew tevgerandin. Dema ku tevgerê dest pê kir, derdorên ku heta niha muxalîfên rejîma Esad bûn ew jî tevlê pêvajoyê bûn.

Xwestin ku wan bi nave Artêşa Azad a Sûriyê rêxistiniya wan bikin lê bi ser neket. Rejîma Esad li ber xwe da. Rûsya mîna li Libyayê nêzîk nebû. Îran jî mîna li Libyayê nêzîk nebû. Têkiliyên nêz ên Rûsyayê bi rêveberiya Qedafî re hebûn lê li gel vê jî Qedafî tenê hişt. Îran jî tenê hişt. Li Sûriyê ev nekir. Vê destekê kir ku rejîma Esad li ser piyan bim3ine. Bi vî rengî şer heta niha dom kir û di nav şer de hevseng guherîne.

Li Sûriyê di guherîna hevsengê de berxwedan li Rojavayê Kurdistanê bi roleke pêşeng rabû. Ji ber ku armanca Nusra û DAÎŞ’ê ew bû ku li Rojava kontrolê bi dest bixin. Jixwe li Bakurê Rojhilata control bi dest xistibûn .Bi vî rengî armanc ew bû ku rejîma Esad hilweşînin. Li şûna wê jî desthilata xwe ava bikin .Berxwedana li Rojava pêşiya vê grit. Ne ku tenê nehişt Nusra û DAÎŞ ev rêxistinên çete negihin armanca xwe. Her wiha planên dewleta Tirk ku ev hêz tevgerandin, destek dayê jî pûç bike.

DEWLETA TIRK JI QAMIŞLO HETA BI HELEÊ DIXWEST KU HERÊMÊ KONTROL BIKE

Dema ku li Sûriyê şer dest pê kirî, dewleta Tirk ji hêzên sermiyana global zûtir tevgeriya. Got, heke zû tevbigerim ez ê ji pastayê zêdetir bixwim. Dema ku şer nû dest pê kirî, dewleta Tİrk di şer de bi fiilî hebû. Hem ji hêla leşkerî ve, hem îstîxbarî ve, hem jî ji hêla techîzata leşkerî, lojîstîk, perwerdehî ve ya wan hêzên ku şer dikir di nav pêvjaoyê de bû. Armanca dewleta Tirk diyar bû; ji Qamişlo heta bi Heblê herêmê bixe bin kontrola xwe.

Dema ku şer dest pê kirî hin hijmar hene; 1500 febrîka têne feşkilandin û tînin Dîlokê. Talan ji TC’ê re dimîne. Ne tenê ev, dixwest van deran bike navendên biichbûnê û navend. Mîna Qibrisa Baku dixwaze bike jêr kontrola xwe. Ji hêlekê ve TC dema ku ev dikir, ji hêla Dêrikê ve jî hewl dida ku PDK jî valahiyê dagire. TC û PDK ji bo bicihkirina vê plane hevalbendî kirin. Berxwedana li Rojava hemû hesabên li ser Rojava pûç kir.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NOKERÎ SERWER E

 Bi vî rengî li Sûriyê hêzên sermiyana global, DYE encamên ku dixwestin bi dest ve neanîne. Lê ji dev ji daxwazên xwe jî neqeriyane. Dixwazin serwerî Rojhilata Navîn bibn. Ji bo ku serwer bibin jî hin polîtîkayên wan hene. Mînak polîtîkaya li dijî Rojava dişopîne ev e. Dixwaze Şoreşa Rojava ji hundir ve bifeşkilîne. Dixwaze karekterê radîkal ê Şoreşa Rojava, hêla wê ya şoreşger reformîze bike. Bi nermkirinê, ji hundir ve bi feşkilandina wê dixwaze berê wê diyar biek û kontrola xwe li ser deyne. Nêzîkatiyên wiha yên li ser Başûrê Kurdistanê jî hene, jixwe li Başûrê Kurdistnaê nokerî serwer e. Têkiliyên xwe yên bi wê avaniya noker e ku wê çêkiriye, didomîne. Hêzê didiyê, destekê didiyê. Dixwaze Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bike palpişta polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn.

