‘Şehîdên me bingeha şoreşa me ya azadiyê ne’

Rastiya şehîdan bi herfên zêrîn ên ku nayên jêbirin di dîroka PKK’ê de hatiye nivîsandin û wateyeke wisa wergirtiye ku temsîla pêvajoyên dîrokî yên di nav têkoşîna me ya azadiyê de dike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk li ser Meha Gulanê ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de weke meha şehîdan tê pênasekirin, analîzek ji ANF'ê re nivîsî.

Şerî diyar kir roja pêşîn a meha Gulanê weke roja ji bo karker û kedkarên cîhanê hatiye qebûlkirin û got “Ev qebûlkirin ne bi tenê ji bo karker, kedkar û sosyalîstên şoreşger, di heman demê de ji aliyê hêzên desthilatdar ve jî wekî rojeke navneteweyî hatiye qebûlkirin. Bêguman dema ku sosyalîstên şoreşger û hêzên desthilatdar 1’ê Gulanê weke rojeke taybet a karkeran qebûl kirine, nayê wê wateyê ku nêrînên wan li ser xaleke hevpar li hev tên.

Dema ku sosyalîstên şoreşger 1'ê Gulanê wekî "Yekîtî", "Têkoşîn" û "Roja Hevgirtinê" ya çîna karkeran a navneteweyî qebûl dikin, hêzên desthilatdar 1'ê Gulanê ji van taybetmendiyên bingehîn vala dikin; hewl dide bi valakirinê wê ji esl û naveroka wê dûr bixînin. Bi salan e hemû propagandaya xwe seferber kirine lê di vê yekê de bi ser neketine. Him li Kurdistan û Tirkiyeyê him li Rojhilata Navîn û him jî li cîhanê kedkar û kedkaran xwedî li 1’ê Gulanê hate derketin. Berxwedana greva giştî ya karkeran a li bajarê Chicago yê DYA’yê, ruhê şehîdan û berxwedana ku li hemû cîhanê berdêl daye, rê nade vê yekê.

MEHA ŞEHÎDAN

Weke li hemû cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê; destkeftiya ku di têkoşîna ked, azadî, şoreş û sosyalîzmê de bi dest xist bi taybetî jî watedar bû. Ji ber vê sedemê PKK’ê meha Gulanê diyarî şehîdên xwe yên leheng kiriye. Di heman demê de 1’ê Gulanê diyarî pêşengên kedkaran Albert Parsons, Augusy Spies, Adolph Fischer û George Engel hatiye kirin, ev kes piştra hatine darvekirin. 1’ê Gulanê diyarî Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alparslan Ozdogan ên ku di 31’ê Gulana 1971’an de li Çiyayên Nûrhakê hatine qetilkirin, diyarî Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn hatiye kirin ên ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatine darvekirin. Ev roj diyarî Îbrahîm Kaypakkaya yê ku di 18’ê Gulana 1973’an de li Amedê bi êşkenceyê hatiye kuştin, diyarî Leyla Qasim hatiye kirin a ku di 13’ê Gulana 1974’an de li Iraqê ji aliyê rejîma Saddam hatiye darvekirin û diyarî şehîdên 1’ê Gulana 1977’an û di şexsê wan de wekî meheke ku diyarî şehîdên ked, azadî, şoreş û sosyalîzmê hatiye kirin.

SOZA RÊBER APO

Rêber Apo zayîna duyemîn bi soza bersivdayîna ji bo bîranînên Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya re, jiya. Di vê baweriyê de bû ku heke girêdayî bîranîna van be wê bi têkoşînê re bîranîna wan were jiyîn.  Di Mijdara 1972’an de dema ji Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê derket ji bo ku vê sozê bi cih bîne, bi kedeke mezin têkoşiya.

