Şerê Herêmê û Bexdayê yê li ser 400 milyar dînarî!

Demeke dirêje di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo budceya para Herêma Federe ya Kurdistanê nîqaşên germ tê kirin, lê bê encam dimîne. Sedema vê yekê jî nakokiya Bexda û Hewlêr a li ser şandina 400 milyar dînarê Iraqê ye.

Herî dawî Parlamenterekî Iraqî ragihand ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hemû biryarên hikûmeta Iraqê yên ji bo şandina 400 milyar dînarî ji bo Herêma Kurdistanê betal kiriye û diyar kir, ku biryara şandina pere ji bo Herêmê ne hiqûqî ye.

ÇIMA NE HIQÛQÎ YE?

Di 15’ê Sibata 2007’an de destûra neft û gaza Iraqê derket, Desteya Wezîran jî di heman mehê de pejirand. Di heman salê de serokkomarê Iraqê û serokwezîrê wê demê yê Iraqê ragihandin ku pêwîste li gorî madeya 112 ya destûra federal, hikumeta navendî û Herêma Kurdistanê bi hev re dosyaya neft û gazê birêve bibin. Piştî wê Herêma Kurdistanê di 6’ê Tebaxa 2007’an de yasaya neft û gazê li parlamentê pejirand.

Di sala 2014’an de piştî temambûna xeta Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê, bi piştgiriya Tirkiyeyê û bêyî Bexdayê, Hikumeta Herêma Kurdistanê yekemcar bi rêya Tirkiyeyê neftê şand benderên cîhanê. Rojane 300 hezar bermêl neft bi rêya xetê dihate henarde kirin. Ev pêngav piştî lihevkirina Barzaniyan ya 50 salî ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat.

Lihevkirina Barzaniyan ya 50 salî a bi Tirkiyeyê re, Bexda aciz kir. Iraq pêngavê weke dizî bi nav kir û Tirkiyeyê ji binpêkirina serweriya Iraqê sûcdar kir.

Li gorî projeya yasaya bûdceya sala 2019’an a Iraqê eger Hewlêr rojane 250 hezar bermîl neft radestî SOMA bike, wê Bexda ji sedê 12.67 budce ji bo Herêma Kurdistanê bişîne. Berevajî li gorî yasayê tenê 522 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan dişîne. Lê, heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê neft radestî Bexda nekiriye.

Di 28’ê Gulana 2014’an de Nêçîrvan Barzanî li parlamentoya Herêma Kurdistanê axivî û got; “Me ji bo serbixweyiya aboriyê pêngavên mezin avêtin, dibe ku qeyrana darayî herî zêde 2 mehan dirêj bike.” Lê gotinên Barzanî û rewşa civakê ya li ber çav bi qasî erd û erzman ji hev dûr in. Her diçe krîz û qeyrana aborî û siyasî ya navxwe û bi Bexdayê re zêdetir bûye, kûrtir bûye.

XERCA DAGIRKIRINA KURDISTANÊ BEŞEK MEZIN JI PEYMANA JI NEFTÊ YA 50 SALÎ DIÇE

Soran Omer diyar kir ku di nava peymana 50 salî ya neftê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de xala ewlehiyê heye û got: “Xala ewlehiyê ew e ku niha rû dide û beşek zêde ya xerca vê dagirkeriyê ji pereyê peymana 50 salî ya neftê diçe. Di dema 4 an a parlamentoya Herêma Kurdistanê de, li parlamentoyê min ji serokê hikûmetê xwest, vê peymanê bîne nava parlamentoyê, lê got, nikarim bînim, ji ber ku xala ewlehiyê tê de ye.”

BI TRÎLYONAN PERE JI NEFTÊ GIRTINE

Hikumeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya aboriya serbixwe de, sala 2014’an de heya dawiya 2021’an zêdetirî milyarek û 100 milyon bermêl neft henarde kir. Her bermêlek neftê bi bihayê 54 dolar firotiye. Bi giştî bihayê nefta hatî firotin, zêdetirî 68 tirilyon dînar bû.