Bi vî rengî nêzîktêdayinek heye ku li ser Kurdan karîger bibe. Halê hazir şerê Sûriyê dikare pester biçe? 

Ev li ber nîqaşê ye. Heke DYE û Rûsya di navbeyna xwe de weke ku dixwazin heyeke li hev bikin şerê li Sûriyê dikare biqede. Lê hê li hev nekirine.  Nayên pêşberî hev lê di ser hêzên cuda re dixwazin problemên xwe çareser bikin. Bi vî rengî pozîsyona xwe diparêzin. Wiha xuya dike ku ev  rewş wê demeke dî jî bidome.  Hevdîtinên Cinêvê hene, ne diyar e bê ka wê çi bi xwe re bîne. Li dijî Cinêvê hevdîtinên Soçiyê hebûn ku Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê bi navê Astana dikirin. Ev têk çû, hilweşiya.

Niha ew jî di ser Cinêvê re dixwazin probleman çareser bikin û tevlî pêvajoyê bibin. Lê ev ê çilo bibe?

DAÎŞ di dewrê de bû, beriya niha dawî li serweriya DAÎŞ’ê ya li ser xaka Sûriyê hat. Helbet DAÎŞ neqediya, li qadên çolê heye. Li deverên ku ketibûn bin kontrola wan, l wan navendan, bi rengekî veşartî rêxistiniya xwe didomîne. Ji vî alî ve serweriya DAÎŞ’ê ya li ser xakê qediya lê taloke ranebû. Piştî vê operasyonê DYE hewl da ku rtêkiliyên xwe yên bi Rojava re sînordar bike, dawî li pozîsyona tifaqê bîne û valahiya bi Tirkiyê re çêbûyî dîsa dagire û têkilyên xwe yên bi Tirkiyê re dîsa geş bike. Trûmp wê pêvajoyê got ew ê leşkerên xwe bikişîni. Helbet ev nebû, têkiliyên ku dihatin xwestin pêk nehatin.

REWŞA TIRKIYÊ YA LI SÛRIYÊ KETE QONAXEKE KRÎTÎK

Niha şerê li Sûriyê bi rengekî dijwar didome. Çeteyên bi kontrola Tirkiyê hene.  A rast mirov bibêje çeteyên bi kontrola Tirkiyê kêm dimîne. Ji ber ku Erdogan ji wan re got Kuva-Î Milliye. Got ew Kuva-î Milliye ya dewleta TC’yê ne. Jixwe deweleta Tirk bi xwe jî rêxistiniyeke çete ye. Ev li hêlekê.  Lê ew hêz dûveling û berdewama dewleta Tirk ên li Sûriyê ne .Li wan deveên ku yekeretiya axê heye Enqerê walî û qeymeqam danîne. Bajar, bajarokên li Tirkiyê çawa têne rêvebirin li wir jî wiha rê ve dibin.

Bi vî rengî ew bi gotina Erdogan Kuva-î Milliye ne.  Di navbeyna wan û rejîma Sûriyê de şer heye.  Rûsya li gel rejîma Şamê şerê van dike. Her wiha li Sûriyê hin hêz hene ku Îran destekê dide wan, wan rê ve dibe. Ev bi dewleta Tirkiyê re têne pêşberî hev. Ev şer ber bi deverekê ve dice. Dewleta Tirk li Soçiyê hin soz dane Îran û Rûsyayê û ev sozên xwe bi cih neanîn. Berevajî hewl da ku serweriya xwe ya li ser xakê geş bike. Bi vî rengî pozîsyona dewleta Tirk a li bara Rûsya û Îranê kete rewşa ku li ser were nîqaşkirin. Dîsa meseleya S-400’î di navbeyna Tirkiyê û DYE’yê de problem e. Li gel vê jî, hin gav hene ku DYE Tirkiyê ji hevkariya F-34’an derxîne. Vê rewşê rewşa Tirkiyê ya di şerê Sûriyê de anî rewşeke krîtîk.