Rêber Apo li Stenbolê bi awayekî aktîf bi Tevgerên Ciwanên Şoreşger ên Tirk nas kiribû. Di wê pêvajoyê de Sînan Cemgîl û hevalên wî li Çiyayê Nûrhakê, Huseyîn Cevahîr jî li Maltepeya Stenbolê hatibûn qetilkirin. Ulaş Bardakçi piştî ku qeyda xwe ya zanîngehê sewqî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê kir, li gundê Arnavut ê Stenbolê hat qetilkirin, 43 roj piştî qetilkirina wî Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildereyê hatin qetilkirin. Rêber Apo ji ber çalakiya protestokirina qetilkirina Mahîr Çayan hatibû girtin û di zindanê de Denîz Gezmîş nas kiribû. Piştî ku ew ji girtîgehê derket Îbrahîm Kaypakkaya li Amedê di êşkenceyê de hatibû qetilkirin.

Vana tiştan di zayîna duyemîn a Rêber Apo de weke faktorên girîng rol lîstin. Rêber Apo soz dabû ku divê ev neyên jibîrkirin û werin jiyîn û li ser vî esasî piştî ku ji zindanê derket, pêvajoya têkoşînê dabû destpêkirin.

HEVRÊYÊN WÎ YÊN PÊŞÎN HAKÎ KARER Û KEMAL PÎR

Di vê têkoşînê de hevrêyên wî yên yekemîn Hakî Karer û Kemal Pîr bûn. Rêber Apo berê Hakî Karer û Kemal Pîr nas nedikir. Hevalekî wî navnîşanek dabû wî û li wê malê heval Hakî û Kemal nas kiribû. Jiyan û nîqaşa di navbera wan de, ew bêtir nêzikî hev kiribû. Vê yekîtiya di navbera wan de ji bo avabûna  Tevgera Apoyî gava yekemîn bû.

Vê gava yekem a ku Rêber Apo bi Hakî Karer û Kemal Pîr re avêt, bû amadekariya gavên pêş ên wê bên avêtin. Piştre gavên din hatin avêtin, lê yekemîn koma Apoyî li ser vê bingehê xwe ava kir. Koma Apoyî piştî sê salan di civîna ku di sersala 1976'an de,di nav xwe de organîzasyoneke rêxistinî çêkir. Di karbeşiyê de Hakî Karer wekî alîkarê Rêber Apo hate diyarkirin. Tevî ku ew ji Tirkiyeyê bû jî beriya her kesî çûye Kurdistanê û di nava xebatên rêxistinkirinê de cih girtiye. Bi jiyana xwe, bi tevgerên xwe, bi feraseta xwe ya bilind, bi îrade û wêrekiya xwe rola xwe ya rêbertiya şoreşgerî dilîst. Wî 24 saetên xwe da şoreşê, ji bo pêdiviyên jiyanî li avahiyan karkerî dikir. Tişta herî xweş û paqij dida hevrêyên xwe. Bi her awayî şoreşgerekî mînak bû.

Ji ber vê Hakî bi taybetî kirin hedef. Di kesayetiya wî de hate xwestin tevgera Apoyî were tunekirin. Lê Rêber Apo pêşiya vî tiştî girt. Piştî ku Hakî Karer hate qetilkirin Rêber Apo biryara partîbûnê da.

QETILKIRINA HAKÎ KARER

 Hakî Karer di pêvajoyeke ku Tevgera Apoyî li bajarên Kurdistanê yên weke Dîlok, Mereş, Riha, Semsûr, Dêrsim û Xarpêtê xwe bi rêxistin dikir, faşîst û sîxuran Hakî Karer qetil kirin. Heval Hakî di heman demê de alîkarê Rêber Apo bû. Kom û kesên din ên şoreşger jî Hakî qebûl dikirin. Bi nasnameya xwe ya Tirkiyeyî wî di nav Tevgera Apoyî de enternasyonalîzm temsîl dikir.