‘SERBIXWE FIROTINA NEFTÊ DERVEYÎ DESTÛRÊ, NE HIQÛQÎ YE’

Ji bo vê di dawiyê de û piştî 10 salan, Dadgeha Federal ya Iraqê biryara xwe di 15’ê Sibata 2022 de da. Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê ku hin parlementerên Iraqê li ser firotina nefta Herêma Kurdistanê ya bi awayek serbixwe ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve tê kirin, biryar da. Dadgehê ragihand, yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê derveyî destûra Iraqê ye, firotina nefta Herêmê ya bi awayê serbixwe tê kirin, ne hiqûqî ye.

JI BER FIROTINA NEFTÊ 2012’AN GILÎ HATIBÛ KIRIN

A rast berî niha di sala 2012’an de Hikumeta Iraqê li Dadgeha Federal derbarê firotina nefta herêmê de, giliyê Wezîrê berê yê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî kir. Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî zêde germ nêzî biryarê nebû. Piştî wê jî dadgehê carek din nekarî biryara xwe ya dijî herêmê bicihbîne.

KABÎNEYA KAZIMÎ JÎ ŞIRÎKÊ DIZIYA PETROLÊ YA BARZANIYAN E

Di dema kabîneya Mistefa Kazimî de di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de lihevkirinek hatibû îmzekirin. Li gor lihevkirinê, wê hikûmeta Iraqê her meh 200 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişîne, li beramber jî wê hikûmeta Herêmê beşek ji dahata neftê radestî Iraqê bike. Lê ev lihevkirin li gor dihat xwestin pêknehat û her du aliyan hevdû bi bicihneanîna xalên lihevkirinê tawanbar dikir.

400 MILYAR DÎNAR NAYÊ ŞANDIN; XERCA HERÊMA KURDISTANÊ NAYÊ ZANÎN

Wezîra Darayî ya Iraqê Tayif Samî têkildarî neşandina 400 milyar dînarê ji bo Herêma Kurdistanê nameyek pêşkeşî Sekreteriya Desteya Hikûmetê kiriye û ji wan re gotiye ku ji ber biryara Dadgeha Federal a Iradê û nebûna daneyên rast ên li ser xercên Herêma Kurdistanê nikarin 400 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişînin.

DADGEHA FEDERAL: DIVÊ NEFT RADESTÎ IRAQÊ BÊ KIRIN, BÛDCE JI PARA GIŞTÎ BÊ DIYARKIRIN

Li gorî biryarê Dadgeha Federal a Iraqê êdî Herêma Kurdistanê nikare bêyî Bexda gaz û neftê bifiroşe û divê neft radestî Bexdayê were kirin. Gorî biryarê Hikumeta Herêmê hemû peymanên bi kompanyayan re li ser neftê îmzekirine, divê bixe ber destê Wezareta Neftê ya Iraqê. Her wiha çi peymana ne di berjewendiya Iraqê de be, dikare were hilweşandin. Divê para herêmê di bûdçeya giştî de were diyarkirin, ev jî bi şer tê ku ew budce radestî karmendên herêmê û hemû parêzgehan bike.

Piştî vê biryarê ji Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî bigire heta Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û pismamê wî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr û Seroka Parlementoyê Rêwaz Fayîq nerazîbûn nîşanî biryarê dan û diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Mesûd Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê got: “Cihê Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye.”

‘LIHEVKIRINÊN BI BEXDA RE DIKE ARMANC’

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar ne dadwer pênase kir û got: “Ev biryar tenê mûçexwar û xelkê Kurdistanê ku welatiyên Iraqê nagre nava xwe, dibe hemû prose, aramiya siyasî û lihevkirinên ku hikûmeta nû ya federal a Iraqê li ser hatî avakirin, dike armanc.”

BARZANÎ LI DÛ ÇI YE?

Nêrçîrvan Barzanî ku li aliyeke vê dibêje, li aliyê din 26’ê Çileyê bi rengeke veşartî ji ragihandinên dûr serdana Tirkiye kir. Gelo ev yek çi nîşan dide? Di rewşeke wiha de serdana Barzanî wê çiqasî bi kêr be hem ji bo Herêma Kurdistan û hem jî ji bo Iraqê? Ji bo çi serdan kir? Ev pirs û gelek pirsên din li benda bersivê ne. Rastiyek jî heye ku her cara Barzanî diçin Tirkiye êrîş û gefên li ser Kurdan zêdetir dibin. Ev jî divê neyê piştçavkirin? Gelo peymanek din a lihevkirina li ser Şengal, Mexmûr an jî Rojava tê kirin?