Du rûyên siyasî; qezenc û bazirganî, bikaranîna dîn û hestên neteweyî ji bo parastina berjewendiyên xwe, bûne formeke siyaseta her du welatên Tirkiye û Îsraîlê, wisa ku di 20 salên derbasbûyî de qebareya bazirganiyê ya Tirkiyeyê bo Îsraîlê ji 1 milyar dolarî bo 9 milyar dolarî zêde bûye.
Dewleta dagirker a Tirk her tim xwe wisa nîşan dide ku li Rojhilata Navîn û cîhanê nûnertiya Îslamê dike. Dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna dîn û bazirganîkirina bi dîn heta radeyekê karî wefadariya gelek misilmanên cîhanê ji bo xwe bikişîne, lê bikaranîna dîn û bazirganîkirina bi dîn wek neexlaqîtirîn rê tê qebûlkirin.
AKP û MHP her tim bi awayekî siyasetê dikin ku dijayetîkirina Îsraîlê bingeha karê wan e, lê belê ji hêla siyasî û bazirganî ve rewş bi temamî berevajî ye. Wisa ku di serdema desthilatdariya Erdogan de ku her ku devê xwe vedike, dijayetiya Îsraîlê dike, bazirganiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de 9 qat zêde pêşve çûye. Qebareya danûstandina bazirganî ya di navbera her du welatan de di wexta hatina Erdogan de 1 milyar û 41 milyon dolar bû, lê di bîst salên borî de nêzîkî 9 milyar dolaran bûye.
Ji bilî vê yekê jî, berevajî fikira giştî, hevsengiya di têkiliyên bazirganî yên duhêlî de qezenca dewleta Tirk zêdetir bûye, ne ku ya Îsraîlê. Hinardeya salane ya dewleta Tirk 6,5 milyar dolar e û hawirdekirina ji Îsraîlê 2,4 milyar dolar e. Dîsan Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde pola hinardeyî Îsraîlê dike.
Salane bi qasî 1,5 milyar dolarî pola ji Tirkiyeyê bo Îsraîlê tê hinardekirin. Her çend deshilat dibêje ku ew di binesaziya Îsraîlê de tê bikaranîn jî, di rastiyê de her kes dizane ku ew polayê ku ji Tirkiyeyê tê, di çêkirina çekan de tê bikaranîn, nemaze ji aliyê şîrketên leşkerî yên Îsraîlê ve. Lewma çekên ku Îsraîl li Xezayê bi kar tîne, bi polayên ku ji Tirkiyeyê dikire, hildiberîne.
Ji ber vê yekê, du sedemên sereke yên vê siyasetê hene. Ya yekem berdewamkirina têkiliyên bazirganî yên niha di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ye, tevî hemû bangên boykotê. Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk û AKP, bi taybetî jî malbata Erdogan di vê mijarê de xwedî berjewendiyek xurt e. Ya din jî ew hesab in ku ji bo serdema piştî şer hatine kirin.
Piştî ku Hemas ji herêmê hate paqijkirin, welatên Ereb û Rojava bi însiyatîfa Tirkiyeyê li herêmê çalakiyeke mezin a avakirinê wê bidin destpêkirin. Tê pêşbînîkirin ku ew sermayeya ku wê ji bo avakirina Xezayê bê bikaranîn, wê 25 milyar dolarî derbas bike.
Tirkiye bi meşa Xezayê kete nav sala 2024’an ku tê de Bîlalê kurê Erdogan bi heman rêya bavê xwe ji bo xapandinan civakê sehne girte dest. Hemû derdorên nêzîkî hikûmetê û bi taybetî malbata Erdogan beşdarî meşê bûn. Bîlal Erdogan bi rêya wê promptera li ber xwe hewl da ku bavê xwe lasayî bike û careke din banga boykota bazirganiya bi Îsraîlê re kir. Lê ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de hevkariya aborî ya Tirkiye û Îsraîlê berfireh bûye, kêm nebûye.
Hevdemî vê yekê, piştî destpêka sala nû bi çend rojan medyaya Tirk belav kir ku dezgehên ewlehiyê yên Tirkiyeyê toreke sîxuriyê ya 32 kesî ya ser bi MOSAD’ê destgîr kiriye ku 3 Misirî, 2 Filistinî, 3 Tirk, 2 Tûnisî û yên din jî ji Sûriyeyê bûne.
Tirkiye û Îsraîl du aliyên heman pereyî ne. Tirkiye dînê pîroz ê Îslamê bi kar tîne û îslama siyasî ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne û piştgiriya Hemasê dike û Îsraîl jî di bin navê xetereya axê de jenosîdê pêk tîne.