Di wê pêvajoyê de dema ku êrîş û provokasyon zêde bûn, generalên faşîst û hêzên wan ên kontra ketibûn dewrê. Dixwestin qetlîam û tasfiyeyê bikin. Li hemberî vê jî divê bi rêxistinkirin û amadekariyeke mezin dewleta Tirk bihata deşîfrekirin. Bi vî awayî dikaribûn ji kujerên Hakî Karer hesap bihata pirsîn. Dema ku Rêber Apo pêvajoya partîbûnê da destpêkirin, dihate xwestin ku ji Hakî Karer tol were stendin. Hakî Karer wekî şehîdê pêşîn ê partîbûnê ye.

Di wê demê de navenda êrîşan û ‘herêma pîlot’ jî rojavayê Firatê bû ku Dîlok jî di nav wê de bû. Bi vê re ev peyam didan ku li ciha ku Hakî Karer qetil kirin wê, êrîşên xwe bidomînin.

Dewleta Tirk a qirker ji bo vê armanca xwe pêk bîne ji hemû eniyan êrîş kir. Çeteyên kontra yên faşîst ên MHP’ê yên ku li Kurdistanê pişta wan hatibû şikestin, dîsa kom bûn û dest bi êrîşan kirin. Di van êrîşan de li Dîlokê parêzer Hasan Aydin hate qetilkirin. Li Rihayê jî heman senaryo xistin dewrê. Li navenda bajêr kontrayên faşîst ên MHP’yî bi kontrola polîsan û alîkariya wan ketin dewrê. Li xwendevanên Enstîtuya Perwerdehiyê ya Rihayê Îsmaîl Caymaz, Mehmet Gulhan, Hasarî Akgoz gule hate reşandin. Pê re hêzên çete yên li dora eşîrên nêzî dewletê jî xistin dewrê. Di 19’ê Gulana 1978’an de Halîl Çavgun wisa hate qetilkirin. Halîl Çavgun, Hakî Karer ji xwe re kiribû mînak. Wî pêşengtî ji gundiyên Kurd ên li dijî pergala axatiyê dikir. Piştî demekê çeteyan Cemal Çobanyildizi qetil kirin. Li Meletiyê li dijî Elewiyên Kurd qetlîamek hate kirin. Li Xarpêtê êrîşên faşîst zêde bû.

RÊXISTINA SÎXURÎ YA BI SERKÊŞIYA PERÎNÇEK

Weke hêmanek ê temamker ê van êrîşên dewleta Tirk a qirker; rêxistinên sîxûr jî ku bi provokatoran xistî nava hêzên çep, şoreşger û demokratîk, xist dewrê. Rêxistina sîxûriyê ya ku Dogû Perînçek serkêşiya wê dike, di nava van de bû hêza yekem ku ket nava liv û tevgerê. Endamên vê komê li gelek cihan ketin nava hewldanên provokasyonê û li gel polîsan bi ser malên kesên weke Apoyî tên naskirin, girtin û bi polîsan re Apoyî lêpirsîn û êşkence kirin.

YÊN KU PDK’Ê XISTÎ NAVA TEVGERÊ

Van êrîşan bi PDK’ê jî ku li Kurdistanê xwe “Kurdperest” nîşan didin, hin komên di bin bandora xwe de girte nava xwe. Ewane jî bi fermana PDK’ê ku di bin kontrola dewleta Tirk de ye, ji aliyê xwe dest bi êrîşan kirin. Di nava xwe de “Yekîtiyên Hêzan” ava kirin û ji bo ku pêşî li Tevgera Apoyî bigirin ku negihin Botanê, her cûre êrîş pêk anîn.

Li aliyekî jî weke yên ku ji aliyên dijber dest bi êrîşê kirin, êrîşên ji bo ku ji hundir ve li Tevgera Apoyî bixin, hatin kirin. Bi taybetî jî piştî ku Hakî Karer li Dîlokê hat qetilkirin, ev êrîşane pir bi eşkere û rasterast hatin meşandin.