Dewleta Tirk siyaseta hevsengê didomîne, bi bikaranîna hevsengê wiha dixwaze xwe bike hêz. Niha gotinek heye dibêjin dema ku fîl bi hev dikevin giya di bin piyê wan de dieciqin. Dibe ku deweta Tirk were ser halê giyayê ku dieciqin.  Li Sûriyê tabloyeke wiha heye. DYE zorê li Îranê dike, wê ditengijîne. Ambargoya aborî didome û ev her ku dice vediguhere ser ambargoya siyasî.  Ev jî nîşan dide ku DYE li ser serweriya xwe ya li ser Rojhilata Navîn dixwaze darbeya herî dawî û mayinde lêbixe, haziriyên vê dike. Lê wê darbeyê çilo lêbixe, rêyên vê yên cuda hene. Destwerdana leşkerî çareseriyek e.  Dorpêç,di hêla civakî, diplomatic de pêngavên ku wê bavêje çareserî ne.

ÎRAN BI DANÎNA HEVSENGÊ HEBÛNA XWE DIDOMÎNE

DYE xwe ji her du metodên çareseriyê re vekirî dihêle. Ji ber ku DYE weke li Sûriyê û Libyayê kirî, hin hêzên dijberî rejîmê ku destekê bide wan hê dernexistiye holê. Li Îranê rewşeke wiha tine. Carinan  bi teşwîkê, bi xwerandina hin probleman xwest ku tevgerên civakî çêbibe. Gelekî antî-propaganda kir, di ser çapemeniyê re lê armanca ku dixwest bi dest ve neanî. Nêzîktêdayinên polîtîk ên rejîma Îranê jî, nehişt ku tevgerên civakî bibin raperîn. Piştî demeke kurt bêbandor kirin. Rejîma Îranê di vê mijarê de polîtîk nêz bû. Vê jî li pêş hêviyên di vî milî de yên DYE’yê geş nebin.

DYE’yê xwest ku hin hêzan binirxîne. Xwest  ku hin hêzên Kurdistanî bi kar bîne. Her wiha Îran ne dewleteke homojen e, Bellûcî, Ereeb, Kurd, Azerî, Tirkmen,gelek civak lê dijîn. Nasnameyên navborî li Îranê li herêmên ku nifûsa wan zêde ye dijîn. Li gel vê jî, Îran hevsengekê datîne û hebûna xwe didomîne. DYE dixwaze vê bi kar bîne. Hem ji nav gelê Fars dixwaze bi muxalefeta civakî rejîmê bitengijîne û hem jî di ser van nasnameyan re ku me nave wan dan tevgereke gel ava bikeû zorê li rejîmê bike.

Di vê de dikare bi ser bikeve?

 Heta niha bi ser neketin. Dorpêç jidandin, ev veguherandina dorpêça siyasî.  Di ser vê re dixwaze encamê bistîne weke niha ku dike. Her çendî car caran Trûmp bi gotinan gefê dixwe jî, li Kendavê keştiyên şer xuya bikin jî polîtîkaya esasî ya DYE’yê ev e.