ÊRÎŞ BÊ ENCAM MAN

Dewleta Tirk a qirker bi van êrîşên ku ji hemû aliyan ve pêk anî, encam negirt. Tevgera Apoyî van êrîşan hemûyan pûç kir. Pêşî li êrîşên ku rêxistinên kontra faşîst ên MHP’ê li Dîlok, Riha û Elezîzê dayî destpêkirin, girtin. Di têkoşîna li Riha-Hîlwanê de ku li hemberî sîstema axatiyê ya feodal-komprador meşandin de, gihiştin serkeftinê û çeteyên eşîreta Silêmanan ku weke baskê MHP’ê ya bi piştgiriya dewletê dixebitin, teslîm girtin. Tevgera Apoyî şebekeya xayînan ku hewl didan ji hundir ve êrîş bikin, têk bir. Yek bi yek hesab ji kesên ku Hakî Karer, Halîl Çavgûn û Hasan Aydin qetil kirin, pirsîn. Tevgera Apoyî bi vê têkoşîna ku bi serkeftinê bi encam kirî, li hemberî qetilkirina Hakî Karer a 18’ê Gulana 1977’an, gihişt armanca ku bi biryara partîbûnê diyar kirî û 25-27’ê Mijdara 1978’an civîna avakirina partiyê lidar xistin û di dîroka xwe de pêvajoya têkoşînek nû ya bi PKK’ê re destpê kir, da despêkirin.

TEDBÎR Û AMADEKARIYÊN KU TÊKOŞÎNÊ MAYÎNDE BIKE

Piştî Komkujiya Mereşê ku di 19-25’ê Kanûna 1978’an de qewimî, bi giştî li 13 bajaran ku 10 ji wan ên Kurdistanê bûn, rêveberiya avawrte hat îlankirin. Rêber Apo ev yek ji destpêkê ve dît û li gorî wê amadekarî dabûn destpêkirin.

Rêber Apo bi encamên ku ji derbeya faşîst a leşkerî ya ku generalên NATO’yî di 12’ê Adara 1971’an de pêk anî, derxistî zelaliyek ava kir ku li hemberî hewldanek wiha ya dubare çi were kirin. Di erkên hatîn dayîn de jî, ji bo pêdiviyên vê yekê bên bicihanîn, liv û tevger dest pê kiribû. Divê tedbîrên ku têkoşînê mayînde bikin jî bihatina girtin. Li aliyê din jî partiya ku biryara îlana wê hatî dayîn û navê wê hatî diyarkirin, divê demildest îlana xwe ji gelên Kurdistan û Tirkiye, şoreşgerên sosyalîst, demokratîk, hêzên welatparêz û mirovahiya cîhanê pêşverû re kiriba. Îlana avakirina PKK’ê di pêvajoyek wiha de pêk hat.

ŞEHÎDÊN ÎLANA AVAKIRINÊ

Tevî ku ji bo îlana avakirina PKK’ê amadekarî ji pir zû de hatibûn kirin, encex 30’ê Tîrmeha 1979’an îlana xwe pêk anî. 30’ê Tîrmeha 1979’an li gundê Kirbaçti yê Hîlwanê bi çalakiya li dijî parlamenterê Partiya Edaletê ya Rihayê M. Celal Bûcak îlana avakirina PKK’ê pêk hat. Lê di şerê ku di vê îlankirinê de qewimî, Salih Kandal şehîd bû. Li Kurdistanê di têkoşîna li hemberî vê axatiya ku bingehê sîstema feodal-komprador e de Cûma Tak, Abdûrrahman Manap, Sadûn Demîrkoç, Alî Çat, Cûma Bozkoyûn û Zekî Akil jî di nav de şehîd hatin dayîn.

DERBEYA LEŞKERÎ YA FAŞÎST Û BERXWEDAN

Di vê pêvajoya ku li Rihayê qewimî de, generalên NATO’yî yên ku di nava amadekariyên derbeyek leşkerî de, xist nava telaşê. Bi vê telaşê 12’ê Îlona 1980’an bi derbeyek faşîst a leşkerî, dest danîn ser desthilatdariyê. Bersiva li hemberî zextên mêtinger û hovîtiya li Kurdistanê ya derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an, berxwedan bû. Li çiyayan Delîl Dogan, Bese Anûç, Kazim Aydin, Azîme Demîrtaş, Velî Geçît, Huseyîn Durmûz û Zekî Palabiyik; di êşkenceyê de Sayit Şîmşek, Abdurrahîm Yilmaz, Asker Demîr; li girtîgehan endamên Konseya Navendî û avakirina PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û Alî Erek, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Cemal Arat, M. Emîn Yavûz û bi dehan kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd bûn.

XETA BERXWEDANÊ HAT GIHANDINA ÇIYAYAN

Piştî Kongreya Duyemîn a PKK’ê ku di sala 1982’an de hat kirin û bi taybet li gel pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an berxwedana PKK’ê hat gihandina çiyayan û nûneriya wê hat kirin. Li çiyayan jî bi Şahîn Kilavuz, Cahît Dayan, Sûltan Yavûz, Çîçek Selcan, Hanim Yaverkaya, Dr. Sîrwan (Kawa Alî Salih), Îsmaîl Derik (Îsmaîl Îbrahim), Kara Omer (Haydar Altûn), Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Numan (Celal Ozalp), Azime Herekol (Mihriban Saran), Cuma Biliki (Selim Ulker), Xalil Derik (Nehro Îbrahim), Zîlan (Zeynep Kinaci), Rojhat Bulezeri (Lezgîn Yorgun), Viyan Soran (Leyla Wali Hasan), Harun (Huseyin Ozbey), Piling Kiçi (Abdullah Manas) Akif (Xidir Xiringe), Adil Biliki (Ramazan Aybi), Gulbahar Gulhat (Selma Kaya), Huseyin Mahir (Kadir Çelîk), Simko Serhildan (Mecit Kawyan) Rustem Cûdî (Rustem Osman), Çîçek Botan (Guhar Çekîrge), Alişer Koçgiri (Yucel Halis), Numan Amed (Ethem Karabulut), Nuda Karker (Nazan Bayram), Ferhat (Abdurrahman Nalîoglû), Reşît Serdar (Mehmet Can Gurhan), Baran Dêrsim (Îbrahim Aydemir), Rubar Dîcle (Huseyin Poyraz), Atakan Mahir (Îbrahim Çoban), Çetîn (Musa Erçetîn), Yilmaz Dêrsim (Îsmail Surgeç), Gulnaz Ege (Nuran er), Delal Amed (Hulya Eroglû), Aze Malazgirt (Asli Ozkaya), Armanç Goçkar (Suna Kizilkaya), Helmet (Garip Diyar), Ali Piling (Şerîf Yakut), Çîçek Kurtalan (Hacer Kaya) û hîna bi deh hezarên din xeta berxwedanê di nava Gerîlayên Azadiyê de nûneriya xwe dîtin. Bi Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil ev xeta berxwedanê belavî cîhanê hemûyê bû.

Di vê Meha Gulanê ya Şehîdên Pîroz de, em şehîdên xwe yên mezin Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Ramazan Kaplan (Celal Hoca), Gûrbet Aydin (Hunermend Mizgîn), Mûstafa Omurcan (Sarı Omer), M. Emîn Aslan (Sabrî), Ahmet Kesîp (Cemşît), Zîvver Sariyildiz (Hamza), Mûrat Demîrhan (Sînan Amed), Sadegul Okmen (Rojbîn Serhat), Hidir Ozgen Bîngol (Îsmaîl), Sakîne Kiyançîçek (Melsa Mûnzûr), Îsmaîl Nazlikûl (Kasim Engîn) bi bîr tînin û di şexsê wan de bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê, şoreşê û sosyalîzmê ditewînin û timî dilsozê bîranînên wan bimînin û soza pêkanîna armancên wan didin.