Li şûna ku rasterast bi şer, bi destwerdana leşkerî encamê bigire, bêhtir  dixwaze hem gelê Fars û hem jî gelên din tevbigerîne, bi Iraqê dorê lê bipeçe, hem jî bi dorpêça aborî û siyasî dixwaze bi paş ve gav bi Îranê bide avêtin . Di demeke kurt de dibe ku DYE û Îran bikevin nav şerekî leşekrî, li Îranê rewşeke wiha ji bo maweyeke domdirêj dibe ku bibe lê niha zêde di nav îxtîmalan de mirov nikare bibîne. Helbet hêza şerker, heke dewleteke ku berê wê bide Îranê bibîne, bi desteka leşkerî, siyasî, diplomatic, bi dane her cure destekê dikare zorê li rejîma Îranê bike. Lê hale hazir li Rojhilata  Navîn beriya niha wek li Iraqê bûyî, dewleteke ku li dijî Îranê were bikaranîn tine. Carcaran Sidûî an jî Israîl gefan lê dixwin lê ew jî ne bi wê rewşê ne ku di şerê bejahiyê de, di şerê eniyê de bibin hêzek.

Li Kendavê êrîş diçine ser stesyonên petrolê yên Siûdî, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) û ser keştiyên kargoyê. Ji van êrişan Îran berpirs tê dîtin. Gel em li ber şerê mezin ê Şiî-Siniyan ê Rojhilata Navîn, Em li ber Şerê Cîhanê yê 3’yan in?

Niha polîtîkayeke dîrokî ya Îranê heye. Bi wê stratejiyê ye ku şer li derveyî sînorê xwe bihêle. Rasterast nakeve nav şerê li ser xaka xwe. Lê bi wan welatan re ku bi hêzên sêyemîn re nakokiyên wan hene têkoşîna xwe didomîne.  Sînorên heta bi Libnanê Îran jixwe mîna sînorên xwe dibîne. Bi rengekî ku nekeve nav sînorên wê, li derveyî sînorên xwe, li wan herêman hêzên ku şer bikin ava kiriye. Li Libnanê Hîzbulla heye, li Sûriyê hêzên cuda. Li Iraqê Heşdî Şebî, her çendî rejîm lê xwedî derkeve jî, ev hêz rasterast têkiliyên xwe bi Îranê re hene.

Hin civak hene ku li dijî DYE’yê ne, têkilî wan rêveberiyan in ku li dij DYE’yê têdikoşin. Mînak li Yemenê Hûsî hene, Elewî û Şîa rabûne ser piyan, têkoşîna wan hê didome. Îran helbet bi van re têkildar e. Ji ber vê, heke êrîşek bi ser de were, li van dern jî dikare destekê bide hin tevgerên dijberî DYE, Siûdî yan jî Israîlê. Lê di van teqînan de rola kê heye em pê nizanin. Ji ber ku dibe ku ev provkasyon bin.

Rejîma Îranê lê xwedî dernakeve, ya Siûdî helbet îdîa ye. Di navbeyna Siûd û Îranê de nakokî hene. Ji bo ku li qada navnetewî Îranê bitengijîne, jib o ablûkaya li ser Îranê girantir bike, dibe ku provakasyona hin hêzên cuda be.  Di nav çarçoweya nakokiyan de ku me diyar kirin, mirov dikare çalakiyên mîna gelek hêzên cuda binirxîne. Ji ber ku ev çalakî di berjewendiya gelek hêzan de ne. Ne tenê di berjewendiya Îranê de bin em ê bibêjin Îranê kirine. Lê ji hin aliyan ve di berjewendiya DYE, Siûdî, Israîlê de ne. Tiştên wiha dibe ku bidomin.

Li Sûdan û Cezayirê li dijî dîktotorên mîna El Beşîr û Buteflîka li bara berxwedanên civakî hilweşiyan lê berxwedan neqediya, berbelav dibe û diome. Çima?

Dema ku Bihara Ereb dest pê kirî, ne pêkan bû ku ew tenê bi du welatan re sînordar bimîne. Bi wê xisletê bû ku li tevahiya Rojhilata Navîn, li Efrîkaya Rojhilat û Navîn berbelav bibe. Jixwe potansiyeleke wê ya wiha jî hebû. Jixwe li Rojhilata  Navîn, li welatên Ereb û Îsslamê hin geşedan, tevger çêbûn. Helbet DYE jî xwest ku vê ji xwe mîna fersendê bi kar bîne. Jib o ku Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, bi navê nû, Projeya Rojhilata Navîn a Berfireh bi cih bîne, xwest vê bike mîna fersendkê. Tiştên li Libya û Sûriyê bûn, hatin rojevê. Jê wêdetir neçû.

Di pozîsyona berdest de ji xwe derfetê nade ku wêdetir biçe. Rewşa Sûdan û Cezayirê cudatir e. Omer Beşîr 30 sal in desthilat bû. Nêzîkatir3in hevalê wî li Tirkiyê, serekê rejîma AKP’ê Erdogan, dîktatorê faşîst, dîktatorê zalim e. Çi cihêtiya wî ji Zeynel Abidîn Bîn Alî nîn e. Zeynel Abidîn Alî, zêr, micewher kiribû çiwalan.  Omer Beşîr jî dolar kiribûn çiwalan. Çawa ku Erdogan dolar kiribûn qotiyên pêlavan, Beşîr jî, qey qotiyên pêlavên pê biçûk hatibûn, kiribûn çiwalan. Bi haziriya ku her gav dibe ku dîktatoriya wî ya zalim hilweşe, dîktatorekî ku xwe hazir kiribû.

Rewşa Cezayirê hinekî cuda ye. di salên 80’yî, 90’î de tevgera Îslamî li Cezayê pir xurt bûbû. Salên 60’î, Cezayîr li dijî mêtingeriya Fransayê têkoşîna serxwebûnê da. Di nav de, wê demê meylên burjuvaya biçûk, çepgirî û radîkal jî hene ku wê demê Rûsyaya Sowyetê destek dabûyê. Lê civakeke misilman bû.  Xisletê civaka misilman parastibû. Ji ber antî-emperalîstbûna gel, fakrora Xiristiyanbûna Fransa û Misilmanbûna Ereba, faktoreke griîng bû ku hlwesta antî-emperyalîst derkeve hole.  Xwedîderketina li nirxên xwe, mîna paratsina baweriya xwe ya Mislmaniyê derdibirand. Ji aliyekî ve, nasnameya Îslamî ya Cezayirê, dibû derbirîna berxwedanê ya li dijî mêtingeriya Fransayê.

LI SÛDANÊ CIVAK LI BER XWE DA

Li Cezayirê sores çêbû. Rizgariya netewî bi ser ket. Rêveberiya Ahmet bîn Bella ava bû. Eniya Rizgariya Netewî ya Cezayirê desthilata xwe heta salên 90’î bê pevçûn bir. Soyalîzma Reel feşkilî, problemên Cezayirê giran bûn. Tevgerên Îslamî pir geş bûn. Piştî hilbijartinan Eniya Selamatê ya Îslamî (FIS) piraniya desthilatê bi dest xist. Lê li gel vê jî  rêveberiya berdest desthilat teslîmî Eniya Îslamî nekir, serkut kir. Piştî demekê xwest ku rêveberiyê bi vî rengî bibe û heta niha hat. Niha rêveberiyeke laîk heye.

Rêveberiya laîk nayê maneya ku baweriya gelê wir were çewisandin an jî baweriya wan red bike. Her wiha daxwazên demokratîkbûnê hene di nav civakê de.  Ev, nabe asteng ku daxwazên demokratîkbûnê yên civakê werin dîtin.  Ji ber sedema ku avaniya laîk veguherand ser têkiliya rêveberiya otokratîk, hem jî,  ji ber ku guhê xwe ji daxwazên demokratîkbûnê ya civakê re girt, bû sedem ku rêveberiya Buteflîka û berxwedana civakî werin pêşberî hev. Di ecamê de jî ji bêgavî îstîfa kir.

Niha li Sûdanê jî civak li ber xwe da, rabû ser piyan. Rêveberiya Beşîr hilweşiya, artêşê desthilatî bi dest xist. Lê li Cezayirê Buteflîka ji serokkomariyê xwe da alî, valahiya ku jê mayî nehate dagirkirin. Hem li Cezayirê û hem li Sûdanê hewcehiya bi demokrasiyê nehate cih. Vê jî bi xwe re meyla civakê ya li ser demokratîkbûnê zindî hişt. û geştir dibe. Ev rewş heta ku daxwazên ji aliyê demokratîkbûnê ya civakê ve bi cih werin wê dewam bikin. Car caran dibe ku werin serkutkirin lê piştre bi rengekî xurtir wê derkevin pêşberî wan.

Nîqaşên li ser rêveberiyê ji bo gelan wê çareseriya ku tê xwestin bîne?

Na, ne pêkan e. Butefîla veişiya lê rejîma berê ji rêveberiyê xwe neda alî. Beşîr hate girtin lê sîstema siyasî ya Beşîr didome. Her çendî ew hatibe hilweşandn jî di nav artêşê de bandora wî heye.

Li qada navnetewî têkilyên wî bi dewletên mîna Tirkiyê re hene. Berjwendiya dewletên mîna Tirkiyê jî li wan deran hene. Mînak rêveberiya Beşîr li wir giravek da rêveberiya Erdogan. Ji Tirkiyê şande çûne wir. Ew girav ji bo Erdogan û derdora wî dizayn kirin.  Berjewendiya dewletên mîna Tirkiyê li wan deran hene. Di rewşekw wiha de civak tevgeriya, civak rabû ser piyan, artêşê darbe kir.

Piştî ku artêşê darbe kir, ev nayê maneya ku cihê ku ji Beşîr vala mayî hatiye dagirkirin?

Na, li Misrê jî wiha nebû? Ciwan rabûn ser piyan, li Tehrîrê civak rabû. Mibarek têk bir. Mûrsî hate ser deshtilatê. Mursî jihêla artêşê ve, ji hêla Sîsî ve hate hilweşandin. Piştî desthilata Mursî, piştî ku Sîsî hate ser deshilatê ev tê maneeya  ku problem çareser bûne? Na, desthilat bi heman şêwzî hebûna xwe didomîne. Niha  ji ber ku reng ev e, problemên ku bûne sedem gel rabe ser piyan çareser nebûne.  Ên ku xwestin valahiya ku çêbûyî dagiririn, bi pergalên berê re têkiliyên xwe nebirîne.

Ji aliyekî ve temsîla wan dikin.  Ji ber ku raperîn pergalê bi temamî neguherin, ji bo pêşî li vê bigirin, civakê li astekê asteng dikin û biryaran distînin. Wan bi cih tînin.  Li Sûdanê nîqaşa 5 leşkerên sivîl û 5 leşkerî ev e. Sibehî li Cezayirê jî dibe ku rêveberiyekê ava bikin. Lê ev nayê maneya ku problem çareser bûn. Çiye çareseriya pirsgirêkan? Civak xwerêberiya xwe ava bike. Civak bikaribe xwe rê ve bibe. Civak were asteke ku probelemên xwe bi xwe çareser bike.

Rêxistiniya civakî divê li gorî vê teşe bigire.  Divê bigihin wê potansiyele ku li ser tiştên ku civakê heyî dikin, di qadên aborî, siyaset, hiqûq, çand, tendiristiyê û hwd de bikaribin xwe rê ve bibin. Heke ev were kirin li Cezayîrê, l Sûdan, Tinisê probem wê çareser bibin. Hemû problemên civakî ku bi desthilatê re hatina pêşberî hev wê çareser bibin. Rêber Apo destnîşan kir, got, çareseriya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Pergala Konfederal a Xweseriya Demokratîk.  Argûmanên sereke ku problemên civakî çaerser bikin ev e, pêşniyarên bingehîn in.

Beşa duyê ya ropartajê sibe..